18 Ocak 2011 Salı

Dr. Kutlay: Di Osmaniyan de herî dereng kurd hişyar bûn

Enqere, 30 Cotmeh (AKnews) – Dîroknas Dr. Naci Kutlay got, berevajî ku tê zanîn, kurd beşdarî kongreya Erzirom û Sêwasê nebûne.

Dr. Kutlay got, serhildanên kurdan ên salên destpêkê Komara Tirkiyeyê, ji nerazîbûna pêkanînên Cemiyeta Îtihat û Teraqî pêk hatine. Kutlay destnîşan kir ku, hestên neteweparêziyê ku di nava Împaratoriya Osmaniyan de rabûne, herî dawî di nava kurdan de derketiye.

Dr. Naci Kutlay, di salvegera 87emîn a damezrandina Komara Tirkiyeyê de, pirsên AKnewsê bersivandin.

Di Şerê Rizgariyê yê Tirkiyeyê de, kurdan roleke çawa lîst?

Tiştê ku her kes qebûl dike, gelên ku li ser mîrasa Osmaniyan dijiyan, wek Xiristiyan û Misilmanan cihê bûn. Misilman jî piranî li dora tirkan kom bûn. Wê demê neteweparêzî jî pêş dikeve. Yên ku di warê neteweparêziyê de herî dereng hişyar dibin kurd in.

Çima di kurdan de dereng mayîn heye?

Ev yek, hem dîrokî û hem jî sosyolojîk e. Haya kurdan, ji guherînên cihanê nebû. Bi şaristanî û guherînê re elaqeya wan nebû û aboriya wan jî têra wan dikir. Li aliyê dîtir jî gel, girêdayî Xelîfe, Misilmanî û Osmanî bû. Wê demê, ji kurdbûnê zêdetir xwe piranî Osmanî dibînin.

Di hin aliyên kurdan de tê behskirin ku, ger Destûra Bingehîna 1921ê esas bête girtin, pirsgirêka kurd dê çareser bibe. Hûn tevli vê nêrînê dibin?

Yên ku wê demê ji osmaniyan veqetiyan, netewe-dewletên biçûk damezrandin. Mustafa Kemal dît ku, şertên xwebirêvebirinê ya kurdan amade ne. Bo vê destûra 1921ê, erkeke mezin dide rêveberiyên herêmî.

Yanê destûra 1921ê, mafê xwe bi xwe rêvebirina kurdan dida?

Di asta herêmî de dida. Qanûna ku vê destûrê dide 24 bend in û ya herî girîn jî bi benda 10emîn, ji bilî karên aboriya giştî, leşkerî, wezara hundir û wezareta derve, hemû kar ji herêmê re dihate hîştin.

Di asta herêmî de be jî, gelo di van 3 salên destûra 1921ê de, kurdan xwe bi xwe rê ve bir?

Na. Nedizanîn. Difikirîn ku, wek dema Osmaniyan kes elaqeya wan nake. Tênegihîştin ku Îtîhat û Teraqî çi ye û dê çi bîne. Tevli sirgûnkirin û kuştina ermeniyan jî bûbûn û ji vegera ermeniyan ditirsiyan. Mustafa Kemal jî ev tirs baş bikar anî.

Destûra Bingehîn a 1924 ku piştre hate çêkirin çawa bû?

Di sala 1924 de, karên navendîbûnê temam bû. Wê demê, tenê di navbera Tirkiye û Brîtanyayê de pirsgirêka Mûsilê mabû. Tirkiye, wekê ku ax dixwest xwe nîşan dida, lê ya rastî nedixwest. Derdê wan, ger li jêr tevgereke kurd derkeve, dê tesîr li ser ên jorê bike bû. Pirsgirêk ewlehiya Tirkiyeyê û ji petrolê par girtin bû.

Mustafa Kemal dibêje, em ê xweserî bidin kurdan. Gelo bi rastî jî fikreke wî ya wiha hebû?

Na, nedifikirî. Mustafa Kemal ji xweseriyê behs dikir, lê çû kongreyên Erzirom û Sêwasê kom kirin û di van kongreyan de kurd nebûn.

Kurd beşdarî van her du kongreyan nebûn?

Na. Her kes dibêje qey beşdar bûne. Belê 2-3 kurd beşdar bûne lê, yên ku rengê xwe bidin û mora xwe lêbidin nebûn. Di heyeta pêkanînê ya Kongreya Erziromê de 2 kurd hene. Yek jê Hecî Mûsa Beg e, yê dîtir jî parlamenterê Sêrtê Sadullah Beg e. Her du jî neçûn kongreyê.

Kongreya Erziromê bi 56 delegeyan, Kongreya Sêwasê jî bi 38 delegeyan tê lidarxistin. Lê ji Xarpût, Diyarbekir û deverên dîtir ên kurdan kes nîn e.

Wek mînak, delegeyê Agiriyê Huseyin Avni Ulaş e, lê ew, li Erziromê parêzer e. Delegeyê Diyadînê, ji Nalbantzadeyên Erziromê ye. Yanê di kongreyên Erzirom û Sêwasê de kurd nedikarîn daxwazeke xwe pêşkêş bikin.

Kurd ji xeterîya ermeniyan û bicihanîna tiştên ku dixwazin bêne bicihanînê bawer bûn.

Mustafa Kemal jî ji vê rewşê îstîfade kir...

Belê hem bikar anî û hem jî formule kir.

Di salên destpêkê yên Komara Tirkiyeyê de serhildanên kurdan ên wek Koçgirî, Şêx Seîd, Agirî û Dêrsimê hene. Sedema bingehîn a van serhildanan çî ye?

Kurdan dîtin ku, nayên hesibandin û ayendeya wan tarî ye. Li aliyê dîtir jî kurd hê di sazûmana feodal de bûn. Lê komar, kêm-zêde antî-feodal bû. Em rewşenbîrên kurd, gelek wesfên milî li wan serhildanan dikin lê, aliyên milî hebin jî kêm in.

Ji ber têgîna neteweperstî ya kurdan di wê demê de nebû, bendewariya serokek milî û daxwazên milî jî ne rast in...

Têgihîştina milî nîn e, rêxistina milî nîn e û daxwazên milî nîn in. Niha binêrin, çi dikin nikarin serhildana kurdan têk bibin. Çima? Ji ber ku rêbertî guherî, daxwaz guherîn, zanebûn pêşket û asta perwerdeyê bilind bû.

PORTRE / NACÎ KUTLAY

Di sala 1931 de li Agiriyê hate dinê. Ji Zaningeha Enqereyê Fakulteya Tipê mezûn bû. Di HADEP, DEHAP û DTPê de siyaset kir. Kitêbên bi navê “Di Sedsala 21emîn de Kurd”, “Di Kurdan de Guherîn û Neteweparêzî”, Di Jiyana Siyasî ya Tirk de Damarên Kurdî” jî di nav de gelek kitêbên Kutlay hatine weşandin.

Hevpeyvîn: Kemal Avcı
Wergêr: ym
(AKnews)

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder