7 Aralık 2010 Salı

Serhildana Agiriyê ya yekemîn



Serhildana Agiriyê di 16'ê Gulana sala 1926an de destpêkir. Di salan piştî 1925an de di encama zordestiya li dijî Kurdan, li Agiriyê eşîreta Celalî rabû raperînê. Di vê navbêrê de di encama xebatên ronakbîrên Kurd ên bi rêxistinkirinê yên ku di rêxistinên Kurdan de xebatkirine, li beldeya Bihamdum ya Lûbnanê Kongreya Serbûxwe ya Xoybûnê hate lidarxistin û vê Kongreyê li gel hemu rêxistinên Kurd, serekeşîrên mûxalîf ên li Kurdistanê jî anîbû cem hev.

Li hemberî banga hukumetê ya "Effuya Giştî" Xoybunê li her deverê belavok belavkirin û bang li eşîretan kir ku bi gotinên effuyê neyên xapandin. Di vê navbêrê de Îhsan Nûrî Paşa di ser Îranê re derbasî cîhê ku Eşîreta Celaliyan rabû ser pêyan, yanî derbasî Agiriyê bû. Îhsan Nurî Paşa, li vê derê serekeşîrên ku rabûne serhildanê, di nava tevgereke çekdarî de bi rêxistin kir. Piştî ku berxwedana Agiriyê ji aliyê hêzên artêşa Komara Tirk ve hatin temirandin, di rojnameyên wê demê de qarîqatorekî qerfî hatibû weşandin û tê de li ser goristanekê wiha hatibû nivîsîn~: "Kurdistana Xiyalî li vê derê veşartiye". Û dixwestin bibêjin ku êdî pirsgirêka Kurdî hatiye betonkirin


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder