25 Aralık 2010 Cumartesi

Bîranînên Îhsan Nûrî Paşa (1)

BELGE
Bîranînên Ihsan Nûrî Paşa (1)
Nivîskarê van bîranînan, Ihsan Nûrî sala 1892 li Bedlîsê, li
taxa Alî - Kolî hatiye dinê. Bedlîs yek ji bajarên Kurdistana
Bakûr e, bi sedsalan merkeza mîraniya kurd a Şerefxanan bûye.
Piştî qedandina xwendegeha leşkerîya «Harbiye» ya Stenbolê,
Ihsan Nûrî, wekî gelek zabitên Kurdên din, tevî şerê
serxwebûna Tirkiyê dibe û tê de şehrezayî û mêrxasiya xwe
nîşan dide.

Gava ku serokên Komara Tirkiyê di sala 1924 de, ji qewlên
ku dabûn kurdan vedigerin û dest bi siyaseteke dijî - kurd dikin,
Ihsan Nûrî pêre têdigihê ku dem dema ser e û xwe digihîne serê
çiyan - ji bo hêzên kurd amade ke. Ev heyama jiyana wî ta sala
1930 dom dike. Piştî serhilanîna Agriyê, di 1930 de derbasî
Iranê dibe û li wir ta mirina xwe, 46 sal di nav tunebûnê, di nav
dijwariyên maddî û manewî de diborîne.
Di van salên dirêjên sirgûnê de, Ihsan Nûrî, bi dizî, du
kitêban dinivîsîne : ifSerhilanîna Agrî» û «Jiyana Min». Kitêba
dawîn tenê bi kurdî nivîsiye, lê ya pêşîn bi farisî, kurmancî û
soranî aniye qelemê. Herema wî, Yasar Ihsan jî pirtûkek bi navê
«Çîroka jiyana min» nivîsîye.
Ji ber sansûra giran a Savaka Şahê Iranê ev her sê kitêb qala
qewimandinên ta sala 1 930 dikin û li ser salên dijwarên sirgûnê
bêdeng dimînin. Yasar Ihsan Xanim, ku niha bêtirî 80 salî ye,
îro li Tehranê tevî zir - k'eqa xwe Zehra dijî.
Em gelek spasdarên wê ne ku kerem kiriye van destnivîsan
spartiye me da ku ew bên qap û belav kirin, rûpeleke nenasa
dîroka gelê kurd derkeve ronahiyê.
Di hejmara «Hêvî» yê de em dest bi çap kirina birrê
pêşîn ê «Serhilanîna Agrî» dikin. Heta ji me bê emê ji eslê
destnivîsê re sadiq bimînin û gotinên nivîskar, ku hin ji wan
heye ku ji xwendevanan re giran bixuyin, ne guhêrin. Dûmahîk
ewê di hejmarên «Hêvî» yê yên din de derkeve.
Me kitêbê ji niha ve wergerandiye zimanê fransizî û ji bo
ku lêger û dîrokzanên biyanî karibin istifade bikin ewê Enstîtuya
Kurdî wê di payîza 1984 de qap ke.
PEREŞ

SERHILDANA ÇÎYAYÊ AGIRÎ
Serhilanîna Agrî laperek ji mêjûyê1 xunarî pir bi şanazî2yê neteweyê
kurdê aryayî ye di riya serbestî û azadiya xwe ya netewayetî de. Serhilanîna
Agrî hawara dilşewêta neteweyê kurdê bêyar û yarerneyê, azar û şekençek
diyar kiriye ... Serhilanîna Agrî qîrîna serbixoyî ya xelqê kurdê dîl û reben û
belengaz e li hember hemû gel û komelan. Serhilanîna Agrî belgeyek e bi xwîna
kal û pîr, xort û mindalên kurd hatiye nivîsandin û bi destê nuwînerên xwe
sipartiye.
Têkoşerên kurd di nav Agrî de3bi dinya ragihandine ku li dilê ev netewê
çirayê eşq û iştiyaqa ji bo serbixoyî dişewite.
Eva pirtûka piçûk tenê bona nasandina têkoşerên netewayetî kurd li nav
Kurdistana Tirkiyê nîne ; belkû li nav çar salên ku alaya serbixoyê kurd li ser
qûçên çiyayê Agrî, li bin parastina çekdarên giyanbazên ev netewa de pêl
dida û leşkerên tirk nikari bûn berjêr kin, şerkarên kurd li çiyayê pîroz
nîşan dane. Neteweyê kurd, di camêrî, azayetî û şerkarî de ji bavû kalê xwe
ve qareman e. Li vê babetê da nîvrotir kurd, Lorê Şivakare ligel Kurdên Erzurûm,
tewayifê Koçan li rohelatî Iran, li gel tewayifê kurdê Iskenderon ciyawaziyan
nîne, tewawî regezê Arya xavenê ev sifetan in. gotin giyanbazî
Agriyan her taybetî wan nîne, bi rastî şamilê hemû regezî kurd e. Nîşaneyek
evî qaremanî, Kurdê bakûrê Iraq e !
* *
Berya ku ez li ser qewimandinên çiyayê Agrî binivîsim, min çêtir dît îşaret
kim ku şoreşgerên kurd li penavê azadiya netewayê xwe de bi pakî xwîn

1 - mêjû : dîrok
2 -şanazî : iftixar
3 - li vir şeş gotin hene ku nayên xwendin. rijandine.
Ev qas ku li bîrim heye, Kurdê Turkiyê ta 1514 bi tehrê milûkê tewaîfî
dijiyan. Li mêjûyî da Yavuz Sultan Selim, împaratorê osmanî ku xilafeta
islamî girti bû, bi desyarî Mela Idrîsê Bedlîsî li gel umerayên kurd qerar dabûn
ku ewê umerayên Kurdistan li ser hevingeyên xwe dîsa serbixwe hukimdarî
kin, bi navê xwe sikke derxin, ji hevre nuwîner bişînin û salê meblexekî
pere bona nîgehdariya ordiya Xelife bi padîşahî osmanî bidin ; heke şer çêbû
bi hev alîkarî bidin. Xelîfe bi neşra fermanekî qerara resmî kir.
Paşê, Sultan Murad, padîşahê osmanî, umerayên kurda li dijî hev tehrîk
kir, hikûmatên wan ji beyn bir. Ta salên 1690 hikûmetên Bedlîs, Amadiye û
Hekarê serbixoyî xwe parasti bûn. Tirka di 1697 hikûmeta mîrê Bedlîsêji
beyn birin, malê wî şêlandin*' .
Di 1832 de Kor Mihemed Paşa li Rewandûzê, di Welatê Soran de dest bi
şoreşê dike, çend mirov dişîne Rusiyê5ji bo çêkirina topan hîn bin. Di vegerê
de ew li Rewandûzê ji bona ordiya kurd topan çê dikin. Iro ji wan topan li
Rewandûzê hene.
Di 1843 de, Mîr Bedirxan, hikumdarê Botan, şoreş kir, ta nêzîkayê Wan
çû. Kurapek wî6li nav Cizîrê li dijî wî şer kir, Cizirê girt. Mîr mecbûr ma ji
Tirka şikest xwar. Romî ligel tevayî jin û zarên ji welat dûr xistin, birin
Stembol7 , li derê binecî kirin.
Di salên 1880-1 88 lde, Şêx Ubeydullah li Şemdînan şoreş kir, navçê
girt, zivirî Iran, hevîngeyek ji Iran girt. Paşê, li navbeyna du ordiyan de ma,
şikest xwar. Romî ewî girtin, tevî jin û zarên wî, şandin Hîcazê û ew li wêderê
çû rehma Xwedê.
Di 1914 de, Seyid Elî, kurê Şêx Celaleddîn, bi hevkariya Mela Selîm li
hevîngeya Hîzan - nahiyeya Bedlîsê - şoreş kirin, bi du hezar çekdarên kurd
rêketin ser bajarê Bedlîsê, bi alîkariya xelqê şar çend taxên bajêrgirtin. Hawa
Romê gihîşt û ewan şikest xwarin, ziviriyan Hîzanê. Romê dora wan girtin.
Seyid Elî teslîm bû. Romî ewî di nav bajarê Bedlîsê li gel hevalên dar dakirin.
Mela Selîm bi Balyozxaneya Rusî pena bir^. şerê Mezinê ewel çê bû;
Romî Mela Selîm ji balyozxanê derxistin û wî tevî hevalên bi dar kişandin.
Pey Şerê Mezin, Kurdên Iraqê ji hukmê Romê xelas bûn. Muahedeya
(peymana) Sevr bi serbixoyî Kurdistan qerar da ; Dewleta Stembol qebûl
kir. Mistefa Kemal Paşa, ku paşê bû serekê Komara Tirkiyê, ewî qebûl nekir ;
4 - mêjûnivîsî Osmanî Ewliya çelebî qala hikûmeta Mîrê Bedlîsê dike.
5 - Dîroknivîsên din dibêjin Misrê, cem Mihemed Elî Paşa.
6 - Ihsan Nûrî di de xelet e, ew kurapê nîn bû xwaziyê wî yezdan şêr bû. Viyê han
piştî bêbextiyê, di 1855 de yek ji mezintirîn serhîlanînên kurd li dijî Osmaniya saz
kir.
7 - Bedir Xan Beg berê sirgûnê Varna kiri bûn. Paşê şandin Girîtê û ji wir Samê û ew
di sala 1868 de UŞamê, di şêst û şeş saliya xwe da çû rehmetê. Zaroyên hatin li Stenbolê
bicih bûn.
8 - Pena birin : iltica kirin ; penaber : multecî
20
qanûnek derxist ku li nav sînorên Tirkiyê ji xeynî Tirk miletên din nînin,
hemû Tirk in.
Ber yekê, Xalid Begê Cibranî, qomandarê firqeyên eşayîr, li nav şarê
Erzurûm da bi hevkariya zabitên kurd, regezî Tirkiyê, dijî vê, Komîtey
Istiqlalê Kurdistanê teşkîl da.
Di 1924 de, Ihsan Nûrî Cîbranî - nivîskar - bi hevaliya çar zabitên kurd
regezê tirk bi navên Rasim, Tewfîq, Xorşîd, Alî Riza, tevî eskerên xwe li Beytetşebal
bo azadiya Kurdistan helsan, miwefeq nebûn. Alî Riza girîftar û esker
perakende bû. Pey vê, Xalid Beg li Erzurûmê girtin, anîne Bedlîsê.
Di 1925 de, Şêx Seîdê Pîranê şoreş kir, bajêrê Xarpêtê girt. Hawara leşkerên
tirk bi riya hesinî gihîşt, şikest xwar. Hevalek wî bi navê Qasim Cibranî,
sergurdê eşaîr, xiyanet kir ; Şêx li gel hevalên wî girtin, li nav Diyarbekrê bi
dar dakirin. Navên zatên ku li gel ve bi dar kêşane lijêr da dinivîsîm \Doktor
Fuad, Palolî Alî Riza, Şêx Şerîf, Şex Ebdullah, Sirmanlî Husin, Tepecikli Şêx
Muhemed, Balazade Buhaeddin, Şêx Ibrahîm, Cabaqqûrlî Teyib, Çorumlî
Hecî Husin, Şerîf Ebdurrehîm, Tewfîq Axa, Kemal Fevzî Bedlîsî, Şêx Abdulqadir
Nehrî - reîsê sabiqê Kurdistan Tealî Cemiyetî li Stembol - 27 nîsan
1925.
Li axirî 1925, Şêx Abdullah Gêlanîzade, ku'rê Şêx Abdulqadirê Nehrî, li
hevîngeya Nehrê şoreş kir, tabûrek eskerê Romê dîl girt, paşê şikest xwar û bi
welatê Iraqê penah bir.
Xalid Begê Cibranî, Yusif Ziya - mebûsê sabiqê Bedlîsê li Meclîsa Millî ya
Tirkiyê - biraderên Alî Riza û zavayê wan li nav Bedlîsê kuştin.
Di 1926 de, Bro Heskî Tellî, ji êla Celalî, li çiyayê Agrî isyan kir, xwe
kişa çiya. Di 1927 de nivîskar, Ihsan Nûrî, xwe bi Agrî gihand, îdareya şoriş bi
dest girt, ji aliyê Komîteyî Xoybûn qomisêrê fevqeladeyî eskerî intixab bû. Di
wê salê de bayraxa sêrengîn a îstiqlala Kurdistanê, ku di sala 1920 Cemiyeta
Kurdistan Tealî qebûl kiri bû, ji aliyê Xoybûn şandin Agrî, Ihsan Nûrî ewelîn
car wê di Agrî de bilind kir.

AGRÎ
Marşa niştimanî ya Agrî ev :
Agrî, Agrî tu agir bûy
Li nav ketî, ser bilind bûy
Li ser Kurdistanê qira bûy
Hilbe Agrî, hilbe Agrî
Li paş silav ûjirikî zaf be peşiya te ey Agrî ! Te ey çiyayê berz û dilrevîn
ku tim ziyaretgahê rolekanî (zaroyên) ku zuret bûye û tebeqatê yexin mîna
laperayên mêjûyê (rûpelên dîrokê) rûyê hev ketine minavika ji serhilanîna
mêjûyê ji bîr çûye, çîroka dibêje.
Ey Agrî, navê te mêjûyê kenêt ra xuya dike. Nûr û seraser agir baranit li
dilê qernên kevn, dorûberê te bi nûr û germî parasti bû. Noke ji nav dilê lawanêt pelîseyê agir dejîne. Pey silav û tazîm li pêşiya heykelê berazende û pir ihtiramêt
ez yek ji lawanê heqîr û piçûkê te dixwazim çend lapere ji mêjûyê pir
bi şanazê te re vekim.
Agrî : ev çiyayê bilind ku li bakûrê rohelatê sînorê Kurdistana Tirkiyê ser
bi esman kêşaye, wek dîwarek welatî ji çengê bêgane parastiye, heta îro
kesî ne qedyaye derkeve serê wî. Mesihî dibêjin ku keştiya Nuh li ser çiyayî
rûniştiye. Belam, Quranê Kerîm wisa nabêje, diferme ku keştiya Nuh li ser
Çiyayê Cûd, li nîvroyê ev selatê rûniştiye. Delîlan min ji nav pertûka rîşeyê
regezê T. Hard nivîsîne.
Çiyayê Agrî çaxek secdegahî Zerdeştiyan bûye. Nak bi navê ko roleyên
(zaroyên) canbêzarên kurd ewelîn car li ser qoçên wî, li ber çavê neyarê zordar,
ala sêrenga serbixoyî kurd daçikandê bi rejandina xwîna xwe, xwe çend
sal parast, bû qiblegeha Kurda.
Navê pir bi şanazî ye Agrî - li kevn da Agirî - ku nîşana agirperan bûye,
eviya bi pêçevaneyê çend hezar temeneş wefadarê roleyên (zaroyên) din. Vira
xuyan dike Agrî qet ji bîr nayê kirin.
Ji Agrî re, Asûriya «Orarto», Ibraniya «Ararat», mêjûnivîsê yunanî
Herodot Alarad gotine. Navê Orarto ewel Selem Neser, padîşahê Asûr, li sala
1260 de bi riya li berd (kevir) nivîsînê daniye. De Morgan, mêjûnivîsê navbang,
dibêje dewleta zordara Ararat 2000 sal pêşiya mîladê, hebûyê. Ew muqayeseyî
asarê bin erdê ku li şarê Wan, paytext, û cihayê din ên malbenda
Ararat peyda bûne li gel asarê ku li kenarê Derya Reş bi dest hatiye dike.
Diyar e, rûniştevanên herdu hevînge medeniyeta muştereka wan hebûye.
bawer kirin ku sinorê Dewleta Ararat ta bi Deryayê Reş derazê wan hebûye.9
Agrî, tê gotin, ji binemalê mezinê GUTTÎ bûye, maweyek li bin ferman
revayê xelekanê dinê hev regezê xwe wekê Subaro Nayirê da bû. Le seretaya
(destpêka) qirnê heştemîn berî mîladê, gihîştiye ev pere radeyê hêz û zordarê
xwe.
Li nav salên 825-800 berî mîladê, padişahê Agrî Minvaş, ko Minaş Çexa
Avesta, Menoçekê Şahname dibe.
Bi aliyê nîvro hêriş kir helmetî Atur Nayipol û Selman Neyer. Tûr û
Selmşanê velam daye û bi nîvroyê deryaçeyê Rizaiyê berdê nivîsarek li
hişt. çaxê navê Rizaiyê Çêçes çikes bûye !
Herodot dibêje li dorûberê çiyayê Ararat hozê Alarot haldira diperestin.
Neyer niştimanê heya Arasê navende zaniye. Ev navçe niştimanê ji Medan,
taîfeyê Arêzant bûye. diyar e navê Ararat ji maye.
Hebûnî ciyek bi navê Xaldiya li nezîkayetî Terebzon ev baweriya teyid
dike ku sînorê dewletê Ararat ta Deryayê Reş fireh bûye.
Qudret girtinî dewleta Med di bin serokatiya şahinşahê mezin Hoxşetere
hîmî dewleta Ararat lerzand. Car caran padişahê Ararat ji binemalê Manaî
ku li nîvroyê rojavaye deryaçeyê Çêçes - Rezaîyê - (...)' °. Li salê 600
9 - Di destnivîsê de 5 rêz baş nayê têgihiştin
10 - Di destivîsê de 3-4 rêz baş nayê xwendin.
berya miladê Ararat êdî dewletekî bi hêz nebû, bere bere erdê kete destê
Fillan.
Herodot dinivîse ku şarsaniyeta (medeniyeta) Araratiyan ji ya Filla berztir
(bilintir) bûye, dîn û ayînê wan vegirtine, çûne ser baweriya wan. Ev cî ra
neslêt bi haldî Hayistan û ji xwe ra Hayek gotin û Çiyayê Agirî bû neçîrgayê
padîşahên Fille.
Çiyayê Agrî berya Şerê Mezinê ewel ciyê gihîştina sînorên Rûs û Iran û
Osmanî bû. Paş kommunîst bûyina Rûsa, sînoran Fille girtin. Paşê, Osmaniya
bi alîkariya Kurda ji destên Fille derxistin. Ji çiyê re Tirk jî Agrî dibêjin.
Pey şerê Agrî navê Qerekosê guhêrin, wilayetê Agrî nav danê.
Li dewrê zor kevn de Kurd ji agir re azer digotin. Navê çiya azer bûye,
paşê Ager kirine, Ager pêre bûye Agirîn, ku ji ser ve berjêr û sar bûye, îro jî
kifş e, çar aliyê serê çiyê kevirên reş ên mezin in, Kurd jê re ker dibêjin.
Çiyayek mezinê din le mêj ve dîsa agirperan bûye, li nîvroyê rojavayê
ye, Tendûrek navê wî ye. Li ser wî da ciyek mîna tenûr heye, hilmeke germ
derdikeve. Kurd hinek nexweşên xwe dibin nav tenûrê datînin, şifa dibîne,
çak dibe.

BRO HESKÎ TELLÎ
Ibrahîm Axa ku Bro Heskî Tellî digotin êla Celalî û ji binemalê Hese
Sorî bû. Paşê bi miqabilê fedakarî ji riya azadiya miletê xwe mimesîlê netewê
Kurd li heyeta Xoybûn, pey re meqamê paşayî danê. Mala li bin tarê Çiyayê
Agrî bû. Li nav Şerê Mezinê ewel li gel Gor Heso Qotikî (mala li
Agrî da bû) û li gel çekdarên xwe pêşiya eskerên Rûs girti bûn, nehişti bûn ew
bikevin Çiyayê Agrî. Rûsa qerar dan qend û şekir û birincê wan bidin, ew
pişta ordiya rûs xera nekin.
raperîna kommunîsta, hêzên çekdarên rûs ji erdê Osmaniyan fere
kişiyan, çûn. ciyê wan çekdarên fille girtin. Hêzên Gor Heso û Bro Heskî
nedidan Fillan. Rojek Gor Heso girt ser riya Bayzîdê, di şerê Filla de şehîd
ket. Bro Heskî îdara hêzên Agriyê bi dest girt avêt ser Bayzîdê û şarê Bayzîdê
ji Filla girt, jî ordiya osmanî negihiştibû wan deran. Çend roj paşê Osmanî
gihîştin, şar teslîm girtin. Heskî li gel xuşka Mehmûd Efendî, reîsê belediya
Bayzîdê, zewicî, li bajêrê Bayzîd dukanek vekir, li wêderê ma, jin û zarên
li Ararat diman.
Di rojên Şêx Seîdê Mezin, Hesko ji dewlet ra sadiq ma. Pey girtinî Şêx
Seîd, kurê wî Alî Riza û çend mezinê, xêlê Hesenî dixwastin bifelitin, bi
fermana dewleta Tirkiyê alîkariya xêlê Kor Huseyn Paşa û delalî riya Iran ra
bi wan girtin. Xoşbextane ne qedandin, evanan ji sînorê Iran derbas bûn,
hatine Iranê. Paş temirandina şoreşa Şêx Seîd, dewleta Tirkiyê reîsên Kurda li
gel jin û mindalên wan ve bi rojavayê Anadolê şandin. Dostên Bro re digotin
em te ji derxin ; Bro digot : «Min bi dewleta Tirkiyê zor xizmetên mezin
kirine, îro jî dikandarî dikim. Bi hîç kesî karim nîne, ez dostê dewlet im, ewê
ji bo çi min derînin». Ew qet nedifikirî ku regezê Kurda li cem Tirka xizmet
kirine an nekirine, Kurd ciyawazê wan nîne. Rojek teze şefeq avêti ; axirê
zivistanê, sal 1926 bû. Mala Bro, jin û zarok, li gundê Siflikê, li Agrî, teze ji
xew'rabû bûn, pez û dewaran dikirin.
Bro bi xwe bi me digo : «Kurê piçûkê Ilxanî min bi lez ji Agrî hat. Ez li
mala Bayzîdê rûniştî bûm, xwirîniya xwe dixwar. Kurê min bi min go : «Bîst
siwarên tirk bi zabitek şefeqê hatin gund, pirsa te kirin. Me xulamê me şand li
hespê te bigere ; ew siwarî hespê te bû, hespê revand. Çend siwarên tirk ketin
pey wî, çaxê di Cebê Kunbetî de qelibîn, dengê tifingan hat. Dayika min bi
zabitê siwara ra goti bû : Bro li gund nîne. Ez û gundiyan me fehm nekir, ev
dengê tifinga çi bû.»
Min ji kurê xwe re got : «Zû bizivire gundji siwaran re bêjin : bavê min
çûye Qîzil Dizê». Ez di riya Qotîsê têm, tifing û fîşengan bîne kenarê çem.»
Ew çû. Ez rabûm der ketim derva, pêşiya mizgeftê, bi qîblê sekinîm,
gotim : Xwedêyo, tu dizanî min tu xerabî bi dewletê re ne kiriye. Ez di nav şa
Bayzîdê me, ewanan çûne li gund li min digerin. Ev lutfa te ye, tu tifinga
min bi destê min bighîne, îdî herçî îrada te ye, li ser çavê min. Ez di pêşiya
dukana da derbaz bûm, ji şar derketim, ji ser Qotisê min xwe gihand kenarê
çem. Pezêt min li derê bû. Min ji şivanê xwe pirsî çi qewimiye ? Go : «Esker
hate gund, te peyda ne kirin ; çend siwar ketin pey hespê te. Li Cebê Kunbetê
de çend qaçaxên Keskoyî hebûn, li esker dabûn, neferek birîndar kiri
bûn.»
Min ewî şand gund. tifingan anî, go «Siwar çûne, birîndar li mala te
hiştine.»
Çûne gund. Birîndar tevî du Kurdan şand şarê Bayzîdê. Axirê zivistanê
bû. Agrî hêjî kirasê spî ji serê xwe der nexisti bû. gotin ku kirasên jin û zarên
Kurda li çolan, singê spîye wan li ber nokê rimên eskerên Romê qol qol
bûye, laşên nazdarê wan wehş û teyran dirandine. Agrî xwe pêça li nîvanê
ewran li mişta kuştargeya xwîndara derva mêze dikir, hêstiran dirêt li ser axê.
Dengê nalenalê ji nav ewran ku ji lêdana bayê bi kenarê zinarên bilind û bi
devên şikeftên kûr û tirsnak ji gewriya boxaz girtî ve derdiket, li gerranê çep
gerde gerdim cinêvî dida, nifrîn doşand. Wan roja bi bîr anî ku ji xeşm û xezeb
ji devê xwe agir diperand, çiyan û deştan dilerzand.
Agir dirijand ser seran
Ronahî diresand her dera
Erdê dihejand car caran
Hilbe Agrî, hilbe Agrî !
Ji siwarên ku pey hespê Bro keti bûn nişkeve dengê çend tifingan hat.
Nêzikî gundê Cebe Kunbetî guleyên çend red û bedel bûn. Li vî gûndî çend
nefer ji Xêlê Keskoyî frarî hebûn, pêşiya eskera girtin, yek ji wan kuştin,
eskerek jî birîndar kirin. Adetê Kurda ye, velamê hembera bê cewab nahêlin.
Ev ewelîn qurban bû di hilperîna xûnîna devayî destdirêjan hate pêşkêş
kirin. Tirka qabil ne bûn ku li nav şikeftên kûr û tarî û li pişta zinarên bilindên
tirsnak çi bebr û piling û şêra cî girtî û li xew dane, razane, şiyar kirina wan
çiqas bi tirs e !
Agrî dîsa xortiya birkirî ji xwe re bi ser girti bû, mîna hespên esîl û baneşatên
Ereb ku li dengê defê dikevin pêkol û leyizkê ; bi gûmana wan şer çê bûye,
diçin gezva, ev çiyayê kal û temendirêj û bi deng li nav çend rojan da davêne
kîrasê spîyê xwe, hemêza dayikî a xwe ji bona meyvandariya roleyên
(zaroyên) şerkerên pir şehametaneyên xwe cî hazir dikir. Êdî hisiya bû ku
tolên jin û zar, kal û xortê şehîdane tê girtin, şad bû. Her wekî xencerek li ser
singê neyaz çiqandî rast, ravesta bû. Ji stêranî niştimanî Agrî ra, ku xortên
kurd bi hevra dixwendin, guh dida, ji gurûr û meznatiya xwe re çend beraber
didît.
Gundên bin piyê Agrî vala kirin, rûniştevanên wan gunda hêdî hêdî bi
pişt girên Agrî hilkişan. Qomandanê tirk, bi gûmana xwe, bi dek û dolab dikare
Bro Heskî bixapîne, ji pişta qoça derxe. Mirovek şand cem Bro, xwast li nav
gundê Helac hevdu bibînin.
Bro li babetî ev çavpêketinî digot : «Ez xwe bi xwe gotim, eva Tirka
dersa şeytan xwendiye. Reng e bi min gilîyin bikin, îxfal kim, bawer kim, xwe
bi destê wan bidim, bona bi dilmancên' ' qomandar her çi go tu eynen bi
min venegerîne, tiştên din bêje. Ez çûm ; qomandar zaf qise dikir, dilmancên
bo min kurt dikir, çend gilî dikir, qomandar dipirsî : «Axa, digo çi ? » Min
digotim hîç tênegihîştim ! Rastî jî wisa bû.
Çaxê dît hîç tênagihêm, go : «Em û hun hemû misilman in. Tu mirovê
xwe kêşaye çiya, dişînî dizî dikin, malê misilmanan tînin. Eva gunahekî mezin
e. Werin itaetê Dewletê bikin, li nav gundê xwe, ligeljin û zaroyên xwe asûde
bijîn Dilmancêna evî bi min got ; mi bi velame gotim : bo qomandara bêje,
evî têgihîştim ! Ez muti'î Dewlet bûm. Min her fermanê Dewletê icra dikir. Li
mala xwe bi asûdegî dijîm, dikandarî dikirim. Hun xwastin min ji mal û mindalê
min dûr xin, çima ? Ev bêedaletiya Dewletê ye ; bona ji zilm û azara
xelas bin, me xaniyê xwe, gundê xwe bi hişt, bi van çiyan penah birin.
Dewleta we nehişt asûde bimînim, meşxûlê kesb û karê xwe bibim. Bona
têrkirina zikê jin û zaran, naçar im mirina xwe bi çav bigirim, belk, pezek bi
dest xim, zikê birçiya têr kim ! Lêbelê hun karbidestên dewlet li pişta masê, li
ser kursî rûdinin, bereketa cêba miletê û kasên dewletê vala dikin. Insafen je,
kîjanî ji me diziya mezin dikin, gunahê kijanî ji me zaftir e
Qomandar mêze kir Bro Heskî nayê xapandin. Eskerê xwe anî li pêşiya
Agrî çadir daçikand. Hevalsengerên Bro zor kêm bûn, li çavnêriya lepandina
esker bûn. Belam nizani bûn, neyar şevê çadirên xwe bi ronahî hiştiye, çiragara
netemiriye, ji tariya şevê kelk girtiye, ji ordûgahê derketiye, çûne dewranî
giran, piştê li penagahên Bro girtiye. Hewa teze piçek ronahî bû ku dengê
top û tifing û metralyoz bilind bû, gule li serê Kurdan barîn. Bro metirsî, talû

(11 - tercûman.)
ka mezina ku qewimiye fehm kir. Hêzên Bro, du bra, du brazî, kur, çend
kurap, çend mal ji xêlî Hesê Sorî, desteyek Mûsa Berkî, peyayên Mihoyê Bekir
û çend pêşmergên Keskoyî bûn. Hemû tifing bi dest, bi hêz çûn pêşiya neyar.
Şer giran bû. Dengê top û tifengan çiyan girti bûn. Agrî dît ku brayê şerkar
û azayê Bro Heskî, Ehmed Axa û brayê Miho Bekir şehîd ketin û Bro Hes
brîndar bû. hêzên neyar beramber roleyên (zaroyên) mêrxas û şerkarên
kurd tab neanî, çokê da erdê, top û tifingên xwe bi destê Kurda hişt, revî. Ag
dîsa dît ku kurên nebezê kurd neyaran dîl girt, paşê bexşî, ta Tirk bêjin
roleyên Agrî mêr in, neyara dîl digrin, diborin, serbest dihêlin.
Pasevanên1 2 Agrî cara ewel daxa çavê bi Tirka didan. Topan ku ji destê
neyar girti bûn, nizani bûn çawa bixebitînin, şarezayê wan nebûn, topê bi cî
hiştin. Ewî, wekî para mezin ji bo çiyayê Agrî hesibandin. Fermandarê tirk ji
bo ev areqeyê şermê, ev şikesta mezin hindik sar bike, bi alîkariya rûniştevanên
rojavayê Agrî, ku li bin fermana wan bûn, bi şevê ciyê veşartina topê
peyda kir, çend ker û çend reşemal û topê, ku bi xaye bû, bir. Mêrên Bro
dereng bi ev reşediziya wan xeberdar bûn, pey ketin kelk negirtin. Şerê
germ di nav wan da neqewimî.
* *
Çekdarên Bro sala 1926 li ser sînga Agrî bi asûdeyî derbas kirin. Her
çaxê da bû ku Temirê ŞEMKÎ, serekê xêlê Şenikan ku li navçeya Tozheyê dinên,
mêrekî çê, Kurdekî têgihiştî, kesê ku ji canê xwe dibore li penavê azadiya
netewayetî, mêrxasî, curet û şehametê li nav hevalan deng dabû, li gel
brayê xwe Şarxo hatin Agrî.
Ser û bendê biharê bû. Agrî her wekû dayika dilşewitî, ji zaryên xwe re
bo parastinê, rûyê singê pirgermê xwe diçespand, kincê kesk li xwe kirî, roleyên
mêrxasên xwe li ser singê xwe hemêz kiri bû.
Şêx Evdilqadir ku yekik ji serekî beşkê kozê Sakan li nav çiyayê Agrî
bû. Sala dûrxistina serokên kurd, dewlet ewî li gel xîzanê bo navçeya
Izmir sirgûn kiri bû, li gel braziyê xwe Salih ew ji ciyê sirgûnê helatin, xwe gihandin
Agrî, beşê kozê Sakan ku li Agrî bendî bûn, tevî wî bûn!
Hewa germ bû, çiya dikari bû mêvan qebûl ke, êdî pêwîst bû Bro pelamar
bike. Rojek beyanî (sibehê) rûniştevanên Bayzîd ji dengên tifinga Agrîya
can bihurin, ji xewa şêrîn şiyar bûn. Bi gotina Romê qaçaxa rêkêlî ser Bayzid
kiri bûn. Ta êvar şer kirin, neqedandin şar rabigirin, zivirîn Agrî. Rabîe Xanim,
jina piçûka Bro, li Bayzîdê mabû. Bro bi sivikî ligel çend şerkeran çû ket
nav şarê Bayzîd, jina xwe girt anî Agrî.
Ev serhîlanîna Dewleta Romê hişyar kir, bi tirsî Agriyan ra rageyand, biryar
daçawa bibe ev agira bitemêre. Destpêka payîza 1927 ; tumenek Rûmî
12 - pasevan : parezgar, muhafiz ; pelamar : êrîş ; pênaw : rêgah, ; kelk girtin : istifade
kirin ; nuwîner : noner temsîlkar ; welam : peyman, mesaj.
xwast ku yekser here' Agrî, hêzên Kurdan belav ke. Rûniştevanên bakûrî Agrî
di îtaeta dewlet bûn. Eskerên Romê ji wî alî hat, qûçên bilindên Agrî girtin, li
neqaba Agrî - nav Agriya mezin û piçûk - çadir çikandin, dest bi şer kirin.
Pêşmergên Agrî jin û zarên xwe piştî sînor bi navçeyê Tambat, nav xêlê
Sakanê Iran şandin, pişta xwe bi sînorê bêlayê (bêterefê) Iran, berê xwe bi
neyar dan..
Pêş hatina neyaran, girtin desteyek pêşmerge ji şarezayên xwe bi çiya
kelk girtin, xwe bi pişta neyar gihandin, dest bi şer kirin. Hinekî Kurdên
Sakanê Iran ji bo alîkariya brayên xwe hatin. Romî bi aliyê nîvro xwe para
kişandin. Pey vê, hin hêzên peyayên Romê ku li etrafê neqeba Agrî şer'dikirin,
hatin revanan bona telafiya paşkêşiya hêzên nîvroyê xwe. Pelamarê giran
kirin, dixwestin xwe bi hêzê nîvroyê xwe bigihînin. Hêzên rojava ên Romê jî
bi wan ra komek dikirin. Şer zehf giran û bêaman bû. Canbêzarên Agrî bi
mêrxasî şer dikirin. Carek hewa qelibî, baranek zor şedîd dest kir barî.
Ewrên reşên stûr rûyê Agrî girtin, ev kuştargeha ji çavdîtin veşart.
Agrî bi hawara lawên qaremanên xwe hatibû. Şergerên kurd ev derefşa ji
dest nedan, niştevan mîna şêr û pilinga lav kuştê pelamar kirin. Çaxê mij bilind
bû, Agrî hate dîtin, hêzên rûmî yên şkestî perakende bû bûn. Kurda çek û
tifing û eskerên rûmî digirtin, belam hewlê wan nebû dîl bigirin. Nav dîlan
çend zabit hebûn ku pey 24 saet berdan, şandin Bayzîdê, azad kirin. Ji ber ku
nanê wan nebû ku zikê dîlan têr kin. Di vî şerî de gelek tifing û fîşek ketin
destên Kurda. Nîşana zaferê li nav şerkarên Agrî diyar bû. gotin ku
dengbêjê xeybî xîtab bi Agrî digot :
Newalên te tejî xûn bû
Xelxele tejî cendek bû
Rast e berî agir tu bûy
îro agir lawêd te bûn.
Hêj dar desteyê têkşkanî Romî Agriyê bi nehiştî bûn serokatiya
Romî agadar bû ku Ihsan Nûrî jî li nav Kurdê Agrî ye.
Ihsan Nûrî bi bîst siwarên Heyderî û kurxaltê wî Şêfdîn Beg, kurê reîsê
berî Fethullah Beg merhûm û çend mêrên Hesenî, bona dîtin û zanîna wezê
efkarê Kurda sînorê Tirkiyê bihurî, bi navçeyên Heyderan û Hesena çû bû, li
nêzikî Xenis bihîst ku Romî ordî şandiye ser çiyayê Agrî, zivirî, xwe gihand
Agrî.

IHSAN NÛRÎ Kî ?
Ihsan Nûrî ji Kurdên Bedlîsê, ji kozê Cibran bû. Yek ji zabitên kurdê regezî
Turkiye bû. Çar sal berê li şarê Bayzîdê qomandarê hêzên sînorê Turkiye-
Iran bû. Navçeya Agrî baş nas dikir. Noke li nav rêzê parastina mafê netewayê
kurd û dawaya hildana hakimiyeta Romê ji temamê Kurdistan bû.
Ihsan Nûrî li sala 1919 li nav nuwînerên zabitên garnîzona Stenbol bû,
bona yaride daye Mustafa Kemal Paşa, bi paldanî ev civat bi yek alay hêz ber
ziddî dewleta Ferîd Paşa, ku neyarê HêzênMillî bû, isyan kir, suqutê dewleta
Ferîd Paşa ra zudtir kir. Ji nafermanê û hêzê çekdarê xwe dest kêşa. Karên mihîmî
din ku li ordu kirî û konferansên şerê ku li navendên du tûmen, li nav şarên
(bajarên) Igdir û Sêrtê da bû, di nava ordiyê da deng dabû. Paş çêbûna
Komara Turkiyê, dît wadên azadî ku li Kurdan dabûn rast derneketin. Tev
Komîteya Serbixoyî Kurdistan ku li nav şarê Erzurûm, li bin seroktiya Xalid
Begê Cibranî, qomandarê tumenê eşaîr dizî va çê bû. Li sala 1924, li gundê
Beytuşşebab nêzîkî sînorê Irak, li gel çar zabitên kurdnejad Ramî Rasim,
Tewfîk Xorşîd, Alî Riza Beg bo serbexoyî Kurdistan qiyam kirin, belam
şikest xwarin. Alî Riza Beg ket destê Romê.
Min postekê esker ji xortên nebezê kurda da çêkirin, ala Kurdistanê serbixoyî
ra li qoçên Agrî daçiqand. Hêzê şkestxurî Romî ku li etrafa bajêrê Bayzîd
bûn, ji ber ala azadî kurd diçûn, dûr diketin. Pasevanên qaremanên Agrî ev
ala ji dûr ve hurra dikişan, çepleyan didan. Li çaxê, li Agrî teşkîlateke eskerî,
îdareyeke Kurdî hebû. Ala Kurda bi pêl dida ; bi ev çeşnebezê nîvroyê
Agrî kete bin deselatê idareya Kurdistana Aza. Şerkeranên Agrî ji zafera
mezin şadûman bûn, bi dengê gurr û bilind ku çiyayan dihejand marşa neteweyîya
xwe dixwendin, digotin :
Şerq û xerb bask vegirtiye
Ser singê xwe lav girtiye
Kurda re tu kabe bûyî
Hilbe Agrî, hilbe Agrî !
Gundên aliyê çiya bi destê tekoşêranên kurd dîsa ava bûn.
Çaxê ev şer li Agrî da bû, li ciyê dûr da Kongreke mezina netewayetî
kurd li hev civiya bû, komîteyek bi navê Xoybûn - Istiqlal - teşkîl kiri bû.
Ihsan Nûrî komsêrê fevqeladeyê eskerî helbijartin, idara şer sparti ne wî.
Qaremanên kurd dan ser riya Agriyê. Ferzende Beg ku ji eşîra Hesenî
û di dema şerê Şêx Seîdê Mezin da bajêrê Melazgirtê ji destê Romê derxistibû,
ligel brayê xwe Kazim Beg, kurapê wî û çend mêrên Hesenî xwe gihandin
bi Agrî. Xalis Beg, kurê Abdulmecîd Begê Sipkî, Taceddîn Beg, ji serokên
xêlê Zerkî, Edoyê Ezîziyê Heyderî, reîsek canbêzaran, Ehmedê Hacî
Bro ligel çend brayên xwe, Seyid Abdulwehab Efendî û kurapê Seyid
Resûlê Berzencî ku ji ciyê durxistina xwe, Izmîr, helati bûn, yek li yekî
hatin Agirî.

(Dumahîk heye)
JI KOVARA HÊVÎ : HEJMAR 2/GULAN 1984

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder