Silav li ser te bijî nifşé Mîré Maşa,
Tuxmé Xaldî Aratî, taca Mînewaşa,
Ehnî tav tîroj hilat, li çiyayé Ararat
Newroza we pîroz be Îhsan Nurî Paşa.
Newroza we pîroz be
Îşev di mecala razanê da keserên felala welêt, kûfîn û zarînên dîliyê û bêkesiya me kurdan, wek tevazan ji dilê min va diyar bûn. Di nav ax û waxên bêfêde da li ser teniştê çep û rast vediliqitîm; min çi dikir qet riya xewê bi çavên min ne diket. Di nava nivînan da, derd û kulan wekî teyrên bilatexur dirêjî kiloxê min dikirin. Jînenîgariya min, dîlî û biserhatiyên milet û bindesliya welêl, her yekê bi awakî ez diêşandim. Qey ko Xwedê ne dixwast rihetiya can û cendek bide min... Wekî hezrîngên xewê pêlek hayê xurl di dev û bêvilên min ra avêt. Hîn min bêhna xwe ne girtîbû ko erd bê awa hejiya. Hejîneke welê ko avaljiya ez tê, çiyayên pêşber, derya, ezman, stêrk tev da serekî dirêj hejiyan. Li ber vê hejînê erd wekî girekî xweliyê hilweşiya. Bi vê hilweşînê ra ez jî wekî keviré ko ji avahiyên hilweşiyayî dipengize, tôt bûm û çùm...
Çi gava çavên xwe digrim, berê ramanên xwe ber bi welêt
diguhêzim, bêhemd navçavên çiyayê Agirî yên bilind û pirberf tên
ber çavên min. Ew çiyayê ku bi destê şîna Xwedê di bakurê welatê
min de wek pandîgehekê hatiye daçikandin û ji ba û bager, berf û
bilêk û mij û dûmanê vala namîne.
Bazen yüzüne kadar dökülen uzun saçlarını yana devirip öfkeyle konuşan, dağda bile üzerinde son derece şık elbiselerle gezen, Hesenevdal Medresesinde öğrendiği Ehmedê Xanî'den beyitler okuyan bu bakımlı eşkıya, ısrarla 'Bu savaşı kazanmak için tek bir yolumuz var. Zîlan Köylerine inip bütün çocuklarımızı ve kadınlarımızı öldürelim; bize ayak bağı olmasınlar; işte o zaman dünya alem görsün bakalım kimin yiğit kimin kahpe olduğunu' diye ısrar ediyordu. Xalis Beg, gözleri çakmak çakmak olmuş bu adamı dehşetle dinliyordu...
Ew Lor û Bextiyarî Baban; Kurdmanc û Hevreman û Zazan; Kurdên, ji welatê Rom û Sorî, Kurdên Ecem û Iraq û Sûrî, Kurdên ji welatê jor û jêrîn; Serçav bilind û zexm û nêrîn; Kurdên ji Blûc û Kurdên Efgan,
Ez îro Kurdekim li Agirî Dinalim lê kes nayê ba min Diqîrim kes nabîhîze Dimirim kes nayê ser min Boy çi mame wuha tenê ? Boy çi bindestim Boy çi kes nabîne Halê min
Ev çend sal in dilê min qet ne geş e Dinê tarî, dinê êvar û reş e. Eylê min ket, nava birînê birîn reş; Buhara min,pehîza min,hemî reş. Di çolê de,di deştê de tenê me ; Qey rondik im;qey ez şîna dinyê me. Xweş buhar e, lê xerîbî jarî ye Min çi kir ku dinya li min tarî ye Min çi kir ku zaroyên min mirîne ; û ronahî ji çavên min birine. Bê xanî me;bê tifikim; bê welat, Her ji min re maye bêbext rojhelat. Min bûk nedît,zarok nedît nedît al Porên min gewr,ez pîr bûme,bûme kal Welatê min bikene,tu tiştek bêje Lalbûnate çima hewqas dirêj e? Çima hewqas;tu bêdengî û bê nav? bila bibin gorîyên te sî û tav. Welatê min bikene bikene megri Ji bîra te hêj derneket Agirî...
Kemal,Fewzî, Êxtî,Fûad nemirin Ji nû ve ew;di rêya te de dimirin. Ji nû ve ew,ji tirbên xwe radibin Ji nû ve ew dimirin pê şa dibin.
Agirî navê te girane
tu bi deşt û bi zozane,
hêlîna gire girê kurdan
Ihsan Nûrî paşa,
Silêmanê Ehmed bavê Ferzende beg,
Seyîdxanê kerr şêrê eşîrane...
Tu rabe dîsa serê xwe hilde
wekî carek ji carane
wekî Mahabad derdê te girane
Agirî Ji sal 1930 de destpêkir, 1932 serî rakirin, agirî şer dikir Ararat tije bûbû, dîsa bi volkanan dikelîya, agirî xwîn digirî, agirî xwîn digirî, serê xwe rakirin, şerê xwe kirin lê tê negihîştin bav û bra hat kuştin, dayik lidar, xoşik dilovan, zarokên li wir sêwî mabûn li pişta şer kalekî pişta xwe dabû kendalekî û berê xwe dabû çîyayê Agirî dinêhêrî û wanî digot
Dest min dane pirtûka Yîlmaz Camlîbêl „Gilîdax Bêxwedî nîne“ yan „Serhildana çîyayê Agirîyê“ (Weşana DENG; 2005). Di nava van çend mehên dewyê da cara dudan e ez vê pirtûka hêja dixûnim û bi hizkirin tev nivîskarê pirtûkê fikirê va diçim nav bûyarên rojên buhurî, wan rojên tiragîk e dijwer, rojên mêranyê, serbilindyê, rojên oxirmên giran, ku dîroka me da bûne efsena welatparêzyê û berxwedanê.
Agirî tev agir e, dûrî herin dijwar e Ne agirê îsal e, lê agirê sedsale kevnar e Gava çavên te lê dikevin bi şewq û şemal e Tu dibê qey qurix e, lê ne qurix e tev ar e Bi xwendina wê xew dibî dijminê çavên reş
Li Kurdistana Bakur, piştî têkçûna şoreşa netewa Kurd, leşker û hêzên taybet yê turk diketin bajar û gundên Kurdan sero binî hevdikirin, xelk dikuştin û dest diavêtin namûsa kurdan, dijî vê xirabiyê kurdan dîsa berxwedidan. Lê hêza kurdan qels bû. Ji ber vê yekê sernediketin. Lê li hember dujmin şerê xwejî dikirin.
Rojhelatnas û kurdologên Ewropî wexta ku li ser kurdan lêkolîn kirine, di serê serî da li ser folklorê kurdî hûr bûne. Bavê kurdolojiyê Aleksandir Jaba dema ku bûye konsolosê Uris û di salên 1850an da hatiye Erziromê, li ser daxwaza Akademiya Urisêtê ya zanyarî, li ser kurdan dest bi lêkolînê kiriye, ewî ewilîn berhemên zargotinê berhev kiriye. Pey ra ewî destnivîsên berhemên klasîk bi dest xistiye û ew şandine Urisêtê.