12 Ocak 2011 Çarşamba

Sedsaliya Rojnamegeriya Kurdî


Mahmud Lewendî

Di hefta pêflî ya Adara 1998´an de li Stockholmê ji alî Federasyona Komelên Kurdistanê li Swêdê û Komela Nivîskarên Kurd û ABF´ê li Stockholmê, di 22.04.1998´an de li bajarê Kolnê ji alî Yekîtîya Rojnamevanên Kurdistanê û di 22-26ê Nîsanê de jî li Îstenbolê ji alî NÇM, Med-Kom û Stranê 100salîya rojnamegerîya kurdî hat pîrozkirin.

Di pîrozkirina Stockholm û ya Kolnê de ez bixwe befldar bûm û min di çarçeweya vê nivîsa jêrîn de axaftinek kir û her weha min pêflangehek ku ji 780 bergên kovaran pêkhatî jî li ciyên pîrozkirinê raxist û fotokopiyeke vê pêflangehê jî min ji yên Îstenbolê re fland daku li wir pêflangehekê vekin. Ev nivîsa jêrîn di wan civînan de hatiye belav kirin.)


Rojnama pêflî Kurdistan e, li Qahireyê di 22'ê Nîsana 1898’an de ji alî Mîqdad Mîdhet Bedirxan ve hatiye derxistin. 75 sal pifltî derketina vê rojnameyê, di 1973’an de li Kurdistana Iraqê, 22’yê Nîsanê wek Roja Rojnamegerîya Kurdî hat qebûlkirin û ji wê rojê de ye her sal ev roj tê pîrozkirin.


Îsal jî 100 salîya rojnama Kurdistanê ye, bi vê wesîleyê em îstatîstîkeke kurt a derheqê kovar û rojnameyên kurdan de radixin ber çavan.



Heta nuha bi qasî ku min tesbît kirîye:


-1200 kovar, rojname û bultenên Kurdan derketine.


-Nêzî 730 hebê wan ji alî partî û rêxistinan ve hatine derxistin.


-295 heb ji wan tenê bi Kurdî ne (piranî bi Soranî, paflê Kurmancî û Dimilî), yên din bi Tirkî, Erebî, Farisî ne hinek ji wan nîva-nîv in (Kurdî-Tirkî, Erebî-Kurdî û hw.). Nêzî35 kovar û rojname jî bi zimanên din derketine, wek: Ing., Alm., Swêdî, Yunanî, Rusî, Fini û hwd.


-Ji van kovar û rojnameyan nêzî 630 hebên wan illegal derketine.


-Piraniya kovar û rojnameyên ku ji teref dewletê hatine girtin yên Kurdistana Tirkiyê ne. Hema hema çi bigre ji % 96'ê wan ji teref dewletê hatine girtin, an jî derheqê wan de mahkeme vebûne.


-Piraniya rojnamevanên Kurd li Kurdistana Bakur ji teref dewletê ve hatine kufltin. Wek Musa Anter, Huseyin Deniz, Medet Serhat, Hafiz Akdemir û hîn gelekên din.


Kovara herî biçûk: Xebat (11x8 cm., KUK)


Kovara herî mezin: Govarî Korrî Zanyarî Kurd, 1973, Bexdad


Rojnameya herî mezin: Aso, Brayetî, (Bexdad)


Rojnameyên rojane: Birayetî (1974), Gündem, Politika, Kurdistanî Nwê


Rojnameyên heftane: Kurdistan (Îran), Yeni Ülke, Azadî, Hêvî, Roj, Jiyana Nû, Kurdistanî Nwê, Birayetî


Kovara herî pirpel: Govarî Korrî Zanyarî Kurd (no:1/1973, 800 r.) (no:1-2, 1974, 976 r.), Bexdad


Kovar an rojnameya herî kêmpel: Belavok (1 r.), Stockholm, 1979


Çend nimûne ji kovar an rojnameyên herî domdirêj û berdewam (di nav parantêzê de kes an rêxistinên ku derxistine hatine diyarkirin):


Hawar, fiam, 1932-1943, 11 sal (Celadet Bedirxan)


Gelawêj, Bexdad,1939, 10 sal (Îbrahîm Ahmed û Elaeddîn Seccadî)


Berbang, Stockholm, 1982 (Fedrasyona Komelên Kurdistanê)


Armanc 1979-1997, 18 sal (DDKD-KIP, pifltre Yekbûn)


Dengê Kurd, Suriye (Ji salên 60î û vir de ye derdikeve)


Berxwedan (PKK) (ji 80yî û vir de ye her derdikeve)


Serxwebûn (PKK) (ji 1979´an û vir de ye derdikeve)


Riya Azadî (PSK) (Ger wek berdewama "Özgürlük Yolu" were qebûlkirin, ji 1975´an û vir de ye her derdikeve)


Roja Nû, Stockholm, (PSK)


Xebat (PDK-Iraq)


Kurdistan (PDK-Iran)


El-fierare (YNK)


Çend nimûne ji kovar an rojnameyên herî jiyan kurt: rojnameya Neynik - Beyrut 1943- hejmarek derket, kovara Bihar (Surîye) 1 hejmar, Berbangê Kurdistan(Swêd)


Kovar an rojnameya herî pir cî guhestî: Rojnameya Kurdistan 1898


Kovar an rojnameya ku cara pêflî cih daye nivîsên bi Dimilî: Hawar 1932


Kovar an rojnameya ku cara pêflî navê wê bi Dimilî bû: Roja Newe, 1963, Îstanbul.


Kovar an rojnameya ku cara pêflî cih daye devoka fiêxbizinî: Çarçira, 1986, Stockholm


Çend nimûne ji kovar an rojnameyên ku herî pir ceza xwarine; Ozgür Ulke, Ozgür Politika, Ozgür Gündem, Medya Gunefli, Azadî, Hêvî û hwd ên ku li Tirkiyê derdikevin.


Kovar an rojnameya ku dewletên dagirker suîkast li hember wê kirine: Ozgür Gündem, Ozgür Politika


Kovar û rojnameyên ku di zindanan de derketine:


Berhem (Zindana Diyarbekirê 1984)


Hawar (Zindana Diyarbekir 1984)


Çandiya Berxwedan (Zindana Diyarbekir 1984)


Çirûska Jiyan (Diyarbekir 1984)


Hewar (Diyarbekir 1980, destnivîs, M. Dogan û F.Kurtay)


Yurttan Haberler (Diyarbekir, 1980)


Oncü Çocuk (Aydin, 1991)


Dîlan (Aydin, 1991)


Sesimiz (Ankara, 1989)


fiewqa Berxwedan (Diyarbekir, 1989)


Serîhildana Kurdistan (pifltî 1984´an)


Dengê Kurdistan (ist., 1989)


Tel Orgü (fiukru Gumufl, Urfa, 1988)



Kovar an rojnameyên ku li gundekî derketine: Xurmal (no:1/1940, 15 rojî, fiakir Fettah)


Kovar an rojnameyên ku biyaniyan derxistine: Kurdistan Missonery, Kurdistan Ambassador, Kurdistan Bulletinen,


Kovar an rojnameyên ku dewletên biyanî li Kurdistanê derxistine: Aga w rûdawî Hefteyî (Konsolosxaneya Amerîkayê li Bexdadê derxistiye), Peyam, Têgehifltinî Rastî (Îngilîzan li Bexdadê derxistiye)


Yekem kovara mîzahî: Mîrkut, Stockholm, 1.7.1985 (M. Lewendî)


Yekem kovara zarokan: Kulîlk û Hêvî (1981), Stockholm, (Gelek kes dinivîsin ku yekem kovara zarokan Gir û Galî Mindalanî Kurd/Mahabad/1946 e, lê bi qasî ku mirov ji hersê hejmarên kovarê fêm dike ne ê zarokan, lê dibe ku yê xortan be. Ji xwe di bin navê kovarê de jî hatiye nivîsîn ku "Bîrî Kargeranî Çapxaney Kurdistan")


Yekem kovara jinan: Huner, Bexdad, 1958


Yekem rojnameyên ku di flikeftê de derketine: Umêdî Istiqlal, Pêflkewtin (yên dewra fiêx Mehmûdê Berzencî ne ku wê demê di Eflkewtî Cesene/fiikefta Ceseneyê de van rojnameyan çap dikin.)



Li gor welatan hejmara rojname û kovaran:


-Iraq û Kurdistana Iraqê: 378


-Tirkiye û Kurdistana Tirkiyê: 161


-Iran û Kurdistana Iranê: 76


-Surîye û Kurdistana Surîyê: 97



Almanya: 88


Awistirya: 8


Belçika: 6


Bulgaristan: 5


Canada: 9


Çekoslovakya: 5


Danmark: 7


England: 11


Finland: 6


Fransa: 27


Holland:11


Lubnan: 21


Misir: 11


Norveç:7


Pakistan: 7


Romanya: 4


Sovyet: 13


Swêd: 98


Urdun: 5


USA: 23


Yunan: 9


52 Awrûpa (?) (ciyê derketina wan nediyar e).


Ji van kovar û rojnameyan:


8 heb ji bo zarokan e


6 heb yên mîzahî ne


7 heb yên jinan e


17 heb îslamî


7 heb di zîndanan de derketine (li Kurdistana Tirkiyê)


2 heb tiyatro û sînema


8 heb yên xortan


1 magazîn



Ji bo kovar û rojnameyan, navên ku herî pir hatine bi kar anîn:


AZADÎ: 10


BANG: 4


ALA...: 16


ÇIYA: 9


DENG/DENGÊ.../DENGÎ....: 78


DEMOKRAT/DEMOKRASÎ: 7


GELAWÊJ: 9


HAWAR/HEWAR: 9


JÎN/JIYAN: 22


KURDISTAN: 22


NEWROZ: 5


fiOREfi: 7



Çend nimûne ji kovar û rojnameyên ku


Li Kurdistana Bakur û li Tirkîyê derketine: fiark ve Kurdistan 1908, Rojî Kurd 1913, Kurdistan 1918, Jîn (kovar) 1918, Dîcle Kaynagi, Roja Newe, Deng 1963, Dicle Firat


Kurdistana Baflûr û Iraq: Têgeyifltinî Rastî, Rojî Kurdistan, Bangî Heq, Umêdî Îstîqlal, Bangî Kurdistan, Jîn, Jîyanewe, Hetaw, Ronahî, Gelawêj, Zarî Kurmancî


Kurdistana Rojhilat û Îran: Kurd, fiewî Kurd, Gir û Galî Mindalanî Kurd, Hetaw, Nifltiman, Hawarî Nîfltiman, Kurdistan, Helale, Yekîtî Têkoflan, Amanc, Sirwe, Awyer


Kurdistana Sûriyê û Lubnan: Hawar, Ronahî, Roja Nû, Stêr, Neynik, Deng, Dengê Kurd, Demokratî, Yekîtî, Aso, Gurzek Gul, Pirs


Sovyet: Riya Teze, Kurdistan, Axîna Welat, Sovyet Kurdistani


*****


DI 100-SALÎYA ROJNAMEGERÎYA KURDÎ DE ROJNAME Û KOVARÊN KURDISTANA BAKUR


(1908-1998)


Rojnama pêflîn a kurdî, Kurdistan di 22´yê Nîsana 1898´an de lî Qahîrê derket. Ji wê rojê hetta îro nêzîkî 1200 kovar û rojnameyên kurdî derketin. Ger em Kurdîstana Iraq û Îran û Surîyê nehesibînin, hema tenê li Tirkîyê û li Kurdistana Tirkîyê nezîkî 160 kovar û rojnameyên Kurdan derketine. Lê piranîya wan bi Tirkî an jî bi Tirkî û Kurdî (Kurmancî-Soranî-Dimilî) derketine. Ji wan tenê kovara Tîrêj, Rojname, Welat(piflt re Welatê Me, Azadîya Welat) û Nûbihar, Armanc (çapa 2.) û Vate (çapa 2.) bi Kurdî (Kurmancî-Dimilî) derketine.


Gava ku mirov li grafîka derketina salên van kovar û rojnameyan dinihêre, mirov dibîne ku ew jî li gor pêflveçûna tevgera netewîya kurdî pêflde çûne an jî pafl de mane. Ev yeka jî bêguman bi rewfla împeratorîya Osmanî yan jî ya Cumhurîyeta Tirkîyê ve jî grêdayî ye. Her çendî nisbî be jî carna rewflek demokratîk çêbûye û tesîr li ser weflanên Kurdî jî kirîye.


Di 1908´an de mirov dibîne ku pifltî îlana Meflrûtîyetê, li Istenbolê Kurd jî dest bi derxistina rojname û kovaran dikin, komele û cemîyetan ava dikin, û vê yekê hetta 1914´an didomînin.


Di dema fierê Cîhanê yê Pêflîn (1914-1918) de weflanên Kurdî disekinin, dernakevin. Di 1918´an de, bi taybetî jî pifltî Mutarekeya Mondrosê gava ku hakimîyeta Tirkan qels dibe, Kurd dîsan dest bi derxistina weflanan dikin.


Pifltî tevgera Kemalîstan, ku li ser bingeha Dewleta Osmanî, Komara Tirkîyê tê avakirin. U serîhildanên Kurdan yên salên 1925, 1927-1930, 1937-1938´an jî ji teref hukumatê ve tê pelçiqandin. Ji ber vê yekê di navbêra salên 1920 û 1950´yî de bêdengîyeke dirêj heye. Di nava van herdû tarîxan de tu kovar yan jî rojnameyeke muhîm derneketîye.


Li derveyî yek-du îstîsnayan, ji bo salên 1950-1960´î jî mirov dikare her vî tifltî bibêje.


Bi guherîna Qanûna Esasî, pifltî 1961´an li Tirkîyê rewflek demokratîk a îzafî peyda bû. Hin ronakbîr û welatparêzên Kurdan jî xwestin ji vê rewflê îstîfade bikin. U di 1962´an de dest pê kirin çend rojname û kovar derxistin. Lê her di derketina wan de hukumatê pêflî li ber wan digirt û qedexe dikir.


Di nava salên 1955 û 1975´an de, xwendekarên Kurd ên ku li Istenbol û Anqerê dixwendin, hin kovar û rojnamên kurdî derxistin, lê ne peryodîk bûn û carina cih didan hin nivîs û flîîrên kurdî jî.


Wekî tevgerên Kurdî, rojname û kovarên Kurdî jî di nav salên 1974 û 1980´yî de gelek pêflde çûn. Di nav van flefl salan de ji bîstî zêdetir rojname û kovarên kurdî derketin.


Pifltî Ilona 1980´yî ku Cunta hat ser hukim, êdî tu kovar û rojnameyên kurdî nema derketin. Tenê pifltî 1984´an di Girtîxana Diyarbekir de hin kovar bi awayekî îllegal ji teref Kurdan ve hatine derxistin. Mesela ji wan navê yekê Çandîya Berxwedan e.


Piranîya van rojname û kovaran sîyasî ne. Hinek ji wan li Istenbol, Anqere û Izmîrê, hinek jî li Kurdistanê dihatin çapkirin. Gelek ji van kovar û rojnameyan legal derdiketin, lê her tim dihatin qedexe kirin, ceza didan kesên ku dixwendin û belavdikirin. Li derveyî yên legal, her weha hin kovarên îllegal jî ji teref hin rêxistinên Kurdan ve dihatin derxistin.


Pifltî 1988´an nisbî be jî dîsa rewflek "demokratîk" peyde bû û Kurdan dest pê kirin kovar û rojname derxistin, her çendî ew jî dîsa ji teref hukmatê ve hatin qedexe kirin, lê hinek ji wan hîn jî derdikevin.


Kovar û rojnameyên ku kurdan li Tîrkîyê derxistine li gor tarîxa derketinê, ev in:
fiark ve Kürdîstan, Istanbul, 1908
Kürd Teavvün ve Terakki Gazetesi, Istanbul, 1908
Kürdistan, Istanbul, 1908
Serbesti, Istanbul, 1909
Amid-i Sevda, Istanbul, 1909
Peyman, Diyarbekir, 1909
Rojî Kurd, Istanbul, 1913
Yekbûn, Istanbul, 1913
Hetawî Kurd, Istanbul, 1913
Jîn (kovar), Istanbul, 1918
Jîn (rojname), Istanbul, 1919
Kurdistan, Istanbul, 1919
Îrfan, Siwêreg, 1923
Gazî, Diyarbekir, 1919
Mezopotamya, Diyarbekir, 1925 (?)
Agrî Agir Dibarîne, Agri, 1929 (?)
Gazîya Welat, Agri, 1929 (?)
Agrî, Agri, 1929-1930
Dicle Kaynagi, Istanbul, 1948
fiark Mecmuasi, Istanbul, 1950
fiarkin Sesi, Istanbul, 1950
Demokrat Dogu, Turkiye, 1950
Agri, Ankara, 1953
fiark Postasi, Diyarbekir, 1954
Henek, Ankara, 1955(?)
Miya Farkin, Farqin, 1955
Cudi, Turkiye, 1956 (?)
Dersim, Ankara, 1957
Ceride-i Dersim, Istanbul, 1957
Ileri Yurd, Diyarbekir, 1958
Silvan Sesi, Silivan, 1962
Dicle-Firat, Istanbul, 1962
Rêya Rast, Istanbul, 1963 (?)
Keko, Ankara, 1963
Deng, Istanbul, 1963
Roja Newe, Istanbul, 1963
Kormiflkan, Ankara, 1965
Çira, Xarpêt (El´eziz), 1965
Yeni Akifl, Ankara, 1966
Havar, Ankara, 1966
Uyan›fl, Ankara, 1967
Çikifl, Ankara, 1967
Diyarbakýr Kültür, Ankara, 1967
Siverek, Istanbul, 1968
Hinistan Sesler, Ankara, 1968
Karakoçan, Istanbul, 1969
Dirilifl-Mardin´in Sesi, Ankara, 1969
Ezilenler, Dêrsim (Tunceli), 1969
Do¤u, Istanbul, 1969
Dengê Sêrek, Istanbul, 1969
fiêresiyar, Bayezid (Dogu Beyazit), 1970
Mezra Botan, 1969
Gumgum, Ankara,1970
Adiyaman, Istanbul, 1970
DDKO Haber Bülteni, Ankara, 1970
Bazalt Kent, Ankara, 1970
Ozgürlük Yolu, Ankara, 1975
Deprem, Licê, 1975
Heval/Yoldafl, 1975
Azad, Ankara, 1975
Xebat Bona Yekbûn û Rêya Azadî, 1976
Rizgarî, Istanbul, 1976
Siirtte Son Söz, Sêrt, 1976
Pêfleng bo fiorefl, 1977
Roja Welat, Ankara, 1977
Diyarbak›r Yol-Ifl, Diyarbekir, 1977
Demokrasi, Agri, 1977
Rêya Sor, Ankara, 1977
Xebat ji bo Rizgariya Kurdistan, 1978
Devrimci Demokrat Gençlik, Istanbul, 1978
Kava (Kawa), Istanbul, 1978
Serxwebûn, Gazîanteb, 1979
PKK Bülteni, K›z›ltepe, 1979
Dengê Kawa, Ankara, 1979
Haber Bülteni, Bismil, 1979
Hewar, Turkiye, 1979
Ala Rizgarî, Istanbul, 1979
Jîna Nû, Wan, 1979
Ozgürlük, Izmir, 1979
Têkoflîn, Entab, 1979
Ozgürlük fiafag›, Wan, 1979
Tîrêj, Izmir, 1979
Seslenifl, Batman, 1979
fiorefl, 1979 (Kurtulufl)
Yekbûn, Diyarbekir, 1979
Befliri´de Uyan›fl, Biflêri (Qubin), 1980
Demokratik Egitime Dogru, Bedlis, 1980,
Têkofler, Kurdistana Tirkiyê, 1980
Roja Gel, 1980
Yurttan Haberler, Girtîxana Diyarbekir, 1980
Xebat Ser Riya Barzani, 1981, Kurdistana Tirkiyê
Ji bo Kurdistank Serbixwe Yekbûyî û Sosyalîst Pêflve, Ankara 1981
Di têkoflîna serxwebûn û azadîya Kurdistan de Pêflmerge, 1983
Hawar, Girtixana Diyarbekir, 1984
Çandiya Berxwedan, Girtixana Diyarbekir, 1984
Çirûska Jiyan, Girtixana Diyarbekir, 1984
Berhem, Girtixana Diyarbekir, 1984
Dengê Partîzan, 1987 (TKP-ML)
Medya Günefli, Istanbul, 1988
Toplumsal Dirilifl, Istanbul, 1988
Ozgür Gelecek, Ankara, 1988
Dengê Amedê, (PKK-Diyarbekir)
Dengê Kurdistan, Girtîxana Istanbulê, 1989
Vatan Günefli, Istanbul, 1989
Deng, Istanbul, 1989
Tel Örgü, Girtîxana Ruhayê, 1988
Seçmeler, Ankara, 1989
Sesimiz, Girtîxana Ankara, 1989
fiewqa Berxwedan, Girtîxana Diyarbekirê, 1989
Serhildana Gel, 1990 (PKK Eyaleta Mêrdînê)
Yenî Halk Gerçe¤i, Îstanbul, 1990
Serîhildana Kurdistan,
Halk Gerçegi, Istanbul, 1990
Ozgür Halk, Istanbul, 1990
Yeni Ülke, Istanbul, 1990
Roza, Îstanbul
Xebat ji bo serxwebûna Kurdistan, 1990-1991
Dîlan, Girtîxana Ayd›n 1991
Dengê Artêfla Gel, 1991
Êrîfl, Dersîm
Newroz, Istanbul, 1991
Rojname, Îstanbul, 1991
Li Welat, 1991
Öncü Çocuk, Girtîxana Aydinê, 1991
Rewflen, Istanbul, 1992
Newroz Atefli, Îstanbul, 1992
Devrimci Yurtsever Gençlik, Îstanbul, 1992
Govend, Diyarbekýr, 1991
Azadî, Îstanbul, 1992
Felat, Bismil, 1992
Serketin, Îstanbul, 1992
Komel, Îstanbul, 1992
Welat, Îstanbul, 1992
Azadîya Welat, Îstanbul
Tewlo, Îstanbul, 1992
Özgür Gündem, Îstanbul, 1992
Ahmedî Xanî, Bayezid, 1992
Nubihar, Îstanbul, 1992
Karacadag, Wêranflahr, 1993
Peyman, Girtîxaneya Ruhayê, 1994
Realîte, Îstanbul, 1994
Jîyana Nû, Istanbul, 1994
Welatê Me, Îstanbul,1994
Stêrka Rizgarî, Istanbul, 1994
Jiyana Rewflen, Istanbul
Armanc, Istanbul, 1995
Roj; Istanbul 1995
Zend, Istanbul, 1996
Demokrasî, Istanbul
Zend, Istanbul, 1996
Jujin, Istanbul, 1996
Dengê Stêrka Rizgarî, Istanbul, 1997
Nû Roj, Istanbul,1997
Pêfle Roj, Istanbul
Ronahî, Istanbul
Hêvî, Istanbul
UDG/CND (Ciwanên Neteweyî yên Demokrat), Mersin, 1997
Vate, Ist. 1998
Stêrka Rizgarî
War
Pelîn
Serbestî




Çavkanî:


® Ji % 80’yê van kovar û rojnameyan min bi xwe dîtine. Ji bo yên ku min nedîtine jî min ji van çavkaniyên jêrîn sûd girtîye:


® Malmîsanij û M. Lewendî; Li Kurdistana Bakur û Li Tirkiyê Rojnamegerîya Kurdî (1908-1981), Weflanên Jîna Nû, Stockholm, 1989, 309 r.


® Malmîsanij û M. Lewendî; Li Kurdistana Bakur û Li Tirkiyê Rojnamegerîya Kurdî (1908-1992) -II-, Stockholm, 1992, 163 r.


® Malmîsanij û M. Lewendî; Li Kurdistana Bakur û Li Tirkiyê Rojnamegerîya Kurdî (1908-1992), (Çapa 2.), Öz-Ge Yayýnlarý, Ankara, 1992, 465 r.


® Cemal Xeznedar;a Raberî Rojnamegerîy Kurdî, Bexdad, 1973, 192 r.


® Mumtaz Heyderî; Mistefa fiewqî w "Peyje", Hewlêr, 1985, 143 r.


® Silvio van Rooy & Kees Tamboer; ISK’s Kurdish Bibliography Nr. 1, Volume: A, Volume: B, Amsterdam, 1968, 658 r.


® Ebdulcebbar Muhemmed Cebbarî; Mêjûy Rojnamegerî Kurdî, Silêmaniye, 1970, 191 r.


® Kemal Mezher Ehmed; "Têgeyifltinî Rastî" û fiwênî Le Rojnamenûsî Kurdî da, Bexdad, 1978


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder