25 Aralık 2010 Cumartesi

Bîranînên Îhsan Nûrî Paşa (4)

Piştî bi kurtî qalkirina serxwerabûnên kurdîji sala 1514 ta Agrî, nivîskarê bîranînan çend gotin li ser
dîroka Çiyayê Agrî gotibû û paşê herdu serokên serhilanîna Agrî, Bro Heskî Tellî û Ihsan Nûrî
nasandibû. Di salên 1926-27 de mêrxas û welatparêzên kurd ên sereke yek II dû yekîxwe digihandin
Agrî. Dewleta tirkji bo pelaştina tevgera kurdî qanûneke «te'cîl» derdixe, bi serokên Kurdan re dikeve
gotûbêjê da ku ewji dewletê re îtaet bikin. Kurd van pêşneyaran qebûl nakin û piştîhin bûyerên cîgehî
li gundê Kanî Korkê şerekî mezin diqewime di navbera hêzên rizgarîxwaz ên kurdî û leşkerên tirk.
Leşkerên tirk şkest dixwin. Ankara tê dlglhê ku ewê şer pir bidomîne, bi Kurdan re serî derketin hêsa
nîne ; di milekî deew hêzên nû dişîne ser Agriyê di milê din de dixebite ku berberî û dubendiyên nav
Kurdan xurtir bike, wan li ber hev rake. Di 1929 de hin xêlên kurdîyên dinjî tevî şerê welatparêzî dibin.
Du giregirên navdar Hecî Mûsa Beg û Kor Huseyn Paşa jî tevî pêgirtiyên xwe diçin Bin Xetê û xwe ji
xizmeta Xoybûnê re amade nîşan didin. Xoybûn ferman dide ku ew vegerin Kurdistana bakur tevî
Ihsan Nûrî Paşa şerê dewleta tirk bikin. Di rê de Hecî Mûsa Beg nexweş dikeve, dimire. Kurê wî
Medenî bi pîlan û nexşeyek pîs, bi hêviya ku ewê Ankara wan efû bike, Huseyn Paşa dikuje


binêre
Hêvî, hejmarên 2,3,4).

Temirê Şemkî cardin zivirî Agrî. Ev car xeyn ji brayê wî Çerko du brayên nebez*
Osê û Feto, ku di azayetî û şerkarî de bi rastî bê hevta bûn, ligel wan hatibûn.
Nebezek din Şêx Zahir, xortê azayê kurd, ligel brayê xwe hatin gundê Şêx
Abdulqadir ketin rêza têkoşeran.
Min li Agrî rojnameyek bi navê Agrî bi zimanê kurdî derxist. Ji bona vê rojnamê
kaxez bi qederê pêwîst nebû, ji ber vê zor kêm derdiket. Çûn çapxane jî nebû bi
dest nivî hinek jî bi jelatînî ku li Agrî kelandibûn, sar kiribûn, min li ser wî çap dikir.
Tirkan têgihîştibûn ku bi neyarekî zor netirs ser û karê wan heye, gelek ditirsiyan.
Tenê bi ev xeyal e ku Kurdan pelamar* û êrîş dikirin, di tariya şevê de li bin gulleyên
peya û mîtraiyozan digirtin, bomba davêtin ; li postek ku dengê tifingê bilind
dibû postên din jî dest bi gulle avêtin dikirin. Ev karanan bi çavê Agriyiyan wekî
agirbazî dihat.
Wê zivistanê bû ku Şêx Mihemed Hesesorî, ku muti'î dewleta Tirkiyê bû û li çend
kîlometir ji bajarê Bayzîdê rûdinişt, bi destûra Tirkiye ligel tifingçiyên xwe bi erdê
Iran diçû Iraniyan talan dikir dizviriya. Ji talana xwe para qomandarê tirk dida û vê
xerabiyê bi navê me dikir. Taqimek şerkar bi serokayetiya Resûlê kurê Şêx
Abdulqadir çûn gundê wî, Şêx Mihemed kuştin. Şêx Mihemed aliyek ji xêla Bro
Heskî aliyê din jî pismamê jina Şêx Abdulqadir bû. Pêş vî karî Xoybûn lê fermanek
dabû û ragiyandibû ku pêwist e niştimanperestên kurd kelkên* siyasî û aborî yên
dewleta şahenşahî ya Iranê ragirin, brayetiya manewî û siyasî û bêlayenî* ya
dewleta şahenşahî bi dest bînin. Ev rayigandin bi muhrî navenda Xoybûn muhirkirî
bû û ev destûr dibe jî bi çavê serokên eskerî yên Iran gihîştibe. Ev kar ji berê jî bi rê
ve diçû, bi çeşnek ta vê çaxê ji ewelê çêbûna idareya Agrî karesatên* piçûk bi
pêçevaneya ev ferman neqewmabû. Hêzên Agrî li helperanî* de ligel dewleta
Tirkiyê weka leşkerek rasperdar e parastina navçeya sînorê Iranê bi menfaeta xwe
dizanî ku ji dewleta Iranê çavnihêriya padaşên* çak be. Mevaxina karesatên ku
paşê me dît ez di laperên pêş de li ber çavên xwendevanan datînim.
Zivistana 1929 temam bû. Çar sal temam bûn ku Agriyiyan serboxo* di bin ala
serboxoya Kurdistan de bi hêzeke zor kêm bi dewleta Tirkiyê re di şer debûn.
Bihara 1930 hat, hêjî sermayên Agrî dom dikirin. Hêzên dewletê ligel taqimeke xêla
Keskoyî caş bi serokatiya qomandarê alaya siwarî Mîralay Ferhad Bey, dor û pişta
gundê Şêx Abdulqadir girtibû. Gundê Şêx li bin tarê rojavayê Çiyayê Agrî di
hindurê ciyek rast û nerman de bû, li bakur û rojavayê wê girekî berdî mîna dîwar
ser bi felekê kêşa bû. Neyar bi şev hatibû vî girî girtibî. Çaxê beyanî* Şêx ji bo
destmêjê derdikeve derva, li bin gulle tê girtin. Gundî bi dengê tifingan şiyar dibin.
Gulaleyên tifing û mîtralyozan mîna teyrokê bi ser gund dibare. Indî çaxê gotûbêj û
tedbîr girtin nebû, çavnihêrî komek* sebebê telefata zor dibû. Wek dizanin, mêrên
kurd hewsele ji midafea zêde re nîne. Temerê Şemkî, Osê Feto, Çerxo, Şêx Zahir,
Resûlê kurê Şêx û kurapên wî Eloyê Êzdî û çend peyayên din ji şêxan her bi kiras û
derpê, derfeta kinc lixwekirin peyda nekirin, bi destek tifing bi destê din qetarê
fişeng, ji xênî xwe avêtin derva. Agrî di maweyê* şeş mehan ev cara duduyan bû ku
nebezî* û azayetiya* rolekanên* xwe re bi rexên neyarên kurd dikişiya, serxwariya
qirnên bihurî re cubran dikir. Qaremanan notelê pezê kuhî* ji kevirek bi kevirê din
berî zûda xwe bi rêzên neyar gihandin. Neyar çavnihêrî ev nebezî û çalakiya*
Kurdan nebûn, dest û pêyên xwe winda kirin. Ev esker û zabitên ku nêzikitiya
pelamar* bûn, giyanê xwe ji dest dan ; şkest bi temamî neyar ket, helatin, êdî
revarev bû. Ta ez û Bro li gel çend pêşmergê xwe gihandin meydana şer, Rûmî
belavkirî bûn ; hinek ji wan bi şûnî ewelê xwe gihîşt, berekî perakende bûbû, her
yek bi aliyek direvî, çend kes jî ji tirsa can xwe avêtin qubekî nêzikî şûna wan a
berê. Kurd bîst esker jî dîl girtin. Şêx Zahir û Osê riya eskerî birîbûn, esker çend
sindoq fişeng, di çaxê revê de, avêtin nav vê qubê ku Kurdan tenê çend sindoqên
wan derxistin, radeyek çek û fişeng bi dest anîbûn ; li nav çekan çend ta
mîtralyozên piçûk jî hebûn.
Ez û Bro û Şêx li pêşiya xaniyê Şêx rûniştin, çawabûna şer mijûl dibûn, Kurdek ji
layê Agrî yê ku tabiê Dewletê bû hefsarê qatirek dikêşa, hat nêzikî kondê Şêx bû.
Li ser qatirê du laş bar kiribûn ; yek cendekê zabitek rûmî yê din yê Kurdek bû. Li
rûyê laşê Kurd mêze kirin Temirê Keskoyî bû ku çendekî berê gotibû : «Ez Tirk kurê
tirk im». Broyê Heskî jî welama* wî dabû, gotibû : «Ji Xwedê Te'ala dixwazim, tu li
gel Tirkê brayê xwe li yek cî çal bî !» Bro ku evanan nas kir go : «Hevseleyê Xwedê
jî nemaye, xayînan zûtir ceza dike !». Me qerar da laşên herduyan li ciyek, di nav
gorek de çal bikin û wisa jî kirin. Temirê Keskoyî bi peçivaneyê ku pêwist bû bi
padaşî fedayê canê xwe şanazî* bi jin û zarê xwe bihêle, rûreşî bi cî hişt.
Têkoşeranên Agrî dixwastin mafên serbixoyî û azadiya neteweyê kurd rabigirin, ji
bona wî xwîn dirêtin ; Temirê Keskoyî Kurd bû, di basa mafê dagirkirinê de,
zariyên wî û eşîra wî jî tev bûn ; reng e xîret û cesareta wî jî hebû ku bi şer hatibû,
lêbelê nezanî û pesfitretî çavê wî girtibûn bi çeşnê ku li gel neyarên neteweyê xwe
Tirkan yek bûbû, hatibû Kurdan bikuje.
Dîlên Tirkan ji bo navenda qomandarê kurd şandin. Roja din çend neferên kurd
ên çekdar wan birin sînorê Iranê, bi sînordarên îranî spartin. Çaxê bi rê diketin
jineke kurd bi navê Horik, ku bi xwe feqîr bû, dîtibû ku goreya yek ji wan dîlan peritî
ye, goreya piyê xwe derxistibû, bi wî dabû ta ku piyên wî dîlî serma nexwin. Ev
mirovayetî û peyavetiya kurd bi dîlên tirk bû bi pêçivaneyê ku Tirkan yek Kurdê ku
heke bizanibin tabiê Agriyiyan e welew jin bûna jî dikuştin !
Sala 1930. Bû pênc sal ku şerê ji bo azadiya kurd li Agriyê tê diperî, dirêj dibû.
Neteweyê kurd şiyar bû mîratê bav û kalên xwe dixwast.'efû, xelat û bexşînan red
dikir. Têkoşerên Agrî digotin ef divê bi tavanbaran be : em hîç sûc û tavanê me
tune, maf û hiqûqên xwe yên meşrû dixwazin ; ne ef bûn belkû ev em in ku divê
bibexşînin. Dewleta Tirkiyê bi tenê bi hêza ordiya xwe cêriband, dît ku naqedîne bi
tenê serbexoyîxwazên kurd ji Çiyayê Agrî derxe, şoreşa Kurdistanê bitemirînê
muhtacê yarmetiya derva bû.

XEBATA DÎPLOMATÎK A TIRKIYÊ

Agrî di nav sînorên Tirkiye, Iran û Rûsya de hilketibû. Xebata siyasî û dîplomatîk
a Dewleta Tirkiyê gurtir bû. Bi propaganda û fêrofişal ên nerast ên xwe hikûmata
rûsî bi layê xwe kişand. Esasen bêrê jî dostên hev bûn. Li Ankarayê jî di nav
wezareta karûbar ên derveyî ya Trikiyê û balyozê* Şahenşahê Iranê gotûbêj li
bereyê Agrî, bi xesaret û zerara Kurdan, dest pê kirin. Her weha li Tehran jî li layên
Tirkiyê û Iran axaftin hebûn. Agriyiyan zor bi vurdî* û dilniyarî li ev axaftinan mêze
dikirin. Çun min Iranê dostê Kurdan dizanî bûm min bawer nedikir ew bikare bi
zerara me encam* bide bikare ku mîna tevşo bi rehê xwe xe ! Belam* ji xebatên
destên mermûz ên ku ji bo kelka* Tirkan dixebitîn bêxeber nebûm !..
Rojnameya Agrî ku bîr û rayên me belav dikir li jêr nav û nîşana «Bi yek kevir du
teyr» gotarekê nivîsîbû : «Dewleta Tirkiye dixwaze nav Iran û Kurdan nifaq bavêje,
Dewleta Iranê bi aleyhê têkoşeranên kurd tê perîne, şoreşa kurdî bi Iran jî bikşîne
h'im xwe ji şoreşa kurdî piçekî rahet ke û him jî Kurd û Faris, ev du kurapan bi canê
hev bavêje, her duyan jar bike, girtinî Azerbeycan ku hedefa esasî ya Dewleta
Tirkiyê bû, ji bona xwe hêsatir bike. Xoşbextane* em karbidestên Agrî hişyartir bûn,
behaneyek bi dest nedida ku amanca çepleyan cî bi cî bibe !
Frokeyên* Tirkiyê hemû rojan beyanî* mirin pêşkêşî Agriyiyan dikirin. Hêjî em bi
zozan derneketibûn. Ez li gel Şêx Abdulqadir bi bîst siwaran ji bona serlêdan bi liqê
Xoybûn li bakurê Agrî û geriyan, bi nav deşta Ixdirê çûm. Ev cara pêşîn bû ku ala
azadiya kurdî bi destên nebez ên siwarên me li vê deştê de pêl dida. Li ser riya wan
rûniştevanên tirk ên ku Tirkiye di van navçeyan de vadar* kiribû, li pêşiya vê ala
azadiya kurdî serên xwe berjêr kirin.
Havîna pêşîn bû ku Agriyiyan reşmalên xwe li pesarê rendolê çiya hildan. Hê sê
roj bûn me çadir vekiribûn ku dengê teqeteqa tifingan ji aliyê rojavayê bakur
bihîstin ; ev teqîn li ser wê rêyê bû ku beşên nîvro* û bakurê Agrî bi hev girêdida. Li
pey wî, çend frokeyên neyar bi ser zoman firiyan û çadira min, ku li nav konên reş
bû, bombaran kirin. Jina min Yaşar Xatûn brîndar bû, berreçeranek* hate kuştin.
Paşê tê gihîştin ku Tirkan di tariya şevê de tabûrek peyan du topên çiya bi riya
Qabaq Tepe, ku li rojavayê Agrî hilketiye, dager kiriye. Ev seretaya* pelamara
mezin a Tirkan bi ser Agrî, ya 1930 bû.
Qabaq Tepe mîna kela bû ku tenê şiverêyeke wê hebû. Zabitê tirk Ruşdî Gûven
nivîsîbû ku şaqiyan vî girî bi temamî hêzên xwe difa' dikirin. Bi rastî li ser û kêlekên
vî girî ji bona parastina wî merivek kurd jî nebû. Hejmara şerkarên me ev qas nebû
ku her aliyên çiyê bigirin û biparêzin. Frokeyên Tirkan bi pêçevaneyê salên berê
hemû rojê li serê Agrî difiryan, bomb û gulûleyan bi ser jin û zarokên bê tavan*
direşandin. Lêbelê ji tirsa tîravêjên me zor bilind hildifirîn. Di aliyê din de jî, Kurd hîn
bûbûn çawa xwe veşêrin, xesara giyanê wan hindik bû, tenê xesara wan ji merr* û
malat dibû.
Dewleta Yekîtiya Sovyetî zor esker li beramberê sînorê Iran û Agrî berhev kiribû.
Dewleta Iranê jî navçeya Makoyê bi eskerê xwe tejî kiribû. Tirkiye xebata siyasî û
eskerî bi hevra dest pê kiribû, ordiyên xwe li nêzikayetiya Agrî bi cî dikir.
Rojnameya tirkî Cumhuriyet li tarîxa 30 temûz 1930 de bi nav û nîşana «Giliyê axir
ê me ji lran» nivîsîbû : "Xeberçinê The Times li Stenbolê zanînîkê bi rojnameya
xwe daye, gotiye ku bi hezaran Kurd ên asî li ser çiyayê Araratê" ciyên mustehkem
girtine, Kurdên Iranê jî bi wan yarmetî didin. Erkanî Herbîye ya tirkî ji bona
mucadeleyek dirêj şest û şeş hezar esker û cendirme û sed froke hazir kirî, bi
navçeyên Wan ê Bayzîdê verêkiriye..." Rojnameya Cumhuriyet li tarîxa 30 temûz
1969 li bin nîşana «40 sal berê» vê xeberê cardin çap kir.
Hezarên kurd ên asî ku Erkanî Herbiye ya Tirkiyê îşare dabû, heke ne hezarek
pênc sed çekdar jî li Agrî hebûya nizanim bi şerê çend salan ordiya Tirkiyê nikaribû
Agrî bigire. Em mecbûr bûn tifing û fişenk ji xwe re ji destên eskerên ku dîl digirtin
an dihatin kuştin digirtin, çun me ji hîç cî tifing û fîşenk komek nedigirt. Tifinga min
bi xwe jî nebû, di nav şerê Kanîkorê min bi dehtîrek ku Fille ji bo min şandibûn
rekêbê ser siwarên tirk kir, wan dîl girtin, ji destên wan tifing girtim û bûm xwedî
tifing. Eskerên ku teslîm bûbûn bê şik negotine ku tenê siwarek hat, em teslîmê wî
bûm. Dîsa qomandarê alayê nikariye bêje "em ji pêşiya hevde Kurdan revîn, me ev
qas dîl da". Xwedê dizane êdî ewan çawa rapor daye ku wezareta şer a Tirkiyê bi
hezaran Kurd ên asî îşare daye !
Min bawar nedikir ku Iran bi zidê me karî bike, belam ji gotûbêjên Iran û Tirkiyê
dîsa nîgeran bûm. Ev sal ji bona Agriyiyan sala netirsî bû. Qomandarê kurd xwast
navendeke din a helsanê* mîna Agriyê li Geliyê Zîlan û Çiyayê Sîpanê çêke,
bizotina* azadiyê frehtir û mestir bike, nexşeyê Tirkan bi hev xe, barê Agriyiyan
siviktir bike. Çend roj bi navber ji serokên Geliyê Zîlan û Heyderiyan li gundê Deren
civîn, qerara helsanê dabûn, ji min jî bi qorsî* xwastibûn ku îcaze û destûra
pelamarê bidim !.. Me dît Xêlê nebezê Heydaran ji bona cubarana emelên xengînê
xwe yên berê bi dil û can amede bûn vê pelamarê bikin. Li aliyek jî Tirkiye dest bi
pelamara muqedematî kiribû.

GELIYÊ ZÎLAN

Geliyê Zîlan malbenda diduya bû ku di şerê Mezin ê Cihanê, wekî Agrî, ji hêzên
Rûsya re li nav navçeya xwe rê nedabû, ta dawiya şer axa xwe ji destavêjiya Rûsên
Çar parastibû. Diyar bû ev gel imtihana xwe daye û demarê req û siftê xwe her
parastiye. Ji ber vê yekê min xwezîya Geliyê Zîlaniyan qebûl kir, fermanek ji bona
rêk û pêk kirina vê pelamarê nivîsî û belav kir. Min tê de digot : "Li pey pakkirina
Geliyê Zîlan ji hêzên tirk bajarên Bargirî, Ercîş, Ernêş, heke qedandin Adil cewaz jî
dagir bikin ! Ewê cî bi cî kirina vî karî bi yarmetiya taqimek Celalî, Heyderan, Ademî
û Zîlan çê bibe. Divê ku Heyderan girtina Çiyayê Sîpanê girîngtir bizanin."
Di vê ser û bendê de hêzên Ararat jî pêwîst bû postên bihêzbû yên Tirkan ku di
dor û berê Agrî de bûn ji beyn bibin, bajêrê Başkend, li bakurê Çiyayê Agrî û li
nîvroyê Agrî bû dagir kin, êrîşa bajarên Ixdir û Bayzîdê bikin. Min bi Temir Şemkî
spart ku bi xêlê Şemkan bajarê Qolp dagire, ku êrîşî ser Qaxizmanê bike, riya
Qers-Agrî bibende. Di vê fermanê de min tarîxa destpêkirinê li hemû navçeyek bi
hûrî diyar kiribû, fermanê li çend berper* de ziyad kiribû û bi serokên navçeyan
şandibû. Zabitê tirk Zuhdî Guven, yek ji fermannameyên me bi dest xistibû û di
bîranînên xwe de wisa dinivîse : "Dewlet ji bo pelamarbirina ser Agrî xwe hazir
kiriye ; ordî bi aliyê Bayzîdê bi rê ketiye, ji bona perçiqandina Agriyiyan fermanên
xwe dide, harekatê mezin dest pê dike. Hêzên tirk Qabaq Tepê ku li navçeya
rojavayê Agriyê dimîne dagir dikin. Paşê serokê şaqiyan Ihsan Nûrî fermaneke dûr
û dirêj bi eşîrên ku li dervayî Agrî bûn û ji xwe dizanibû şandibû." Jimareyek ji vê
fermannamê ku di şerê qors ê Agrî de li paşila yek ji kuştiyên kurd de bûye, bi
destên wî ketiye.

Ihsan Nûrî nusxeyek ji vê fermanê bi reîsê eşîreta Adaman Hezretî Ibrahîm Axa
şandibû. Ev ferman biritibû ji destûra êrîş a neyar. Li quncê jorîn ê rastê Xoybûn, li
jêra wê Civata Welatê Kurd, li bin wê hejmar û li quncê çepê jorîn jî Ciyê
qomandariyê Agrî, li binê wî jî 1 8 juen* 1 930 nivîsîbun.

FERMANA ÊRÎŞÊ
Ev ferman biritibû ji heft made, bi zimanê kurdî hatibû nivîsandin, Zuhdî Guven
wê wergerandiye tirkî. Vaye li jêrê kurdiya wê.

1 - Neyar 1 1 juen 1930 êrîş aniye serAgrî, Qabaq Tepe, li quncê bakurê rojavayê
Agrî dagir kiriye û cîbicî bûye. Şeş frokeyên neyar di vê pelamarê de hevkarî
kirine. Di rojên 11 heta 18 juen tenê frokeyên neyar li serê Agrî difiriyan, bom
davêtin. Sê frokeji aliyê hêzên Agrî lê dan e û yekji wan frokan li meydana frokeyî
ya Bayzîdê ketiye xwarê, frokevan miriye.
2 - Desteyên gerok ên Agrî êrîş û pelamara xwe bi ser bingeyên neyar ku li dor û
berê Agrî da ne dest pê dikin.
Bi liqê naverastî ferman dane ku hêzên xwe bişînin çiyayê Tendûrek, pêşiya
karwanê bar û benê hateçûyên neyar bigirin. Qolordiyek tirk ku bi mebesta
êrîşkirina ser Agrî ji nîvroyê rojavayê Anadolê bi rê ketiye, li ber helsoran û
pêkbûna mezin a me li malbendên nîvro yên Sûriye û Dersim û Xarpûtê
neqediyaye pêş de were.
3 - Hevirgeyê yekem ê pêkanîna Xoybûn: bi arîkariya Xwedayê mezin, êrîşê ser
hêzên Tirkiyê bike.
A -Qomandarê giştî yê jandermeriya' Agriyê TemirAxa, bi hêzên ku libin destên
wî datînin li bervarê' 3 juiye' 1930, bi arîkariya xêlê xwe Şemkan ku li malbenda
Qolpê rûdinên, êrîş dide ser navenda qezaya Qolpê, paş dagirkirina bajêr
pêşmergeyan heya girtina gundê Pemavot berepêş bişîne.
B -Şeva4 juiye qomandarê qorxan serheng Velî Beg ji eşîrên Gizkan û Zîlan hêz
bigire, bi pelamerek nişkeva bajêrê Ixdir dagir ke. Her di vê rojê de hêzên Agrî
êrîş dibin serpostên neyar li dor û berên Agrî.
4 - Serokên eşîrên ku li navgundê Deren kom bûbûn, hêzên wan roja înê, 4juiye,
hêzên tirk ên ku li navçeya wan hene rikêb kin, îdareya navçeyê bi dest bigirin, bi
ev çeşnê ku li xwarê dinivîsim bi kar bînin.
A - Liqê Ercîş ji Geliyê Zîlan yarmetiyê digire paşdamalina îdareya hikûmet bi
aliyê Adilcewaz diçe, pey dagirkirina vî bajêrî xeta jor a Çiyayê Sîpan digire, girên
nîvroyê Adicewazê digire û bi aliyê Axlat û Tatwan û Çiyayê Nemrûd desteyên
siwar dişîne.
Serokê Geliyê Zîlan : pey dîlgirtin û bêçekkirina hêzên tirk li malbenda xwe
rojavayê Çiyayê Aladax bigire, bi aliyê Melazgirt desteyên siwarî bi hêz bişîneji
bo yarmetiya êla Hesenan rêyên Qere Kosê (Tirka îro navê bajêrê Qere Kosê Agrî
danîne) û rêyên Melazgirt, patnos, Ercîşê bigire !

C - Eşaîrên Heyderî ku li malbenda Patnosê rûdinên ûji xêla Melazgirt wan ên ku
tev pêkbûna me ne ; bajarê Patnosê dagir bikin, girên bakur û rojavayê Sîpanê
bigirin, aliyên Çiyayê Nemrûd, Mûş û Kopê desteyên siwarî bişînin, bixebitin
hateçûyên neyar bizanin !
D - Liqê bargirî : navenda Bargirî û Ernisê dagir ke, rêyên ji aliyên Wan, Ercîş û
Seray tên bibende !
E - Liqên naverast bi yarmetiya xêlên Celalî, Mîlan û li gel eşaîrên ku diAlega de
rûdinên û tevî yekbûna min navenda Bayzîd-Agrî dagirt, sê sed çekdar bi Çiyayê
Tendûrek şand ji bo ku hêzên din ên şerkarên Bargirî bihêztir ke, ji bona
tirsandina Wan û Serayê bixebite, ji aliyên Wan, Tarp, Seray, Başqele û Hekarê
zanînê bi dest bîne, xeber bide !
F - Liqên Ercîşê : çi qas dikare bi liqê naverast yarmetî bide !
G - Reîsê xêla Adaman Qaymeqam -îro yarbay dibêjin- Hezretî Ibrahîm Axa bi
zûtirîn kat' li gel Elî Begê Mîrza Axa û Resûl Begê Zilî û serokên eşîretên Qotan û
Hesesorî gotûbêj bike li gel van eşaîr, li ber varê 4 juiye 1930 roja înê êrîş bikin
ser bajarê Diyadînê, rêya Qere Kose-Bayzîdê bi temamî hildewşînin, bi taybetî
hêz û xebatên neyar li Qere Kosê bi tevahî berewurd' bikin, bi desthênana çend û
çûna li gel Hemîd Beg têbikoşîn, rêya hateçûnê li neqeba Tahir bixin metirsiyê !
H - Paş dagirkirina van ciyên ku min diyar kirine, liqên Ercîş, Patnos û Geliyê
Zîlan beşa zor a hêzên xwe li pişta xeta Dutax-Melazgirdê, liqê Bargirê tevahiya
hêzên xwe li Ernis-Norşatê kom bikin !
5 -Şûna fermandeha giştî li Agrî ye ; paş diyarbûna wez'ê şerji vê ciyê re xeber
bidin !

Zuhdî Gûven paş nivîsandina vê fermanê wisa nivîsiye : "Revoke û tavanbar*
Ihsan Nûrî xwe bi çeşnê qomandarê giştî daniye û nexşa mezin a hikûmetê bi rê ve
biriye, li jêr vê fermanê navê Ihsan Nûrî û li jora wê "Komsêrê fevqelade yê eskerî
yê Xoybûnê" nivîsiye. Ji temamî hal û hereketên Ihsan Nûrî derdiket ku dixwast
dewleteke Xoybûnê pêk bîne !
Ihsan Nûrî li gel vê fermanê "hînbûnek giştî" jî ji bo eşqiyayên xwe belav kiribû.
Ev hînbûn bi navê "hînbûna giştî ku li katê şer de peyrevî bikin" e û metna wê li
jêr e :

1. Her beşeji bona xwe qomandarek bibjêre, navê wî bi min binivîse !
2. Li her navçeyek de birêvebirina îdarî pêk bêt, nisbet bi hejmara têkoşeranên
xwe, xorekî'pêk bîne, ji wan re bişîne !
3. Çek û qorane û enbarên xorekî û tiştûmiştên eskerî û navsandoqên pereyên
hikûmat û eskerî ku bi dest tên, top û mîtralyoz hemû li gel tiştûmiştên ku bi wan
re ne malê Hikûmata Kurda ye ; di vê babetê de memûrek helbijêrin, pêşiya
talanê bigrin, ev mal malê xelkê ye, kes navê destî lêde !
4. Zabit, esker û memûrên tirk ku bi xwe bixwazin ji bona me kar bikin, li jêrî
çavdêrî û agahdarî de ji wan kelk bigirin, navendên bêtêl, telgraf û telefonê islah bikin û ji karbidestên ku bi wan tê bawer kirin kelk bigirin, tenê xetên ku li nav me
û neyar de ne bibirrin !
Divê ku froke, frokexane û bêtêl li jêrî çavdêrî de bin, hêç kesî nehêlin nêzikê
wan be !»

Zuhdî Giiven hinekî fermanê guhuriye û ew madeyên ku di babeta çak bizotina li
gel dîlketiyên tirk nivîsîbûm hêç bas nekiriye !..
Min ji bona çavderî û birêvebirina vê pelamarê kurên Kor Huseyn Paşa, Memo û
Nadir, Seyid Resûlê Berzincî, ji xelkê Ercîşê û Sefdîn Beg kurê Fethullah Begê
reîsê sabiq ê xêla Hesenî, li gel taqimek siwar rê kir Geliyê Zîlan. Min dixwast paş
têperîna tofana bela ya vê salê bi berevurdî çawabûna vê pelamarê, tecdîda
çavnihêrî û guhariyek ku bi kelka têkoşerên kurd be bi kar bînim.
Rojek desteya Dawo -kurê Bro-kar girt bi şev rêya îrtibat a Qabaq Tepê bi
navenda xwe bibirre, Emerê Besê jî ji pişta Qabaq Tepê êrîş bike. Taqîmek panzde
esker ku ji bona damezrandina peywendî li gel navenda xwe, ji meterisê xwe
derketin, ji çiya berjêr bûn ketin rastê. Desteya Dawo peşiya wan girtin saetek şer
kirin, her panzde esker hatin kuştin, çekên wan xenîmet birin. Eskerên Qabaq
Tepê, ji jor temaşagerên mirina hevalên xwe bûn, belam nikaribûn yarmetî bidin
wan. Wê gavê ji du alî desteyên piçûk agirê helperînî yê xapandinê dest pê kiribûn.
Ji wan desteya Emerê Besê li gel ku şûna wî zor nalebar bû, ji tariya şevê kelk girt û
xwe gihand nêzikî esker, çend nefer kuştin, çekên wan girtin anîn. Ji ber ku şûna
esker zor sext bû nikaribû zêdetir pêş de derkeve. Desteya din a piçûk jî ji dûr
Qabaq Tepê gullebaran dikir û şer ta nîvro kêşa.
Evî jî bêjim ku roja ku Tirkan Qabaq Tepê îşxal kirin ala serbixoyî ya Kurdan li
rûyê girê pêşiya wan daçikandîbû ; çun ji bona parastina vê alê hêza me nebû tenê
carcaran yek kes diçû, xwe nîşan dida. Tirkan jî curet nekirin nêzik bin ; rêya me ya
bakurê Agrî di kêleka vê alê de diçû. Ev ala kêleka rojavayê bakurê me ta axirê
parastibû.
Havîn li bin tarê Agrî zor germ dibû, gelek mêş hebûn. Ev av û hewa ji bona me
Kurdan zehf naxoş bû. Hewa ku germ dibû em ber bi bilindahiyên Agrî hildikişîn,
diçûn zozanan, çunkî Kurda av û hewaya xoş a zozanan adet kiribûn ji bo çêrîna
pez û dewarxweyî pêwist bû bi çiya hilkişin. Şûnên zivistanê, kundaran temamî
vala dikin, ji bo parastina wan jî kes namîne.
Tirkan ji çûyina me bi zozanan kelk girtin, şevek hêzên xwe ji perê Şexlû derbas
kirin, hatin nav erdê Agrî, girên rojavayê gundê Şexlû girtin, çadirên xwe vegirtin.
Taqimek ji hêzên Agrî ji bo derxistina neyar ji çiya berjêr çûn, belam ew hê bi mesefa teqîna tifingan negihiştibûn ku hêzên neyar çadirên xwe hildan, ber bi
Bayzîdê paşekêş kir. Em teecub kirin ! Ev paşekêş ji tirsî hêzên Agrî ku ji çiya ber bi
Şexlû berjêr bûbûn nebûn, çunkî neyar çaxê hate hundurê sînorê Agrî dizanibû ku
dikeve ber pelamara Kurdan. Tê fikirîn ku pelamara siwarên Agrî li navçeya Geliyê
Zîlan hê dest pê nekiribû, ji Geliyê Zîlan hêç xeber jî nehatibû. Hêç sebebek nebû
ku neyar pêşengên xwe yên ku şandibûn erdê Agrî bi vî çeşnî pare bikişe !
Di navçeya Geliyê Zîlan de ji xêla Heyderan taqimên Qalqan, Bekiran û eşîrên
Adaman hebûn. Serokên Qalqan Mihoyê Temir Axa, Mihoyê Derwêş Axa û Tahirê
Elî Beg bûn. Serokê Bekiran Reşoyê Silo bû. Ji wan serokan, Mihoyê Derwêş Axa
bawer pêkirayê serokên hikûmatê yên Erciş bû, bi çeşnê ku rojekê siwarên Agrî li
mala Mihoyê Derwêş Axa mêvan bûn qomandarê jandarmeriya Erciş ji ber
baweriya ku bi wî hebû axayên navberê gazî kir ku çavê pê bikevin û wî ji meqsed
û mebesta van siwaran agahdar bikin. Qomandarê jandarmeriyê wisa dizanibû ku
Mihoyê Derwêş Axa bi rastî kelka netewayê xwe fedayê axaftinên şîrîn ên serokên
hikûmata tirk dike, hêç nizanibû ku ew yek ji endamên Xoybûn bû.
Geliyêzîlaniyan siwarên Agrî ku fermana destpêkirina şer li gel Dewleta Tirkiyê li
gel xwe anîbûn bi şadiyek zehf pêşewaz kirin, bi çeşnê ku ji zêdeyiya xweşhaliyê
roja ku di fermanê de nivîsî bû tê negihîştin, pêş katê mue'yen bi ser Hesen Ebdal
êrîş birin. Hesen Ebdal ordûgahek bû ku du sed eskertê de hebûn. Paş şerek giran
Kurdan eskeran dîl girtin, çêkên wan stendin. Pey wî bi ser şarê* Noşar, ku
navenda navçeya Geliyê Zîlan bû, êrîş birin. Di nav vî şarî de tabûrek peya,
bolûkek mîtralyoz hebûn. Qomandarê Noşarê ji bo bergirî li her rûdave kela
Noşarê bi tevahî teyar kiribû, belam tiştê ku bi bîra wî nehatibû hesta* canbihuriya
kurd di rêya azadiya netewayetiya xwe de bû.
Kurdan çaxê bi Noşar rikêb dikirin bajarên Ercîş û Bargirî ji bîr nekiribûn, zor bi
xurtî êrîş bi ser van şaran jî birin. Serokên raperînê di germiya şer de bûn ; ji bîra
wan çûbû ku destpêkirina şer bi min ragehînin !. Ez û serokên malbendan
çavrewan bûn ku roja pelamardan bighîje, hemû bi hevra dest bi şer kin.
Kela Noşarê tevî hemû canbihuriya zêde ku qomandarê tirk û zabitên wî nîşan
dan, tevî ev tehkîmatên ku li çiyayê bilind çêkiribûn, parastina wan hêsa kiribûn,
nikaribûn tenê bîst û çar saet li pêşiya lehiya êrîşa şerkarên qareman ên xêla
Adaman bigire. Pey dayina xesareke zehf bi destên Kurd, qomandarê tirk hatibû
kuştin, zabit û eskerên wîyên ku nehatibûn kuştin dîl ketin. Pelamarbirên kurd roja
pêşîn beşek ji bajêrê Ercîş û tevahiya bajêrê Bargirî dagir kirin. Hêzên tirk li nav
beşa din a Ercîş û Kela Bargirî difa' dikirin. Desteyek şandibûn rêya Ernîs-Wanê
bigirin ; ew qurbana bêihtiyadiya xwe bûn, pîroziya mezin a ku bi saya curet û
şehameta xwe bi dest anîbûn, car jî ji dest dan, wez'a wahîm a Tirkan li Ercîş bi
wez'eke çak guhirandin. Mesele wisa bû : Tirkan ji malbenda Wanê çend top û
taqimek esker ji bona hawara şarê Ercîşê verêkiribûn. Desteya Kurdan li nêzikayetiya
şarê Ercîşê pêşiya wan digirin ; pey şerê nîv saetê çun Tirk dîtin nikarin bifilitin,
teslîm dibin. Leşkerên Heyderî li pêşiya vê teslîmbûnê, şûna ku taqimek ji wan li gir
bimîne tenê çend kes ji bona girtina çekên neyar biçin, hemû pêkra* sengerên* xwe
bi cî dihêlin, ji gir berjêr dibin. Qomandarê tirk çaxê dibîne ku taqima Wan zor kêm
e, peşîman dibe, fermana agirbaranê dide. Serokê têkoşeran û çend kesên din
hatin kuştin, wan ên ku mabûn teslîmbûna neyaran nenk* dizanin, ta fişenga xwe
ya dawîn şer dikin û tên kuştin. Bi vî çeşnê hêzên yarîde* yên tirk xwe bi Ercîş
dighînin.
Ewelîn pelamarê bi ser bajêrê Ercîşê xêla Bekiran kir. Ev xêl çek û saz û teyar
tune bû. Ji wan desteyek ku meydana frokeyan dagir kiribûn tifingên wan nebûn !
Di şûna tifing bi bêl û das û gopal êrîş kiribûn, bi vê çeşnê mirina bi mêranî ji jiyana
dîlî gelek çêtir girtibûn, bi şewqa azayetiyek zor rêgezî Kurd pelamara frokexanê
dabûn, çend qurbanan di riya azadiyê de dan, eskerên ku ji bo parastina vê derê
bûn dîl girtin, ji çek kirin, bi xwe çekdar bûn, du frokeyên ku dixwastin bifirin girtin,
çun nikarîbûn ji wan kelk bigirin her duwa şewitandin.
Memed Beg, kurê Kor Huseyn Paşa li gel taqimek şerkar bi aliyê Patnosê bi rê
ket, bi şarê navberê êrîş bir, ketin nav şar belam eskerên Patnosê bi mîtralyozan li
ser banê mizgeft û serê minaran danîbûn, ji bona wî nikaribûn xesar bi ordûgahê
bighînin. Gava rikêbî ser Patnosê kiribûn riya Qere Kose-Ercîşê jî birrîbûn. Çend
zabit ku li gel çend siwar ji xêla Sipkoyî bi Patnosê dihatin dîl girtin, hemûyan ji çêk'
kirin, zabitan bi Seyid Resûl tehwîl dan. Sefdîn Beg, kurê serokê pêşû yê kozî
Hesenê Fetullah Beg li gel çend siwarên nebez çûn deşta Melazgirt, agirê şer bi
wan deran kêşan.
Ev raperîna Geliyê Zîlan li encamê destpêkirina zûtir ji katê ku li nav fermanê
hatibû nivîsîn tenê ma, Dewleta Tirkiyê ji her layê ordû şand ser wan bi çeşnê ku
her ev ser û bendê da ku Kurda li bajaran de pêkevê helperana xunavî bûn hêzên
eskerî yên tirk bi alîkarî û rêberiya caşên Keskoyîyan pêş ve hat nav Geliyê Zîlan û
Hesen Ebdal dîsa girtin. Hêzên Agrî nizanibûn ku xêla Heyderî zûtir dest bi şer
kiriye, li hêviya roja muqerer bûn, neyar ji her alî ser Heyderan ordû şand. Xetayê
mezin ê Memed Beg û Seyid Resûl bû ku xebera destpêkirina şer nedabûn.
Pêşketina Tirkan ji rûyê :

1 . Karê ku bi serheng Ibrahîm Axa û Hemîd Begê Zîlan muhewel kiribûn
nekirin.
2. Zor bêihtiyatî hate kirin di pelamaran de.
3. Ji hemû mestir ixtilafa gewre ya wicdanî û insanî di mabeyna du
serkirde Memed Beg û Seyid Resûl, ku heq bi Memed beg bû.
4. Ji hemû ewel destpêkirina zûtir a êrişê berî roja muqerer û xeber
nedidan bi min ku pişta wan vekirî mabû.
5. Xiyaneta xêla Keskoyî.

Heke wisa nekira hêzên tirk nikaribûn bi Geliyê Zîlan dakevin, derfetê peyda
nedikir.
Ev pîroziya tirk tenê ji ber bê ihtiyadiya Gelîyêzîlaniyan bi çengê Tirkan ketibû ! Ji
vê zêdetir, muşacereya lefzî di nav du serkirdên kurd Memed Begê Huseyn Paşa û
Seyid Resûl Berzencî jî rûyê teesuba eşîretî radabû, bi vî awayî jî Kurd belav bûn,
çûn layê jin û zarên xwe ku li zozanên çiyê de bûn, li nêzikê zozanên xwe pêşiya
neyar girtin, heta wê ku derfetê peyda kirin, jin û zarên xwe bi Agrî paşe kêşan.
Seyid Abdulqadir, kurapê Seyid Resûl jî xan û xêzanên xwe li Ercîşê bi cî hişt, li gel
têkoşeran bi rê ket.
Di şerê Ercîşê de ji xinca du frokeyên ku bi destên Kurdan ketibûn, frokeyek din
jî ku Kurdan lê dabû, anîbû xwarê, yek ji wan li ser girekî çend saet berê bi destên
Kurdan ketibû, difiriya her bi xeyala ku ew gir dîsa di destên eskerên Tirk de ye, ji
bo ragihandina deng û basên şerî nizm bûye, di wê demê de Kurdan lê dane, anîne
xwarê. Ew deng û basên ku nivîsî bûn bi destên Kurdan ketin ku ew hatina hêzên
Tirkan bi vê navçeya helperînê û bi aliyê Ercîşê diyar dikirin. Di wan heiperînên ku li
çaxê paşekêşê de li ser rê didan Kurdan di bareyên jin û zariyan zor nîgeran bûn û
gelek xesaret didîtin û telefat didan. Ji kurên Emîn Paşa, Osman û Ebûbekir jî hatin
kuştin. Kuştinên tekrayî yên jin û zariyên bê dîfa' ên Geliyê Zîlan bi layên eskerên
tirk dom dikir û çend laperên din ên rûreşiyê li tarîxa facîeyên Moxol zêdetir dikir.
Caşên Keskoyî mal û dewar ên Kurdan talan dibirin.
Çaxê qomandarê kurd rûdaveyên Geliyê Zîlan bihîst kar ji kar bihurîbû, çunkî
Tirkan hêz û ordûyeke zehf anîbûn ser xêla Heyderî. Pêwist bû her çi zûtir barê
giran ê Heyderiyan sivik be ! Ji bona wî Dawo, kurê bi cerg û aza yê Bro Heskî, li
gel taqimek siwar şandin ku postên eskerî yên gundên Subhan û Noreşînê belav
bikin. Navenda hêzên eskerî li nav Subhan de bû, li Noreşînê tenê çil esker hebûn,
ji bona wî şer li nav gund zor xesaret ji bo Kurdên gund dida. Biryar wa bû nêzikî
beyanî pelamar bibin ser postê Noreşînê, li ser riya Subhanê jî beşekê xwe
veşêrin ; di katê ku eskerên Subhanê ji bo yarmetiyê ji gundê Subhan derdikevin
bavêjin ser wan. Ew hêza ku pê spartibûn karê xwe bi çakî temam kir, paş şerekî
giran eskerên her du postan dîl girtin, çekên wan stendin. Hejmara wan eskeran
sed û bîst kes bûn. Eskeran ji bo jiyan û guzeran bi ser malên Agrî dabeş kirin.
Dotira rojê dora pelamardana Burnê Sor û Burnê Reş hat. Bi Agriyîyan zor xweş bû
ku wan topên mezin ên ku li ser Burnê Sor danîbûn, ji hatin û çûyina Agriyiyan re
mezahimet çêdikir bi dest bînin. Kurdan dixwestin devên van topan bi aliyê
ordûgaha Tirka bizivirînin ! Bi şev tertîbata pêwîst hate girtin, berê beyanî êrîş bi
ser her du postan dest pê kir, hê tarî bû li ser bingeyê Burnê Reş dest bi teq û taq
kirin. Qomandarê Burnê Sor bi telefon bi bajêrê Bayzîdê got : "li bingeyê Burnê
Reş şer dest pê kiriye, belam hê li malbenda me tiştek tune ! "Qomandar nizanibû
ku Kurdan dora wî girtiye, hinde nêzîk bûne ku temamê axaftina telefona wî jî
dibihîsin.
Hewa ronî bû. Dengê tifingan ji ev post jî bilind bû. Tirkan li ser gir zehf baş
meterîs* kola bûn û rêya hateçûn û peywendiyê girtibûn. Kurd di helmeta* ewil de
ew beşê gir ku top û çadirên zabitan li ser wî de bûn bi dest xistin. Topçî ji topan dûr ketin, eskeran li nav meterisên xwe cî girtin. Mîtralyozê bi xwe qomandarê wan
xebitand û fasila wan û Kurdan tenê 15-20 metir bû. Kurd ser pê rawestayî tîr
davêtin, esker li nav sengerên xwe nikaribûn serê xwe bilind kin, nîşanê bigrin.
Dirêjbûna vî şerî bi zerara Kurdan temam dibû çunkî dibû ku Tirkan yarmetî
bistenda. Her çend bi şev me ev jî hesab kiribû : taqima Fetoyê Şemkî xaniyek ku li
nav Burnê Sor û îstegaha Bayzîdê de bû girtibû, sedek* li ser rêya pêşiya hêza
yarmetî ya Tirkan çêkiribû. Sedê hêza yarmetî ya tirk her çiqas bihêztir be nikaribû
hilweşîne.
Siwarên tirk di pişta Taş Burun de kom bûbûn, curet nedikirin pêş de werin,
çunkî meterisa gulleyên mîtralyoza Feto nikaribûn nedîtî bigirin û li dûr ve xerîkê
temaşayê qirbûna eskerên xwe bûn. Li gel vê yekê jî piçek derengketina têkoşeran
xirab dibû ; rêya paşekêşê rast û rût û dûr û zehf bi tirs bû ; bi pêçevaneyê şûna
eskeran li ser girekî bilind û bi temamî bi ser dor û ber de zai bû. Lewra pêwîst bû
ku kar yeksere be ! Di ser û bendê teqe û gurmegurma şerî de du siwarên kurd ji
perrê hawirû Şexlû perîne û rast ber bi girê ku ciyê şer bû bezandin. Her çend tifing
û mîtralyozên neyar nehiştin, belam heke bi rastî bizanibûna ku ji wan du siwaran
yek bi xwe qomandarê kurd yê din Broyê Heskî ye, her çawa bibûya bi bihayê
giyanê temamiyan jî bibûya ne dihiştin ev du giyan bi selametî derbas bibin ! Paş
gihîştina bi girê şer, qomandarê kurd qîrîn kir, got : "Gelî eskeran ! Ez Ihsan Nûrî
me. Ji bona wî hatim vir ku bêjim Kurd zerarê nagihînin we. Hê ji me kes nehatiye
kuştin. Teslîm bin, çekên xwe bavêjin erdê, metirsin !.."
Eskeran tifingên xwe danîn, dawiya şer hat. Telefata ku eskeran dabû zehf bû,
qomandarê wan jî hatibû kuştin. Di vî şerî de devên guleyên tirk mixabin li singê
Edo Emkî Hesesorî, ku dilê pakê bi atifeyê wî hebû, ket. Devê topa mezin a ku bi
destê Kurdan ketibû bi alîkariya topçiyên dîlketî yên tirk bi aliyê ordûgaha Bayzîdê
zivirandin. Wê gulebaran kirin. Ev topçiyên dîlketî ji ber naçarî bi qiseyên me îtaet ,
dikirin. Lê mixabin ev top tenê 27 guleyên wê hebûn. Top gewre û giran bû,
wesîleyê birina wê jî nebû ; naçarî bi wesîla Tirkên dîlketî bi zehmetê ber bi Agrî
hate kişandin. Birina wê bi qoç û çaxên çiya mimkin nebû ; ji bona ku bi derdê
Kurdan nedihat, mekanîzma wê derxistin veşartin, ta ku Tirk jê kelk wernegirin.
Di vî şerî de nuwînerê* teze yê ermenî Vahan ku di ordiya rûsî ya Çar de zabit
bûye ji girekî gundê Şêxlû temaşayê pelamara şêrane ya Kurdan bû.
Fermandarê desteyê ku bi ser Burnê Reş şandibûm Ferzend Beg bû, di navbera
pêk helperanî ewel de birîndar bû, arîkarê wî Nûro, kurê aza yê Mûsa Bêrkî, hate
kuştin. Tirkan di nav çar dîwarên ku çêkiribûn cî girtibûn, mezgel danî bûn difa'
dikirin. Pey temambûna karê Burnê Sor, Bro Heskî bi tenê ji Çiyayê Qotîs ji jor bi
aliyê jêr bi yarmetiya şerkarên Burnê Reş çû, wanan wisa dizanibûn ku qoçê
Çiyayê Qotis çil siwar girtine. Têkoşerên ku bi birîndarbûna Ferzende Beg û
kuştina Nûro bê ser mabûn, Bro Heskî bi hêza yarîdeder a neyar zanibûn, bi aliyê
Agrî paşekêş kirin. Bro Heskî jî zivirî bi Çiyayê Agrî, îdî pêş de neçû. Ev desteyê ku
karê giringtir ji dîlgirtina hêzên neyar, Burnê Reş bi ohdeyê wan danîbûn, mixabin ji
ewel de fermana qomandar bi cî neanîbûn. Qerar bû ku çil siwar bi şev di qoçê
Çiyayê Qotis derkeve, beyanî kela Bayzîd û bajêr ji Neqeba Şeytan gulebaran bike,
pey temambûna karê Burnê Reş, Ferzende Beg bi hêzên xwe ji qoçê derkeve, ji
jorê bi Gerdena Şeytan û bajêr pelamar ke. Desteyê Burnê Sor jî bi yarîdeya top bi
Taşboran pelamar bibe û dagir bike, topê pêş de bibe Bayzîd û îstegeh gulebaran
bike. Ev çil siwar ta nîvê rê çûne, girê Noreşîn girtin, ji qûçê derneketine. Tenê
karekî kiribûn : siwarên neyar ku ji Kurcî Bulax -sînorê Iranê- bi yarmetiya
Taşboran dihatin pêşî li wan girtine, wan zorê paşekêşê kirine.
Wê şevê Tirkan postên eskerî yên xwe ji pêşiya merivên Agrî hildan, birin Serê
çiyayê pêşiya Agrî. Dotira rojê froke dest bi bombarana navçeyê kirin. Bombeyek li
ber diya Bro teqiya û ev pîrejina ku temenê* sed û deh zêdetirê wê hebû, ev dayik
ku Bro û Eyûb Axa xwedî kiribû hûr kir.
Dewleta Tirkiyê ji bona çêkirina vî şerî Kemaledîn Samî Paşa ku sefîrê Tirkiye bû
li Berlînê ji Almanyê anîbû. Navenda vî generalî navçeya bajarê Wanê bû. Samî
Paşa di navbera salên 1919-1920 de fermandarê firqeya 9a Qafqasê û nuwînerê
Mustefa Kemal Paşa bû di nezda Istenbolê de. Di wê çaxê de Ihsan Nûrî li nav
Istenbolê de eleyha hikûmata Ferîd Paşa helsa. Dewlet wî ji kar avêt, paşê Ihsan
Nûrî bi wî re gotebêj dikir, deng û basên ku bi Ihsan Nûrî pêwîst bû dida. Hikûmeta
Ferîd Paşa ket, Alî Riza Paşa ku li gel Mustefa Kemal bed nebû bû Başwekîl, Ihsan
Nûrî ji nav fermanê dest kêşa, Kemaledîn Samî Paşa jî cardin hate ser firqeyê.
Dibêjin çun berê li gel Ihsan Nûrî aşînayiya wî hebûye Ankara wî ji Almanyê aniye.

SOVYET Û IRAN ARÎKARIYA TIRKIYÊ DIKIN

Wan rojan hêzên tirk ji erdê Iranê ji rohelata Agriya Piçûk de lêdidan, Serdar
Bulagirê girtin, çun hêzên Agrî ew qas nebûn ku her aliyên Agrî biparêzin, bi hêsayî
girtibûn û bicî bûbûn. Nuwînerê Filleyên Taşnaq ku ewî dît, digot : "Heke ta 24
saetan em ji Agrî dernekevin hemû bi destê Tirkan dikevin." Pêşneyara îşev
valakirina Agrî dikir. Belam Kurd ku pênc sal bû tama lezîz a azadiyê girtibûn, bi
hêç çeşnî nikaribûn hazir bin azadiyê bi vê erzaniyê ji dest bidin, ji Agrî derkevin,
navenda şoreşê bi neyaran bispêrin. Li ser wî qomandarê kurd welam* da, got :
"Rast e di nav ev deryaya neyar de nexeniqîn dijwar e, belam em kurd in, ji
gemarobûn* natirsin. Her an dil bikin û gemaro çiqas tengtir û zortir be jî dikarin wê
bişkênin. Ji xwe em naxwazin ji Agrî derkevin !.."
Nuwînerên israr dikir, digot : "Qe nebe, fermandarê kurd nefsa xwe li gel xanima
xwe ji Agrî derkeve." Welama qomandar jî wisa bû : "Ev pêşneyara te ji bo gotin
nahêj e : ez ji bona jiyana şexsê xwe ji azadiya netewî dest nakêşim, giyanê min
ezîztir ji hevalên min, ji ev qaremanan nîne, jiyan û mirina min yek e, ez tu car ji wan
naqetim ! Heke teqdîr be, em tevî hev dimirin ! Tu bi xwe dibînî sî-çil hezar hêzên
neyar dor li me girtine, li pêşiya yek pêşmergê me ji sed û pêncî esker kêmtir nîne.
Top û bombe û froke jî zêde ne. Mayina te li cem me êdî pêwîst nîne, hê helqeya
gemaro bi temamî li dora Agrî nekêşane, hêzên Tirkan ku teze hatine Serdar
Bulaxê îşev nikarin aliyên xwe qors bikin, ji vê derfetê kelk bigrin, şarezayên xwe jî
hilde, îşev ji Agrî derdkevin !.."
Ev şarezayan pênc Ermenî bûn ku çend roj berê bi Agrî hatibûn. Fermandar çû
layê şerkarên xwe û nuwînerê ermenî li gel hevalên xwe çûn ji bo sazkirina ciyên
xwe, wê şevê ji Agrî derketin. Çaxê çûyinê xwastine jina fermandar jî ji Agrî derxin,
gotine : "Ihsan Nûrî jî li pey me tê". Jin di welamê de gotibû : "Her meteris be Ihsan
Nûrî hebe ez jî hevbeş im, qet ewî di nav agir de nahêlim, xwe xelas nakim, hun
herin, Xwedê yarê we be !"


(Dûmahîk heye)

(akam : dawî ; Ararat : Agirî ;
aza : mêrxas, cesûr ; azayetî : mêrxasît cesaret ;
balyoz : sefîr : bedaxewe : mixabin, maelesef
belam : belê, lêbelê ; bêlayenî : bêalîtî, bêterefî ;
berwar : tarîx ; berewurd : dan ber hev, teşbîh ;
berper : kopya ; beyanî : sibehê ;
bîzotin : livîn, hereket kirin ;
çalakî : jêhatiyî, faalî ;
encam : dawîne, netîce ;
froke : balafir, teyare ;
gemaro : mihasere ; gemaro kirin : dor lê girtin, mihasere kirin ;
helmet : êrîş ; helperanî : serhilanîn, isyan ;
helsam : rabûn ; hest : his ;
qorsî : giranî ; jandermarî : hêza, cendirmeyî ;
ji nav birin : şkênandin, mexlûb kirin ;
juen : hezîran ; juîye : temûz ;
karesat ; bela, xax, mûsîbet ;
kat : dem, wext ;
kelk : faîde, istifade ; kelk girtin : istifade kirin ;
komek : alîkarî ; kuhî : kûvî ;
mawe : dem, weş, navber ;
meteris : senger, mewzî ;
merr : pez ;
nebez : ê ku pişta wî nayê erdê ;
neng : şerm ; nîvro : başur, cenûb ;
padaş : xelat, perû ; pêkra : tevî hev, hevre ;
pelamar : êrîş ; pena : stare, iltîca ;
role : zaro, mindal ; senger : mewzî ;
sereta : destpêk ; serboxo : serbixwe, misteqîl ;
şanazî : îftixar ; şar : bajar ; tavan : sûc ; tavanbar : sûcdar ;
temen : emr ; vurdî : hurî ;
xoşbextane : bextewerane ;
yaride : alîkarî ;)

JI KOVARA HÊVÎ HEJMAR 5 / GULAN 1986

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder