18 Temmuz 2010 Pazar

Arama Gernas/ Ferzende Beg

Dema meriv bi agahîyên nîvçe behsa jînenîgarîya lehengek dike, acizîyek xwe berdide ser dilê meriv û pênûs di destê meriv da sar dibe. Lehengekî ku di du serhildanan da bûye nîşana mêrxasî û welatperwerîyê. Lehengek ku di rêvebirîya herî bilind da cîh girtiye û tu car paxavê bi dijmin nexistiye. Ferzende Beg ê bavê Elfesîya.


Ferzende Beg di kîjan salî da hatiye dinê û di kîjan salî da rehmet kiriye nayê zanîn. Tiştê ku tê zanîn, Ferzende Beg ê kurê Silêmanê Ehmed ji Melazgirê ye û ji eşîra Hesenan e. Bi têkçûna serhildana Agirî ra derbasî Îranê dibe. Piştî derbas dibe û tê gundê Navorê, li gor agahîyeke esehî, leşkerên Îranê dora gund (li ser tixûbê Îran û Tirkîyê) digirin. Ferzende Beg, teslîm nabe û weha dibêje: “Eger Îran ewleyîyê bide û me teslîmê Tirkîyê neke, min û hevalên min hepis neke ez ê teslîm bibim.”[1]

Ewleyîyek weha nayê dayin û şereke dijwar dest pê dike. Digel gelek hevalên wî kurê wî yê heft salî jî li wê derê tê kuştin. Ew jî bi du gulleyan birîndar dibe û bi birîna xwe ya xedar sê rojan şer dike ta ku ji hêz û qewetê dikeve. Bi vî awayî dikeve destê leşkerê Îranê û ew tînin Kela Xoyê. Piştre jî li Tehranê davêjin girtîgeha Qesrî Qencer. Derheqa girtin û mirina wî da Zarîfe xatûna jina Nadir Beg di bîranînên xwe da vê agahîyê radigihîne : ”Xanima wî Besra jî anîn cem me. Em digel Besra diçûn serdana wî. Di hevdîtina me û Ferzende Beg da sergêjayî û astengî derdixistin. Dema me hev didît, Ferzende Beg bi serê bavê xwe sond dixwar û digot: ”Ez wisa hîs dikim ku tu dibê qey pîyên min bi qeyd û lelê hatine zincîrkirin.” Piştî demekê Ferzende Beg mir. Hukumeta Îranê cesedê wî bi çavên qewartî teslîmê jina wî Besrayê kir. Besra, du kêlikên mezelan kirî, li ser kêlikan navê mêrê xwe, navê mêrxasê mêrxasan, navê Ferzende Beg da nivîsandin.”[2]

Di bîranînên Zerîfe Xatûna jina Nadir Beg da, behsa serpêhatîyên Nadir beg tê kirin û ji devê wê, bîranînên Nadir Beg tê ragihandin. Ango Nadir Beg di bîranînên xwe da di derheqa mirina Ferzende Beg da agahîyek girîng dide û tevlihevîya derheqa mirina wî da zelal dike: ”Di Qasrî Qecer da (hepisxane) Ferzende Beg jî hebû. Em di girtîgehê da bi hev ra bûn. Ferzende, di van rewşên dijwar da nexweş ket û mir. Dibe ku jehrê dan wî û ew kuştin. Bi mirina wî jî bawerîya xwe neanîn, ji bo ku ji mirina wî ewle bibin çavên wî qewartin û derxistin. Herweha efsaneyeke dî jî li vê derê xatira xwest û jîyana xwe ji dest da.”[3]

Ferzende beg li Tehranê tê veşartin. Li gor agahîyan di sala 1936 – 1937an da, li girtîgeha Qasrî Qecer şehîd ketiye. Deme ku rehmet kiriye emrê wî dora 45 salî bûye (ev agahî him ji birazîyê wî Enwer hatiye wergirtin him jî ji wêne û serpêhatîyên wî hatiye derxistin).

Besra xanima jina Ferzende Beg û Zarîfe xatûna jina Nadir Beg çar salan li ba hev dimînin ta ku di 1939an da efû dertê û vedigerin welat. Besra Xanim bi tîyê xwe Kazim ra dizewice. Serborîya dijwar psîkolojîya wê xirab dike û ew dîn dike. Ya rastî serborî û lehengîya Besra xanimê jî bi serê xwe layiqê pesinandin û qalkirinê ye.


Çalakîyên Ferzende Beg

Ferzende Beg di sala 1925an da bi awakî aktîf beşdarê Tevgera1925an dibe. Bi serhildanê ra Melazgirê zeft dike û wisa xuyaye ku di rêvebirîya serhildanê da jî cîh girtiye. Lewra piştî têkçûna serhildanê, digel birayên Şêx Seîd Efendî, Şêx Mehdî û Şêx Gîhadîn, kurên wî Elî Riza, Qiyasedîn, Şêx Mehdî û Silhedîn dixwazin derbasî Îranê bibin. Lê li hêla Patnosê û li hinda gundê Kanîkorkê peyayên Kor Huseyn Paşa pêşîya wan digrin. Di navbera wan da şereke mezin dibe û gelek meriv têne kuştin. Ferzende Beg û qefleyek hevalên wî bi şer çemberê diqelêşin û derbasî Îranê dibin. Di ser vê bûyerê re hîn pirr wext derbaz nabûye, di 1926an da Tevgera Agirî dest pê dike û Ferzende Beg cardin ji Îranê vedigere welat û xwe digihîne şervanên Agirîyê.

Yek ji navên berztirîn ê Serhildana Agirî jî Ferzende Beg e. Ew wek endamê Konseya Şer a Agirîyê di rêvebirîya herî bilind da cîh digre. Ji Mûş, Melazgîr, Hesenqele, Erzrom û bêguman heta Agirîyê kar û xebatên hêja dike, gelek çalakiyan pêk tîne, di gelek şerên giran da pişt li dijmin dişikêne û wek lehengekî li ser zarên xelkê dibe destan, dibe mêrxasê mêrxasan.

Şervanên Agirîyê li hember artêşeke mezin û serûber şer dikirin. Bêguman nikaribûn şerek cepheyî bikin, ji ber vê yekê jî bi taktîk û şerê pêşmergeyî têdikoşîyan. Di destê yekem da rêvebirî û serleşkerîya şerê pêşmergatî jî, ji alî Ferzende Beg û Xalis beg dihate meşandin.

Mêrxasîya Ferzende di gelek şerên giran û dijwar da derketiye pêş. Wek nimûne şerê Gelîyê Zîlan e. Li vê deverê alayîyek Tirk û Ferzende rastî hev tên. Leşkerên Tirk nav û dengê Ferzende Begê bihîstine, lewma jî tirsîyane û rasterast neketine êrîşê. Hizra wan ew bûye ku li dû Ferzende û mufreza wî herin ta ku alayîyek din jî li wan zêde bibe. Lê Ferzende bîra vê yekê dibe û bi 50 pêşmegeyan êrîş dibe ser dijmin. Şereke giran diqewime û di encamê da 250 leşkerên Tirk tên kuştin. Alayîya duduyan tê, lê ew jî didemeke kurt da ji meydana şer direvin. Ji hêza Ferzende bi tenê sê kes bi awayekî sivik birîndar dibin. Di şerê pêşî yê Gelîyê Zîlan da çek û sîlahek giran, xenîmeteke mezin dikeve ber destê kurdan. Ev şer di arşîv û raportên dewletê da jî kêm zêde bi vî awayî hatiye qalkirin: “Di vê bûyerê da xisara Alaya Seyar a 5. bi vî awayî bû: 2 zabit, 16 leşker şehîd; 2 zabit, 2 leşker birîndar; 150 leşker, 81 heywan winda bûye; 2 makînelîyên giran, 11 makîşnelîyên sivik, 144 tivingên peyadeyan ketibûn destê serhildêran.”[4]

Ferzende Beg, bi dehan şerên weha giran da têkoşîyaye û tu car ji ber dijmin nerevîyaye. Hetta di şerekî Agirîya Mezin (1930) da, kozika wî û hevalên wî bi sedan gulleyên topan tê hilweşandin. Ferzende ji ranê xwe birîndar dibe. Hevalên wî dixwazin Ferzende hinek ji kozikê dûr bixin da ku demek bêhna xwe vede, lê ew dev ji kozika xwe bernade û weha dibêje: “Gava Rom bizane ku torinekî Hesenî du gavan ji çepera xwe dûr ketiye, ew vê yekê wek serdestîya xwe dizanin. Ez qîma xwe bi mirinê tînim lê ne bi vê yeka han.”[5]

Li ser Ferzende Beg û malbata wî gelek stran hatine gotin. Yek ji wan sitranan jî, li ser Şerê gundê Navorê ye. Di vî şerî da Ferzende Beg tevî jin, dê û kurê xwe yê heft salî sê roj û sê şev di ber xwe dide. Dema Ferzende birîndar dikeve û ji hal dikeve, Besraya jina wî tivinga mêrê xwe hildide û şereke lehengî dimeşîne ta ku dîl dikevin destê dijmin. Stran weha ye:



Asîyayê bi sê denga bang dikir, digot

Lê lê Besrayê, rebenê sibe ye

Şerek li me qewimî

Li ber sûr û bedena Selîm Begê

Li hewşa kafirê Emirtûman (qumandarê Îranî)

Ji êvara Xwedê da.



Asîyayê digot lê lê Besrayê

Agirê Helebê bi derê mala bavê te ketê

Tu here li ber çoka Ferzende rûnê

Bêje Ferzende, mala te xirab be

Mala min jî pê ra

Te digot, “Ez Ferzende me

Ez bavê Elfesya, siwarê Eznawir,

Xwedanê çapilîya biçûk im

Li welatê Tirk û Îranê da

Mêr li ser min ra qet tune ne.”



Ferzende digot, Besê

Bila agirê kulê bi derê te keve

Li pêşîya me leşkerê Emirtûman e

Ecemê bê dîn û bê îman e

Li ser serê me gurmînîya topan e

Gire gira tomotîkên makînelîyan e

Nade me molet û eman e

Ez ê bi cotê gullê vî zalimê birîndar im

Eva ne şerê Hesenan e, ne şerê Heyderan e

Ne şerê duwanzde bavê eşîran e

Ev şer, şerê tev kurdan e.



Ezê bi gulla tomotîka vê kafirî birîndar im

Destê min tetika modolîyê nagire

Heyfa min nayê li kuştina mêran û şêran

Heyfa min tê li wî heyfî

Çar zabitê vî kafirî

Li ser me ra sekinîne

Ji milê Silêmanê Ehmed

Bavê Kazim stendin modolîyê.”[6]



Asîya ya dîya Ferzende Beg jî di vî şerî da li ba kurê xwe bûye. Heyf û mixabin ku ew di vî şerî da tê kuştin. Dîsa di stranekî da, banga Asîyayê bo bûka wê Besrayê, weha hatiye vegotin:



Asîyayê bi sê denga dikir gazî

Digot, Besrayê rebenê rabe bireve

Dergûşa milê te lawîn e

Tu destê Elfesya bigire

Ji nav şerê derîne.



Besrayê digot Asîyayê,

Dayê, tu çawa gotinên weha ji min ra dibêjî

Bila dergûşa milê min

Dora lingê mala Emer Axa

Herdu peyayê mala mistefa Axa tev bigere.[7]



Her weha di straneka din da jî, ji devê xesîya Besrayê lehengîya wê tê şirovekirin:



Asîyayê bi sê dengan li Besrayê dikir gazî

Digot rebenê serê vê sibengê

Dilê min porkurê dîsa tîn e, tîn e

De tu rabe tivinga Ferzende Begê hilîne

Bikeve hafa meydanê

Tola me ji dijmin bistîne.

Hela bala xwe bidin dîya Elfesyayê

Ketiye nava şerê giran

Wekî şêran tol distîne

Wele tu şêr î, haza qîza şêran î

Lêxe, dîya min bî, lêxe

Şêr li her derî şêr e

Çi mê ye, çi nêr e.[8]



Wekî ku me got, gelek stran lı ser Ferzende hatine vegotin. Yek ji wan stranan jî, piştî têkçûna Tevgera 1925an e. Di stranê da jî aşkera dibe ku Şêx Seîd û gelek pêşewayên serhildanê hatine darvekirin û ev rewş xemgînîyeke mezin li ba şervanên kurd çêkiriye. Dîsa aşkera dibe ku piştî têkçûnê jî şer li gelek deverên Kurdistanê berdewam kiriye. Dema Ferzende û digel gelek kesên ji malabata Şêx Seîd, ku li jorê hatiye qalkirin, vekişîyane alîyê Îranê, di rê da him li welat him jî li alîyê Îranê şerên giran qewimîne. Strana li jêr jî, li ser vê yekê ye:



Axawo, axawo…

Axawo wezê li dîyarê Donika şewitî

Mendenîxa kavil ketim wê bi nik e,

Herke hûnê salix û solixê Ferzende ji min bikin,

Mêrekî bi dilî çar gurçik e.



Axawo, axawo axawo…

Axawo, wezê li dîyarê Donika şewitî

Mendenîxa kavil ketim orta dinê

Du hezar û hefsed eskerê vî Contirkî ,

Kişîyaye ser qeleçîya Ferzende bi hicûma lêxistinê.

Rû simêlê Ferzende ji boxa gullên barûtê xal ketinê.

Ferzende li herafê meydanê li Evdilbaqî kire gazî,

Evdilbaqî li Keremê Qolaxasî kire gazî,

Go: “Çilqeda lawo, çê bin, bixebitin

Serê me ne çêtir e ji serê Şêx Seîd Efendî, Şêx Elî, Şêxê Melaka

Îro sê roj, sê şev e dara daraxaciya Dîyarbekirê dardakirîne..

Axawo nemînim, nemînim

Maqûlo nemînim, nemînim, nemînim,

Wezê nemînim eşîreta Hesenan ra mîro.[9]











Çavkanî :

1- İhsan Nuri Paşa, Ağrı Dağı İsyanı, Perî yayınları

2- Kemal Süphandağ, Ağrı Direnişi ve Haydaranlılar, Fırat yayınları

3- Yilmaz Çamlibel, Gilîdax Bêxwedî Nîne, Weşanên Deng

4- Faik Bulut, Devletin GözüyleTürkiyede Kürt İsyanları, Yön yayınları

5- Hasan Ünlü-A.Halik Aydın, Kürt Önder ve Aydınlarının Biyografileri

6- Mehmed Uzun, Antolojîya Edebîyata Kurdî

7- Rohat Alakom, Xoybûn Örgütü ve Ağrı Ayaklanması, Weşanên Avesta













--------------------------------------------------------------------------------

[1] Kemal Süphandağ, Ağrı Direnişi ve Haydaranlılar, rûp: 319

[2] Kemal Süphandağ, Ağrı Direnişi ve Haydaranlılar, rûp: 320

[3] Kemal Süphandağ, Ağrı Direnişi ve Haydaranlılar, rûp: 326

[4] Faik Bulut, Devletin Gözüyle Türkiye’de Kürt İsyanları, rûp: 163

[5] Mehmed Uzun, Antolojîya Edebîyata Kurdî, rûp : 256

[6] Yilmaz Çamlibel, Gilîdax Bêxwedî Nîne, rûp: 69

[7] Yilmaz Çamlibel, Gilîdax Bêxwedî Nîne, rûp: 70

[8] Yilmaz Çamlibel, Gilîdax Bêxwedî Nîne, rûp: 71

[9] Rohat Alakom, Xoybûn Örgütü ve Ağrı Ayaklanması, rûp: 88-89

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder