Ferzende Beg, ji Eşîra Hesenan mêrxas û şerkerekî çak e. Yek ji pêşewayên “Serhildana Agiriyê” ye. Di vê tevgera navborî de navê wî, piştî İhsan Nûrî Paşa û Bro Hesko (Brahîm Paşa) Têlî tê. Tabî di vê tevgerê de navên wekî Xalis Beg, Nadir Beg û Memo Beg (zarokên Kor Hiseyn Paşa), Elîcan, Reşoyê Silo, Seyîdxan û Zahir Axa jî têne bilêvkirin û piraniya van navan, di gotin û kilamên dengbêjên welêt de, bi mêrxasî û cengawerî têne jiyandin.
Ferzende Begê Hesenan, beriya Tevgera Agiriyê, di sala 1925’an de beşdarî Serhildana Şêx Seîd dibe û bi taybetî li dorhêla Melazgira Mûşê mohra xwe li bin qehremaniyên mezin dide. Li gorî hinek çavkaniyan, piştî têkşikênandina Serhildana Şêx Seîd, Ferzende Beg ligel 150 siwariyên xwe derbasî nav sînorên İranê dibe. Dîsa li gorî van çavkaniyan, gava ev dixwaze xwe li sînor bixe, ji hêla leşkerên tirk ve tê birîndarkirin.
Piştî ku ew derbasî aliyê İranê dibin, hêzên İranî ji wan daxwaza teslîmkirina çekan dikin, lê ew vê yekê qebûl nakin. Di navbera hêzên kurd û hêzên artêşa İranê de şerên dijwar derdikevin û tê saloxdayîn ku di encama vî şerî de, Şemsedînê Xalid, Bavê Ferzende Silêmanê Ehmed, Kerem Begê Zirkanî û Evdilbaqî jiyana xwe ji dest didin û Ferzende Beg jî birîndar dibe. Yên ku ji ber gule û barûdên leşkerên İranî filitîne, xwe spartine hawara Simko Axayê Şikakî.
Li gorî hinek çavkaniyên din, ev derbasbûna hanê, ne piştî têkçûna Tevgera Şêx Seîd, lê piştî Têkçûna Tevgera Agiriyê pêk hatiye. Lewre jî di dîrokê de navê şerê di navbera kurd û iraniyan de, wekî “Serhildana Makoyê” tê zanîn ku di sala 1931’î de pêk hatiye. Di vê serhildanê de hêzên leşkerên İranî, raserî 6-7 hezarî ye û wekî fermandar, li ser serê wan Kelb Elîxan Nexsîwan heye. Hejmara leşkerên kurd, ku di nava wan de kesên wekî Ferzende Beg û Bro Hesko Têlî jî hene, ji 900 kesî pêk dihat. Piştî vê serhildanê, Kelb Elîxan Nexşîwan jî di nav de, bi qasî 700 kesên ji hêzên îranî, ji hêla Serhildêrên kurd ve têne kuştin. Serhildana navborî, piştî lihevkirin û yekbûna hêzên tirk û îranî hate têkşikandin.
Her çiqas me got, navê Ferzende Beg û kesên din di Serhildana Şêx Seîd û Serhildana Agiriyê de jî derbas dibe, di rastiya xwe de mêrxasî û cengaweriyên van ciwamêran, di kilam û gotinên dengbêjan de bi salan e ku derbas dibin. Li gorî van kilaman ku emê yek ji wan li jêr bidin, qewimîn û bûyer piştî têkşikestina Serhildana Şêx Seîd pêk hatine. Ev yek di pirtûka nivîskarê kurd Rohat Alakom a bi navê Hoybûn Örütü ve Agri Ayaklanmasi (Rêxistina Xoybûnê û Serhildana Agiriyê) de jî hatiye pesendkirin.
Niha jî beriya ku em derbasî kilama li ser Ferzende Beg bibin, kerem bikin em cih bidin beşek nirxandinên li ser Ferzende Beg ku di heman pirtûka Rohat Alakom de cih ji xwe re peyda kiriye:
“…..Ferzende Begê ku di Serhildana Şêx Seîd de nayê girtin û derbasî İranê dibe, di sala 1927’an de ji bo ku beşdarî li Serhildana Agiriyê bibe, dizivire. Bi awayekî aktîf beşdarî li Şerê Agiriyê dike û mohra xwe li bin qehremaniyên mezin dixe. Êrîş û sabotajên mezin li dijî hêzên neyar pêk tîne. Serekê Serhildanê İhsan Nûrî Paşa, di bîranînên xwe de ji bo Ferzende Beg nirxandinên balkêş dike. Qedrî Cemîl Paşa di di bîranînên xwe de ji bo Ferzende Beg gotina “abîdeya zindî” bi lêv dike. Osman Sebrî, di nivîsa xwe ya bi navê “çar leheng” de Ferzende Begê wekî “lehengê yekemîn” bi nav dike. Di şerekî de du alay leşker bi ser wî de dişînin. Ferzende Beg bi 60 kesî li dijî vê hêzê şer dike û qehremaniyeke mezin bi dest dixe. Fermandarê tirk, piştî vê têkçûnê, raporeke sexte amade dike û diyar dike ku tevahiya gundên derdorê piştgirî û alîkariya Ferzende Beg kirine û leşkerên wan kuştine. Li ser vê yekê bi qasî 80 gundên li Geliyê Zîlan wêran dikin û dişewitînin. Osman Sebrî di nivîsarekî xwe de diyar dike ku ji ber qehremaniya Ferzende Beg 80 gund hatine şewitandin. Hesen Hişyar jî di heman baweriyê de ye…..”
Le axao hey li min li min li min
Bê maqûlo hey li min li min li min
Le Asyayê bi sê denga bang lê dike
Dibê de lê lê Besrayê rebenê sibe ye
Şereka li me çêbû
Qaleka li me qewimî
Le Kil İskender
Li sûr û bedena Salim Begê
Li hewşa kafirê Emer Tûman
Dayê rebenê vê sibê
Li ser kaniyê way ax way
Le belê ji êvara Xwedê ve
Li gohê min xweş tê
Dengê gula topê li me sil kir
Sewtêna mîrata vê boriyê
Gule û barûdê vî kafirî
Li me dibare dayê mînanî
Tevana gelo li ber taviyê
Le Asyayê bi sê denga bang lê dike
Dibê de lê lê Besrayê
Hey lê agirê Helebê
Bi derê mala bavê te ketê
Tu rabe li ber çoka Ferzende rûnê
Tu bêje Ferzende mala te xirab be
Lo bila mala min jî pê re
Te digo ‘Ez Ferzende me ez Ferzende me’
Ez bavê Elfezya Siwarê Eznawir im
Xwedanê kuçik çapliya me
Rojê qale qalê oxirmê giran
Li welatê ‘ûçincî ordiyê’ de
Mêr di ser min re qet tune ne
Evya ne şerê me û Hesenan e
Ne şerê Heyderan e
Ne şerê Cibiran e
Ne şerê Sînikan e
Ne şerê duwazdeh bavê eşîratê giran e
Evya ecem e ‘bêşincî mezheb’ e
Ne dîn e ne îman e
Li gorî qarşî şerîeta Mûhemed
Li qarşî me disekine me dixapîne
Ji êvara Xwedê ve
Cinazê Silêmanê Ehmed
Bi tevî komê Hesenan ve
Gelo li pêş miqabilî çavê min e
Ezê bi du gulê tometîka vî kafirî
Birîndar im
Destê min têtikê mîrata modoliyê
Modoliyê nagire dayê rebenê
Pêçîka min a şahidê li min nagere
Heyfa min nayê li kuştina mêran û şêran
Heyfa min tê li wê heyfê
Çar heb ji tûxayê vî kafirî
Li ser me re sekinîne
Ji milê Silêmanê Ehmed
Bavê Kazim digirtin
Dixistin nîşanê Hemîdiyê
Le Axao wile nabe bile nabe
İşev sê şev û sê roj e
Şer ketiye ser milê Keremê Qolexasî
Mêrekî çê tê kuştinê
Bi du gula birîndar e
Bi sonda mezin sond xwariye
Tê kuştinê lo bira jê venabe
Erz û eyalê Mala Emer
İşev sê şev û sê roja
Li kavila İranê digere nagere yêr nabîne
Ji xwe re li ser pişta kihêl û malekiyan
Lo bira peya nabî
Kerem dibê wez Kerem bim
Ez Kerem bim
Ez firar û qaşqûrê mehkûmê
Dewletê bim
Berxê Mala Emer bim
Ezê bi maleka weka Mistefa Begê re mal bim
Evî kafirê li bira qesr û qûnaxê me girtine
Dibên tivingên destê xwe deynin
SALIHÊ KEVIRBIRÎ
salihkevirbirî@hotmail.com
Çavkanî : http://www.avestakurd.net
Faydalı ve ince duşunulmuş
YanıtlaSil