07 Kanûn 2009 Duşem Saat 17:08
Komelaya Çand û Hunerî ya ÇIRA ya Agirî, roja 6ê meha Çileya Pêşîn li gundê “Gundê Navîkê” yê dengbêjê navdar Şakiro bû mêvan...
Komelaya Çand û Hunerî ya ÇIRA ya Agirî, roja 6ê meha Çileya Pêşîn li gundê “Gundê Navîkê” yê dengbêjê navdar Şakiro bû mêvan û ji bo bibîranîna dengbêjê navdar dîwaneke dengbêjan gerandin.
Di bernamê de dengbêjên Agirî, yên wek Mihemed Elî Kaya, Efoyê Qosê (Efendî Işik), Adil Işik û Celal Işik stranên êvînê û li ser serhildana agirî hatine çêkirin pêşkêşê temaşevanan kirin.
Yek ji birêvebirê Partiya Maf û Azadiyan-Hak-Parê Fehmî Atmaca jî beşdarê bernameya navborî bûbû, berîya destpêkê axaftinek kir. Atmaca di axaftina xwe de weha got; “Ji ber ku nêzikî salvegera Şakiro ye, me xwest em li vê gundê bernamêkî dengbêjan çêbikin û di aliyekî de jî em Şakiro yad bikin.”
Atmaca di berdawamîya axaftina xwe de li ser jiyana Şakiro çend gotin anî ziman û weha got; “Şakiro li Patnosê hatîye dinê. Navê bavê wî jî Bedîh e. Malbata Şakiro li Patnosê hatine gundê Navîkê bi cih bûne. Birayên Şakiro ji Patnosê derneketine. Lê Şakiro ji ber ku dengbêj bûye li ciyekî nesekinîye, wek derwêş cîh bi cîh gerîya ye, di salên dwaî de jî diçû Ewrûpayê û dihat. Şakiro mirovek zana û bi eqil bû. Tiştek li cîhek bidîtana li ser wan tişta dikaribû helbesta çêbikirana û wan helbesta jî dixiste stran. Şakiro bi xwe di dilê wî de evîneke mezin hebû. Ji bo Şakiro mirov dikare bibêje mirovek evindarî bû, lê mirov ji bo Şakiro nikare bibêje tenê aşiqê keçikekê bû. Şakiro Gulek didît li ser wê gulê helbesta çêdikir û helbestên xwe dixiste stran.”
Atmaca di dawîya axaftina xwe de weha got; “Şakiro ji ber zordestîya dewletê mala xwe koçkir bajarê Îzmîrê. Şakiro, demekî jiyana xwe li Îzmirê dewam kir, lê mixabin li wir bi newxeşîya penceşêr ket û sala 1996de çû ser dîlovanîya xwe.”
Piştî axaftina Atmaca, dengbêjan dest bi stranên xwe kirin û hetanî derengê şevê bi çoşek mezin berdawam kir.
Piştî stranên dengbêja xêlas bû, dengbêj Efoyê Qosê axaftinek kir û di axaftina xwe de weha got; “Em dixwazin ku stranên ku em dibêjin, di nav civata me ya kurdan de herî zêde bibe û daxwaza me ev e ku kurd li stranên berê xwedî derkevin, ku di dîroka me de cihek herî girîng bigire.” Dema Nû / Dengê Kurdistan
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder