26 Temmuz 2010 Pazartesi

Cemilê Seyda

Cemîlê Seyda (1880 Licê, Amed- †1937) yek ji leheng û têkoşerên Bakurê Kurdistanê yê destpêka sedsala 20emîn e.

Ji Licê, lawê Seydayê Licî ye. Di serhildana Şêx Seîd de cihgirtiye. Piştî têkçûna vê serhildanê ji bo nûvejîne vedikişe Kurdistana Sûrî (Binxetê). Di serhildana Agirî de alikarî û keda wî heye. Bi destpêka serhildana Dersîmê veji bo alîkariya serokê Kurd Seyîd Riza bikin, bi tevî komeke têkoşerên din dikevin Bakurê Kurdistanê. Artêşa Tirkiyê pêşî li wan digire û bi rojan şer dikin. Leşkerên Tirk di şer de bi wan nikarin.


Li ser îstixbaratekê Cemîlê Seyda û komeke têkoşerên Kurd di bênderekê nava zeviyeke genim de di xewê de diqefilînin. Agir berdidin bênder û zeviyê û wan di xewê de dikujin. Li ser wan gelek stran hatine afirandin. Kilama Cemîlê Seyda behsa serpêhatiya wî dike.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder