25 Aralık 2010 Cumartesi

JI BÎRANÎNÊN ÎHSAN NÛRÎ PAŞA (5)

Roja din qomandarê kurd zanî ku tîpek hêzên Yekîtiya Sovyetî ji bo yarîdeya bi

hêzên pelamader ên Dewleta Tirkiyê ji çemê Aras derbas bûye, palên bakurê

rohelat ên Agriya Piçûk dagir kirine. Ev êdî ji bona têkoşeran girîng nebû, ji ber ku

ew li nav deryaya neyar ketibûn, ava wê deryayê ji bona xeniqandina wan zehf zehf

bû, çiqas zêdetir bibûya tefawut bû. Têkoşerên Agrî li pêşiya ev hêzên mezin û

hevkariya dewletên Sovyet û Iranê bi dewleta Tirkiyê ji bo jinavbirina* navenda

têkoşerên kurd ên azad têgihîştibûn ku bergiriya qors hêç kelk û faîde nîne. Bi

taybetî ku jin û zaro ji hemû aliyan de ketibûn bin guleyên neyar, rizgarkirina wan

gelek giran bû, dîsa dilê wan nedihejiya. Serokên Agrî civînek pêk anîn û paş

axaftin û wurdbûnan* qerar dan ku ku ta giyanê wan heye ji Agrî dernekevin, şer

dirêjî bidin û bergiriya Agrî bikin. Biryar dane ku paş teqîna fişenga dawîn bi xencer

û kulm bikevine nav neyar. Wan ên ku dixwazin kela azadî ya Kurdan helşînin zikê

wan bidirrînin, bi diran tike tike bikin, bi hevra bimirin, ev rêya azadî ya neteweyî ku

êdî nikarin ta amancê bipîvin, qenebe bi bîreweriya xwe ku hatine kuştin bi

serbilindî û nebezî ji bona girtina mafên neteweyî yên kurd bi diyarî bi bihêlin, ta

ser meşqê ji bona ên mayî û zar û piçûkanên neteweyê kurd bin.

Çi çak dibû wan ên ku meznayetiya hissa canbihurî ya kurd li pênava destxistin

û parastina azadiya neteweyî ya xwe de dudil in, bawer nakin, vê menzera bi

şehamet bi çavê xwe bidîtina. Mîna ku çiya û newalên Agrî bi lawên xwe hemawaz

bûne dibêjin :

Neyzeyên Tirkan dirandin zikan

Ji xwîna Kurdan sor bûn newalan

Dengê tifingan çiyayan hildan

Mêrxasên welat hawarbigihên


DERYA NEYARAN


Pelamarên dilêran ên Kurdan dest pê kiribûn, Belam çi faîde ! Wekî guleyek li

nav deryayê bavêjin di pêlên xeşîmgîn de dişkevt, diçû êdî nedizvirî, li dawiyê

xurekê avê dibû. Li rastî de tenasubê hejmara hêzên Kurd û Tirk dilopek av li nav

derya bû. Jiyan hêjahiya xwe ji çeng dabû, kuştin û kujran karekê adî bûbû. Li berê

bakur ji aliyê Qorxan bi çiyayê Kûpgol ku bi destên Tirkan ketibû rikêbên qors kirin,

hin ciyan girtin, Tirkan bi aliyê Qabaq Tepe paşekêş kirin, aliyek bi Mîx Tepe aliyê

din bi zinya Agrî şalavayeke xurt birin, neyar pare direviya, belam beramberê

hejmareke bêhisab ê neyar akamê* ku dixwastin bi dest nehat. Dîl ku digirtin çekên

wan distendin û wan di cî de berdidan. Ew navçeya ku di destên Agriyiyan mabû,

şewat tê nebû, av kêm bû, birçîtî zêde dibû. Çend rojek her çawa bû, şer dirêjî

kêşa. Frokeyên tirk kela azadî ya Kurdistan timî bombaran dikirin, qurban zor bûn.

Birîndarê kurd di ev halê şerpezeyî de dîsa vîneyeke* azayetî û bicergî nîşan

dida, bomb hestiyê çongê çend tike kiribû, hêviya jîna nemabû ku

parepareyê wan ên çongê şikesteyê xwe li pêşiya wan ên ku hatibûn serî dilivî,

çaxê qomandar li halê pirsî gote : "Ez zehf pîr im, çak dizanim ev birîna min

êdî çak nabe, ezê bimirim, şukir ji Xwedê dikim îro me qurbanê riya azadiya kurd

kir, hêç xesarek din bi zariyên Agrî nehat, têkoşeran parast." Min ji wî re negot Edo

Emkî hatiye kuştin.

Paş çend roj hêzên Agrî ji tariya şevê kelk girt, xwe bi nêzikê bajêrê Başkend

gihand. Başkend li bakûrê rohelata Agrî û rohelata deşta Ixdirê, navenda navçeya

Araliq bû, rûniştevanên wê tirkziman, nêzikî çemê Aras -sînorê Sovyet- bû. Berî

beyanî şer dest pê kir û saetek paş derketina tavê hêzên Kurd bajêr dagir kirin.

Eskerên tirk bajêr berdan, hêzên kurd bi dû wan ketin. Şer dirêj kêşa, Kurdan rêya

Ixdir li wan birrîbûn, ew nikaribûn xwe bifilitînin, bi aliyê sînorê Sovyetî paşekêş

kirin, paş dayîna xesarek zehf nîvê esker dîl ketin, ku hejmara wan sed û pêncî kes

dibûn. Sî esker li nav bajêr dîl ketibûn, ên mayîn xwe gihand qerexê Çemê Aras,

bi sînorê rûs. Rûsan Kurdan li bin agirê reşaş û guleyan girtin, eskerên tirk ji destên

Kurdan rizgar kirin, pena* bi Rûsya birin. Paşê hate bihîstin ku dewleta .Yekîtiya

Sovyetî gelek qedrê wan girtiye û wan bi çek û cebxana wan ji perrê Narqara bi

şarê Ixdirê rewan kiriye.

Rûniştevanên Başkendê ji hatina hêzên Agrî gelek xweşhal bûn, bi germî

bixêrhatinî kirin û li pêşiya ala Kurdistana azad ku li ciyê ala Komara Tirkiyê li ser

banê xaniyê hikûmetê yê nahiya Başkendê kêşan pez qurbanî kirin.

Mela Huseyn, têkoşerê eyan û niştimanî ku ji navçeya Wanê hatibû Agrî û li nav

xêla Geltûrî dijî, li gel Emerê Besê, serekê xêla Geltûrî, li gel hêzên pêwist hildabûn

ser xwe ku çaxê pelamardana Başkendê, Taş Burun dagir kin û rêyan ji hêzên

arîkarî yên tirk bigirin. (Ev Taş Burun ne Taş Buruna Bayzîdê ye, cîyek e li ser rêya

Ixdir û Başkendê). Belam ew ta nîvê rê çûbûn, dîtibûn ji Tirkan xeber nîne,

zivirîbûn ser Başkendê. Ev şer heşt saet kêşa. Ji şerî Zuhdî Guven bas kiriye,

dibêje ku pey şerî, roja din Tirkan alayek esker şandiye, Taş Burunê girtine.

Paş çend rojan, Emerê Besê, serokê hêza Geltûrî ji bona cubrana heleyê pêş, xwe

rasperdira bi hêzên xwe pelamara Taş Burun bide û bigire. Wan bi mêrxasî û

fedekarî rikêb kirin, eskeran ji çadirên xwe derxistin, belam bedaxewe* di demê

de guleyek neyar singê qaremanî qul kir, tevî şuhedayên azadiya kurd kir.

Şerkaran şer domandin, çend giran ji destên Tirkan derxistin, belam çaxê

hawara Tirkan ji Ixdirê bi maşînên* barî gihîşt, êdî nikaribûn ev ciyên ku dagir

kiribûn biparêzin. Serokê wan şehîd ketibû, ji pêşiya bomb û mîtralyozên neyar

zivirîn şûna xwe ya berê.

Zuhdî Giiven li ser şerî dinivîse : "Li tarîxa 7 avgust* şaqiyên malbenda

Araliq helperanek numayîşî çêkirin. Li ser vî, tabûrek peya û çar top, li bin fermana

qomandarê alayê Kamil Beg bi Taş Burun, navbera Ixdir-Araliq şandin xeyn ji

bolûkek siwarî û tabûra sînorî ya Ixdir li jêr fermana alayê danîn. Li Taş Burun em li

çavnêriya karesat* bûn. Li Tarîxa 9 avgust bi telefonê bi qomandarê alayê gotin

ku li navçeya Araliq Kurd dixwazin şebxonek* xin. Bolukek sînorî û tabûrek ji alaya

me li bin fermana Fuad Beg li gel hêzên din bi navçeya Araliqê çûn. Paşê tê gihîştin

ku bi şev Kurdan bi Taş Burunê şevxon dane, bi zabitan û eskeran kuştî û birîndar

dane. Paş lêkolînewe em tê gihîştin ku Ihsan Nûrî ji bona ku çek û muhîmatê Taş

Burunê bi dest xe, li raperîna girîng a xwe kelk bigire, çun zanî ku li wê derê hêzên

esker gelek e, ji bona ku ew hêzan du beş ke bi çar sed mêr li aliyê Araliqê

numayişê daye, qomandarê me xapandiye, midirê navçeyê tirsiyaye feryadê bilind

kiriye, me vê hêzê şandiyê aliyê Araliqê, wê çaxê Ihsan Nûrî li jêr fermana Emerê

Besê hêzek şandiye Taş Burun û xesaretê daye hêzên me."

Rojnameya Tirkiyê bi navê Cumhuriyet rûdavên ku çil sal berê çêbûnê dinivîse, li

nava wan ên ku li ser Kurdistanê bûne û bi destên min gihîştine li vê derê dinivîsim.

Ji Cumhuriyeta 27 julî* 1930 "Kurdên Hekariyê". "Eşqiya ku ta îro li sînorê me û

erdê me pelamarê kirine, ji beyn birine, îcarjîji aliyê Iraq hedîseyek derxistine. Şêx

Herzel ku li navçeya Mûsilê rûdinê, 500 suwariyên 21-22 julî li malbenda

navçeya Hekariyê pelamar dane, hêzên sînoran qors pêşiya wan girtine, zor

xesaret dane wan, ji sînor derxistine. Mebesta wan her çi be hêzên me di nîvro de

bêhêztir kirine.

Li Çiyayê Agrî rûdave mîna berê ye. Qomandarê hêzên mezin ku li ser şaqiyên

Agrî wê pelamar bike, Salih Paşa - Omurtag- di vê babetê de wisa gotiye :

«Pelamara me ya diduya di van nêzikan de dest pê dike. Şaqiyên kuji ev ciya

car-caran bi deşta Ixdirê dikevin, xesaretê didin, emê bi tevayî bigirin. Wan ên ku li

Çiyayê Agrî rûniştine, pişta wan hatiye girtin, di gemaro de ne, nikarin bi Iran

biçin. ..». Evê ku li Çiyayê Agrî şaqiyan îdare dike Ihsan Nûrî ye. Ew zabitekî ye ku ji

ordûya me reviye. Xaîn berê tevî Kongrey (helperan) bûye, bi Hezretî Gazî* erzî

tazîm kiriye. Ihsan Nûrî di kongreya şer de li babetê kurd hinek tiştan xwastiye,

dîtiye qebûl nebûye, xeyidiye, xwe hilkêşaye çiya. Eşqiya ji wî re Mişîr xîtab dikin,

ev xelkê Bedlîsê ye, jina tirk e".


Ji Cumhuriyeta 29 julî 1930 :

".. Wez'ê Agrî mîna berê ye. Şaqiyên ku li bin bombên frokeyên me naumîd û bêhal

bûne, taqeta pelamara wan nemaye, tenê van rojan beyaniyan avêtine ku sûretê

wan lijêr e : "Gelê brayên kurd liyaqeta we heye bibin neteweyekî mezin ! Temamî

neteweyan ji bona serbixoyiya *xwe qors dixebitin. Îro neteweyê aza yê me kurd

li bin destên mezalima tirkan dîl maye. Gelo ji şûnde jî ji jîna dîl tehemul

dikin ? Bi me li rojava ta sînorê iran û li nîvro ta sînorê Iraq erdê fire hatibû dayin. Ev

zeviyên ku ji zor kevn de malê me bû, em ji bo girtina wan bi ser xwe rabûne,

helsane, bi ev cîhada muqedesane bizeliqînin !.." Di aliyê din jî xeyn ji civata

Xoybûn me bihîstiye komeleyek din jî pêk anîne ku amanca wê yekkirina temamî

Kurdan."

Dîsa ev rojname di tarîxa 3 julî 1930 de nivîsiye : "Giliyê axir ê me bi Iran"

"Muxbîrê rojnameya The Times ji Istanbul li rojnameya xwe nivîsiye : "Li Çiyayê

Ararat bi hezaran şaqiyên kurd ciyên mustehkem ji xwe re girtine. Kurdên Iran bi

wan alîkariyê dikin, yarmetî didin. Erkanî Herbiye ya Tirkiyê ji bona temirandina

Şoreşê hêzek 66 hezar esker û cendirme û 100 froke bi navçeyên Wan û Bayzîdê

şandiye, ev hêza mezin ji bona temirandina bes e.." Hikûmeta me siyasetê di

kêleka Dewleta Iranê ber bi çavên xwe girtiye, di nav 4-5 rojan de giliyê axir bi

noteyek dayê wê. Ev note ku tewsiye û tenbîhek e bi Iranê, zor şedîd bû. Iran di

welama noteya yeka de gotibû "munasebetên muşterek ên me semîmî û brayane

ne. Tiştê ku li nav note nivîsîne neheq e û li babetê ev helsan tucar têkeliya me

nîne". Di noteya duwemîn a me de : "Di munasebetên dostayetî de pêwîst e sînorê

mişterek bi hevra biparêzin. Berê kesan ji zevîyên xwe helperîn bi sînorê cîran re tê

gotin tecawiz. Dewleta ku li gel şaqiyan yek be iddiaya dostayetîya ev dewlet pûç

e, bê ehemiyet e. Heke îmkandayina muzaheret bi helsanê şaqiyan dirêjî bidin, li

gel çekên meşrû yên parastina xweji beynbîrina şaqiyan li Iranê pêwist dizanin !"

Çend roj beriya li Iranê karesatek qewimî ku sebebê têkçûn û pejarey zehf

Agriyiyan û arîdana Iran bi Tirkiyê, bi ev çeşne rûxana* binageya Agrî pêk hêna.

Paş şkana Geliyê Zîlan, birek jin û zariyên wan çûne nav xêla Celaliyên Iranê ku li

nav sînorê Tirkiyê çadir daçikandibûn. Zozanê hoza Xelkan ji Celaliyan li rûyê xeta

sînorê Iran-Tirkiye, li navçeya Ovacîk bû. Hêzên tirk bi bihna hatina mihacirên kurd

bi Tirkiyê pelamar da ser malbendê, bi çeşnê ku frokeyên wan navçeya

Çaldiran, li Iranê, bombaran kir. Xalid Axa, serokê xêla Celalî, û reşmalên xêla di

ber pelamara Tirkan ketibû. Ji bona ku jin û zaro û keriyên Xêlê bi destên Tirkan

nekevin û ji ber ku ji xwe çaxê daketin ji zozan gihiştibû, paş şerek li bin

gulebarana Tirkan geriyan deşta Ovacikê. Tirkan şûna wan dagir kirin. Di welama

ev dagirkirin û bombarana erdê Iranê, fermandarê sînorê Iranê hêç karê berberekanî

nekir, tenê fermandarê navçeya Mako ferman da xêlê ku ew tevî jin û pez û

dewarên xwe bi ew şûna ku li ber pelamara Tirkan ketî, hêzên Tirkan dagir kiribûn,

bizvirin ! Ev ferman ji bona xêlê diyar nekiribû an bizvirin tevî jin û zariyên xwe

werine kuştin, an teslîmê Tirkan bibin ! Ji bona ku ji aliyek sar û serma, ji aliyê

din birina jin û zaro û keriyan nav agirê neyar ! Ev ne tu rê bû !

Xalid Axa, di welama fermanê de bi fermandar got : «Hêzên Tirkan pelamara

erdê Iran kiriye û birrekî dagir kiriye. Em ji bo parastin û derxistina neyar ji axa Iran

bi hemû çeşne amade ne. Zabitek û çend esker bidin. Em temamî tifingên xwe

bidin bin fermana zabitî û tev bi hevra herin axa xwe ji destên neyarê dagirker

derînin. Ji ber ku birina jin û zaro bi nav şer nabe, bipezirin ku reşmalên me dîsa li

vir bimînin.» Belam fermandarê Mako di qiseya xwe ya pêşî de israr kir.

Roja din, yawer -bînbaşî- Fethullah Xan li gel desteyeke siwar, ku birrek wan ji

rûniştevanên tirkziman ên Mako bûn, hate nav Celaliyan. Mihemed Emîn Axa, ku

brayê Xalid Axa û reîsê ev beşê xêlê bû, çû peşiya wan, bixêrhatinî got. Yawer

destûr dide :

- Ji Mako bar kin, şûna zozanê xwe, bi aliyê sînor herin !

Mihemed Emîn bi welamê dibêje :

- Şûna reşmalên me eskerên tirk girtine, birina jin û zaro, kerî û malên me di

hewla me de nîne. Belam ez bi xwe û çekdarên min li jêr fermana te ne, li ku ferman

didî, em diçin !

Yawer Fethullah dibêje :

- Pêwîst e li gel jin û mindal û pêz û dewar tev herin, û niha dest pê bikin !

Mihemed Emîn Axa vedigerîne ?

- Ji bo çi jin û zariyan bavêjin pêş guleyên neyar, bidin kuştin. Em bi xwe hazir in

biçin.

Di vê axaftinê de Yawer Fethullah heftîra xwe hildikşîne, Mihemed Emîn Axa li

pêşiya konên wî dikuje û hespê xwe dibezîne direve ! Mirovên Mihemed Emîn Axa

ku hemû çekdar bûne, ji bo xatirê Dewletê li pey guleyek navêjin, tenê siwarên

çirîk* ku li gel wî hatibûn digirin, tifingên wan ji destên wan distînin, ber didin.

Xalid Axa, çaxê hate ser cenazeyê brayê xwe, kaxizek bi serokayetiya Mako

dinivîsê, dibêje : «Brayê min hatiye kuştin, bi qurbana Şahenşah be ! Çun payîz e,

xêl ber bi şûna niştecî ya xwe diçe, tikam wa ye peşiya wan negirin

Bi şev bar dikin, dikevin ser riya xwe ya zivistanî. (Xêl di hatin û çûyina zozanan

de bi şev diçin, bi roj dimînin, pez û dewarên xwe diçêrînin). Nêzîka nîvêşevê

digihên tenga Gacot. Postê eskerî pê dihise, jin û zariyan gulebaran dike, çekdarên

xêlê rikêbê ser postê eskerî dikin, eskeran û zabitê wan digirin, çekên wan

distînin, rêya xwe vedikin.

Yawer Fethullah Xan bi ev çeşne pîlan û nexşeya çepelê xwe ku yarîdeyê Tirkiyê

bûye bi ve dibe û xizmeteke baş bi Tirkan dike.

Roja din ev deng û bas gihişte Agrî. Ji ber ku ev karesata naxoş bi çakî temam

bibe, fermandarê kurd li gel çend kes ji serekên mezin ên Agrî çûne nav xêla

Celaliyan, wan zabit û eskerên Iranî ku dîl ketibûn û Kurdan li gel xwe anîbûn dane

berdan û çekên wan dan şandin aliyê Mako. Ji bo bicihkirina vê karesatê û

dawîpêhênanê bi qomandarê leşker Hesen Xanê Muqedem xeber şand got :

«Li babeta karesatê her çawa ku Dewlet pê xweş be û her fermana ku bidin

di layê fermandarê kurd de bi cî bibe.» Qomandarê leşker general Hesen

Xan, zabitek bi navê Agalarof şand cem qomandarê kurd, gotûbêj kirin. Agalarof

got : «Mûsa Ibrahîm, serokê hoza Sakî, raportê daye, gotiye ku siwarên Agrî xwe

hazir kirine, rikêbê sînorê Iran bikin

Mûsa Ibrahîm tevî binemala xwe li ser girê Ayibey, li kêleka sînorê Iran kon

vegirtibû. Tê gotin Mûsa Ibrahîm ji aliyê Yûsûf Xan, naîb-serokê postê sînor ê

Ayibey vadar bi nivîsîna vê raportê bûye, zabitê navberê tirkziman bû, ji bona

temamkirina nexşeya reîsê xwe Yawer Fethullah Xan ji destûr girtîbûye. Belam

qomandarê leşker di dawiya lêkolînan û bi cêribandinên xwe yên çend salan

amanc û mebesta Agriyiyan çak dizanibû, gotibû «Bawerkirin nîne ! Ihsan Nûrî vî

karî nake

Ji bona mutme'în kirina dewleta Iranê Xalid Axa ji serokayetiya xêla Celalî hildan,

kurê mezin ê wî Emo Axa kirin reîsê Celaliyan, brayê wî Mistefa û kurapê

Hesenê Xalid ji bo nîşandayina hesta pakî ya xwe şand Mako xizmeta qomandarê

leşker. Qomandarê leşker Mistefa li gel xwe bi Tebrîz bir, bi riz û hurmeteke zehf

dîsa anî Mako, ji rehma dewletê mutme'în kir.

Xalid Axa li nav bajêrê mako de dostên berêz hebûn ; her wê rojê ji wan yekî bi

Mistefa kurê Xalid dibêje : «îşev hêzên esker û çirîk her aliyên konê bavê te gemaro

dikin, Xalid Axa bi jiyan an mirî bigirin, here ji wî re bêje.» Mistefa bi lez ji

Mako bi dikeve, bi zomayê bavê xwe diçe, li mala bavê xwe nexşeya emîrê

leşkeran dibêje. Xalid Axa ciyê zomayê xwe diguhire, hinek dûrtir diçe, çunkî

bawerî zehf bi ew dostê xwe hebû. Kurapê Xalid Axa, Hesoyê Eyûb, ku konê

parre li nêzikî Irxin bû, bawer nekir, ji ciyê xwe nelibitî.

Giliyê dostê Xalid Axa rast derket. şevê desteyek ji hêzên dewletî çûbûn,

esker û çirîk-evanan esker nîn in ji bo arîkariya dewletê bi destên xwe çek dane

- dor û berê ciyê zomaya Xalid Axa dixwazin bigrin, dibînin cî vala ye, pêş de diçin,

çadira Hesoyê Eyûb gemaro didin. Sibê zû, Hesoyê Eyûb çaxê dixwaze pez û

dewaran bi rê ke dixin, dikujin, çadiran gulebaran dikin û jina wî kuştin.

Şivan û gavan û çend mêr ku li zomayê bûn dest bi şer dikin. Bi dengê tifingan

desteyek siwarên kurd tên, tevî şer dibin, hêzên dewletê dişkênin. Pey şkestê Kurd

pey wan bernadin, xesarek zehf didin wan, bi taybetî ji çirîkan gelek hatin kuştin.

Serokên Agrî ketin navê, pêşiya xêla Xelkan girtin û îtaeta wan bi dewleta Iranê

temîn kirin. Belam gotin ku ji dewletê sar bûbûn, êdî baweriya wan nemabû. Ev

karesatan ku bi hêç çeşnê Kurdan tavanbar nebûn, ez nizanim deng û basên wan

çawa bi dewletê gihandine ku li layên Dewleta Şahenşahî Kurdan hemû şaqî

dizandiran, ku serencî e'la Hezretî Şah bi layê Tirkan rakêşa û yarîdeya wan kir ta

Kurdan ji beyn bibin û Agrî belav bikin. Her çend pêş de gotibûm, zor tê ihtîmal

dayîn ku ji rûyê raporta derew û muxrizane ya Yawer Fethullah ê tirkziman, ku li gel

binemaleya Serdarê Mako xizmayetî kiribû, bibe belam nedibû karê çarsale

Agriyiyan beramber bi dewleta Iranê ber çav bigirin li raportê, fikir bikirana

tenanet fermandarê kurd, zor pêş rûdavê de çaverewanê rojeke wa bûna pêşî

girtin ji dewleta Şahenşah re çend têk û sekalayeke kiribû.

Bedaxewe hinektirkzimanên Azerbeycanê binaxeyê* xwîn û rêgezê xwe nizanin !

Heke di babetê de lêkolîne vebin, mêjûyê kevn ê Iranê bixwînin, bi çakî dibînin

ku berî ku Moxolan û serdarên tirk hatine Iranê, rûniştevanên pir ên vê malbendê

Iranî bûn û paşê niştimanê* bav û kalên xwe nehiştine, bi ciyên din neçûne. Ev

qas salên dûr û dirêj, li jêr Azarên hakim ên tirk ji tirsa xwe fêrî zimanê tirkî bûne,

zimanê dayik û bavê xwe ji bîr kirine, îro xwe Tirk dizanin û Tirkan dixwazin. Bi ev

çeşnî ji rêgez û netewayê rasteqîn ê xwe xiyanet dikin. Belam di nav wan de zehfên

têgihîştî henin ku rêgezê xwe dizanin.


Ji welat dûrketinan (mihacir) ên Geliyê Zîlan hatin Çiyayê Agrî. Bi teherî jin û

zaro zor rijiyane Agrî, di babetê xwarin de zor tengasî peyda bû. Di şerê dûr û

dirêj de pêşmerge tifing û fişengên xwe ji destên neyarên xwe digirtin, belam

fişeng têra wan nedikirin û ji hêç ciyî yarmetî nedihat.

Zomayê Lezgîn Silo, mezinê serokên Sakî ku li nav Zinya Agrî konê xwe

vekiribûn, pez û dewarên xwe ji kaniyek ku ji derê derdiket av didan. Saeta

dûrketinan ên welêt ên Geliyê Zîlan gihiştine ser kaniyê, ava ev kaniyê ku xuşexuş

dikir, çikiya, êdî qet av nehat. Xwedê dizane temenê vê kaniyê çend hezar sale bû,

ev av bi ku çû ne eyan e !


PELEMARA DAWÎN


Frokeyên Tirkiyê bi nexşeyek, rûniştevanên Agrî li bin bombên derzî yên qoikirî

yên xwe girtibûn û bi li ser esmanê Agrî difirin. Carcaran Kurdan bi guleyan

dixistin, saiim bi şûna daxistina xwe nedizivrîn. Yek ji wan frokeyan ji bona xwe

zehf bilind firiye, xwe bi bilindtirîn qocê Axrî gihand. Ev êdî ji bona Axrî qabilê

tehemul nebû, li ber mezinatiya wî giran dihat, sirrên ku ta îro ji çavên Benî Adem

veşartibû îro Agrî nedibû bide neyarê lawên xwe, ê ku ev qas cesûr bibe, bilind

bifire, serê bibîne ; kulmeke xurt a bayê Agrî frokeyê bi navçeya Araliq avêt

xwarê !

Ser û bendê geranê ji bo serbinî û avadanî hatibû. Konên Agriyiyan hinekî berjêr

hatin. Kurê aza û nebez ê Huseyn Paşa, Nadir Beg, li gel siwarên xwe ji Agrî derket

çû xwarinê peyda bike. Li vir pêwîst e bêjim ku Huseyn Paşa Memo û Nadir, bi

pêçevaneyê bavê xwe, li pênava azadî û xebat bi neteweyê kurd canbaziyê kirine û

li layên hemî niştimanperweran riz û hurmeta wan gelek bû. Pêwîst e dîsa bêjim ku

kuştina Huseyn Paşa, tevî hemû sûc û tavanên ku bi qewl û li pênava neteweyê

xwe kiribû hemû niştimanperweran muteesif kir, bi çeşnê ku qatilê wî Medenî, ku

kurê Hecî Mûsa Beg, mezinê navçeya Mûş û netewexwaz bû, bi tavankar û xayin

zandin.

Fermandarê Mako ev hemû bawerî û hêviya ku Agriyiyan bi û bi dewleta Iran

hebûn ber ba da, bi çeşnê ku mulazimê ewel Agalarof bi sînorê Agrî şand, bi

fermandarê kurd spart ku Argriyî dikarin karwanek bi Mako bişînin, her tiştê ku

ihtiyaca wan heya, bigirin, bibin, ta roja ku balyozê sovyetî, ku li Mako dima,

hatina karwanê me didît û bi Tirkan xeber dida. Heke bi rastî ev pêşneyar rast û

bêxerez bibûya yarmetiyek mezin dibû ji bona Agriyiyan di van. rojên tengiyê de.

Belam bedaxewe ev ajavaneyek* bû ji bona fêl lê kirina xebat û kêmkirina hêzên

bergirî yên Agrî !

Agriyiyan, her wekî di laperên pêşî de min nivîsiye, xwe ji rêgezê pakê Aryayên

Iran dizanî, çaverêya hêç çeşne karê neyarane ji Iran nebûn. Ji bona bi

yarîdedana qomandarê Mako gelek kêfxweş bûn, bi şukrane û imtihane karwanek

mezin durist kirin û bi xistin. Mixabin Agriyiyan êdî rûyê vê karwanê nedîtin.

Çunkî roja din a birêketina karwanê ordûyek sî û sê hezar Tirk, bi top û bomb û

frokeyên duwayîn û mezintirîn êrîşa xwe ser bingeya Agrî dest pê kiribû. Ew beşê

axê Iran ku ketibû pişta Agrî ji bona serkubî Kurdan ji aliyê dewleta Iran dabûn bin

destên ordûya tirk. Wa derket ku fermandarê Mako li ciyê ku axa navberê daye

bin destên ordûya Tirkan bi fermandarê Kurdan bighîne, xapandiye, hinek

hêzên çekdarên û dewarên ji destên wî girtiye bi Iran biriye. Xeyn ji wî, bi

dûrxistina xeta Iran ji sînorê Agrî bêşik ji xêla Qizilbaşoglu ku çend sal bûn hatibûn

bi Tirkiye, di ev şerê azadî de rasperdeya parastina bakurê-rohelat a Agrî -Serdar

Bulaxê- kiribûn, ji aliyê fermandarê mako axaftin, bi wan dayina dilxoşî û emandanê

bi Iran kêşa bûn. Çendik li navber hikûmata Tirkiyê bi dek û dolab, fêl û fişal û li

gel tirsandin dixwast têkoşeranên Agrî ji Agrî biqetîne û di bin fermana xwe ke. Bi

taybetî di nav ji welat dûrketinan ên Heyderî gelek hewil da. Kaxizek ji Bro Heskî û

Şêx Abdulqadir re nivîsî û dilxoşî dane wan û ji tavaneyan bihurî û pêşneyar dikir

ku çekdarên Celalî û Heyderî bizvirin bi ser gundên xwe yên berê. Fedayînên kurd

bi pêçevaneyê pêşneyarê, birçîtî, şerpezeyî û tenanet mirinê li jêr sîbera* ala

netewayî ya xwe ji zivirîn bi jêr hikmê Tirkan çaktir didîtin. Li nav wan de tenê

Hesen Axa Heyderî li gel kurê xwe Bayzîd Axa zivirîne Tirkiyê. Gerçî pêşmergeyên

Heyderî pêşiya wan birrîn, xwastin wan bikujin, belam serokên Agrî pêşiya wan

girtin, nehiştin bi ew kalemêr azarî bighînin ! Paşê hate gotin ku pey şkeşta Agrî

Tirkan bi ev kalemêr ew qas dabûn ku ew li jêr şellaq de miribû.

Pelamardana bi Agrî dest pê kir. Firqeyên leşkerên tirk bi pêş ve dihatin,

Agriyiyan ji pişt, ji sînorê Iranê emîn bûn, vê navçeyê bêlayen* dizanîn, jin û zaro,

pez û dewarên xwe bi aliyê nêzikê sînorê Iranê verê kirin. Pêşmerge pêşiya

rikêba Tirkan girtin, dixwastin mîna salên pêş hêdî hêdî neyaran bi aliyê navenda

Agrî bikêşin, biwestînin, li nav kevirên mezin, zinarên bilind û newalên kûr belav

bikin û ji nav bibin.

Desteyek frokeyên neyar li esmanê Agrî difiriyan, bombên xwe bi ser jin û

zariyên bêtavan direşandin. Çaxê ev deste diçû, desteyên din diyar dibûn,

bombaran dikirin. Broyê Heskî li gel çend kesên Hesesorî bi layê rastê biribû,

rojavayê me girtibû, weka bizmar xwe bi zeviyê kutabû. Pelamara peyderpey a

Tirkan nikaribû ji ciyê wî bilibitînin ; tenê ecel dikaribû dengê tifinga Bro bitemirîne.

Roja duwemîn şer awa ku herdu alî bi hesabê xwe ji akamên şer razî bûn.

Roja sisiya pêşmergeyên Agrî ji xwe re bi fedakariyek zêde bi berdên bîrewer ên

bav û bapîrên xwe pal dabûn, ketibûn şerekî qors û xwînîn. Wê çaxê ji Ayibey,

postê sînorê Iranê, berê dengê topê, pey dengên tifing, reşaş û mîtralyozan

bilind bûn û dirêj kêşan. Ji bo pêşmergeyên Agrî zehf naxoş û nalebar ku li gel

nîzamiyên Iran bikevine şer. Fermandarê kurd ev hatinê ji bed tê gihîştin qewimiye

zanî, bi alî çû, bi hêviya ku bikare meselê bi çakî temam bike. Destûr da ku li

pêşiya hêzên Iranê şer mekin, belam çaxê gihîşte ser sînor, bi pêçevaneyê

çavnihêrî, dît ku hinek hêzên tirk ji erdê Iranê di pişt de dest bi pelamarê kirine.

Wa derket ku dewleta Iran li ser daxwaza dewleta Komara Tirkiyê ev beşê ciyê xwe

ku ketibû pişta Agrî, ji bona jinavbirina navenda têkoşerên netewî yên kurd, xaka

rêgezê Arya Iran bi jêrî fermana serokayetiya tirk daniye. Nivîser* li vir de heq ya

neheqbûnê, giliyên Agriyiyan ku xwe bi kevntirîn rêgezê Aryayê Iran dizanin û di

nav ev çend salên helperanê li gel de'wleta Tirkiyê de li pêşiya dewleta Şahenşahî

ya Iran xeyn ji sedaqet û dilpakî karê xîlaf nekiribûn, li ber çavên ronakbîr û

niştimanxwazên Iranê datînim.

Dewir guhurîbû. Wez'ê şerê Kurd bedtir bûbû. Dagirtina vê cepheya zor freh ji

bona kulmek pêşmerge mimkin nebû. Ji ber wî, naçar, ber bi bilindahiyên Agrî

hilkêşan û ew roj jî şev gihîşt. Roja çaran pêşmerge her bihust axa xwe ta bi xwîna

sor avyarî nedikirin, ber nedidan, tenanet dest bi pelamarên zor dan. Bergiriya

zêde û êrîşa aza ya Kurdan general Salih Paşa mecbûr kir, ji serokayetiya giştî hêz

yarmetî bixwaze ta biqedîne şûna eşkerên kuştî tejî bike û pêşiya rikêba Kurdan

bigire. Ji hêzên yarmetiyê taqimek di roja axir de bi destên Kurdan dîl ketin, hate

zanîn ku wan -alay- ji navçeya Başqele şev û roj hatine, xwe gihandine Agrî. Bi

pêçevaneyî, Kurd ji hêç cî hêviya yarmetiyê nebû. Çawa ku min ji rojnameya tirk

wergerand û di nav laperên jorîn de nivîsiye, dewleta Tirkiyê ji bona temirandina

agirê Şoreşa Kurdan, şêst û şeş hezar esker û cendirme û sed froke şandibûye. Ji

wan hêzên mezin, beşê zêde bi ser Çiyayê Agrî pelamar daye, ên mayîn ji bona

nehiştina yarmetîdana Kurdan bi Agriyiyan, çi Kurdên Tirkiyê çi Kurdên Iran bi çav

nedigirt, reşmaleyên Mûsa Ibrahîm Sakî, ku li kêleka postê sînorê Iran li girê Ayibey

bûn, bombaran kirin û çend kesên wan kuştin. Jin û zaro li jêr guleyên top û

tifingan vî alî, wî alî dibeziyan di nav pêlên mirinê de ; jinan lava dikirin ku bi destên

mêrên xwe bên kuştin, ew û zariyên xwe bi destên neyar nekevin, dîl nebin.

Rêzên gemaro wisa teng bûbûn ku neyar ji her alî dikaribû agirê xwe li şûneke

taybetî bicivîne ; êdî mîna meydana Kerbela bûbû, bi vê cewaziyê* ku pelamarkerên

ereb karê wan bi jin û zaro nebûn, belam pelamardernanên tirk zikê jinên avis

ên kurd bi nîzê* didirrî, zariyan bi serê nîzê ji zik derdixistin, diavêtin. Şekir, jina

Dîwane, brazayê Bro Heskî û jinên din ku bi destên Tirkan diketin rastî

sernivîştê bûn.

Endîşeyên namûsperestî û xîretperwerî dîlwarên Agriyî yên me mecbûr kir ku

tesmîma berê ya xwe biguhêrin, jin û zariyên xwe bi destên neyar nehêlin.

Desteyek ji xêlên Heyderî û Gelturî pelamar ji aliyê Başkendê bi hêzên Tirkan birin,

wan dûr avêtin, berjêr kirin. Di pelamarê de hêzên bergirî gihîştibûn helqeya

gemaro. Çaxê rojê, pez û dewar bi hiştin, li gel jin û zar li du şûnan helqeya

gemaroyan têk şkênandibû, roja din çend saet ji rojê bihurîbû, derketibûn. Ihsan

Nûrî li gel desteyê bû. Ev deste li ser rêya xwe çend esker dîl girtin. Desteya

duwemîn nikaribûn derkevin, li nav kîşargeha newala Axorîk de mabûn. şeva

duduya ew derbas bûn. Bro Heskî li gel desteyê bû.

Resûlê Silo serokê nebez ê hoza Bikran li gel mirovên xwe û Seyîd Resûl li gel

çend kes ji aliyê Qorxan çûne navçeya Ixdirê. Reşoyê Silo li gel mirovên xwe

maweyek li nav Geliyê Zîlan ma, çend car hêzên Tirkan çûbûn ser wî, wan

şkandibû. Di dawiyê de di şerek de hate kuştin. Seyid Resûl Berzencî li gel çend

kes li serê çiyayek nêzikê Bayzîdê çend roj birçî ma, dawiyê bi destên Tirkan ket,

şehîd kirin. Bi çeşnê Çiyayê Agrî, navenda azadî ya kurdî bi destên neyar ket û

Tirkan êdî siyaseta kurd kujî li hemû layek dest pê kir.

Mihoyê Temir, ji serokên Adenî, zehf kal û nexweş bû, ji kar ketibû, nikaribû

here. Paş şkana Ercîş bi her çeşnê, bi yarmetiya peyayên xwe, xwe bi Agrî

gihandibû û Elîkoyê Hesenî, ku ji ber nêştirkarî ji serê xwe nexweş û bêhiş ketibû, û

hin peyayên kal ên din ku vir de, de mabûn, bi destên Tirkan ketibûn, di çaxê

dîlbûniyê de laşê bêhal ên wan amanca têgihandin a tûj a nîzeyên eskerên tirk

bûbûn. Heval, jina Elîko, jineke ciwan û salim bû, çun bi mêrê xwe wefadar û

emekdar bû, di çaxê tengasiyê de li nehiştibûn, li gel pita -qîza piçûk- xwe li

cem mabûn. Qîza dina ku pêşiyê jina Ferzende bû, zivirîbû, xwe bi nav û

dayika xwe gihandibû. Her çar amanca nîzeyên Tirk bûbûn. Ruhên wan çaxê firî

bi esman ji hev neqetiyan, wefadarî û emekdariya xêzanên kurd bi numayiş

danîbûn.

Tenanet paş ketina Agrî, bîst û heft jin û zaro û xêzan ên Ehmedê Hecî Bro

Heyderî û brayên ku ji şerkarên navdera Agrî bûn, li nêzikî sînorê Iran, li

malbenda Serê Kanî bû, bi destên eskerên tirk ketin, temamî 27 kesên bêsûc û

bêtavan û difa' ratirbaran kirîbûn. Laşên wan midetek cuda man.

Ehmedê Hecî Bro, ku brayê Safî Paşa li dawiya şerê Agrî de hatibû kuştin, li

gel du brayên din ên xwe, Arslan û Abdullah, çaxê gihiştine kuştarên jin û zariyên

bêsûc ên xwe dîtin ku di nav xwînê de digevizin ! Ewan dawaya qurbaniyê nebûn,

ku xêzanên Hecî Bro li pênava azadiya neteweyî ya kurd de nebûn. Belkû ev fexr û

şanaziyê ji bona Ehmed û du brayên wî, Abdullah û Arslan, hiştibûn. Ewanan paş

çendîn ev cinayetên şermawer ên Tirkan, şerê Tirkan kirin û li cem şuhedayên

azadiyê ciyên xwe girtin.

Qomandarê tirk, li ser û bendê şerên Agrî de bi Xalid Axa, serokê xêla Celaliyên

Iranê ku ji aliyê qomandarê Mako xesarek zor dîtibû, welam şand, xapand, li gel

xêla xwe bi Tirkiye gazî kir. Paş ketina Agrî, ji tirsa dewleta Iranê li gel xêla Xelkan

xêla Celaliyên Iranê welatê xwe Iran bi hiştin, çûn nav Tirkiyê. Di babetê de

Zuhdî Giiven dinivîse : "Li pêşan, di meha avgostê de bihîstibûn ku ji hozên Iranê

serokê xêla Xelkan Xalid Axa maweyek li gel hêzên Iranê li hev dixin. Di van şeran

de ji sed zêdetir telefatê bi Iran daye û bi Çiyayên Ayibey hilkêşaye. Di van rojan de

zabitê sînorê ye Sovyet bi zabitê sînorê ye me wisa xeber şandibû : "Çar sed

malên xêla Xelkan ku van rojan bi navçeya Dîl -Aralaq- bi erdê Tirkiyê derbas bûne.

Ev xêl heşt sed çekdarên wê hene. Rûniştevanên sovyetî ku li qerexê çemê Arasê

rûdinên zehf ji xwe ditirsin. Heke hun karî nakin, bihêlin em vanan parre

bizvirînin I".

Dibe ku ji bûnê bûye ku hêzên sovyetî bi yarmetiya hêzên Tirkiyê hatibûn û

bakurê-rohelat a Agriya Piçûk girtibûn. Nuwînerê Taşnaq, Vahan, çend roj berî

têkçûna Agrî, çaxê ji navçeya Agrî derdiket, ji tariya şevê kelk girtibû, çûbû, li ser

rêya xwe Rûsan dîtibû, bi zimanê rûsî welamê daye, tariya şevê derfet zanî, xwe

derbas kiribû.

Li pêşiyê gotibûn ku firehiya helsana neteweyî ya kurd li pênava azadiyê ji nava

Agrî ta sînorên Iraqê û Sûriyê dikêşa. Ev raperîn her mexsûsê navçe û dor û berê

Çiyayê Agrî nebû. Tenê hêzên Agrî navçeyê dagir kirî, îdareyek azad a kurdî

çêkiribû û ala serbixoyî ya Kurdistanê daçikandibû. Di navçeyên Kurdistanê yên

din de desteyên canbêzarên binecî yên kurd çeşnê çete dixebitîn.

Li ber ev e ku tenê mêjûyeke* kurt a Agrî ber bi çavên xwendevanan bighînim,

basa canbihuriya kurd li pênava bi destxistina mafên neteweyî yên xwe li navçeyên

din ên Kurdistana Tirkiyê de bi Tirkan xesar didan, hêzên tirk ku li gel wan li

hevdixistin, nakim. Zehf ji wan paş şkesta Agrî xebata xwe dirêj didan. Li çiyayên

Sason û Dêrsimê, bi çeşnê ku Doktor Kamuran Bedirxan li gotera bi navê

Kurdistan li rojnameya "Le Jour" bi zimanê fransawî ku li Beyrût derdiket nivîsîbû,

ev xebat ta sala 1 938 dirêjî da.

Rûxan* û têkçûna Agrî bi zimanê karbidest û qelema nivîserên tirk can dida.

Mahmûd Esat, Wezîrê edliye yê Komara Tirkiyê di gotarek de ku li bajarê Ödemiş

daye û rojnama "Milliyet" li berwara 19 septembir* 1930 de belavkiriye, gotibû

«Dost û neyar divê bizanin ku efendiyê welatî Tirk e ; Wan ên ku xwîna pak û

zelala tirk di reh û damarê wan de nebe li nav niştimanê Tirkiyê tenê mafek wan

heye, ew xulamî û dîlbûn e !».

Neteweyê aza kurd bi siyaseta Komara Tirkiyê hisiyabû. Nikaribû xulamî û

dilî bigire stûyê xwe. Ji bona parastina şerefa neteweyî ya xwe û bidestanîna

azadiyê bi hezaran qurban da, îro li ber mehkemeya edaletê azadîxwazan ev

belgeya ku bi xwîna şuhedayên azadî yên xwe hatiye nivîsandin bi destên

parezderan ên mafên xwe daye.

Mahmûd Esat bi sifetê wezîrekî Komara Tirkiyê dîtina rêgezê tirk ragiyandibû

Rojnameya "Milliyet" serketina dewleta Tirkiyê, ew bi şêst û şeş hezar esker û

cendirme, sed froke û top û reşaş û bi saya yarmetî û yarîdeyiya dewleta

Şahenşahê Iranê, paş çend sal xwîn rijandin dikaribû bi çeng bîne, dawiya

helsorana Kurdan ji bona girtina mafên neteweyî bi wêneyek* nîşan dida : qebrek*

li ser Çiyayê Agriya Mezin, piyê wê li ser Agriya Piçûk dikêşa, li ser kêlîkê qebrê

nivîsandibûn : "Kurdistana xeyalî li vir çal kirine". Hêç nizanîbû ku bîra azadî ya

neteweyî mîna sûlave ya ku ruhê bêzar û zecir dikêşe, benda ku ji bona girtina

pêşiya wê çê dikin her çiqas qaîm û mehkem be, di axirê de bi feşarê zêde ku ji

serhehatina avê çê dibe bendê hildişîne, gelek xerabiyên ku nayên durist kirin

çê dike. Çêtir ev e bi vekirina cih û cobar ji ava sûlavanê ji bona avdayina zevî,

zêdekirina mahsûl kelk bigirin. Nivîser li vir li ser nivîsara kêlikê qebrê bîr û rayê

xwe nabêje, dahatû* wê nîşan bide aya Kurdistana Xeyalî an hakimiyeta Tirkiyê li

ser Kurdistanê li nav vê qebrê de çal bibe û daîm bixewe. Tiştek ku diyar bûye ev e

ku, pey ev tîmsala ku rojnameya Milliyet kiriye, merivê li singê Agrî de "çalkirî" li

nav çiyayên Kurdistana Tirkiyê çend car teqînî bi xwe daye, nîşan daye ku

nemiriye û namire.

Niha ku xwendewarê berêz* ta radeyek basa çunyeta fedakarî û canbihurî ya

Kurdan li pênava azadiya neteweyî de ronak bû, îcaze dixwazim li berizbûna

şehîdan ên azadiya kurdî ku xwîna ji bona rizgarkirina neteweyê xwe rijandine, di

qurbaniya giyanê xwe de kêmasî nekirine û jiyan û şanaziya ebedî bi dest anîne, li

pêşiya ruhên wan mezinan banihayet ihtiram û tazîm serê xwe xwar dikim, ji ên

mayî yên wan re silav û terbiyet pêşkêş dikim.


PAŞGOTAR


Xeberçînê rojnameya The Times ku di babeta Çiyayê Agrî de deng û bas bi

rojnameya xwe dabû, diyar e ev deng û basan ji Erkanê Şer ê giştî Tirkiyê

girtibû. Min li hêç de hejmara şerkarên kurd ên Agrî nenivîsiye. Çun ev karesata

şkeste xwar û dewleta wê çaxê ya Tirkiyê û rojnamenivîsên wan zor şananazî

dabûn, bi xisûsê piçek mijûl bim. Ev mêrxasên ku pênc sal û nîv li nav Tirkiyê

ciyek diyar girtine, îdareyek kurdî çêkirine, ala serbixoyî ya Kurdistanê li ber çavên

hikûmat û hêzên çekdar ên Tirkiye li ser qûçên Agrî dacikandine, her çar

pelamarên hêzên çekdar ên Tirkiyê şkandine, çaxê min hejmara wan difikirî, bi

neteweyê kurd aferîn gotim, çun ez bi xwe Kurd im, zehf girûr û şanazî pê dikim.

Tenanet hejmara van qaremanan hinek zêdetir ji wan nivîsîne ; tenê evî bêjim ku

li şerê Kanî Kork de hêzên çekdarên Agrî hemî ewanan ku ketibûn şer, ewan ên

ku paşê hatin, li gel hêzên siwar ên tirk ên ji bona parastina frokeyan çûbûn, li gel

wan ketin şer, ewanan bûn çûbûn Zinya Agrî, dîtibûn li ev alî xeber nîne, zivirîbûn li

gel siwarên neyar ketibûn şer. Kesê ku li frokê dabû, anînbû xwarê Ibrahîmê

braziyê Bro û kurê Eyûb Axa bû. Li pelamara dawî ya Tirkan bi ser Agrî ku bi

gotinên xeberçînê rojnameya The Times Erkanî Şer ê Tirkiyê şêst hezar esker û

cendirman û sed froke bi navçeyên Bayzîd û Wanê şandibûn. Ji wan hêzan qe

nebe nîvê wan, yanî sî û sê hezarên wan û pêncî froke bi şerê Agrî beşdar bûne, bi

pêçevaneyê xebernivîsê rojnameya The Times ku gotiye, «bi hezaran Kurd ên

çekdar li Çiyayê Agrî, çiyayên mustehkem de cî girtine», heke li şerî de tenê

pênc sed çekdarên kurd li Agrî hebûna û bi şerî beşdar bibûna, çawa Salih

Omurtag Paşa mecbûr kiribûn ku ji hêzên navçeya Wanê yarmetî bixwaze û bîne,

dibe ku aqama -netîca- şer diguhirandin.

Mebesta min eva nîn e ku bi kifayetê eskerên Tirkan nîşan bidin. Ez bi xwe

çendîn sal li nav ordûya osmanî û tirk de kar kirî, li kêleka eskerên tirk di şerên

Amawutliq û Yemen, Rûs, Gurcî û Ermenistan hevbeş bûme û şahîdê mêrxasî û

şerkariya wan, bi taybetî ê şehameta hevmeslekên xwe zabitên tirk bûme. Belam

tercrûbeyên şerên Agrî bi hemûyan diyar kiriye ku ew li pêşiya Kurdan nikarin

dewam bînin. Kurd di şer de agirpare ne, qet jimara xwe nafikirin ; neteweyê kurd

heke bi dil şer bike, ji hevra xiyanet neke, ji bona neyarên neteweyê xwe yarmetî

nede, hêç neyar tucar nikare pişta bişkêne, pê re serî derkeve.

NEMA

JI KOVARA HÊVÎ / 6 TEBAX 1987