20 Temmuz 2010 Salı

Çîyayê Agirê an Jî Ararat*

Erê derdê wî jî heye û gelek pire, dilê û madê wî jî kulle lêbelê kesek pê nizane, yek caran wexta ku di diqahire xwîn ji cegerê wî tê û davîje der yanê xwîna sor dike der, nexweşîya wî ne wek nexweşa ye, ji qahr û derdê merivan nexweş ketîye; ji pexîlî, hesûdî û şerê merivan.


Çiya ji dinyayê re stûne, Ji mirov û heywana re tim stargehe, havîn û zivistanê jê re cihê nake an jî her demsalê de kana mîvana bihewîne.

Çîyayê Agirê an jî Ararat, ev çîya çîyayek agirpêje, pir teqîyaye, hilm û nexweşîya xwe ji erdê avitîye der, dor û hawirdorê xwe tijî kirîye, tim cîyê xwe fere kirîye, dewsa xwe de mexel hatîye.

Ev çîya çîyakek pir pîre destana gelen pir zane, şer û têkoşîna mirovan gelek dîtîye û şahid bûye, mezlum û zaliman gelek nas dike,

Ji merivê belengaz, mezlum û heq xwazan re bûye stargeh û wan tim parastîye. Kî xwe avitîye bextê wî, ew lê xwedî derketîye. Kî jê ra bêbextî kirîye wana jî li ser axa xwe fetisandîye û xeniqandîye an jî def kirîye.

Li ser axa wî pir xwîn rîjîyaye gelek mirov hatine kuştin, kal û bav mirinin, zarok sêwî, jin jî jinbî mane… Çîyayê Agirî pir dilşewate neqayîle ku kezewa malbata an jî kesekî bişewûte û li ser axa wî xweîn birjê, pir xemgîn dibe û diqahire.

Çîyayek pir mezine û bilinde kul û derdî wî pire, serê xwe tim tîk dike. Serê wî tûjike di gelek cîha de mexel hatîye kurê xwe yê biçuk daye kêleka xwe, ji xwe naqetîne û bi sebir dihewîne.



Kurê wî carna digirî, dibêje “Min berde, çima nahîlî ku ez bileyzim û herim gerê? Ew jî jê re wiha dibêje “Berxê min tu zarokê merivên pexîlî pirin ê te bikujin ku tu jî herê ez ê çi bikim tebat û hevalê min jî tu yî? ”



Ji çar gela re hakimtê dike û deng nade,tim difikre qey derdê wî heye. Bi ro radikeve û bi şev payê ye lêbelê tim şîyare.



Erê derdê wî jî heye û gelek pire, dilê û madê wî jî kulle lêbelê kesek pê nizane, yek caran wexta ku di diqahire xwîn ji cegerê wî tê û davîje der yanê xwîna sor dike der, nexweşîya wî ne wek nexweşa ye, ji qahr û derdê merivan nexweş ketîye; ji pexîlî, hesûdî û şerê merivan.



Neqayîle ku meriv bimre û were kuştin, ne meriv tenê kuştina heywanan jî, pir bi rehme û dilşewate.



Şev û roj serê wî tim bilinde, kumê xwe yê sipî tew da nayne, çekê wî dar û giyayê hêşinayêye, êşligê wî beleke, şalê wî keske, di zivistanê de jî çekê û kirasê sipî li xwe dike, jê re ne sermaye.



Bi ro radikeve bi şev jî li Erîwan,Idîr,Bazîd,der û dora xwe temaşe dike, pir xemgîne lêbelê pir bihîvîye. Hîvîya wî ji xwedî heye ku rojek meriv, gel azad bibin û aşitê were nav merivan.



Pîrek pir bi aqilmende derd û kulê xwe ji kesî ra nabêje û bersêva kesê nade, nizanin ku ji bo çî ye? Nepenîyên wî hene tim vedişêre, zarokê xwe jî teme dike ku nebêje ji kesî re.



Ji Kurdan pir hes dike, egît û şervanê Kurdan pir bihurmet û birûmetî xwedî dikir û lê xwedî derketîye.

Bi şev carna zarokê wî nahewe qayîle ku bilîze lêbelê dayîka wî nahêle, ji bona aş bûna wî çîrçîrokan, şer û çîrokên gelan ji kurê xwe re dibêje, carna jî zarokê xwe re di lorîne bi dengê xweşik.



*(Ev nivîsa di hejmara 108an di Nubiharê de hatîye weşandin.)



Paşa Amedî

pasaamedi@gmail.com

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder