7 Aralık 2010 Salı

Serhildana Elkê

06/12/2010 - 07:49
Mihemed Ronahî
mihemedronahi@hotmail.com

Li dû avabûna komara Tirkiyeyê zana û rewşenbîrên kurdan jî dikevin hewldana rizgarkirina Kurdistanê. Di nava van hewldanan de mirov dikare navê gelek rêxistin û fraksiyonan bi lêv bike

Serhildana Elkê

Li dû avabûna komara Tirkiyeyê zana û rewşenbîrên kurdan jî dikevin hewldana rizgarkirina Kurdistanê. Di nava van hewldanan de mirov dikare navê gelek rêxistin û fraksiyonan bi lêv bike. Ji van rêxistinan yek jî Rêxistina Azadiyê ye. Li Kurdistana Bakur li dû avakirina komara Tirkiyeyê yekem rêxistina mezin û bi hêz Rêxistina Azadiyê ye. Avakarên vê rêxistinê bi piranî ji burokrat û fermandarên kurd ên komara Tirkiyeyê pêk tên. Wekî mînak di nava rêxistinê de kesên wekî Yusuf Ziya, Xalid Begê Cibrî, Birayê Yusuf Ziya teymen Elî Riza, Îhsan Nûrî Paşa, Teymenê Wanî Xûrşîd Beg, Teymen Rasîm Beg û Teymen Tewfîq Beg ji van navan çend heb in. Wekî din jî ji mala Cemîl Paşa, Ekrem Cemîl Paşa serokatiya rêxistinê ya Amedê dimeşand. Azadiyê di demeke kurt de gelek giregirên welêt li dora xwe civan dibû. Ne tenê mezin û pêşengên welêt di heman demê de gelek eşîrên kurdan jî bi xwe ve girêdabûn. Ji bo serhildanê li bendî demeke guncan bûn. Lê di demeke bêwext de serhildanê dest pê kir. Destpêkirina serhildanê bi vî awayî pêk tê.
Di 7’ê tebaxa 1924’an de komek Nestûrî diavêjin ser tabûra Elkê û serbazekî û 3 leşkeran dikujin, Waliyê Colemêrgê jî dîl digirin. Li ser vê bûyerê tabûra 7’emîn a Sêrtê êrîşê dibe ser Nestûriyan. Taybetiya tabûra 7’emîn a Sêrtê ew bû ku fermandarên wê ji kurdan pêk dihat û jixwe van fermandaran endamên Rêxistina Azadiyê bûn. Li gorî çavkaniyan dema serfermandarê tabûra Sêrtê Elî Riza Beg digihîje Elkê, ji birayê xwe Yusuf Ziya têlgrafekê digire û di têlgrafê de dibêje ku “serhildanê rawestînin”. Lê Elî Riza Beg vê nameyê wekî danedestpêkirina serhildanê fam dike û bi vê xeletiyê re di 3-4’ê îlonê de serhildana Elkê dest pê dike. Di encama vê xeletiyê de çar fermandarên tabûra Sêrtê (Îhsan Nûrî, Teymen Xurşît, Teymen Rasîm û Teymen Tewfîq) tevî 350 leşkerên xwe,380 tifing û gelek erzaqan firyar dikin ji tabûrê.
Armanca serhildêran bidestxistina alayiya 18’emîn e û çekên wê alayiyê bû. Li wê herêmê 8 eşîrên mezin jî endamê rêxistina Azadiyê bû lê ji ber ku serhildanê ji nişka ve dest pê kir. Alikariyeke baş ji eşîrên derdorê negirt. Ev serhildan gelek zû hat rawestandin ji aliyê dewleta tirk ve. Berê Yusuf Ziya û birayên wî Bahaddîn û Elî Riza Beg hatin girtin. Dûre zavayê wî Faîq hat girtin. Li dû van girtinan dewleta tirk lêpirsîna serhildanê bi kûr ve bir. Bi lêpirsînan ve hinek kesên din jî hatin dîtin ku bi vê rêxistinê re têkildar in. Wekî mînak Xalid Begê Cibirî. Îhsan Nûrî Paşa û çar serfermandarê kurd reviyan Başûr û penihîn Îngilîzan. Dû re wê Îhsan Nûrî wê dîsa vegeriya û serhildana Agiriyê bimeşanda.
Bi serhildana Elkê re Azadî deşîfre bû û hemû kadroyên vê rêxistinê yên burokrat û fermandar an hatin girtin an jî firyar kirin ji welêt. Ji ber vê yekê serokatî û rêvebiriya rêxistinê ket bin destê şêxan. Rêxistinê rengê xwe ji nûjeniyê wergerand formateke oldar û li şûna wan burokratan êdî kesên wek Şêx Seîd, Şêx Evdila û Şêx Şerîf hebûn. Têkçûna serhildana Elkê di heman demê de bû sedema destpêkirina Serhildana Şêx Seîd.
Çavkanî: Cemîl Gundogan 1924 Beytuşşebap isyani ve Şeyh Saît ayaklanmasina etkileri

Çavkanî: Rojnameya Azadiya Welat

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder