25 Aralık 2010 Cumartesi

BÎRANÎNÊN IHSAN NURÎ PAŞA (2)

BÎRANÎNÊN IHSAN NURÎ PAŞA (2)
Piştî bi kurtî qalkirina serxwebûnên nasandibû. Di salên 1926-27 de mêrxas û
kurdî ji sala 1514 ta Agrî, nivîskarê welatparêzên kurd ên sereke yek li
bîranînan çend gotin li ser dîroka çiyayê yekî xwe digihandin Agrî.
(binêre Hêvî, Agrî gotibû û paşê herdu serokên serhi- hejmara 2).
lanîna Agrî, Bro Heskî Tellî û Ihsan Nûrî

Biro Heskî waliyê Agrî û Temirî Şemkî fermandarê jandarmayên Agrî
helbijartin. Niştimanperweranî kurd wê gavê marşa Agrî bi şadîmanî
dixwendin, digotin :
îro dîsa hêrsa te hat
Ev agiran bûne kelat
Kom bûn êdî serte civat
Hilbe Agrî, Hilbe Agrî
Eyûb Axa, ji rêîsên eşîreta Qotan, pey dûrxistina brayê xwe yê mezin
bi rojavayê Enedolê, ligel çend kesik xizm û dost û pêvendên xwe li beşê bakûrê
Agrî li Kelefey Korxan pena* biribûn. Li ber pelamarên* Romê ketin,
çend saet şer kirin ; berdan Tirkan, hêzên tirk çend nefer dîl û kuştî dan,
mecbûr man, ji par ra kişiyan. Eyûb Axa xwe bi hêzên Agrî girê da. Bi ev çeş
bakûrê Agrî bi destê netewexwazên kurd ket.
Hêzên Agrî bihêztir bûbûn. Rûniştevanên bajarê Bayzîdê, ji bona şewatê,
ji qamişên dorûberê Agrî kelk* digirtin. Mecbûr man bac bidin, ji komelên
neteweyî yên kurd ên Agrî îzin bigirin, ta bi azadî nêzîkî sînorê Agrî bin,
qamiş biçinin, bi pişt kerê bar kin, bibin.
Dewleta Tirkiyê dît ku ligel hêzên zor jî naqedîne karê bike îcar ku min
li nav Agrî da îdareya kurdî danîme, ûmîd kir me bixapîne. Ji bona hilweşandin
û têkdanîna hêza Agrî û ev civatên netewayetî yên kurd qanûnek
* penabirin : îltice kirin ;penaber : mûlteci ;pelamar : êrîş, hicûm ; kelk .feyde, istifade,
kelkgirtin : istifade kirin.
derxist ku navê «qanûna te'cîl» bû û li Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyê
pesend kiribûn. Li ber yasayê bexşîn û lêbihartina hemû karên xerab
bi Dewlet re li temamî welatê Kurdistanê pesend kirin û ragiyandin, ye
ji rûspiyanên Bayzîdê bi qanûnê ve şandin Agrî, ta em ji qanûnê
agah bin.
Ewanan ji zarokê Agrî dixwastin ku ew dest ji şer bikêşin, îtaet bi dewle
bikin, ji qanûnê kelk bigrin. Min gotim ev dek û dolabê Romê ye, bawer
mekin, efû nîne. Brayek Bro Heskî hebû zor dîndar bû, digot : Tirk kafir
bûne, her kesê teslîmê wan be, ew kafir dibin, telaqê wan jî batil dibe. Ji
re Araratiyan Sofî digotin. Navê Eyûb bû. Çaxê ruesa têgihîştine ku
Kurdên ku Dewlet girtibû an ji welatê wan dûr xistibû azad bûne, hatine ser
ciyên xwe yên berê, çaxê giliyên bawer kirin. Dewlet gilîyên rûniştevanên
Agrî tewecuh qerar da, ji xwe ve çend neferên din azad kir.
Nûvîneranên* dewletê, xeyn ji propaganda li nav rûniştevanên Agrîyê,
ligel Ihsan Nûrî û Şêx Abdulqadir, ku jin û zarên wan bi rojavayê Enedolê
dûr xistibûn, gotûbêj dikirin, bi navê dewlet qewl didan heke ji dewletê re
îtaet kin, ewê jin û zarên wan azad kin û bişînin cem wan. Ev pêşneyarên
nûvîneranên dewlet ji aliyê Ihsan Nûrî red bûn, Şêx Abdulqadir û kurapê
wî çûne Bayzîdê, xwe bi destê dewletê spartin. îcar Şêx Abdulqadir ligel
nûvîneranê din memûr bû were Agrî heta bi qise û tedbîrê dostane Bro Hes
ligel xwe bibe cem dewletê. çaxê Agrîyiyan evî zanîn, riya wan
birîn, nehiştin ew werin Agrî, wan şûnda zivirandin.
Dewlet digot : Ji şer dest bikêşin, îtaet bi dewlet bikin, ji ev qanûn kelk
bigirin ! Teşkîlata Agrî cewab da, got : heke dewlet rast dibêje, bila serokên
Kurdan ku ji welat dûr xistiye azad bike, cardin wan bişîne ciyên wan ên
berê, ku em bawer kin. Zehf nekêşa jin û zarên Şêx hatin, ekserê serokên ku
bi rojavayê Enedolê dûr xistibûn berdan, evanan jî hatin welatê xwe. Li ser
qanûnê êdî Kurd teslîmê dewlet dibûn, diçûn welatê xwe.
Hinekê wan ên ku ji derva li Agrî pena biribûn, çav dane Şêx Abdulqadir,
çûne Bayzîdê. Ewan ên ku diçûn, xwe didan destê dewletê, dewlet silahê
wan nedistand, hetta xelat û beratekê jî bi wan dida.
Di nav wan de Seyîd Abdulwehabê Berzencî û Axayê Temir Şemkî jî
hebûn. Ev herdu ji fedakartirîn Kurdan bûn, li ser daxwaza qomandarê niştimanperweranê
kurd xwe bi destê dewlet dabûn. Neqşeyê* qomandar eve
ku teşkîlata «Xoybûn» li navçeyê din ên Kurdistanê çê bikin. Ewê yek li
navçeya Ercîs, yê din li navçeya Tuzlûcê û Qaxizmanê kar bikira.
Niştimanperestî li nav hinekî serokên canbezaran wisa zor bû ku xwe bi
destê dewletê spartinê kufir dizanîn, bi hîç çeşnêk* giyanê xwe bi gilîyê
qanûna te'cîl nedidan.
Di ev serbendê de bû qomandarê niştimanperweranên kurd nûvînerê
resmî yê komela «Taşnaq» a fillan li Agrî qebûl kir, ji ber ku Kongra kurd bi
fillan re yekbûnê dixwast, ku li dijî neyarê mişterek yek bin, alîkariya hev
bidin. Kurd û Fille bi xweşhalî pesend kiribûn.
: nûvinêr an noner : temsîlkar, neminende ; neqşe : pîlan ; çeşne : awa, cor, teher, vîne.
Navê wî Ardaşêr Mûradyan bû, di nav Kurdê Zîlan nav girtibû, xelqê
gundekî fille yê nêzîkê şarê Xenis bû. Xortekî têgihîştî û neteweperest bû.
Hinekan, mêvandarê qomandarê kurd ji nûvînerek fille re behane kirî
digotin, hêzê çekdarê fille bi aliyê netewexwazên kurd hatiye ; lê ev rast
nebû.
Teslîmbûnî hinekî Kurdên muhacir, rêvebirinî qanûna te'cîl hêzên Agrî
zor kêm kiribûn û di babetê xwarin de jî zor bi tengî ketibûn. Lê em kêmbûnê,
hizra me bi Romê qe nehisand.
Zivistan bû. Berfekê li navçeya Bayzîdê heta sînorê niştimanperwerên
Agrîyê pûşandibû. Bihar gihîşt, ev berf neheliyabû. Di katek de, di bin
tarê Agrî roj bi roj di şûna berfê giyayê hêşîn derketibû. Ji rûyê bûyînê
xurekê pez û dewaran li navçeya Bayzîdê zor telef dibûn, li ber eve xelqê
dorûberê Bayzîdê li ser qiseyê dewletê hatin ser yekê ku ligel Teşkîlata
Agrî gotûbêj bikin, pez û merrên xwe ji bona çêrandin bi aliyê Agrî bişînin.
Bi ev çeşne colê pez û dewar bi aliyê Agrî berjêr bûn. Qerar bû xwedanê heywanet
li gora heywanê xwe ji Teşkîlata Agrî re pez bidin. Bi ev çeşne rûniştevanên
Agrî ji babetê xwarinê asûde bûn. gotin,Xwedê bi niştimanperestan
(...)* bi vî tehrî yarî dabû ...
Qomandarê netewayetî kurd, bona zortir xwe nîşandanê û pesendnekirina
qanûna te'cîl, ji aliyek Xalis Beg bi çend siwar û peyan û ji aliyê din Ferzende
Beg ligel siwarên memûr kir herin navçeyên li bin nifûza Romê, rê
bibirin, post bişêlînin, xetên telgraf û telefonê biqetînin, emniyet û rahetiyê
egle kin. Çaxê giliyê kutasiya rûdaveya Agrî li nav Tirka belav bûbû, desteya
Xahs Beg 300 nefer eskerê teze bi çek ragirt û pasevanê vanî çek kir,
têkoşa bi heftan. Ferzende Beg û her weha desteyê Edo Ezîzî û desteyên
piçûktir ku ji Agrî derdiketin, rêyên nêzîk digirtin, xerabî dikirin û dizvirîn
qudret û xebatê bi riya hêzê Agrî re, bi çawa cilve dewletê dixapandin. Bi
rastî, li navenda kurdî ya Agrî tenê deh mêrên çekdar mabûn li pêşiya hengê
Bayzîdê .
Havîn gihîşt. Katê ji bona lepandin, ji bona xerabîyê munasib ! Şêx
Abdulqadir Ugel dest û pêvendên xwe çû zozanê çiyayê Şinek ku dûr ji Agrî
bû, jin û zarên dewlet ji Izmîrê anî tehwîlê da.
Êdî desteyên canbêzarên Agrî li nav erdê Tirkiyê zor dûr diçûn. Desteya
Ferzende Beg ji helmeta xwe ta navçeya Hesen Qele, nêzikayetî Erzerûm
dirêj dikir ! Layekî helmeta xwe da karvansêra li nîvanî Hesen Qele. Sari
Qamiş girt, çend zabitên tirk ku ligel jin û zarên xwe diçûn bi Sari Qamiş dîl
girtin. Paşê bi ihtiramê jina ku li cem wan bûye memûran azad kirin. Ihtirama
ku bi jina kiribûn û parastina namûsa jinan xesletê çakê Kurdan diyar kir
û li nav zabita deng dabû.

ELO BEŞO
Desteya Elo Beşo ku tenê pênc mêr bûn ku heya derê Erzurûm diçûn.
Carek nêzîkê zinya Palan Döken mifrezeyên eskeriyê taqîbê canbêzaran bûn

* (1) di vir de çendgotin nayên xwendin.

e, tele* avêtine, pey şerek sivik, zabitek û çend esker kuştin, kincê wan li
xwe kirin, çekê eskeran ragirtin, zivirîn ; kincê zabit li ser Elo Beşo bû.
Pey şerê 1930 ku Agrî bi destê Romê ket, hinek canbêzar li navberê
perakende mabûn. Elo Beşo bi yek hevalê xwe U nav şikeftek simmê dêran.
Eskerên Rûmî dor li şikeftê girtibûn, dixwasfin bikevin nav şikeftê. Di nav
wan de şer dest pê kir. Paş midetek, hevalê Elo Beşo xwast here teslîm bibe ;
Elo Beşo tifeng û fişeng ji sitend, hişt ew ji şikeftê derkeve. Elo Beşo bi
tenê ma. Eskeran bomb davêtin, Elo Beşo nedihişt biteqin, niştva digirt, bi
aliyê eskeran davêt. Carek neqedand bombê bigire, teqiya, ser rûyê xûnî
bû, çavê nedidît, dîsa bi gulûle bi neyar nehisand. Şev bûbû, hewa munqelîb
bûbû, baranê şedîd dibarî. Eskera ji bona xwe ji baran veşartin çûn
dizanîn ku bi tenê mirovek di şikeftê da ye, li derê şikeftê dirêj erdê bûne.
Elo Beşo kincê eskerî li xwe kiribû, paltoyê eskerî li ser kişa. Baran çiqas
şedîd bû ewqas hewa tarî bû. Elo Beşo hêdîka xwe gihand derê şikeftê,
mîna eskeran dirêj erdê bû, hêdî hêdî li nav eskeran ji bona xwe cih vekir,
piçekî ji devê şikeftê dûr ket, paşê bilind bû. Heke yekî ewî didî tesewir
dikir eskerek hevalê wan e. Bi tehrî ji nav eskeran difilite, dikeve nav
hevalên xwe.
Rojek zabitek Romî xeber dişîne, xwastiye were wan bibîne. Memed
Axa Heyderî li nav frariyan bû. Ew zabit nava wan dibêje : eskerên ku di
şikeftê dorê li Elo Beşo girtibûn, ez tevî wan bûm. Ew Elo Beşo kîjan e nîşan
didin ; çavê radmîse, dibêje : tu çawa ji şikeftê derketî, ji nava me xelas
bûyî ? Elo Beşo tarîf dike ! .
Memed Axa digot : rojek Elo Beşo gote min îşev xew dît, îro esker tên
ser me, emê şer bikin, ezê di vî şerî da bêm kuştin ! . Û wisa bû. rojê
Romî hatibûn ser wan, şer çêbûbû û Elo Beşo jî hatibû kuştin.
*
Tello, ji omerayê Melazgirt û hevalê Çavreş û tevî çend mêrên Hesenî
heya navçeya Mûşê diçûn ; xeyn ji xerabiya ku dikirin îrtibata Agrî hgel navçeyên
din ên Kurdistan bi cî dianîn.
Xeyn ji ev çeşnê xebatê, niştimanperestanî Agrî li ciyên din ên Kurdistan
jî xebata têkoşeran ra tîrêjê dida. Çumkî Agrî navendê şorişa Kurdistan
(..)* Li qismetê nîvroya Kurdistana Tirkiyê navçeyên Midyat, Mêrdîn,
Şirnaxê serokê xêla Hevirkî Haco Axa îdare dikir. Desteyên wî heya Eroh û
Hekarî diçûn ...
Rojnameyek tirk bi navê «Gece Postasi» dest bi nivîsîna meqalat kiribû.
Ev meqalat di bin navê «Isyana Mezin a Agrî û şerên wî çawa bûn», bîranînên
Yiizbaşi Zöhdî Guven, zabitek tirk bû. Ev zabit li sala 1929 hatibû Kur-
* tele : dafik ; canbêzar .fedakar, fedayî ; (2) di vir de çend gotin nayên xwendin.
distan, li alaya jandarmî ya seyar kar kiriye û hinekê li şerêd Kurda hevbeş
bûye. Nivîser di navbera meha temûz a 1 929 li Zonguldak bi rê ketiye, hatiye
Trabzonê û wisa dinivîse :
Hema Şoforên Trabzon çaxê navê Igdirê - bajareke li bakûre çiyayê Agrî,
zor nêzik e li sînorê Ermenistana Sovyetî- dibihîstin, serê xwe xwar dikirin,
digotin «heya Erzûrûm diçin, ji pêştir naçin, li wan deran şaqî zor in.
salê di rohelat de xebat û têkoşîna eskerî ji bona girtina çiyayê Agrî û temirandina
şoreşê dewam dikir. Paş çend roj mayîn li nav Trabzon, ji bona peydakirina
otomobîlek, min şoforek ji dostêd hevalên xwe peyda kir û bi hezar
zehmet razî kir ku me bibe Erzurûm. Di nav rê da her gilî ku me dibihîst,
hemû ji bona şaqiyanê kurd bû. Li Gumuşhane - bajareke li nîvê riya Erzûrûm
- Trabzon - digotin : Wextekî midirekê nehîyê bi navçeyên rojhelat, ber
bi ciyê karê xwe diçû. Çaxê bi çiyayê Kop digihîje - li nav Bayburt- Erzûrûm
çar Kurdên çekdar pêşiya maşîna (otomobila) digrin, perê wî distînin, li
nav xwe bi vî tehrî par dikin :

«Heso evî kiriya riya te, ev kiriya riya min, evî maliyatê malê, ev
maliyatê zevîyê !». Pey beşkirinî dizvirin cem midir, dibêjin, «em rêbir
nîn in, çiqas pêwîst me girt, zêdemayîn didine te, bigir», pere danê, paşê
gotinê ; «Fermû, te bi Xwedê dispêrin !».
Zöhdî Gûven li çiyayê Kop da rastê du mirovên çekdar tê. Ewanan
kêşik kêşê rê bûne. Zöhdî Gûven dibêje : bi min gotin : «bi me welamê* çil
mêrên çekdarê Dêrsimê -navçeya di navbera Erzîncan û Xarpêtê, îro Tirka
Tuncelî nav danê- bi vî alî tên, lêbelê em ta niha nizanin ew h ku ne». Ev
zabit bi hezar tirs û lerz xwe bi Erzurûm digihîne. Şoforê ku wan anîbû
qerar bû bi Igdir bibe deng û basê ku bi tirs li çilonayetê destê û taqimên
Kurda dibhîse cem wan, dibêje : «Ez nikarim ji Erzurûm pêş da herim,
dizvirim Trabzonê ! Hun ji bona xwe çareyek peyda kin !».
Evanan giliyên zabitek Romî ye ku li babetê fealiyet û reftarê muadelaneyê
desteyekî canbêzarên kurd çaxê encam dayê destûratê ku girtibû li nav
rojnameyek Istanbol da çap kiri bû. Desteyên ku ji Agrîyê dûr diketin, ji ali
Kurdên Tirkiyê bi corekî şayeste mêvan dibûn, ji bona hewcê wan ne
bûn ligel xwe bar û nan û pêxwarin bibin. Brîndarê wan li layên navçe tîmar
dibûn û ji navenda wan re dişandin. Yekî ji wan desteyar çûbû navçeya
Adilcewaz û çiyayê Sîpan. Li wê derê tacirên pez hebûn, pezê xwe diçêrandin,
destê mêvan nekiribûn, tenê pezek nedabûn ku seriêkin, bixwin.
Evanan ji Kurdistan pez berhev dikirin, dibirin Sûriyê difrotin. Ji bona çavtirsandin
û têgihandina ev kesan, desteyên Ferzende Beg, Xalîs Beg û Edoyê
Ezîzî şandin çiyayê Sîpan gelleyê* tacira, ku zêdetir hezar pez bûye, bigrin,
bînin Agrî. Eva destûr hate bi cî kirin. Her çend eskerên Romê riya wan
girtibûn û xwastibûn pez bizvirînin, belam* neqedandibûn. Xwedanên pez
bi Anqerê têlgraf kişandin, gotin :

(* welam : 1) bersîv, cewab. 2) peyam, mesage ;gelle : kerî, col ; belam : lê, lêbelê.)
«Heke Dewlet nikare me û malê me ji tecawiza şaqiyanên kurd biparêze,
çêtir e ku Kurdistanê bi Kurda, bi wan bispêre, ta teklîfa me diyar be !.»
Rûdave* yek li pişt a din çêdibûn. Ji ber ku dewlet ji qanûna te'cîlê
kelk û sûdê* negirtibû, ji bo dîtin û qisekirin heyeteke nuwîneran şand
Bayzîdê.

ÇAVPÊKETINA KURD û TIRK
Em li zozanan bûn. Rojek qomandarê jandarmên Bayzîdê, Arif Hikmet
Bey, xeber şand, hate dîtina me. Yek qîte fotografê eyala min Yaşar Xanim
ku li Bayzîdê derxistibûn anîbû, bi min da û got : heyetek ji Ankara hatiye,
dixwazin we bibînin. Me qebûl kir, cewab da ku sibehê saet heşt hev bibînin.
Roja din, beyanî, piştî sînorê Agrî-Tirk, li erdê Tirkiye, ev çavpêketin
pêk hat. Ez, Ihsan Nûrî, çend hefta ji serokên kurd bi bîst siwarên ku li bare
azayetî* û şehamet serhatiyên rojgarî* bûn bi hevra çûbûn. Ewanan bi
du maşîn* hatin tevî deh esker. Endamên ev heyeta bêrîtî bûn : du nûvînerên
Civata Mezin a Netewayetî ya Tirkiyê -ku yek nûvînerê Istanbol, ê
din nûvînerê bajêrê Bayzîdê qomandarê tumena-firqeya-Qerekosê1 , çend
zabit û Arîf Hikmet, fermendarê jandarmên Bayzîdê.
Pêşneyarên nûvînerên bêrîtiyê ev bûn :

1 - Arambûna Agriyê
2 - Destparastin ji pelamardanê riya û xirabîkirin
3 - Şûndadayinî pezê taciran
4 - Ji hemû zêdetir, derketina Ihsan Nûrî ji Agrî bi her şertê ku ew bixwe bixwaze.
Li muqabil da Araratiyan her xirabiyek kirine tê bexşîn, her yarmetî ku
pêwîst be ewê dewlet bide, rahetiya wan temîn bike.
Min tevahê hemû pêşneyarên wan red kir. Bi min gotin : Were niştimanê
xwe, dewlet li her babetê ji bona selamet û rahetiya te qewl dide ! Bi welamî
min got : ez li nava niştimanê xwe me, ji we ihtiyacim nîne ; esasen bi qewlê
dewleta we baweriya min nîne !.
Gotin : tu kîjan dewletê dixwazî, em memûriyet bidin, here meaşê xwe
bigir û kar bike !
Min got : Ez naxwazim ku navê dewleta we li ser min be.
Gotin min : ha ji te ra pasaport bidin, her li ku dixwazî azadane here.
Ewê pasaportê ji te ra konsolosê Tirkiyê li Tebrîzê bi xwe bîne, bide te.
Min bi welamî got : beyhûde zehmet mekêşin ! Ez bi hîç ciyê naçim. Ez
xulamê neteweyê kurd im. Ewanan dikarin bi min teklîfa tayîn bikin. Hun
heke rast dibêjin, welama eva ala serbixoya kurd ku li ser çiyayê Agrî li ber
çavê dewletê ve daçikandiye bidin.
Hatin ser pirsa pezê tacira, gotin : van peza kî anîne, bidin xweyê wan.

(* rûdaye : bûyer, hqdîse ; sûd : iştifade ; azayetî : mêranî, mêrxasî ; şehamet : cesaret ;
rojgari : j'iyan ; maşin :otomobil.)

Min got : ev pez kî anîn, belav kirin nav, hemû xwarin, temam bû. Heke
bawer nakin, min Ferzende û Xalis Began nîşan da û got : evanan çûn anîn, ji
wan bipirsin. Yekî ji nuwîneran ji Ferzende Beg ra got : heke hun peza nedin,
dewlet we efû nake ! Ferzende Beg welam da : em ji dewletê ef
naxwazin, hewcê me bi bexşînî dewlet nîne. Qederek ligel Bro Heskî qise
kirin, me li gel zabitan qise kir. Metalîbî Agriyîyan li du wûşe (gotin) da
kurt dibû : Azadiya Kurdistan !... Cîgehî hîç mebestegiyan nebû ku dewlet
nezanî be ! Pêldanî alaya sêrengîn a serxwebûna Kurdistan li ser girên Agrî,
çiyayên Cezîra Botan û Midyat, Sason û Xerzan û çiyayên din ên Kurdsitan
bi destê azadîxwazên kurd baştirîn û aşîkartirîn amanca wan bû. Diyar
ku dewlet dixwaze me bixapîne !
Tenê di ev çavpêketinî da dest hat peymanê li ser zarekî wisa ku hêzên
Agrî êrîşê Bayzîd ne kin û Dewleta Tirkiyê bi ser Agrî hêz û esker neşîne.
Li axirî gotûbêjan de, çend ji wan zabitên ku navê Ihsan Nûrî ji Istanbûlê
nas dikirin bi Ihsan Nûrî gotin : çi xizmetê dixwazî bi şexsê te bikin ? Ihsan
Nûrî got : jina min bişînin Helebê ! .
Havîn ser çû, êlat gerane ser gundên xwe. Şêx Abdulqadir, ku teslîmê
dewlet bûbû û hêjî h jêr fermana dewlet da bû, li gundên xwe, ku li nîvroyê
rojavayê Agrî bûn, rûnişt. Elo Beşo ku bi Şêx guh neda, teslîmê dewlet nebûbû,
mirovên çekdarên xwe şande ser. Em li hawara Elo Beşo çûn, mirovên
Şêx vegeriyan ser ciyê xwe.
Çend mal ji êla Hesesorî bi îcaza dewletê li kelefyên gundê xerabê Kanî
Korkê ava kirin û bi cî bûn. Gundê Kanî Kork li nîvroyê Agrî da û li kêleka
sînorê Agrî û Romê li jêr destelatê* Tirkiyê bû. Kanî Kork ji bo çavpêketin
û axaftin li gel dewletiyan û serokên Araratiyan zor baş ketibû. Çend roj paş
avakirin, çavpêketinên dostane di nav serokên Agrî û zabitên tirk ên şarê
Bayzîdê li vî gundî pêk hat. Keyayê gund Hemîd Ismaîl mêvandarîke germ û
gorî li mêvanan girt ; ev çavpêketin di hewayek zehf dostane de temam bû,
çend wêneyek ji bona bîrmanê helgirtin.
Zabitên tirk bi Ihsan Nûrî pêşneyar kirin ku rojek biçe Bayzîdê, mêvanê
ewan bibe. Di welama (cewaba) xwe de min got : qewl bidin min ku ez dîsa
bi xoşî vegerim Agrî, ezê bi ser çav, bi xoşhalî bêm. Ji bo navê mêranî û
wefa li ser qewlê xwe, bi hevmeslekên xwe zabitên tirk baweriya min hebû.
Zabitan gotin : emê bifikrin, paşê bişînin te. Paşê jî hîç xeber û basek nebû.
Paş çend rojên din, wezareta hindurî ya Tirkiyê bi riya waliyê Bayzîdê bi
min xeber da ku hevaljina min bi riya Sûriyê ketiye û ji Tirkiyê derketiye.
Li ser pêşneyara hikûmetê, berpirsiyarên Bayzîd û serokanî Agrî li nêzîkayetî
Kanî Kork dîsa hev dîtin. Di çavpêketinê da hikûmet çend kes ji
ruesayên kurd ên mutîê xwe li gel xwe anî bû. Yek ji wan Teymûrê Keskoyî,
serokê xêla Keskoyî bû. Di nav axaftinê da got : Ez Tirk kurê Tirk im.

(* destelat : hikm, otorite.)

Xwast dilê hikûmetê xweş bike. Ev giliyê Teymûr bi Agriyiyan giran hat. Bro
Heskî bi xwînsarî û heqaret welam da got : ji Xwedê dixwazim pey mirinê,
tu li gel brayên xwe yên Tirk çal bibî !
Li zivistana wê salê, di şerê ku di nav Kurdan û eskerên tirk de qewimî
laşê Teymûr li tenişta laşê zabitek tirk, li ciyek, di nav kendalek de hat dîtin.
Herduwan anîn di paşila hev de çal kirin. Xwedê hêviya Bro qebûl kiribû.
Çend roj paş ev çavpêketin rûdavekê ku ji serokên Agrî bi temamî
diyar kir ku ev hevdîtin tenê ji bona xapandina û xewkirina Agriyiyan bûye.

ŞERÊ KANÎ KORK
Rojekê beyanî*, payîz bû. Hewa bi birê beyaniyê bi kar ketibû, şevnemê
xwe bi ser erdê raxisti bû, li ser rûyê çîmenên pelasîde û zerd mîna dilopên
ferhskî ji ser goneyên zerd kilor dibûn. Tîrêjên tavê perdeya tariya şevê
qelaştibûn, di ber serê ewran dabûn. Teze tebîetê ronahiyê bi riyê zevî
gihandibû ku çend dengên tifink ji nêzîka xetê sînorê kurd-tirk bilind bûn.
Li pey wan şelikî mîtralyoz hate bihîstin. Zehf nekişa gundê Kurd Ava ber bi
gullebaranê topên neyar ket. Kurd Ava ku ji sînorê kurd-tirk çend sed metir
dûr bû, nêzîktirîn gund li neyar bû, mala me û mala Bro di vî gundî da û
ala serxwebûnî kurd jî li ser vî gundî pêl dida. Berê navê Tirkmen bû, min
guhirî Kurd Ava danî bû.
Tirka qewlê xwe şikandibûn, me Kurda xafîlgir kiribûn. Bi rastî jî Kurdên
Agrî di demê da helxeleta bûn. Ji bona wî beşek hêzên Agrî h nav
erdê Tirkiyê xerîkê isperkênanê xwe bûn, beşek siwarên kurd çûn ku xwe li
şûnên girîng ên Zinya Agriyê di nav Agriya Mezin û Piçûk da bilind rabigrin,
nehêlin Tirk ji wî alî werin, çûnkî di her teqê ordukeşî da ev diket pelamarê
Tirka ta ji navbera navçeyên Agrî û erdên bêlay ên Iran bibirin, .
hêzî Agrî gemaro bidin (dor bigrin). Kes li zînê nebû ku ji bona me
gelek bitirs ba ; em hemû di gund da rûdiniştin. Gundek li ba me bû, belam
ev gund ji me dûr bû, gundê Mûsa Bêrkî bû.
Ev du gundan vala kirin, jin û zar bi nêzîkî sînorê Iran çûn. Frokeyên
neyar li esmanê Agrî difiriyan, bi bomb û mîtralyozên xwe, mîkrobên ecel
direşandin li ser rûyên jin û mindal.
Qomandarê kurd li gel Bro Heskî û duwanzde mêrên din di gund da man
ta pêşiya pelamara neyaran bigirin. Şer giran belam bo Agriyiyan nebû.
Me neyaran didît, girên pêşiya Kanî Korkê girtibûn, bolikek siwar û topek jî
h wêderê bû. -Pelamarê peya nedihat dîtin. Gulûleya peya û mîtralyozên van
ber bi Agrî nedavêtin, şerê qors (giran) li aliyê Kanî kork ...
Li Kanî Kork, 25 mal rûnişti bûn û li ser qiseyê dewlet ava kiribûn. koşeranî
Agrî baş dizanîbûn ku rûniştevanên gundê Kanî Kork hîç karî bi
pêçevaney dewlet nekirine ko hêzên dewlet li ser wan pelamar bikin. Nişkeva
me dît dûyê qahnd ji ser Kanî Kork bilind bû, pey wî jin û zarên kurd derke-

(* beyanî : sibe, danêsibê ;fermisk : hêstirên çavan.)


tin bi ahyê sînor beziyan, hatin Agrî. Ez li hespê xwe siwar bûm, çûm wan
deran bibînim, min dî ewanan bi aliyê gundê Şêx Abdulqadir, ku muti'î dewlet
bû, diçûn. Du ta zarok ku çaxê revê dayikên xwe winda kiribûn li deştê
mabûn digiriyan. Min wan h bin agirê mitralyozên neyar siwarê hespê xwe
kir, zivirîm nav hevalan.
Frokên neyar her xerîkê gulûlebaran bûn li ser jin û zarokan. Çawa
braziyê Bro yî neh salî, Ibrahim, bi tifinga xwe li laşê mezin ê firokek da, anî
xwarê û ew li nav zeviyên di bin hikmê Tirkiyê ket. Tîpên siwarên tirk ji
bona parastina frokê bi ketin, li pişta girek ji çav winda bûn.
Ta çaxê kesî nizanîbû Tirka ji bo çi rikê li Kanî Korkê kiriye. Zehf
nekêşa, çend têkoşerên ku çûbûn nav Tirkiyê, zivirîn. Evan, Êlxanê kurê
piçûkê Bro û Mela Şunullah ku yek ji canbêzaranê netewayetî kurd bû, rojên
înê li mizgefta Agrî xutbê bi navê netewayetî kurd dixwand, h gel pênc fedaî
bûn û digotin :
Em îşev dereng gihîştin Kanî Korkê, westiya bûn, xwastin şevê li mala
Hemîd Ismaîl istirahet bikin û sibê beyanî sînor derbas bin. Êdî em nizanin
Romî çawa bihîstiye em îşev li mala Hemîd Ismaîl mane. Xwedanê gund ji
bona destmêj girtin ji gund derdikeve, dibîne destek siwarên tirk bi gund
tên. Bi bîrê fedaiyan dikeve ku li mala wî mêvan in. Kurd ji bona parastina
mêvanên xwe, her çi ji destê wan tê kêmasî nakin. Ji bona vê, bi siwaran
qîrîn dike : Siwarno pêş da neyên ! Ahyek hawarê jina xwe dike :
tifmga min bîne ! Jina wî tifingê ji wî ra bir, em jî rabûn, tifing û rextê xwe
girtin, beziyan derva çûn. Siwar nesekinîn, dîsa pêş da dihatin. Hemîd Ismaîl
gulûleyek avêt, eskerek kuşt, me xwe gihand Hemîd Ismaîl. şer dest kir,
gundî jî hatin aliyê me. Me çend esker kuşt, çekên wan girt. Alayek esker ku
ji şev dor li gund girtibûn, li hawara siwara hatin, şer qors bû. mêr ji nav
gund şehîd ketin. Me gund berda, çûn, me dît naqedînin pêşiya alayê bigrin.
Çaxê revê jin û qîzek piçûk, 4 salî, hatin kuştin. Em bi aliyê we hatin,
gundiya berev Şêx çûn.
Paşê hate zanîn ku du mêr û pitêyek- pitê ji qîza zor piçûk ra dibêjin- jî ji
agirê mîtralyozê birîndar bûne û brayê Hemîd Ismaîl û jina Hemîd Ismaîl
bi mukafata mêvandariya ku çend roj pêş ji zabitan re kiribûn. Revîyên
Kanî Korkê tîpek eskerên Tirka li pey xwe bi Agrî kişand, wanan ji pira li ser
çemê sînor derbas bûn hatin erdê me. Xwastin ku pez û dewarên Kanî Korkiyan
ku li alî me li qerexa çem diçêriyan talan kin, bibin. Dîtina vanan û
revîna dilşewitane ya jin û zarên kurd ji çengê eskerê Romê êdî mecala
tehemul ji bo desteyê piçûk ê Agrîyiyan ku li ser gir didîtin nehişt. Mêrxasên
kurd hatine ser eve ku numayişek ji nimûneyên qaremaniyên bav û bapîrên
xwe bidin, ervahê ev mezinan ku ji bona parastina niştimanû azahiya xwe bi
şûrê rût hesp bi deryaya neyar dibezandin şad bikin, xwastin carek perdeyê
ji xebat û şerêd Iran û Tûran ên mêjûyî ra bi çavên neyarên kurd raxin. Bi
hemû ragihênin ku neteweyê kurd ê îroyî bi rastî neveyên ev palewanên
navbangên ku h meydana şer da rûh û hestî* nebezî* û şerkarî h xwîna pak
' hest : his ; nebez : palewan, mêrxas.
û zelal a aryayî wan hîç alegorekî bi ser da nehatiye, bi kurtî xwastin di ev
rojê .da hêjayiya rasteqîne ya şerkarî û mêranî j"i Kurd û Tirk ra pêkewe*
helsengînên ber derê xwe aşîkar bikin, ji yar û neyar itiraf bigirin, xwestin
canê xwe h ber piyê me'şûqê Azadî pêşkêş kin. Tesmîm girtin : ba zanîna
zêde û bertêrbûnê çekê neyar û ji hemû girîngtir li miqabilê tenê yek şerkarê
kurd hebûna sed esker bi çav girtinê hemûyê vanan rêkêb kin. Pêwîst
şehamet û tehevorê cibilê kurd kêmasiya hejmarî cibran ke. Pey maçkirina
kevirên reş ên Agrî mîna Hecerelesveda Kabê ya neteweyê kurd, pişt bi Agrî
bi neyar pêşda çûn. Meydan rast û rût û ji Agrî dûr bû. Êdî neyar nikaribû
bêje Kurda kelk girtine ji aşînayetiya bi newalên pirzinar ên Agrî ji çengê me^
rizgar dikin. Li babetê hejmar û çeşnên çekan qorxanê neyar zehf bêtir bû ; li
bareyê cîgirtin zor ciyên baş h çengên neyar bûn, li pişta gir û li nav gund
bûn ! peçîvaneyê van Kurda li zevîkê rast û rût bû. li haletê ev hemû
zal de têkoşerên kurd tesmîm kiribûn, te digot ervahê palewananên kevn ên
Iran h gel rûhê wan têkil bûye, di ev misabeqeya giyanbazî de her yek
dixwast ji ên din serfiraztir bin. Agrîyiyan nedixwastin xwîna bêgunahan
birêjin, vanan tolê wan negirin. Xwastin sunbilên spî ên payîzê ku h dewrûberê
çemê sînor h ser zeviyên kesk hêşîn bûne bi xwîna sor rengîn bikin, ala
niştimanî kurd careke din berçav xin. Êdî gulûleyên top û mîtralyoz pêşiya
wan nikaribûn bigirin. Xwîna şerkarên kurd kehyabû.
Li ser rikêbî mutehevranayê kurd neyar erdê Agrîyê bi cî hiştin, helatin
nav gundê Kanî Korkê. Neyar re çopira ku h pêşiya Kanî Kork h ser çemê
Sînor bû gulûlebaran dikirin ta Kurd nikaribin derbas bin. Hevalên şerê min
gihîştin pirê û h kêlekê perderiyê erdê bûn, dest kirin şer. Di nava wan de
tenê ez siwar bûm ; li nêzikayetê pirê peya bûm. Li wan deran nebû ku
hespê biveşêrim. Min hespê kêşa nav cuhek. Neyar pirê h bin agirê mîtralyoz
girtibû ku em nikaribin derbas bin. Min dît şer dirêj dikşîne, min tewekelê
Xwedê kir, siwarê hespê bûm, mehmûz bi hespê da, xwe gihand pirê. Giliya
hevalên ku digotin neyar h nav gund e, zû peya be, min guh neda, pirê derbas
bûm, gulûleyek bi ahyê gund avêt. Ji gund çend gulûle bi min şêlik kirin.
Ez ketim nav gund. Peyayên tirk ji aliyê dinê gund berdan. gavê Yadoyê
Delxerî û Osmanê Kilem bi siwaran destûrekî girtibûn, ji rûyê pirê ku
pênc sed metir li rojavayê pira Kanî Kork bû derbas bûn, ahyê girekî ku li
aliyê rast û piçekê li pişta neyar bû hesp bezandin, çar nal çûn.
Li nav gund, çend jinên dîl, ku yekî avis bû, xwe veşartibûn bi dengê
hespê min zanîn ku Kurd e ; eskerên Romî ku h gund peya bûbûn, ji malan
derketin ; laşê jinikek ku Romî dixwastin li gel xwe bibin û neçûbû, h nav
gund kuştibûn, li ser erdê bi xwîna xwe gevez bû, ciyê çend nîze li ser laşê
dihate dîtin. Ev jin jina kurapê Hemîd Ismaîl bû. Gund hatibû girtin, jinên
rizgarbûyî digiriyan, bi çavê pir firmîsk xwe bi min gihandin, xwe bi hefsarê
hespê çespandin nedihiştin pêş da herim, ketine hngê hespê hemêz kirin,
Sim, rikab û piyê min radimîsin, lava dikirin neçe, mîna dîn bûbûn.
* pêkewe : bi hevra.
Bro û hevalên ku li pêşiya pirê dirêjî erdê bûn, şer dikirin, dîtin ku
min h nav gund hesp bezand, rabûn û ji pirê derbas bûn, peyatî hatin. Jina
xwe bi kenar kişandin. Em tev çûn pişta gund. Di katê de Yado Delxerî û
Osmanê Kîlem xwe ragihandibûn kêlek û pişta Romîyan û li wan didan. Romîyan
dît ku me gund girtiye û ji du alî pelamarê dikin, panîk kete nav wan.
Bro Heskî go îcar dora min e, bi îsrar û lava hespê min girt, siwar bû, h pey
peyayên ku ji Kanî Korkê revîbûn ket. Peyayên Romî zor dûr bûbûn. Zivirî,
bi tenê bi mevaziyê neyar rikêb kir. dûr, erd rast û pir bi kevirên piçûk
bû, Ji bona ku Romî nikaribin h Bro xin, me wan di bin agirê şedîdê xwe
girt. Bro bi girê ku Romî li ser bûn gihîşt, êdî neyar wî nedidît. Neyar xerîkê
parakişanê bû. Qomandarê firqeya Romî ji hemû zûtir siwarê otomobîla xwe
bû, revî, paşê maşîna xwe şand topên girêdan ji destê Kurdan xelas kirin.
Yadoyê Zîlanê Delxerî ku li pişt û kêlekê Romî rikêb kirî, neyaran ji
şûna xwe rakiribû xwe gihand çend eskerên ku mabûn, dîl girt. Em derketin
gundê Qotisê, ku h rûyê çiyayê pişta Bayzîdê bû, ji derê bi gulgule Romiyên
firarî teşyi' bikin. Li zinya Qotîs top û eskerên wan hebûn.
Ev şer gelek ecêb bû. Zêdetir ji du hezar peya û siwarên meşqdîtî bi top
û mîtralyozên mezin û piçûk û bombefroke* h pêşiya panzde peya û şeş
siwarên kurd te digot mîna ku gur ketiye nav pez, direviyan, mîtralyozan bi
dihiştin ; taqimek esker dihatin girtin, dîl dibûn, frokê û bi pasebanên
va bi cî hiştibûn. Kurd ta gundê Qotis ku li singê çiyayê pêşiya Bayzîd bû pêş
da çûn.
Kurdek ji gundê Hellac, navê Ibrahîm Azo bû. Frokevanê froka
ku gulûleyên Kurdan anîbûn xwarê bi şarê Bayzîd biribû. Di zivirandinê da
hatibû zinya Qotis - navê zinya Qotîs, zinya Şeytan bû. Çaxê gihîşte me,
got : çaxê ez hatim zinya Şeytan, eskerên tirk ji pêşiya we direviyan, çend
zabitên tirk bi dûrbîn li meydana şer temaşa dikirin, yekî ji wan destê xwe li
çokê xwe dixist, digot : Xwedê ev çi bêbextî ye ? Ev qas peya û siwar ên bi
top li pêşiya çend Kurdên rût û tazî û birçî firar dikin !
Belam nayê zanîn qomandarê tirk li babetê ev şer çi rapor daye, hejmara
Kurda çiqas nivîsiye. Ev şer li nav mirovan bûbû efsane, belav bûbû. Digotin
ku li nav rêzê şerkarên kurd siwarek kincspî peyda bûbû, Tirka dişkand.
Nêzikî êvar bû, şerkarên Agrî çûne ser ew froka ku Kurda anîbûn xwarê.
Duwanzde peyayên din ku Eyûb Axa, birayê Bro Heskî û çend peyayên
Mûsa Birki di nav wan da bû zûtir xwe bi pasevanên frokê gihandibûn, dest
bi teqe kiribûn. Wez'ê meterisê eskera gelek baş bû. Li nav girên tabiye
nêzika gundê Dûdkan meterîzek girtibûn. Şerkeranê ku li çiyayê Qotis da
bûn pêwîst bû nezikê kîlometrek li erda rast li jêrî agirê neyar da biçin.
Seyid Resûl Berzencî û Ferzendeyê Hesenî, du mêrên sergerê Rustem pesend,
kêleka çep a siwarên Tirkan bin gulûle girtin ... peyayên mesafetê me
derbas bûn girê pêşiya neyaran girtin. Ew siwarê kurd ê ku bi tenê xwe bi
Kanî Korkê gihandibû xwe bi nav du girên ku Kurd û Tirka girtibûn û şer
: bombefroke : bombavêj, balafîra bombavêj'.
dikirin gihand, ji hespê peya nebû, xwe da penayê girê neyar, ji zaviyeyê
meyite kelk girt û xwe ji gulûlên neyar veşart.
Qomandarê siwarên tirk dît ku Kurd nakevin, axir dil kir fermana paşekêşî
da, li gel eskerên siwar hespên xwe bezandin çûn. Seyîd Resûl û Ferzende
çûn ev zabitî bigirin, belam negihîştin. Eskerên din neqedandin xwe bi
hespên xwe bigihînin, peyatî parekêşî dikirin. Çaxê dengê tifingan hate birîn,
şerkaran feryad kirin : Romî revî ! Min êdî dereng nekir, xwe gihand
ciyê Romî ; hespên wan û kuştî, çend birîndarên wan û çekên wan
mabûn ! Şerkarên kurd her yekî hespek girtin. Neyar bi rêzên nêçîrê di erda
rast da para diçûn.
Siwarek dît ku neyar ji dest difilite, êdî dereng nekir, mehmûz bi zikê
hespê da, bi tenê rikebê neyar kir. Tifinga wî nebû, dehtîr di destê wî da ;
gulûleyek agir kir, qalingê fişeng di nav lûlê da ma, dehtîr xerab bû. Çend
esker zivirîn, nihêrîn, dîtin ku siwarek bi tenê rikêb dike. Siwar xwe winda
nekir, bi tirkî notilê zabitên tirk ferman da : Teslîm bin ! Dest bihnd ! Neyar
mînanî ku manyetîze bûne zû îtaet kirin. Siwar kete nav neyaran, tifingek û
qetarek fişeng ji destê eskerek girt û ferman kir : tifengên xwe ji destên xwe
bavêjin zeviyê ! Avêtin. Paşê ji dîlketiyan ra wa'd da, go : dilteng mebin ezê
îşev we bişînin Bayzîdê nav hevalên we. Ev siwar xeyn ji qomandarê kurd
kesê din nebû !
Ez qederek sekinîm ta peyayên me hatin. Ewan eslehê dîlan girtin. Min
tifengek zêde girtibû û min wê da Bro Heskî. Teyara ku anîbûn xwarê nêzîk
bû, em çûn dîtina wê. Mixabin di nav Agriyiyan kes nebû frokê bifirîne,
belam ji mîtralyoza ku di frokê de bi cî kiribûn me dest nekişand û ji
frokê derxist. Bi destûra qomandar hindurê frokê tejî giyayê hişk kirin.
Qomandar li gel Ahmedê Hacî û Bro li kêleka frokê man, ên din çûn. Çaxê
ew dûr ketin, agir avêtin giya, ewanan hespên xwe bezandin, çûn bi hevalên
xwe gihîştin. Qederek dûr ketin, bombe teqiyan û frokê tike tike kir,
dengê wan zafera Kurdan bi guhê Romîyan gihandin. Nêzikî Agrî bûn,
dîlketiyan bi kiras û derpê şandin Bayzîdê ta ahalî bibîne ku Romî nikare
şikesta xwe veşêre.
Ferişteyê şevê balê reş û tariyên xwe bi serê ev kuşt û kuştaran kişa, ji
pêşiya çavan veşart. Xeyn ji simê hespên ku me ji Romîyan girtibûn û
peyayên me hemû siwar bûbûn, tu dengek nedihat. Bêdengî şûna teqînên
top û tifingên cehenemî girtibû. Nale û nezarên birîndarên ku musebib in
ku ev şerê xunavî dest kiriye, destê tol giran û padaşê dagir kirin û pelamar
deranî jin û zarên tavan bi çakî dabû, pilîseyek ku h ser froke bilind
bi şerkaran re oxir bixêr digot. Bombên ku ji bona kuştina jin û mindalên
kurd di nav frokê danîbûn, bi dengê muhibî teqiya, feth û pîroziya Agriyîyan
îlan kir.
Katê şerkaran gihîştin cem frokê, du mindalên kurd ji gundê Hellac ji
bona dîtina frokê tên. Çaxê bi kêleka frokê digihîjin, bomb diteqe, her du
mindalan dikuje. Bi vê teqîna bombê perdeya teatra* Kanî Kork hate
girêdan.

(* teatr : sanogerî, tiyatro)

Çendek berê, qomandarê sînorê tirk mîralay Ferhad Bey bi min xeber
şandibû, gotibû : Em çira şergerên xwe didine kuştin. Tu were, em herdu tenê
li hevxin, yek ji me were kuştin, şer temam be. Min di welamê de gotibû :
«Heke yekî ji me bimire şer temam bibe, ez elan hazir im. Belam tu hêjî negihîştî
ku em Kurd ji bo çi li gel Tirkan şer dikin ! Em azadî û serxwebûna
netewayê kurd dixwazin. Ku dewleta we evî qebûl ke şer temam dibe. Belam
doel* kirina min heke pêwîst bû, ne h gel te, li gel serekê neteweyê tirk
doel dikim, ji ber ku ez jî nuwînerê kurd im, em milletek in. Pêşiya ku tu
herî, emê rojek hevdu li ser meydana şer ziyaret bikin. Evî bizane : heye ku
bimirim, bi hezaran mîna min û ji min çêtir di nav Kurda de henin ku
tolê* neteweyê kurd ji Tirka digirin. Eva kuşt û kuştar çaxê temam dibe
ku civata Mezin a Netewayetî ya Tirkiyê mafên netewayetî yên Kurda qebûl
û îlan dike ! ...»
Ew şev Ihsan Nûrî bi wan siwarên dîl spart, got : «Bi qomandarê xwe
Mîralay Ferhad bêjin : îro ez hatim, şa bûm ku emê h meydana şer wî bibînim.
Ji bona wî him li Kanî Kork, him h vir, hun bi xwe dîtin, ez h pêşiya
şerkarên xwe hatim, ewî bibînim. Zor dilteng bûm ku min nedît, zû revî, ji
destê min difilitî. Diyare gelek zîrek bûyî, di şûna te, min siwarên te dîl girt
û çekên wan ji destê wan stend.»
Li ser wa'dê ku ji dîlketiyan ra dabûn, wan azad kirin, bi şarê Bayzîdê
şandin.
gotin ku ava rûbarê sînorê ev beşê strana Agriyê dixwendin.

Roja azad li ser te helat
Ronîka ta Besre reşand
Nav milletê azadî çand
Hilbe Agrî, hilbe Agrî !

Şerê Kanî Kork bi serbestî ji postên sînorê Iranê, ji Ser Kanî û ji girê Ayî
Bey dihate dîtin. Nûvînerê Filleyên Taşnaq h Agrî bû, ew şahidê van
canbêzarên kurd bû.
Agrî ezîztir bûbû, li ber çavan gewretir* dihat, lawên Agrî ev beşê*
Marşa Agrî bi şadî, bi tehrê ku dengê wan çiyan dilerzand, dixwendin.

Hilbe Agrî, hilbe Agrî
Ji sawa te Tirk digirî
Te dît çawa Rûmî revî
Hilbe Agrî, hilbe Agrî !

(Dûmahîk heye)
* doel : dûello, şerêdu kesan ; tol : heyf, intiqam ; gewre : mezin, beş : par, peşk.
1. Iro navê Qerakosê Agri danîn e. Wattyê Agrî ku ji ttrsa têkoşêranê Agrî biribûn Qerekosê, lê dîsa bi
navê Waliyê Bayzîdê kar dikir. Qeymeqamê Qerekosê anîbttn Bayzîdê ; ewjî li sarê Bayzîdê dîsa bi
navê qeymeqamê Qerekosê kar dikir. Vî karîji tirsa Kurdan ktiibûn.
JI KOVARA HÊVÎ HEJMAR 3/SEBAT 1985

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder