23 Aralık 2010 Perşembe

Di medya tirkî de karîkaturîzekirina serhildana





Di navbera salên 1925-1940Î de li Kurdistana Tirkîyê gelê Kurd zordestî,lêdan, ezîyet û îşkenceyên gelek mezin dîtine. Ji cîh û warê kal û bavên xwebi darê zorê hatîye dûr xistin û jê re riya sirgûnê hatiye xuya kirin. Bi hezaranmalbatên Kurd ber bi Rojavaya Anadolîyê hatine sirgûn kirin. Di navbera vansalan de sê serhildanên Kurdan yên mezin pêk hatine, wek Serhildana Şêx Seîd1925, Serhildana Araratê 1930, Serhildana Dersimê 1937. Ji bo KurdênTirkîyê periyoda zordestiyê ya herî mezin bêgum ev periyod e. Dewr, dewraMistefa Kemal Ataturk e. Ew, di navbera van salan de serokkomarê Tirkiyêye.Van zordestî û êrîşên li dijî Kurdan bi metodên mayîn ve jî berdewam kirine.Bi taybetî medya Tirkî di vî warî de roleke mezin lîstîye û wek hêzekê li dijîgelê Kurd cîh girtîye. Di van salan de li hemberî Kurdan di medya Tirkî desefereke vir-derewan û reşkirinê dest pê kirîye. Navê Kurdan wek rêbir,talanker, eşqiya û mirovkuj derketîye. Medya Tirkî hertim li ba dewletê cîhgirtiye, nêzîkî hêzên resmî bûye û tu wextî nebûye hêzeke serbixwe. Ev janamedya Tirkî heta rojên me yên îroyîn jî berdewam kirîye. Dema carina dengênserbixwe peyda bûne, ew deng di cih de hatine qedexekirin û fetisandin.Dema min li ser rêxistina Xoybûnê û serhildana Araratê lêkolînek amadedikir, car caran min medya Tirkî raçav dikir ka bizanibim gelo li ser vê babetêmedya Tirkî çawa tevgeriyaye (hereket kirîye). Min hejmarên rojnameyênwek Milliyet, Vakit û Cumhurîyet yên havîn û payîza sala 1930Î di ber çavanre derbas kirin, tiştê ku bala min kişand zêdebûna hejmara karîkaturên li serKurdan bûn. Min dît ku di rojnameyên Tirkî de gelek karîkaturên cihê cihêli dijî serhildana Araratê hatine çêkirin û di van rojnameyan de hatineweşandin. Hejmara wan gelek zêde bû. Ji ber kêmbûna îmkana kopîkirinêmin mecal nedît van hemû karîkaturan kopî bikim, min tenê bi qasî 15 hebankopî kir. Van karîkaturan ji nivîsên ser Kurdan zêdetir bala min kişand. Ji berku gelek tişt bi heşkere li ber çavan bûn.Di van karîkaturan de motivên gelek cihê cihê hatine bi kar anîn. Motîvahere balkêş motîva êrîşkarî û mîlîtarîzmê yê. Li alîkî leşkerekî Tirk yê hêzdar,mezin û çekdar, li aliyê din komek Kurd hatine dîl kirin (esîr bûne), bêhez inû tên kuştin, angorî mesaja karîkaturê êdî koka Kurdan tê anîn. Êrîşkarî divan karîkaturan de motîva herî balkêş e û di gelek karîkaturan de hatîye bikar anîn. Motiveke nêzîkî vê motivê jî motîva "paqijkirinê" ye. Di vankarîkaturan de tu mêze dikî leşkerekî Tirk gêzîke mezin di dêst de Kurdanpaqij dike, koka wan tîne û ji nav xwe davêje.Çawa tê zanîn di serhildana Araratê de balafirên Tirkiyê roleke mezinlîstine. Çend heb ji wan ji aliyê Kurdan ve hatine xistinê. Di karîkaturên Tirkîyên van salan de temake din jî êrîşkirina balafiran û reva Kurdan e.Di karîkaturên van salan de motîva herî balkêş û bingehîn ku li ber çavandikeve, Kurd wek leyîstokê Iran, Suriyê û Iraqê hatine nîşandan. Bi vî tehrîdaxwazên Kurdan yên etnîkî û netewî hatine veşartin, Kurd wek sîyarênhêzên mayîn di van karîkaturan de hatine bi cîh kirin. Angorî karîkaturanhefsarê Kurdan hertim di destê devletên mayîn de ne, bi taybetî jî îran. Mirovvan karikatûran wek karîkaturên berevajîkirinê jî dikare rave bike. Ji ber kurealîte hatîye veşartin û her tişt hatîye berovajî kirin.Vê periyoda karîkaturîzekirina Kurdan bêguman îmajeke nebaş li Tirkîyêdi derbarê Kurdan de peyda kirîye. Bi saya van karîkaturan sûretekî Kurdanyê şaş û xerab di hişê xwendevanên Tirk de cîh girtîye, vê yekê bandora xweya xerab heta niha jî berdewam kirîye. Wek dokumentên dîrokî ji vankarîkaturan çend heban em li vir di kovara Çira'de careke din diweşînin. Bisaya wan, xwendevanên Kurd dikarin xwe dirêjî salên 1930Î bikin ûpropaganda van salan ya li dijî Kurdan baştir bi çavê xwe bibînin. Ne tenê evkarîkaturên di derbarî serhildana Araratê de, him ev serhildana, him jîkarîkaturên di derbarî serhildana Şêx Seîd û serhildana Dersîmê de, ev hersêserhildanan bi tevayî û bi metodekî rûberîhevkirinê (danberhevdinê) dikarinbibin babeta lêkolîneke gelek fireh û balkêş. Ev kar û bara wusan dixuye kudikeve ser milên hunermendên Kurd an jî kesên ku bi dîroka hunerê ve mijûldibin.




Di medya tirkî dekarîkaturîzekirina serhildana(1930Î)Rohat Alakom

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder