25 Aralık 2010 Cumartesi

BÎRANÎNÊN IHSAN NÛRÎ PAŞA (3)

BÎRANÎNÊN IHSAN NÛRÎ PAŞA (3)
Piştî bi kurtî qalkirina serxwerabûnên kurdîji sala1514ta Agrî, nivîskarê bîranînan çendgotin
li ser dîroka çiyayê Agrî gotibû û paşê herdu serokên serhilanîna Agrî, Bro Heskî Tellî û Ihsan
Nûrî nasandibû. Di salên 1926-27 de mêrxas û welatparêzên kurd ên sereke yek li dû yekîxwe
digihandin Agrî. Dewleta tirk ji bo pelaştina tevgera kurdî qanûneke «te'cîl» derdixe, biserokên
kurdan re dikeve gotûbêjê, da ku ewji dewletê re îtaet bikin. Kurd van pêşneyaran qebûl nakin û
piştî hin bûyerên cîgehî li gundê Kanî Korkê şerekî mezin diqewime di navbera hêzên
rizgarîxwaz ên kurdî û leşkerên tirk.
Leşkerên tirk dişkên (binêre Hêvî, hejmarên 2 û 3).
Komandarê Kurda beyaniyek belav kir, tê de ji bîra rayê têkrayî cihanê
xwast ku li vê babetê qezavet kin. Di vê beyaniyê de nivîsîbû : Kurd eskerên
rûmî ku bi qesda kuştinê hatibûn, pey dîlgirtinê berdidin, azad dikin, lêbelê
Tirk mindalan (zarokan) jî bi tehrekî facie dikujin. Ji Tirkan re dewleta kevn û
medenî, ji Kurdan re jî wehşî dibêjin. Ji herduyan kîjanî wehşî kîjanî medenîtirin?
Zivistan hat, berf melafeyên spî û sarên xwe bi ser Agrî kişand ; çûyin,
lêdan û girtin kêm bûn. Agriyîyan duwanzde telefon bi dest xistibûn, lê sîmên
(têlên) wan nebû. Şevekî qomandarê kurd desteyek siwar hilda çû îstgeha
Beyazîdê ku ordîgeha eskerên romî bû, ji pêşiya mala reîsê riya hesin, qasî
ku pêwist bû sîm anî. Eskerek, çira bi dest, hate derva, dît ku sîm bar dikin, ji
tirsa dengê xwe nekir, zû çû hundir. Rojtira din, di nav çend gundên Agrî de
peywendiyên telefonê pêk hatin. Eskerên li nav Agrî rêkûpêk bû. Uniformên
taybetî ji bona efrad û zabit helbijartin. Efrad li ruyê kumê xwe şiklê Agrîya
mezin û piçûk ku ji berînî hatibû çê kirin lê didan, zabitan jî di şûna Agrîyê
armê Xoybûnê zeliqandibûn û elametên derecên wan jî li rûyê şanê wan bû.
Armê Xoybûnê xencerek rast li nav sunbilek genim li aliyek û li aliyê din
qelemeke dûvîn ê desteyîn bûn ; her sê bi hev ve dizeliqîn û hetavek li ser
qevza xencerê hemîyan di bin tîrêjên xwe digirt
Wê zivistanê qomandarê tirk ji bona kuştina Ihsan Nûrî bi telaş ket, û vî karî
bi Şêx Abdulqadir ku hêjî di îtaeta wan de bû, spart. Şêx ji bona vî karî Davo,
kurê mezinê Bro Heskî Paşê zavayê xwe helbijart ; bêgûman, ewan dizî ve
kar dikirin.
Tirk di babeta bîr û rayên azadîxwazî û eşqa serbixoyî ya Kurdan xafil bûn.
Bi wan wa bû ku divê yekî bi perekî zehf tima' bikin, ku ew bi netewê xwe re
xiyanet bike. Lêbelê ew nizanîbûn ku temamî gotûbêj* û nexşe* bi zanîn û
destûra Ihsan Nûrî bûn ; her çawa bû ev nexşe maweyek* wan xapand.
Bihar hat. Çiyayên Agrî bi çîmenên kesk û gulên rengareng xemilî. Ev çar
bihar bûn ku ev çiyayê mejûyî jêr deselata* Tirkiyê derketibû, bûbû penagaha
aşiqên dilşewat ên azadîyê, neweyên mêrxas ên xwe, singê wê bûbû
navenda* lawanên nebez û canbezar û azadixwaz ên neteweyê kurd, her sê
rengên serbixoyîyî* kurd li ser qûçên wê daçikandî û bi dil û can dihatin
parastin. Ev çiya bûbû kela kurdîtiyê. Ev çiya ji agirparenanê şerkarên xwe re
her wekî kevirên agir perên xwe li qirnên zor kevn bi her aliyê Kurdistana
Tirkiyê diperand. Pêlîseyên bîr û rayên azadiyê van hestên hakimiyeta
bêgane dişewitand, agir pê dixist, dişewitand, dikuşt, winda dikir. Agirê ku
agir ditemirîne. Tirka li pey xwe dikşand newal û çiyan, di dawiyê de di nav
axa xwe de dişewitand.
Qomandarê kurd, ji hîç cî û navçeyê hêviya yarmetî û pêşkêş nebû, silah
nedidît erdên dinê bigire, cepheyek freh ê şer veke. Dizanibû ku li pêşiya top
û froke û tank ên ordiyên meşqdîtî yên tirk bi tifing, ew jî gerek e ji destên
neyar fişengên win bigirin, domanîn hêsa nîne. Ew baş dizanibû ku çiyayê
Agrî bi dest ve bigire, biparêze, bi hoy têkoşerên kurd û bi saya xwe
bextkirina niştîmanî ya Kurdan hêzên dewleta tirk li navçeyên Kurdistanê
berebere biwestîne, ji beyn bibe û bi vê taktîkê nalîna hejaran û hest û
îradeya qayîm a neteweyê kurd ji bona bidestxistina azadiya netewayetî û
mirovayetî bi guhê alemiya cihanî de, nifûza siyasî û aboriya Tirkan bi lerze
xe. Ev bizotina taktîk ji layê navenda Xoybûn pesend kiribûn.
Dewleta Tirkiyê ev car jî weke caranên din rêça pêş girtibû. Di şerê Balkan
ê 1912 de, guh neda doza maf û azadiyên neteweya Arnawût, erdê mezin ê
Rûmeliyê ji çengên wî der çû. Ew bi xişm bi ser Ereban ve çû û muamela bê
rehm a Cemal Paşa, wezîrê deryayê, dardakirina mezinên Ereb di bajarê
Şamê de di hoya raperîna

(* Şerîf Huseyn li Mekkê, temamê Erebistanê ji
gotûbêj : mizakere
nexşe : pîlan
maweyek : demek, midetek
deselat : otorîe
navend : merkez
sebixoyî : serxwebûn, îstiqlal
raperîn : serxwerabûn, isyan)

destên wan çû. Ewan ders negirtine. Li ber efkar û xeyalatê pantûranîzma
xwe, hazir nînin seddekê Aryarêgez li ser riya armancên xwe bibînin, ku
Kurdistan jî, ku nifûsê wê 26 nifûsê temamê Tirkiyê ye, jê biqete !
Min ji bona pêkanîna teşkîlata Xoybûn li nav Kurdistanê û sazkirina
helsanên giştî pêwist dît ku desteyên canbezaran bi nav Kurdistan bişînin,
him li Tirkan eziyet bikin him jî teşkîlat çêkin. Hejmara van desteyan kêm bû.
Bi cîgahên dûr diçûn. Li navçeyên zor dûr ev kar dispartin stuyê hêzên navçe.
Bi vî tehrî, hakimiyeta tirk ne tenê li nêzikayetya Agrî, belkû di tevayiya
Kurdistanê de di nav agirê azadiyê de sûta. Navenda ev agirperan Çiyayê
Agrî bû û hejmara Agriyîyan zehf nebû. Zeviyên ku bikarin biçinin zor kêm
bûn, ev jî li jêr agirê Tirkan bûn, xincavî kesî nebû vî karî bike. Ên ku destên
wan tifeng digirt, li pêşiya neyar bûn. Ewan li pêşiya ordiya mezin a dewleta
Komara Tirkiyê singên xwe kiribûn mertalê derd û belayên Kurdistanê û
erkên (wezîfên) giran û dijwar ji bo azadiya Kurdan girtibûn ser stuyên xwe. Di
vê rêyê de zor kend û kosb û têgeriyan li ber wan hebûn. Beşê wan hemîşe bi
zehmet û metirsiyên mezin, lêbelê giyanê wan li bin siya alaya netewayetiya
xwe pir bi zewq û xoşî bû. Jiyan li nav Agrî zor asayî û tefrih bû, hesp
bezandin û nîşan avêtin bû. Belê ne tenê tefrîh, belkû li şer jî zehf kêm
mîtralyoz agir dikirin û dixebitandin. Ji vê bonê, ji kêmasiya fişeng zehf
tengîne bûn. Tiştê ku li Agrî nikaribû bi rê keve tirs û yeîs û naumîdî bû.
Paş şerê Kanî Kork, hêzê dil û radeyê bîr û bawerî ya rûniştevanên Agrî
zêdetir bû. Baweriya wan ew qas bû ku digotin qolordiyek tirk jî newêre were
ser me. Rastî jî wisa bû. Zabitek tirk bi navê Zûhdî Gûven, paş gihîştina alaya
xwe, di babeta şerên eskerên tirk û kurd de dinivîse : «Li şerek da ku li ba
Osmanê Kilim -(Altun diş) li nêzîkî xêlî Şemkan, li navçeya Tuzlice (berê navê
wê Qulq bû li navberalgdir-Qaxizman) qewimî esker paşekêş kir. Roja din ez
tevî tabûrek peya li Meydana şer geriyam, laşên çar esker peyda kirim, bi
merasîmê eskeran defn kirim. Rojtira din jî, ji bo geryana çiya û newalan li
jorê konên reş ên xêla Şemkan şeş Kurdan li nav newalan dîtim min ew girtin
û zivirîm navenda xwe.»
Ewanan bê şik pez çêran bûn ku belasebeb girtibûn û biribûn. Dewlet qerar
dida ku hemleyek eskerî li ser xêla Şekan ku li jêrî serokayetiya Têmir Axa bû
bikin. Ji vê bûnê, qomandarê navçê general Subhî çend ferman dida. Paş
hêrîşkirin, ew şevê li gundê Kapluçe derbaz dikin. Di vê şevê de karesatek
diqewimî ku Zûhdî Gûven wisa dinivîse : «Em razayî bûn, bi dengê tifing şiyar
bûn, me bihîst ku nobedar dibêje : "Ji vê derê revî, ji vê derê derbas bû !" Em
hemû bi cil û berg raza bûn, tifinga me li tenişt, tabance li pişt bû. Nişkeva li
derva beziyan, me dît "Amo" nav şeqira ku bi xwe re bi şiklê beran xistibû nav
gund, ketibû bin loda giya, derxistin. Amo du gule xwaribû, yek ji hestiyên
çenga wî xurd kiribû, ê din bi millê destê wî ku tifing ragirtibû ketibû.
Herçiqas ku birîndar bû, nikaribû bi kar bike, ew bi wî destê birîndarê xwe
tifinga xwe li hemêz xwe pêçand, lê esker rê nedida, wî anîn kêleka çadira
xwe. Jê pirsîn : Ji bo çi ser û qilafeta wekî beran ketiye û hatiye nav gund ku
pir esker iê ye. Birîndar welamê (bersîvê) da, wisa got : «Ji bona girtina tola
Ibrahîm Feto hatim, Min dixwast di nav çadira we zabita kevim, we bikujim !
Bedbextane beriya ku bikevim çadira we, qereqola we ez dîtim, birîndar
kirim.»
Amo ji xêla Şemkan, ji desteya Keremê Qaso bû. Ji ber ku gelek xwîn ji
birînên wî rijiyabû, li wê derê mir. Lê di vê babetê de Kurd ewê çawa be tola
xwe bigirin ! Diyar e ev birîndar ji rûyê çûyinî xwîna zehf nemiriye, ewî li nav
çadira xwe kuştine. Ev ayîneyek e Tirka li gel birîndarên kurd çi revtarî dikin.
Wey li halê dîlketiya ! Ku eva jî emê li jêr bibînin.
Rojek din çend kesek ku ji xêla Şemkan girtibûn, biribûn ser riya Qerekosê.
Di vê babetê de jî dîsa zabitê tirk Zuhdî Gûven dinivîse : «Li nêzîkî Balikligöl,
em ketine agirê desteyeke kurd. Panzde Kurd, ên ku dîl bûn, me dibir. Destên
wan girêdayî bûn. Wekî kitleyek di nav du aliyên agirê tifingê ma bûn. Di ev
pêkî helperane de ev destbestan hatin kuştin.»
Rastî ev e ku ew panzde girtî birin nav çiya, gullebaran kirin, kuştin.
Radeya pîsîtî ya vî karî baş dizanibûn, loma bi awayê jorîn di rojnama de
belav kirine.
Şêx Abdulqadir li gel wan ên ku jê re îtaet dikirin, ber bi çiyayê Ala Dax bi rê
ketin. Agriyîyan nedixwastin ku şêxê tabiê Dewletê bê û li quncekî Agrîyê de
rûne. Qomandarê kurd pîlanek danî. Beşê mezin ê xêla Hesesorî û Qotan ku
li jêr fermana Dewleta Tirkiyê bûn û li gel Agriyiyan jî nava wan çak bû, li
nêzikî Qizil Dize riya Şêx Abdulqadir girtin. Beriya wî, serokên ev du xêlan li
gel berpisiyarên hikûmata tirk li Bayzîdê axaftibûn. Dewlet ji vî karî re razî
bûbû, ji ber ku ewan gotibûn ku Şêx Abdulqadir li gel Agriyiyan yek e û bi
fermana wan û mebesteke taybetî ber bi Çiyayê Ala Dax diçe. Li katek de
rastî wisa nebû. Di babeta suîqesta Ihsan Nûrî ewî li gel Dewlet bi dil hevkarî
dikir. Tenê di babetê Ihsan Nûrî de, li yek hedîseyek xwastine kuştina wî ; ev
hedîse awa bû : Şêx Abdulqadir ku xwe bi dewlet spart, Elo Beşo ji nav xêla
Şakan teslîm Dewlet nebû. Mala wî jî li kêleka mala Şêx bû. Çendî pêş Şêx
Abdulqadir tifingciyên xwe şand ser zomayê Elî Beşo û dorê lê girtin. Şer
çêbû. Desteyek ji hêzên Agrî li hawara Elo Beşo çûn. Merivên Şêx pare
kişiyan. Pey mehek jî, katê Elo Beşo çûbû nav Tirkiyê, malên wan bê mêr
mabûn û Şêx dîsa merivên xwe şand, bê şer malên wan talan kir. Wê rojê
Taceddîn, ji xêla Zirkan, mêvanê wan bû. Ewî jî li gel çend merivên şivan û
xulam dîl girtibûn, biribûn. Ji dûr ve Şêx wan dibîne, dibêje : ew kî ye ? Çun
kincê Taceddîn Beg mîna kincê Ihsan Nûrî bûye, dibêjin Ihsan Nûrî ye. Şêx
dixeyide, dibêje : «Ez çi bikim ? Ne dikarim bikujim û ne dikarim, bi Dewlet
tehwîl bidim Kurda bixim neyarê xwe !»
Mebesta Tirkiye ev bû ku li nav eşaîrên kurdî neyartî pêk bîne. Ev neyartî
dibe duberek li nav pareke xêlanî du aliyên ku li Agrî di bin ala azadiya kurd
de dijiyan. Bi vê hêviyê ji xwastina Qotan û Hesesorî re muwafaqiyet kiribû,
agahiya wê nebû, nikaribû bizane. Wan ên ku ji bo stendina mafên netewayî
giyana xwe bi hîç dudilî û bi şadî feda dikirin, hîç hêzek nikare di nav wan de
duberî çêke. Bi taybetî mîna hedîsa Şêx Abdulqadir ! Paş şerekî kêm, xêla
Şêx riya xwe vekir, xwe gihand Çiyayê Ala Dax. Waliyê Bayzîdê ji tirsa
Kurdan, ciyê xwe li gel qeymeqamê Qere Kosê guherî bû. Li Qere Kosê
rûdinişt, ji xwe re dîsa «Bayazit Valisi» digot. Xwast ku Şêx Abdulqadir here
cem wî.
Şêx Abdulqadir xwast cem xwe. Şêx ji ber ku êdî bi dewlet baweriya wî
nemabû ew dizanibû heke dewlet nedixwast agahdar nebû. Hesesor û Qotan
ji dewlet ditirsiyan, nikaribûn riya wî bibirin. Kesên netewexwazên derûdorê
wî jî ji wî re digotin : «meçe, dixwazin te bigirin !». Li ser vê yekê, ew bi xwe
neçû, brayê xwe, ku zavayê wî jî bû, şêx Hesen şand. Li aliyê din Qotan û
Hesesoran bi walî gotin : «Te dît bi xwe nehat, ji niha ve nafermanî kir !» Walî
bi xiyaneta Şêx bawer kir ku ta ew ro dostê dewlet bû, ji dewlet qetiya bû. Bi
rastî ev hemû nexşeyê* qomandarê kurd bû. Şêx bi dirustî fermanberdarê
dewlet bû, ji bo kuştina min bi dewlet re hevkarî dikir. Mebesta* Romî ev bû
ku neyartî têxe nav êlên kurdî, çun beşekî Hesesorî û beşekî Şakî li nav Agrî
bûn, ji bona azadiya Kurdan xebat dikirin. Dewlet dixwast di nav wan de
neyartî çêke, hêzên Agrî bibin du ber, dewlet jê kelk bigire. Bi vê hêviyê bû ku
dabûn ser vê reyê û dewlet nikaribû bizane ku wan ên ku ji bo girtina mafên
netewayetî yên xwe giyana xwe bi şadî feda dikirin. hîç hêzek nikare di nav
wan de neyartî çêke.
Agriyiyan ber bi serê çiya hilkişiyabûn, çûbûn zozanan. Serokayetiya eskerî
ya tirk bolikek hêzê peya û erebeyek top li Burnê Sor (Pozê sor) li pêşiya pira
kevirê şêxlû ku li ruyê çeşnê sînorê Agrî-Tirkiye bû, cî bi cî kir, bolikek hêzî
peya jî li Burnêreş li pêşiya rûniştgeha Ihsan Nûrî û Bro Heskî li gundê
Kurdava danî. Hêzên tirk meqerên xwe qayim kirin, ji vê noqtê ta sînorê Iran
bi hêztir kirin. Topekê li girê Burnê Sor de danî bûn, dorûbera Çiftlik -li nav
Kurdava-Şêxlû -li bin agirê xwe digirt. Ev top her ew topa mezin bû ku Ihsan
Nûrî wê çaxa ku di sala 1922 de li navçeya Bayzîdê de qomandarê sînorê
Tirk û Iran bû, danîbûn bin emrê wî ku di şer de jê kelk bigire, lê çaxa
paşêkeşê kir di cî de hiştibû ji ber ku wesaîtê birina wî nebû.
Qomandarê tirk bi van karan pê wa bû Agriyê dixe gemaro*, ku îndî nikarin
ji Agriyê ber bi derve hate çûn bikin, lê ew nikaribû pêşiya wan bigire ! Di wê
dema ku qomandarîtiya tirk bi vî awayî xwe bihêztir dikir, hêzên niştiman
perweran jî bi çeşnê din zêdetir dibûn. Emerê Besê, Serokê Xêla Kelturî ku li
bin tarê bakûra Agrî li navçeya Igdirê rûdiniştin û dîsa li vî aliyê çiya de Eloyê
Bekir û Abdullah Xelef, Serokê Qizilbaşoxlî, ku yek ji azadîxwaztirîn û
19
mêrxastirîn xortên kurd bû û çend sal berê tevî beşeke êla xwe ji Iran hatibûn
nav Kurdên Tirkiye û li Rohelata Agrî de rûniştin, Enwerê Mizraq ji nav mala
serokayetiya Xêla Zîlan hatin tevî teşkîlata Agrî bûn. Bi ev çeşnê Malbenda
bakûra Agrî jî bi hêzên Agrî yek bûn. Hinekî Kurdên aliyê bakûra çiya hê jî
tabîyeta Tirkiyê bernedabûn. Dîsa taveroja ala serbixoyî kurd tevayî çiyan bi
tîrêjên xwe ronak kiribûn. Hîç memûrekî dewlet nikaribû serî li çiya xwe.


ARDAŞÎR MÛRADYAN

Ev havîna sala pêncîn -1929- a şoreş bû. Em derketibûn zozanan. Kurdek
perîskeyek diyarî hat layê Ardaşîr Mûradyan, ku li cem me nuwînerê: Fileyên
Taşnaq bû. Diyarî tevî reşbelekek da bi Ardaşîr û got : «Kurapê te ji bona
dîtina te ji Tiflîs hatiye Erîvanê, vê diyariyê ji bona te şandiye û ev reşbelekê jî
nivîsî da.» Di nav reşbelekê de nivîsîbû : «Min bihîst ku tu li Çiyayê Agrî de yî,
ji bona dîtina te ruxset girtin, hatim Erîvanê ta te bibînim. Rojek were Araliqê
kenarê Arasê, ez jî bêm, em hevûdu bibînin !» Ji Araliqê re Tirk digotin erdê
Tirkiyê ye li qerexê Arasê, lê ew li bin çavdêriya Agrîyiyan bû. Çemê Arasê jî
sînorêTirkû Rûs bû !..
Ardaşîr israr dikir here wî bibîne ; çendin sal bûn ew hev nedîtibûn.
Qomandarê kurd nedixwast ew tenê here, panzde siwar li jêr fermna Emerê
Besê Keltûrî pê re şand û bi wan got : «Nabe ji çemê Aras derbas bin, ew
berê navçeya Rûsan !» Navçeya Araliq ku li Bakûra rohelata Agrî ye şênzar e,
bê dar û bê hêşînatî ye, zor germesî niye ku li bin de rahet kin, aliyê rûs
bipêçivanewî pir dar û hêşînatî ye. Zabitê reîsê postê^ şûrewî (sovyetî) deng
dike dibêje : «Kurmamê te li Erîvan e, têlefon dikim tê.» Ardaşîr zabit naskir ku
ku file ye, bi zimanê ermenî xeber dide. Zabit walamê (bersîvê) dide, dibêje :
«Ez bi zimanê file yî nizanim» Ardeşîr dibêje : «Ez te nasdikim.. tu file yî.»
Zabit haşa dike û êdî bi zimanê rûsî qise dikin. Zabitê rûs dibêje : «Çira li wê
derê li bin tavê, di vê germê de disekinî ? Were aliyê me, di bin siyê de
istirahet bike ta kurmamê te were !» Rastî jî aliyê me havînan zor germ dibe.
Ardaşîr bi Emerê Besê dibêje : «Rast gotiye ! Were emê çem derbas bin,
herin cem wî.» Emerê Besê dibêje : «Qomandar meger nego derbasî aliyê din
mebin.» Ardaşîr dibêje : Qomandar nizanibû em ev qas li vir radiwestin. Heke
hun neyên, ez bi xwe diçim.» Emerê Besê dibîne ku ew diçe, ji bona ku wî
tenê nehêle, ew jî çar siwar hildide, li pey wî diçe, çem derbas dibin diçin
postê rûsî. Siwarên din li wêderê dimînin.
Zabitê rûs dibêje : «navenda me zor nêzîk e, kurmamê te tê wê derê,
kereme kin biçin wê derê, li wê baştir dikarin ji bo we xizmet bikin.» Diçin,
çaxê hindurê xanî dibin Rûsan wanan bi sarî digirin, hesp û tivingên wan ji
dest distînin. Emerê Besê bi Ardaşîr dibêje : «Ez ji wan ditirsim ; niyeta wan ji
bo me pak nîne.» Ardaşîr dibêje : «Rast e min jî şek bir.» Saetek disekinin ji
20
kurmam xeber nayê. Li ber ev e ku Emerê Besê, ku sar û germa jiyanê dîtibû,
peywendiya wa bi jiyan re zehf bû, bi Ardaşîr dibêje : «Ez dixwazim her çawa
be xwe xelas kim.» Ardaşîr dibêje : «Ez nikarim, heke tu dikarî here !»

REVA EMERÊ BESÊ

Emerê Besê diçe cem serokê navendê, dibêje : «Siwarên min li wî alî li ber
tereşka tavê mane, dixwazim herim wanan jî bînim berê Rûsan.» Rûs pê
xweş dibin, dibêjin : «Zor çak e !» Hespek tînin ku siwar be, mêze dike hespê
wî nîne. Emerê Besê dibêje : «Ez gerek e bi hesp û tifinga xwe biçim. Hesp û
tifinga min nebe, siwarên din xeyal dikin hin hesp û tifingên me ji destên me
girtine û êdî nayên.» Ev qise pesend dikin û tifinga wî tînin didin wî. Siwar
dibe, tê cem post. Zabitê postê rûs dibêje : «Gazî ke, bixwaze bila siwar
bên !» Emerê Besê dibêje : «Ewanan Kurd in, wekî we rêkûpêk eskerî
nizanin. Heke ez bi xwe neçim layê wan, wan serwext nekim, nayên. Pêwîst e
ez bi xwe herim, wan bînim.» Zabit razî dibe. Emerê Besê ji çemê Aras
derbas dibe, diçe nav siwarên xwe, ji wan re dibêje : «Siwar bin !». Carekê bi
hevra ber bi Agrî çarnal hespên xwe dibezînin. Bi ev çeşne xwe ji destê
Rûsan derdixe. Rûs Ardaşîr û çar siwarên kurd dest bi ser dibin Erîvanê,
kincên wan diguhêrin, paşê dibine Tiflîsê davêjin bendîxanê.
Min kaxezek ji Rûsan re nivîsî û bi wasita postê sînorê rûs û ji wan Ardaşîr
û çar siwarên kurd xwast. Çend rojên din her çar siwarên kurd tînin Erîvanê,
hesp û tifing û kincên wan didin wan û dişînin Agrî. Qomandarê kurd
kaxezekî din nivîsî û car din Ardaşîr xwast, kaxez da Seyîd Resûl, bi çend
siwaran ve şand. Siwar çaxê nêzikî çemê Aras dibin, ber jêrî guleyên postê
Rûsan dibin, Seyîd Resûl brîndar dibe, dizvire, êdî nikare kaxez bide. Çend
roj paşê, bi toleyê ev karê Rûsan, min desteyek ji Agrî şand bajarek
Ermenîstanê' ku li bakûra rojavaya Igdir û li qerexê çemê Aras de ye, bi şev
girt bin agirê mîtralyozan. Min paşê bihîst ku Ardaşîr ber bi Sîbîryayê dûr
xistibûn.

HUSEYN, PAŞA Û HACÎ MUSA BEG

Li nîvê havîna wê salê -1929- de, Memo û Nadir, du kurên nebez ên
Huseyn Paşa, mezinê Xêla Heyderî tevî du bra û braziyek xwe ji Sûriye hatine
ketine nav erdê Kurdistana Tirkiyê, paş derbasbûna navçeyên Midyat, Bîşêrî
û Gerzan têperîne der û pişta Mûşê. Sê kesên wan li nav şikeftek bi destê
Tirkan dîl ketin û hatin kuştin. Herduyên mayîn, Memo û Nadir, xwe gihandin
Agrî, hatin cem min.
Kor Huseyn Paşa reîsê mezinê xêla Heyderî, bi nifûztirîn serokê navçeya
dor û pişta Wan û Bayzîdê bû. Hevalê wî Hacî Mûsa Beg serokê jîr û bi nifûzê
malbendê Mûşê bû. Ev herdu reîs li ser û bendê pêkanîna Komîta Serbixoya
(Istiqlala) Kurdistan, li bin seroktiya Miralay Xalid Begê Cibranî li gel wan
heypeyman bûbûn. Çaxê ez, bi zanîna vê Komîtê, ji bona serbixoyî kurd li
navçeya Beytuşşebab rabûm û şkest xwarim, ji hevalên min milazimê ewel
Alî Riza Beg, brayê Yûsif Ziya Beg ku li Meclîsa ewel a Komara Tirkiyê
nuwînerê Bedlîsê bû û uzvê Komîtê bû, Komîte hate girtin. Brayê wî û zavayê
wî Faîq, Beg jî girtin. Serokê Komîtê Xalid Begê Cibranî li nav Erzerom -
Qerekose - Patnos - Ercîş - Adilcewazê birin Bedlîsê. (Riya kin a Erzerom -
Bedlîs - di aliyê Xinis û Mûşê diçû û ew rê ji nav xêla Cibranî derbas dibû, ji
bona wî di wê riyê de nebirin, tirsiyan ku xêla Cibranî wî ji destên wan bigire).
Li Bedlîsê wî avêtin bendîxanê. Çaxê digihîjin Ercîşê (ciyê rûniştina Kor
Huseyn Paşa) Xalid Beg hêvî hebû ku Huseyn Paşa wî ji destê eskeran ve
bigire, çun li navenda xêla Heyderî de bûn. Heta Xalid Beg bi Huseyn Paşa
wasite gihand, lê Huseyn Paşa hîç karî nekir ! Hacî Mûsa Beg girtibûn,
şandibûn Bedlîsê.
Li ser û benda raperîna Şêx Seîdê Cibranî, Xalid Begê Cibranî û Hecî Mûsa
Beg ligel Mulazim Alî Riza û brayê mezin ê wî Yûsif Ziya Beg, ku berê
nuwînerê Meclîsa mezin a neteweyî ya Tirkiyê bû, di bendîxaneya Bedlîsê de
girtibûn. Li Kor Huseyn Paşa li nav xêlata xwe azad bû. Pelîseyên agirê
hilperîna xêlatên Cibranî, Zirkanî, Hesenanî bi sînorên Heyderan jî gihişt, ji
Huseyn Paşa jî xwastin bi ehdê xwe wefa ke ligel şoreşê hevbarî bike û
nekir ! Navbera ligel evî ku mal û dewleta wî gelek bû, girêdayê eskeranên
tirk dildadeyê li reyanên vanan bûbû bi ev bahanê ku çavrevanê welama
Simko ye, îro sibê dikir. Tenanet şêx Seîd şkest. Paş ev şkanê, taqimek li
şerkeranî Cibran, Zerkan, Hesenan tevî brayê şêx Seîd, şêx Mehdî û kurê şêx
Seîd Alî Riza, ber bi sînorê Iran paşekêş bûn. Di vê demê de ku dixwastin ji
malbenda Heyderan têperin, Huseyn Paşa maweyê heft roj rê li sertêkoşeran
birî. Axir, şerkarên kurd paş şerekî zor, ji mirovên Huseyn Paşa bi hêzên
Tirkan re hevkarî dike !
Iran xwast têkoşerên kurd ji çek, bike, lê ew serê riya xwe vekirin, çûn cem
Simko. Lêbelê Ferzende Beg û serokê êla Zirikî Kerem Beg hatibûn kuştin.
Hinekî mirovên aza û niştimanperwer ên xêla Heyderî tevî pêk hilperan û
teqetuq yarideyê têkoşerên kurd dabûn. Tenê evê ku vê xêlê bednav kir
kuştina du kesên Hesenî bi navên Tahir û Beşîr li gundê Kendal Beş û
spartina du Heseniyên din bi navên Hesenê Zubêr û Şemsedînê Lewend bi
destên Cendirmên tirk ! Ev du kes riya xwe winda kiribûn hatibûn mala Bedrî
Beg. Navbera bi dizî ve bi hêza A. Boga ragiyandibû. Hikûmat çend nefer
cendirme şandibû. Wexta ku ev kes li odeyekê Bedrî Beg razabûn, cendirme
wan di nav nivînan de digirin, dibin nav riya Bedlîs-Xerzan. Cendirme ev qas
li wan dixin ku Hesenê Zubêr dimire, Şemsedîn namire, wî dişînin şarê
Izmîrê, li wê derê sê sal li bendîxanê dimîne, paşê ji bendîxanê direve, bi
zehmet tê xwe digihînê tîpê Ferzende Beg Hesenî û bi canbezariya xwe li ser
riya azadiya neteweyî ya xwe dewam dike. Paşê ku qaremanên Heyderan ku
li riya azadiya neteweyê kurd xwîna sorê xwe rijandin, ev du karesatên pîs ji
ser navê xêlata xwe şûştin.
Huseyn Paşa xwe hevbeş nekir şoreşa Kurdan ne tenê xêla Heyderan
tenanet xêlên mezin ên Zîlan. Sîpkan, Celalî, û eşîrên din ên kuçik jî tevî
şoreşê nebûn. Pêvenda Huseyn Paşa bi regezê kurd û hebûna navê kurd li
ser wî pêwist bû cezayê xwe bibîne, xizmetkirina bi dewleta Tirka nikaribû
ewî jê dûr xe, ji ciyê xwe xelas ke, ji bona ku ew Kurd bû. Ji ber eve, paş
temirandina şoreşa Şêx Seîdê Mezin, di naverasta zivistanê de, dewletê
Huseyn Paşa girt tevî jin û zarên wî, di haletên zor xirab de, di berfa zivistanê
de ji Kurdistanê di bin muhafeza cendirman de birin Anadola Rojava û wî ji
welêt dûr xistin !..
Hacî Mûsa beg bi têgihiştî û bi zîrekî xwe paş mahkeme ji bendîxana
Bedlîsê rizgar û mehkûm bi dûr xistibû. Ev du xizm û hevalên kevn di ciyê
dûrxistinê, Aydin, de hev dîtin, li ber eve ku herdu jî li pêşî de bi azadî û serokî
jiyabûn û sîlehşorê wan hebû, dûrxistina wan ji wan re zor giran hatibû. Di
babetê revê de giliyê xwe yek kirin. Diravê zêrê zer ê Huseyn Paşa gelek bû, ji
bona xwe û mêrên xwe yên ku dikaribûn tifing hildin hesp û tifing bi zêr kirîn,
jin û zarokan li du kuran spart, bi xwe tevî Hacî Mûsa Beg û çend kur û
neviyên xwe şevekê ji şar derketin ber bi Sûriyê bi rê'ketin. Li Sûriyê mêvanê
Haco Axa, yek ji serokên mezin ên niştimanperestên xêla Hevirkî, bûbûn. Ji
navbera deng û basên di babeta Komîta Xoybûnê bi dest anîn. Dilniyazî û
wefadariya xwe ya beramberê vê Komîtê li ser kaxez dinivîsin û bi çeperê ji
bo Komîta Navendî dişînin. Bi min xeber dan, min nivîsî wan bişînin Agrî. Ew
bi riya Iraq û Iran bi rê dikevin, li nav şarê Mûsilê ingilîz pêşiya wan digrin, wan
car din dizvirînin Sûriyê. Hacî Mûsa Beg nexweş dikeve, radizê, paş çend
rojan diçe rehma Xwedê, hevalên riya xwe tengezar dihêle.
Ji bo bicihanîna fermana Xoybûn, çar kur û neviyek Huseyn Paşa ji nav
Kurdistana Tirkiyê bi xwe, Huseyn Paşa û kurekî wî, Edo, û xwarzek û
neviyek wî jî ji nav Kurdistana Iraqê ber bi Agirîyê bi rê dikevin. Ji desteya
pêşîn sê kesên wan di nav şkeftek de bi layên hêzên dewletê ve gemaro*
dibin, tên kuştin, Memo û Nadir Beg xwe dighînin bi çiyayê Agrî.

KUŞTINA KOR HUSEYN PAŞA

Lê Huseyn Paşa ji ber ev peymanşkênî û xiyanet û nepeyayetî ku bi
helsanê kurd kiribû tevî hevrêyê xwe di şevek de li jêr gulleyên Kurdekî ji xwe
xaîntir hatin kuştin. Ev hemû mal û pere û xêl ku ji bona parastina wan tûşî*
gemaro : mihasere
tûşî bûn : rast lê hat
xiyanet bi netewayê xwe bûbû li vê gavê, dewaya mirinê de wefa nekirinbû.
Di katek de ku sed hezar zêrên zer ên Osmanî yên wî hebû ligel roleyên* bê
nivîn û bê kefen mirî, ji hezaran malên Heyderî yekî bayê serê wî nebû, wan
ên ku li ba wî bûn bi agirê wî şewitîn, kesî laşên wan çal nekir. Bi vî tehrê
padaşê* xulamî û wefayî bi dewleta Tirkiyê û xiyanet bi hevregeyê xwe Kor
Huseyn Paşa çû, tola neteweyê kurd hate girtin. Her çend Xoybûn ji bo karên
xelet ên wî li wî bexşa bû, lê di mahkemeya Xwedayî de qerar pêwîst e îcra
bibe ! Heçî qatilê wî, ewê daxa pîsî û xiyanetê li nav çavên wî hebe û bimîne.
Kor Huseyn Paşa ji Sûriyê bi rê ketibû, ji nav xêlatên kurd ve derbas bûbû
hatibû li bakûra Iraqê mala Şêx Ehmed Barzanî, brayê mezin ê qaremanê
kurd general Barzanî. Kurê Hacî Mûsa Beg Medenî û apê wî Nuh Beg jî li wê
derê bûne. Paş çend roj rahetî bi rê ketine. Wê gavê Nuh Beg dibêje :
«Braziyê min Medenî zor dixwaze here Agrî, ewî jî ligel xwe bibe.» Huseyn
Paşa jî xweşhal dibe. Ew jî çend siwarên xwe hildide, ligel hev bi rê dikevin, bi
dizî ve ji sînorê Iraqê derbas dibin. Şevek li çiyayek dimînin. Medenî û
mirovên xwe bi pîlan û nexşeyek pîsî xwe, nepeyawane Huseyn Paşa û
hevalên wî, çaxê di xew de bûne, namerdane dikujin, diçin teslîmê Tirkiyê
dibin. Şêx Ehmed Barzanî paş lêkolînan têdigihê ku brayê Hacî Mûsa Beg,
Nuh bi dizî ve bi dewleta Tirkiyê qise kiriye, qewl girtiye ku ew Huseyn Paşa
bikuje ewê dewleta Tirkiyê jî wî efû bike û destûra kuştina wî dide. Şêx
Ehmed, paş muhakeme û pêregihiştina qewl û qerarê Nuh Beg û Tirkiyê, Nuh
Beg Idam kir, nehişt ber lêbihurtin û xweşbûnî Tirkiye keve, ji efûya xwe kelk
bigire..
Di dawiya havîna 1929 de, li nêzikayetiya Agrî, li nav sînordarên Iran û
Tirkiye pêk helperanî bû. Sînordarên reşîd ên Iran bi yekî postayê sînorê
Tirkiye rekib kirin, girek ji wan stendin. Têkoşerên kurd bi yariyê Iraniyan
hatin. Zabitê tirk tirsiya, bi zabitê Iranî re gotûbêj kir, li hev hatin. Wê çaxê ez li
Agrî nebûm, ji bona serdayinê bi bingeyên Komîteya Xoybûn çûbûm navçeya
Abaxê li wilayetê Wanê, ji Agrî defketibûm. Di ev ser û bendî de bû ku Şêx
Abdulqadir xerîkê geran ji zozanên Aladax bû. Li malbenda çiyayê Tendûrek
ketibû pelamara* hêzên dewleta Tirkiyê. Xelkê wî esbab û per û pertalê xwe û
hinekî pez û dewarê xwe bi cî hiştibûn, bi halekî perîşan xwe avêtibûn Agrî,
jin û zarên xwe ji nav derxistibûn. Şêx Salihê braza û Şêx Yasînê kurapê wî û
çend kesên din, jin û mêr hatibûn kuştin. Bi vî halî Şêx dîsa ketibû rêza
têkoşeran.
role : zaro
padaş : xelat, perû
pelamar : êrîş, tecawiz
24
SERPÊHATIYEKE TIRSNAK
Di zivirandinê de, li mala Yûsif Axa, hevaljina min Yaşar Xanim ku bi
pasaport ji Tirkiyê derketibû çûbû Sûriyê, ji wir hatiye Tebrîzê. Min meriveke
şand ku wê bînin. Di vê meselê de rudavekî* tirsnak hate serê min. Posteciyê
min li bajarê Xoy bû. Min xeber şand jê re, adres dayê ku here xanima min
bîne. Deh roj kêşa, min cewab negirt. Min Kurdek bi navê Silo, ji nokerên*
Yûsif Ebdal Axa kir cem xwe, cilekî kevn î peritî yê kurdî li xwe kir, tifinga xwe
hilda û bi peyatî bi rê ketin çûm bajarê Kela Xoy, li mala feqîrek nasê Silo
mam. Bi şev çûm mala posteciyê xwe û min jê pirsî : «Tu çira neçûyî ?».
Got :

(«Pakêta* ku te şandibû mora li ser wê mora dewletî bû, nizanibûm li ku bidim,
loma neçûm.».)

Min li pakêtê mora hevîgeya Xoybûn dabû. Min got : «Adresa
ji bona anîna eyala min nivîsî ye, pakêtê jî bide vê adresê.» Ew çû, çend roj li
hêviya wî mam, nezivirî. Rojekî derketim bigerim. Min kumekî pehlewî jî danî
serê xwe. Di kuçeyek xelwet diçûm, min dît li pêşiya deriyek çend cendirme
qise dikin. Li pêşiya wan derbas bûm, min bihîst yek ji wan «Efendî ! Efendî !»
gazî kir. Dizanim, gazî min dike, min xwe dame nefehmî. Yek li pey min
beziya, hat, ji pare destê xwe danî ser milê min, got : «Min gazî te kir, çira
nesekinî ?» Gotim : «Te, "Efendî ! Efendî !" gazî dikir, ez çi dizanim "efendî"
kî ye. Ez tu efendî nîn im.» Got : «Were !» Min bir cem zabitê xwe. Got : «Ev
firariyê eskerê Romê ye, min girt anî !» Zabit jî hîçî nepirsî, kaxezek nivîsî da
destê wî, got : «Evî mêrikî bibe tehwîlê dijban (polîsê eskerî) bike !». Em çûn,
riya me ji nav bazar diçû. Li pêşiya dikanek got : «Ezê cixara xwe agir kim.»
Em çûn, wê dikanê. Dikancî min nas kir ! Çend sal berê ez û Rasim û Tewfîq
ku bi navê bedelî ji Iraq hatibûn Iranê, zivistanê li Xoyê mabûn ; wê çaxê navê
min Hacî Mihemed bû, em li ser vê dikanê dikiriyan. Dikancî bi min got :
«Hacî, bi xêr hatî ! Hevalên te li ku ne ? Gotim : «Hacî kî ye, hevalên min kîne ?» Ewî got : «Ez te rind nas dikim ; hun sê mirov bûn dihatin dikana min.»
Min haşa kir. Paşê got : «Bi min çi tu ew bî ya ne bî» Em ji dikanê derketin,
cendirme got : Te dît, te derew dikir ! Rast bêje, tu kî yî ?» Di welamê de
gotim : «Rastî jî ev e : ez Kurd im, kurê kurd im !» Ew çend sal berê li sînorê
Abaxê bûye, serokên Abaxê nas dikir, yek bi yek pirsî ; min wan nas
nedekirin. Min dît ez zehf bi wî re qise dikim, çak nîne, gotim : «Mecbûr nîn
im bi te cewab bidim, tu min dibîtehwîlê dijban didî, bila bide.»
Min fikir dikir : min mirov şandiye Yaşar bîne, evanan ez girtime, min nas
nakin, heke bêjim jî «Ez Ihsan Nûrî me» bawer nakin û mimkin e bidim Tirkiyê.
rûdave : bûyer, qewimandiri
noker : xulam
nuwîner : nemînende, temsîlkar
pakêt : zen"
Ew dikancî jî wisa gotiye, karê min bedtir bûye. Halê eyal û dayka wî çi dibe ?
Ji hîç alî umîda min nebû, ez mabûm bi serê xwe. Em gihîştin daîreya polîsê
eskerî. Li Agrî, yek mela hebû, ji aliyê wan hatibû, riyazet kêşa bû, bi min
çend dua hîn kiribû, gotibû : «Çaxê diçî cem mezinek psiyader, ev duan li
serê wan bixwîne, bikeve hindur, her çi bixwazî ew qebûl dike.» Min ew
xwend, çûm hindur. Cendirme kaxiz da yekî, wî ji cendirme re got : «Derkeve
!», ew derket, êdî nikaribû qise bike. Ez qederek rehet bûm. Reîs ji min
pirsî : «Tu kî yî ?» Gotim : «Xulamê Yûsif Ebdal Axa yim.» Got : «Navê te çi
ye ?» Gotim : «Wezo !» Got : «Çira hatiy Xoy ?» Gotim : «Saeta zîvî ya Axa
kar nedikir, min anî da saetsaz ku çê ke.» Got : «Here zû saetê bigir û biz
vire !». Ez gelek şad bûm. Xwedê îcar jî ez xelas kirim !
Êdî ji karwansera* dernediketim. Rojek Silo bi bez hat, got : «Yek dostê
Yûsif Ebdal Axa min dît, got : «daîreya polês bihîstiye ku mirovek hatiye ji
karwanserayê qet dernakeve derva, dixwaze ewî bigire. Zû here wî ji şar
derxe !» Êdî ez ne sekinîm, em ji şar derketin, Silo ji bûna kirîna genim yek ga
anîbû, li ser riya xwe genim kirî, bar kir ; ji Xoy titûn jî kirîbû, da nav genim. Em
di deşta Xoy de pişta xwe dane newaleke kêm av û kêm bilind û di rojê de
çûn gihîştin navçeya Kurdan.
Riya me ket pêşiya postê cendirman. Memûrê qaçax bi yek cendirmê
çekdar ve pêşî li me girtin. Nîvê şevê bû. Heke li genimê me binêrin, titûn
derdiket û bi navê qaçaxa titûnê em digirtin. Min her çi got : «Barê me tenê
genim e», cendirme qebûl nekir. Min dît faîde nîne, min tifinga xwe ji mil anî
xwarê, qesda wan kir û got : «Em teslîm nabin !». Memûr got : «Ez dizanim
tişt nîne ; wezîfa me ye bipirsin. Kerem kin biçin !»
Ez ji vî jî xelas bûm. Çaxê roja dinê gihîştin mala Yûsif Ebdal Axê, ez ji qam
ketibûm, nexweş ketibûm û razam. Çend rojên din min dîsa şand Xoyê.
Yaşar Xanim hatibû. Hesp xwastin, min şand, wê anî û li gel xwe bir Agrî.
Gihîştina Yaşar bi Agrî bi sualek girîng bi çav nayê, lê tuwane* û hêza Xoybûn
ronak kir. Hê hefteyek hatina wê temam nebûbû ku frokeyên tirk li esmanê
Agrî diyar bûn, bi agirê mitralyoz û avêtina bomban bixêrhatinî digotin.

(Dûmahîk heye)

(tuwane : karîn, qudret.)

JI KOVARA HÊVÎ HEJMAR 4/ÎLON 1985

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder