21 Temmuz 2010 Çarşamba

KURDISTAN MECBURI ISKAN

KURDISTAN MECBURI ISKAN

TC Ordusu Agirî baskaldirisini 1931 yilinda vahsi bir sekilde bastirarak 660 köyü yerle bir etmis 15206 evi yakarak kül haline getirmis 15000 masum insani katlederek barbarligini dunyaya ilan ettikten sonra, bölgede kalan yurtsever Kürtleri Anadoluya sürgün etmistir.
Mecburi iskana tabi tutulan aileler Beyazittan ve Ağrı'dan Izmire gidene kadar yolda cektikleri birbin eziyet ve cefadan sonra Izmirde devlet memurlari ve tücarlari tarafindan zorbela ellerinde kalan para ve altinlari dolandiricilikla ellerinden alinmistir.

1 yorum:

  1. DAYÎKA BERFO

    Eman eman Mêrdînik navçeke pir bilinde
    Dorhêlên wî berfe, mije û dûmane
    Ew Bihar û Havîn çîye? bîr kiriye nizane
    Dayîka Cemîl tim perîşane dinalîne.

    Ev Qers’a şewitî jî bajareke bê xêre
    Ser gundê Oxçî’yê de girtin leşkerên hovin
    Derî lêdan Cemîl heldan birin ev çi hale?
    Ax, wax agir xistin nav dêlê dayîka Berfo.

    Ne Havîn’e ne Bihar’e dîsa dem Paîz’e
    Bi lawê ciwan qêrîn û qijîne got “daê…
    Ên hatin derê me leşker û cerdên Rom’ê ne”
    Wan Cemîl birin, dilê xaltîya Berfo zize.

    Fermane fermane û mêrkujê me Evren’e
    Çerx jî bi çerxa faşîstan û qeleşane
    Erdexan, Qaqizman û Îdir navçên Kurdan e
    Cemîl birin Erzerom’ê dibe ku kuştine.

    Dayîkê xaltîya Berfo wax dil te qetandin
    Ciwanê şoreşger Cemîl heval girtin birin
    Ev cara dawîye tu bi Cemîl’ê xwe çav çavane
    Hemêzke lawê xwen dibin! dibe ku qet neyê

    Navçe Qers’ê Erdexan pir mije û dûmane
    Şoreşger rabûn piyan Cemîl jî li tev wane
    Naxwazin patron û axan leşkerên faşîstan
    Xwestinên wan rizgarî, biratî û azadî ye

    Ez qijikê daîkê birije her çavê min
    Bi tank û topan hatin êrîşên Rom’ê ye
    Ketin nav gundê we gotin”evder Oxçî ye”
    Ax xaltîya Berfo Cemîl’ê te kişandin birin

    Ez qurbana serîhildana wan şoreşgeran
    Hemû egîdên gelênin li vê dozê de
    Dayîka Berfo berxwedan jiyana gelan e
    Cemîl’ê te birin Cemîl xortê me Kurdan e

    Ax daê destê xwe bide min ez destê te ramîsim
    Lê dil birînê çav rondikê daîka Cemîl
    Gedê te hildan birin rê dûre roj me şîne
    Egîd Cemîl endamê DEV-YOL lawê Kurdan e

    Dayîka Berfo dest berde bi xem û xeyalan
    Megrî megrî daê bo xatirê hemû hevalan
    Ên birin hê nehatin, ên çûn jî ser çiyanin
    Ên nemirîn namirin ew şoreşgerên menin

    Oxçî hemberê Mêrdînik’ê gundê Kurdan e
    Peşberê wî rast e nav de dengê qulingane
    Gotin”Cemîl heval birin dewleta Tirkan e”
    Dayîka Berfo salane hêvîya Cemîl’e

    Welato welatê bindest welatê rebenok
    Agir,şewat xistin nav dilê daîka Berfo
    Cemîl Kirbayir heval bi nîvê şevê birin
    Xemgîniya Memê Qaqizman’ê ye lo dilo

    Mehmet Çobanoglu
    02.09.2011
    Yildirim

    YanıtlaSil