Zozanên Agiriyê bûne warê koçeran
Hewlêr (Rûdaw) - Keriyên pez zozanên parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê ji xwe re kirine war.
Zozonên Agiriyê bi hewaya xwe ya hênik, çavkaniyên avê û xwezaya xwe ya dewlemend her havîn mazûvaniya bi hezaran pez û bizinan dikin.
Ajeldarên ji bajarên germ ên wek Amed, Riha, Mêrdîn, Êlih û Îdirê bi hatina havînê re berê xwe didin zozanên Serhedê û havînên xwe li wê derê diqedînin.
Birêvebirê Saziya Çandinî û Daristanan a Agiriyê Mehmet Huseyînoglu got:
“Bi taybetî di warê hebûna çêrgehan de, em bi 542 hezar hektar çêrgehan li herêmê di rêza duyemîn û li welêt di rêza çaremîn de ne.
Bi hebûna 371 zozanan, bi taybetî bajarê me yek ji wan bajaran e ku di mehên havînê de, ji bajarên wekî Başûrrojhilatê Anadoluyê û Îdirê bi awayekî zêde ajel tên."
Koçer havînên xwe di bin konan de derbas dikin û jiyaneke xwezayî û ji teknolojiyê dûr dijîn. Karên xwe yên rojane jî bi hevkarî û palûteyê dikin.
“Mihên me ji germa zerikî dibin”
Ajeldar Abdurrahman Kiyidag diyar kir ku ew ji ber germê diçin zozanên Agiriyê û biland:
“Ji ber ku Îdir havînan germ e, em tên zozanên Agiriyê. Ev der hênik e û Îdir germ e.
Mihên me ji germa zerikî dibin, em jî tên vê derê û zozanan kirê dikin.”
Sektora ajeldariyê di debara xelkê Agiriyê de cihekî girîng digire.
Li gorî amarên Saziya Çandinî û Daristanan a Agiriyê, li wê parêzgehê 24 hezar ajeldar hene û milyonek û 600 hezar pez û bizin û 315 hezar dewarên wan hene.

Hiç yorum yok:
Yorum Gönder