Li Çiyayê Agirî, gava ku her sal bi kulîlkan, bi axa qehwerengî, bi bîhn û rengê xweþ ve bihar tê, þivanên Çiyayê Agirî yên çeleng, çavreþ, çavxemîn û girs jî bi tiliyên xwe yên zirav û dirêj radihêjin bilûrên xwe û tên ser Gola Kûpê, li bin zinarên sor, li ser axa qehwerengî û li ser piþta bihara hezarsalî kulavên xwe radixin û li çarmedora golê rûdinin. Hîna berîya ku tîrêjên rojê biavêjin, di bin çurûsîna ronahîya stêrkên Agirî yên kombûyî de bilûrên xwe ji milên xwe dadixin û dest bi lêdana strana hêrsa Agirî dikin. Ev ji berbangê heta ku roj diçe ava dom dike. Di vê navberê de, tam dema ku roj diçe ava, çûkekî piçûk û mîna berfê spî li ser golê difire, doþ dibe. Çûk zirav û dirêj e û dirûvê hechecikê didê. Li ser golê pir bi lez dizivire, li ser hev xelekên sipî û dirêj çêdike. Ew xelekên spî, têl têl dikevin nav þînahiya golê. Dema roj diçe ava bilûrvan dev ji lêdana bilûrê berdidin, bilûran diavêjin ser milên xwe û radibin. Çûkê ku li ser golê difire jî, xwe bi hemû hêza xwe ve wek birûskê berdide ser avê. Baskên xwe li ava þîn dixe û radibe. Sê caran bi wî awayî dikeve avê û derdikeve. Piþt re jî difire û diçe û ji ber çavan winda dibe. Piþtî çûyina çûk, þivan jî yeko-yeko, dudo-dudo bêdeng ji golê bi dûr dikevin û di nav tariya þevê de winda dibin.
Yaşar Kemal
ji Efsaneya Çiyayê Agirî
(Wergera ji tirkî: Haydar Diljen)
Ji boy Pdf a pirtûkê vê derê bitikînin.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder