14 Ocak 2011 Cuma

Di dadgehên serdestan de 1925-2011… -I--II--III--IV-

Di dadgehên serdestan de 1925-2011… -I-
Di çerxa darazê de bêdadî û însafiya li hember kurdan di 1925’an de çi bû di 2011’an de çi ye? Heman zîhniyeta serdest li ser daxwaza kurdan çawa hepsên xwe bezandiye û kurdan çi kiriye...

12/01/2011


REMEZAN OLÇEN
Beriya damezrandina Komara Tirk li çar aliyê dinê di navbera dewletên ku ji şerê cîhanê yê yekemîn bi serkeftî derketibûn kêf û şahî, di nav dewletên ku têk çûbûn jî xemgînî û tirsa ji pêşerojê serdest bû. Dewleta Osmanî di şerî de têk çûbû. Gelên ku tebaayên osmaniyan bûn di nava xof û tirsê de bûn. Rojava heta paytexta Al-î Osman şert û mercan qebûl kiribûn û serê xwe li ber kêrê danîbûn. Lê belê li bakurê Kurdistanê gel ji bo xaka xwe biparêze hêj têdikoşiya. Dibe ku ev cesaret û wêrekiya kurdan be ku hind serleşker û fermandarên Osmanî xwe li kurdan girtin.

SOZ Û PEYMANJi bo ku mirov jî îro fêm bike û analîz û nirxandinên di cih de bike lazim e mirov duhî ji bir neke. Berya ku komar bê avakirin kurd di nava împaratoriya Al-î Osman xwedî xweseriyek bûn. Car caran ev xweserî bi dek û dolaban ji wan hatibe girtin jî an jî kurd her çiqas bi awayek lokal û herêmê vê xweseriyê jiyabin jî ev rewş heta Şerê Cîhanê yê Yekemîn berdewam kir. Piştî ku şerî dest pê kir kurdan xaq û axa xwe parastin. Ango nehîştin welatên emperyalîst hepsên xwe li ser xaqa Kurdistanê bibezînin. Lê dîsa jî ji ber hiqûqa dewletan paytexta Osmaniyan ku wê demê Stenbol bû ket, Al-î Osman têk çû. Lê kurdan dîsa jî dev ji têkoşîna xwe bernedan. Ev têkoşêriya kurdan di nav serbazên artêşa Osmanî de bû wêrekî ku ji bo azadiyê şer bikin. Ji bo kurdan jî tevli ‘şerê rizgariyê’ bikin gelek soz û peyman dan. Piştî çûn û hatinên dom dirêj li Erziromê bi hevkariya kurdan rê û rêşalên ‘şerê rizgariyê’ hate danîn. Û li Enqereyê Meclisa ku ji nûnerên herêman pêk dihat, hikûmetek de facto ava kir. Di rûniştênên meclisê de her soz û peyman ji bo piştî serkeftinê hatin hiştin ji ber ku armanc rizgariyek ‘total’ bû ne ‘lokal’ bû. Qewl û miqewlên hatin danîn piştî damezrandina komarê ango serkeftinê hatin ji bîr kirin. Serkeftin ‘total’ bû pirsgirêkên lokal li ber çavan nedihat girtin. Ev çavsorî pêşî di navbera kadroyên pêşeng ên fermandarên şerî de derket. Ji bilî emr û fermanên Kemalîstan tu deng û reng nehat qebûl kirin. Ango şoreş pêşî zarokên xwe xwar. Pirdengiya meclisê hate qut kirin. Wekil û nûnerên gel ên ne li gorî zîhniyeta Kemalîst radibûn û rûdiniştin, hatin mişext kirin an jî bi dar vekirin.
86 SAL IN HEMAN ÊŞ Û AZAR
Mustafa Kemal di kongreya ku li Sêwasê li dar xist de bi piştgiriya kongreya Erzirom ango bi hêz û qeweta kurdan dil kir ku têkoşîna ji bo rizgarkirina welat pêş bixe. Bi kurt û kurmancî mirov dikare bibêje ku bi saya piştgiriya kurdan rojavayê welat hat rizgarkirin û komar hat damezrandin. Meclisa avakar ji bo pevrejiyana kurd û tirkan behsa xweseriyê jî kirin. Lê çi bû di salên 1920 û 1925’an de bûn sozên hatin dayîn bi cîh nehatin. Kurd li hemberî vê îxanetê serî hildan ew serhildan a ji bo jiyana hevpar hêj didome. Ji bo tepeserkirina serhildanên kurdan ku ji ber kêr giha bû hestî raperîn dest pêkiribûn. Bi awayên hovane û bi xwîn dihatin tepeserkirin û pêşengên serhildanan jî di dadgehên birayên xwe yên serdest! de bi awayekî bindest dihatin darizandin. Di salên 1925’an de navên dadgehan Dadgehên Îstîklalê bû, di salên 70 û 80’yan de Dadgehên Leşkerî, di salên 90’î de DGM ango Dadgehên Ewlehiyê ya Dewletê û di salên 2000’an de jî Dadgehên bi Rayeya Taybet. Belê dema em li mekanîzmaya daraza komara tirk dinêrin di zîhniyeta darazê de ji bo kurdan tu tişt neguheriye ji bilî nav. Em ê di dosyaya xwe de li ser darizandinên kurdan bisekinin. Ji ber ku di çerx û dezgehên daraza komarê de bi milyonan kurd hatine darizandin em ê hewl bidin ku ji damezrandina komarê heta niha çerxa daraza tirk li kurdan çawa hatiye xezebê. Belê dosyaya me li ser bêdadî û bêînsafiya înkargeran e. Em ê hewl bidin ku rûpelên reş ên dîrokê di warê darazê de raxînin ber çavan. Ji ber ku neyên jibîrkirin û hiş tim zindî bimîne.
DADGEHÊN ÎSTÎKLALÊ
Yek ji pratîkên dij hiqûqî û dij qanûniyê Komara Tirk; ‘Qanûna Dadgehên Îstîklalê’ û biryarên vê dadgehê ne. Ji ber ku di dezgehên Dadgehên Îstîklalê de herî zêde pênûsa kudan hate şikandin. Me behsa pêvajoya damezrandina Komara Tirkiyeyê kir. Me behsa qewl û miqewlan kir û me got ev bi cih nehatin. Piştî ku soz û peyman bi cih nehatin hin mebûsên kurd û fermandarên artêşê yên kurd wan soz û peymanan bi bîr xistin. Dengên wan hate qut kirin. Kurd vê yekê qebûl nekirin. Bi pêşengiya Xalid Begê Cibrî û Yusuf Ziya bingeha Rêxistina Azadiyê ango Komeleya Îstîklala Kurdistanê hate avêtin. Komîteya Îstîklala Kurdistanê li hemû deverên Kurdistana Tirkiyeyê bi awayekî veşarî hate damezrandin. Em ê hewl bidin ku di beşa duyem de bi ber firehî behsa vê mijarê jî bikin.
Lê em ê niha vegerîn damezrandina dadgehan li Meclisa komara ku nû hatibû damezrandin jî salek berya damezrandina Komeleya Îstîklala Kurdistanê, bi yekûna 115 wekîlî di bin serokatiya wekîlê herî kal wekîlê Sînopê Şerîf Beg de ji bo ku rê li ber firarên leşkeriyê bigire û serhildanan tepeser bike di 29’ê nîsana 1920’an de ‘Qanûna Xîyanetî Wataniye’ hate derxistin. Piştî ku ev qanûn ket meriyetê jî rê li ber firarî û serhildanan nehat girtin. Li cihê ku Kemalîst kumê xwe bidin ber xwe û bi fikirin û bi awayekî aştiyane pirsgirêkan çareserbikin qanûnek din di Meclisa Mezin a Gel de! êrê kirin.
Piştî çar meh di ser ‘Qanûna Xiyanetî Wataniye’ re derbas bû. ‘Dadgehên Îstîklalê’ hatin damezirandin. ‘Dadgeha Îstîklalê’ ya Komara Tirk ji ‘Dadgeha Îstîklala’ Fransayê ku piştî ‘Şoreşa Fransayê’ di sala 1793’yan de bi erkên bilind û awarte hatibû peywirdar kirin sûdê girtibû.

‘BES JI XWEDÊ DITIRSE’
‘Dadgehên Îstîklalê’ ji ber ku bi qanûnê hatibû damezirandin legal bûn ango qanûnî bûn, lê belê ji ber usulên darizandinê dij hiqûqî bûn. Endamên wê ji nav meclisê dihatin hilbijartin lê ji bilî dozger di nava wan de tu hiqûqnas nebû. Ev dadgehên ku li ser deriyê wan ‘Dadgehên Îstîklalê di têkoşîna xwe de bes ji Xwedê ditirse’ dinivîsand ji biryarên ku didan ne berpirsiyar bûn. Lê cezayên ku didan lazim bû bê sekn tebat ji alî kesên sivîl û burokratan ve bihata cih û ji pêkanîna biryarê jî ew kes berpirsiyar bûn. Ji bo biryarê pêşkêşkirina delîlan ne hewce bû. Bersûc nedikarin parêzeran bigirin da ku xwe ji sûcdariyan bi parêzên ji ber ku ji bo vê ne wext hebû ne jî parêzerên dilêr û wêrek. Biryar li gorî wijdana dadgêran dihat dayîn û temyîzê biryaran jî nebû. Cezayên(bidarvekirin) dihat birîn bi lez û bez bi cih dihat anîn. Ji ber vê lez û beziyê gelek caran kes di cihê hev de bi şaşî hatine bi dar ve kirin.

DADGEHÊN DEWRA YEKEM
Di nav bera 18’ê îlona1920’î û 31’ê tîrmeha 1922’yan 12 dadgeh û ji dawiya gulana 1922’yan heta 1923’yan 2 dadgeh bi tevahî 14 dadgeh ji ber rayeyên wan ji hev cuda bûn, bi navê ‘Dadgehên Îstîklalê yê Dewra Yekemîn’ hatibû binavkirin. Ev dadgehên ku li Enqere, Eskîşehîr, Isparta, Sêwas, Kastamonu, Pozanti û Amedê hatibûn damezirandin ji bo ku rê li ber ‘sîxûrî’ , ‘gengeşî derxistin’ , ‘firariyên leşkeriyê’ , ‘aligiriya padîşahî’, ‘rêbir’ û ‘serhildêran’ bigire hatibûn damezirandin. Lê di vê dewra yekemîn de pirsgirêka herî sereke ‘firariyên leşkeriyê’ bûn. Ji bo vê mirov dikare mînaka Şerê Sakaryayê bide ku balkêş e di v îşerî de 48 hezar û 335 kes li gorî qeydên fermî firarî bûn.
Li gorî daneyên fermî di van dadgehên dewra yekem de li gorî ‘Qanûna Xiyanetî Wataniye’ 59 hezar û 164 kes hatin darizandin, ji vana 41 hezar û 678 kes di nav bera 40 û 100 derbên bi darê lêdanê, desteserkirina mal û milk, cezayê pere, li şûna wî yekî din ê ji mal biçe leşkeriyê, teşhîr a li nav gel, cezayê girtîgehê, şewitandina mala wî û cezayên bi vî rengî hatine cezakirin. Lê belê ev jimare hêj rûyê aysbergê yê li ser rûyê avê ye, ji ber ku belgeyên van dedgehan bi piranî winda bûne! Li gorî lêkolîna Ergun Aybars kesên ku hatine bidarvekirin seriya 5 hezar kesan daye.

DADGEHÊN DEWRA DUYEM
‘Dadgehên Îstîklalê yên Dewra Duyem’ bi qebûlkirina ‘Qanûna Takrî-î Sikûn’ê ku di 4’ê adara 1925 an de hatin damezirandin. Lê van dadgehan ji yên dewra yekemîn zêdetir rastî muxalefetê hat. Kazim Karabekir di vê mijarê de ji hikûmetê pirsa; “Islihatê hûn ê bi Dadgehên Îstîklalê pêk bînin” dike. Wekilê Dêrsimê Ferîdun Fikrî(Duşunsel) Beg fikarê xwe wiha tîne ziman: “Dê bi vê qanûnê Dadgehên Îstîklalê erkên xwe yên bêperwaz zêdetir bike. Bûyerên ku ji îro pê ve rû bidin di kîjan astê de dibin bila bibin ji ber çi dibin bila bibin ew ê wekî serhildan û îxanetê bê binavkirin. Lê divê neyê ji bîrkirin ku di pergala komarparêziyê de heq û mafên gelan li ser her tiştî re ye û nabe û ev heq û maf ji însafa hikûmetan re bê hiştin.
Lê ev dadgehên dewra duyem li dijî 22 dengên na bi 122 dengên erê hate erêkirin. Bi vê qanûna hatî erêkirin bi erk û peywiya bicihanîna bidarvekirinê jî tê de yek bi navê ‘Şerqî’ li Amedê yê din jî li Enqereyê du Dadgehên Îstîklalê hatin damezirandin. Navê dadgeha Amedê yê fermî ‘Dadgeha Herêma Serhildanê’ bû lê bi navê ‘Dadgeha Îstîklalê yê Şerqî’ di hiş û bîran de ma. Di van dadgehên dewra duyem de gelek pêşeng û serokên serhildanan hatin darizandin û bi piranî çend îstîsna ne têde bi tevahî hatin bidarvekirin...

Di belge û nameyan de soz û peyman û xwestekên kurdan
Serokê Meclisa Gel a Komara Tirkiyeyê Mustafa Kemal di nameya xwe ya ku bi navê Serokê Meclisê bersivê dibe Komîserê Têkiliyên Derve yê Sovyetan ji Çîçerîn re wiha dibêje: “… Kurdistan jî di nav de herêmên din bi tevahî li gorî self-determînasyonê ( Biryara çarenûsa neteweyî bi xwe destnîşankirin) dê biryara xwe bidin”
Mustafa Kemal, di 27’ê hezîrana 1920’î de bi destnivîsa xwe di talîmata ku ji Fermandariya El Cezireyê re dişîne de dibêje; “ji bo ku em kurdan ji propagandayên Îngilîz û fransizan dûr bigirin em ê wîlayetên kurd lê meskûn in di bin fermandariya we de pev girê bidin wan bikin yek û ew ê jî li hemberî Meclisa Mezin a Gel berpirsiyar bin û bi la wîlayetên kurdan wekî ‘Kurdistana Xweser’ bê damezirandin”
Dîsa di sala 1921’an de piştî ‘Serhildana Koçgiriyê’ pêl bi pêl mezin bû, Meclis heyetek ku serokatiya wê wekîlê Agiriyê Şefîk Beg dikir ji bo îknakirinê şandin Koçgiriyê. Şefîk Bel li vir ji pêşengên serhildanê re wiha dibêje: “Ez jî kurd im, îstîklal û rizgariya Kurdistanê ez jî dixwazim, ji xwe dê meclis van mafan bide me dev ji serhildanê berdin.” Piştî vê kurd qanih dibin lê serhildan bi awayeke hovane tê tepeserkirin, herêma Koçgiriyê dibe heşr û meşher. Pêşengên serhidanê jî bi qanûna xiyanetî wataniyeyê tên cezakirin û bidarvekirin. (Dêrsimî,rûpel 129)
Mustafa Kemal ji bo ku serhildana Koçgirî û Eşîreta Mîllî rawestîne, di pêşengiya Şêx Ehmed Şenûsî ku girêdayiyê Mustafa Kemal e û li herêmê wekî rûspiyek tê qebûlkirin tê peywirdarkirin. Vê heyetê di îlona 1921’an de dişîne Bedlîs û Wanê, heyet li wan deran bi fermandarek kevn ê Alayiyên Hemidiyeyê re bi Pirzade Bekir re civînek li dar dixin. Heyet pêşniyarên Pirzade Bekir ji Meclisa Mezin re tîne. Pişniyar ev in: Dê dewletek xweser a kurdan bê damezirandin. Karmend û cendirmeyên hikûmeta tirk dê ji Kurdistana Xweser derkevin. Bacên ku ji herêmê tê berevkirin dê ji bo herêmê bê terxankirin, kurdên ku girtîne dê demildest bên berdan, Dê waliyê Kurdistanê bi referandûma ku ji 5 salan carek bê nûkirin dê biguhere û Meclis dê ji alî kurdan ve bê birêvebirin. Dê navenda hikûmeta Kurdistana Xweser bajarek kurdan be û dê konseyek ku ji 12 kurdan pêk tê dê hebe. (Hasan Yildiz, Arşîva Wezareta Karên Derve yê Fransayê, Dosyaya Kurdistanê, cîlt: 13, rûpel: 12-14) .
Di rûniştina nepenî ya Meclisa Mezin a Gel ku di 10’ê sibata 1922’yan de ‘Pêşnûmeqanûna der barê Xweseriyya Kurdistanê de’ hatiye nîqaşkirin li dijî 64 kesên muxalif bi dengê 373 kesan ev pêşnûmeqanûn hatiye erêkirin. (R. Olson, rûpel 92: 69-70 zebtên Meclisa Gel a Tirkiyeyê yên nepenî). Li gorî Olson kesên ku dengê muuxalif dane kurd bûne ji berk u pêşnume qanûnê têr nedîtine û xwestine bê berfirehkirin.
Kemalîstan piştî ewqas soz û peyman û şande û heyetan bi tevahî wekî ku pêk nehatibin tevdigeriyan. Ev jî kiri ku kurd zêdetir dengê xwe bilind bikin. Herêma Xweser an Kurdistanê bûbû qada şer û xwîn diherîkî. Beriya serhildana Koçgiriyê Li herêma Cizîra botan serhildana Eliyê Batê bi xwîn hate tepeserkirin, di sala 1920’an de li herêma Xerzan raperîna Cemîlê Çeto bi awayeke barbarane hate tepeserkirin. Li Wêranşarê serhildana eşîra Mîllî hate tepeserkirin lê yê herî bi şîdet û hovane li Koçgiriyê hate jiyîn. Wekîlên kurd li hemberî vê aciziya xwe dianîn ziman lê hevgirtinek di nava van de jî nîn bû. Wekîlê Erzînganê Emîn Beg di Meclisa Gel de der barê vê mijarê de wiha dibêje: “ Li wir mezalîmek wisa tê jiyîn ku xwîna mirovan ziwa dike.”


Di dadgehên serdestan de 1925-2011…-II-
Dadgehên Îstîklalê li ser hîmê bêhiqûqiyê hatin damezirandin. Lê ji ber ku biryara damezirandina van dadgehan Meclis da, divê bi awayekî baş li ser vê bêrawestîn. Meclis di 1920’î de hate damezirandin

13/01/2011


REMEZAN OLÇEN
Meclisa nû hatibû damezirandin ji ber rol û mîsyona xwe meclisek avakar bû. Li vê meclisa avakar ji her etnîsiteyê wekîl xwe bi reng û dengê xwe dikaribû îfade bike ku ev tespit di Makeqanûna 1921’an de jî bi rehetî tê dîtin. Makeqanûna 1921’an li ser esasa ‘Gelê Tirkiyeyê’ û ‘Dewleta Tirkiyeyê’ hatibû sazûmankirin. Ji 24 xalan pêk dihat û di wan xalan de wekî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destnîşan kiriye û di qeyd û zebtan de aşkera ne; Makeqanunek yekitiya gelan diparêze, li gel heq û maf parêziyê referansê xwe ji tu etnîsîteyê nastîne. Lê dema rûpelên dîrokê sala 1923’yan nîşan dide. Û Peymana Lozanê tê îmzekirin. Kurdistan dibe çar parçe.
DADGEHÊN LI KURDISTANÊ
Rewşa Tirkiye û Kurdistanê piştî îmzekirina Peymana Lozanê di 1924’an de ev bû. Rêxistina Azadiyê ji bo ku di bihara 1925’an de li dijî vê serhildanek kurdistanî li dar bixe amadekariyên xwe didomand. Lê belê wekî ku Şêx Seîd gotî: “Zû welidî”. Piştî ku Yusuf Ziya û Xalid Beg şehîd ketin. Salih Begê Hênî, Doktor Fuad, Kerem Beg ku di komîteya siyasî de faaliyet dimeşadin, bi komîteya olî ku Şêx Seîd pêşengiya wî dikir, dest bi serwextkirina gel kiribûn.
Pêşeng di nav gel de dest bi faeliyeta propagandayê dikir. Di wê navberê de endamên komîteya siyasî yek bi yek hatin girtin. Endamên Rêxistina Azadiyê Doktor Fuad, Kerem Beg, Bavê Tujo û yên din di Dadgehên Îstîklalê de hatin darizandin lê belê ew jî wekî hevalên xwe yên dinê ji alî heyeta dadgehê ve hatin bêdengkirin û bilî ku xwe parastina xwe bikin ango derd û meramê xwe bêjin cezayê darvekrinê li wan hate birin û bi lez û bez ceza hate înfazkirin.
Lê di wan girtinan de îhtimala ku Îngilistan ji bo xwestekên xwe bi dewleta tirk bide qebûlkirin alikariya dewleta tirk kiribe heye, lazim e ev baş bê lêkolînkirin. Şêx Seîd ê ku di warê rêxistinê de çend heval li dora wî mabûn bi hûr bînî xebatên propagandayê dimeşand. Lê bi awayekî kompoliyî li Pîranê di navbera çend mêrên pê re û mifrezeyek leşker de li ser neteslîmkirina du firariyan gengeşî derket û çend leşker hatin kuştin. Serhildan dest pêkribû. Dîrok 13’ê sibata 1925 bû. Her çiqas hêzên girêdayî Şêx Seîd ango Azadiyê dest bi serhildanek lokal kiribin jî ev serhildan li Kurdistana Bakur ji bo kurdan bû hêvî û xwe gel xwe lê girt. Dewlet û Hikûmeta tirk ji bo ku pêşî li ber vê serhildanê li herêma kurdan di 21’ê sibata 1925’an de ‘Rewşa Awarte’ îlan kir. Şêx û pêşengên kurdan di serî de bi gel re di nav serhildanê de cih girtin.
Li Rojavaya Tirkiyeyê jî Mustafa Kemal ji ber ku hikûmeta Alî Fethî Okyar li hemberî serhildanê tedbîr negirtine ji peywirê girt û erka damezirandina hikûmetê da Îsmet Înonu. Îsmet Înonu piştî ku hikûmeta xwe ava kir, ji bo ku serhildanê tek bibe. Di 4’ê adara 1925’an de ‘qanûna Takrîr-î Sikûn’ê xist meriyetê. Li gel Takrîr-î Sikûnê yek li Amedê yê din li Enqereyê Dadgehên Îstîklalê li gorî şert û mercan xwe nû kir û erk û peywira xwe zêdetir kir. Qanûna Takrîr-î Sikûnê ji du xalan pêk dihat; 1 -Hikûmeta Tirk ku pêdivî pê bibinê dê bersûcan derîne pêşberî Dadgeha Îstîklalê.
2-Dê Dadgehên Îstîklalê dozên bê dîtîn li gorî qanûnên xwe û bilez û bez pêk bîne.Me duh jî destnîşankiribû ku ji dadgeha Îstîklalê ya Amedê re ji alî hikûmetê ve Dadgeha Îstîklalê yê Herêma Serhildanê dihat gotin. Dadgeha Îstîklala Amedê ji van kesan pêk dihat;
Dadger: Mahzar Mufit Bey Dozger: Ahmet Sureyya bey Endam: Alî Saîp (Kurd e û ji Rewandizê ye)
Endam: Lutfî Mufît
Endamê yedek: Avnî Dogan
Bi derxistina hin qanûn û revîzekirina dadgehan hikûmeta tirk ggelek kurd qetilkirin, gund û bajar şewitandin. Ligel vê ji bo ku serhildanê têk bibe hind eşîr û şêxan bi xwe ve girê da. Şêx û eşîrên ku pişta xwe dan serhildana kurdan bi dewleta Kemalîst re li serhildanê ango kurdan bûn yek. Serhildana ku wekî yê Şêx Seîd tê zanîn piştî îxaneta hind şêx û eşîran bere bere tefiya. Di 31’ê adara 1925’an de li gel dadgeha îstîklalê, qanûna ku biryarên bidarvekirirnê yê ji alî ‘Diwana Herbê’ bê dayîn bi lez û bez bê bicihanîn hate qebûlkirin.
Li vê derê dema em behsa dadgehan dikin neyê fêm kirin ku her kes derdiket pêşberî dadger û biryar dihat dayîn. Bes serek eşîr û şêxz ango pêşengên gel derdiketin pêşberî dadgeriyê. Yên din gundî û rêncber tevli zar û zêçên xwe di komkujiyê re dihatin derbaskirin. Di 12’ê nîsana 1925’an de Şêx Seîd tevli erkanê hate girtin.
Di 20’ê nîsan 1925’an de Rewşa Awarte li herêmê bi qasî 7 mehan hate dirêjkirin. Dadgeha Îstîklalê biryara xwe û pêvajoya darizandinê ji bo pêşengên serhildanê zêde dirêj nekir û di hezîrana 1925’an de der barê Şêx Seîd û 46 hevalên wî de biryara bi darvekirinê da. Di 29’ê hezîrana 1925’an de jî ev biryar hate înfazkirin.

BIRYARÊN DÎWANA HERBÊLi dû têkçûna serhildana Şêx Seîd li bakurê Kurdistanê dewleta tirk ji bo çavtirsandin û dilgirtina îradeyê dest bi komkujiyê kir. Li aliyê Xerzan, Sason û deverên din komkujiyek mezin hate kirin. Gel xwe li çiya girt û li hember dewletê şerê man û nemanê meşand. Lê wekî me li jorî jî diyar kir, bes serek eşîr û şêx ango pêşengên serhildana derdixistin pêberî dadgehê yên din ew şansê wan jî nebû. Şans û mafê siyaset meşandinê ji bo kurdan li bakur nemabû. Kadroyên Azadiyê reviyabûn çûbûn binxetê ango Sûriyeyê.
Du sal piştî têkçûna Şêx Seîd li Şamê bi navê Xoybûnê rêxistinek siyasî û leşkerî hate damezirandin. Ji bilî kadroyên Azadiyê, ji mala Bedirxaniyan, Cemîlpaşazadeyan, ji mala Haco gelek kes tevli Xoybûnê bûn. Lê cudahiya Xoybûnê ew bû ku di qada dîplomasiya derve de jî xwe rêxistin kiribû. Di navbera kurd û ermeniyan de tifaqek hatibû çêkirin da ku bi hev re li hem ber dewleta Kemalîst şer bikin. Bes ev şer ne tenê şerek leşkerî her wiha şerekî bîrdozî bû jî. Xoybûn li dijî tirkirina kurdan weşanên kurdî û arşîvkirina folklorîk û dîrokî jî dikir.
Heta Celadet Elî ku serokê Xoybûnê bû li dijî ‘Teoriya Zimanî Roj’ê nijadperestiya tirk nameyek ji Mustafa Kemal re rêkir daku ew teoriya wekî safsata pûç der xist. Xoybûn di warê leşkerî de jî di serokatiya Îhsan Nûrî, rêxistineke baş li dar dixe di nava serhildêran de. Kurdên ku di serhildana Şêx Seîd de hovîtiya dewleta tirk dîtin, neyartiya dewletê xistin ber dilên xwe. 8 hezar malbat bi biryarên dadgeh, Diwanê Herb û qanûnên îskanê hat koçberkirin di serhildana Şêx Seîd de û serok û pêşengên kurdan hatin daliqandin û gelek kurdên bêpergal û bêçare hatin kuştin. Ji ber vê yekê em dikarin bêjin sedema serhildana Agiriyê tolhildana kurdan bû.
Îhsan Nûrî li derveyî rêxistina serhildêran bi eşîrên kurdan yê derdorê re jî dikeve têkiliyê û piştgiriya wan jî digire. Li gel vê yekê ala Kurdistanê jî li ba dike li asîmanên Serhedê. Di sala 1927’an de artêşa tirk bi 8 hezar leşkerî êrîşê dibe ser Agirî’yê lê serhildêr xisareke mezin didin artêşê û artêşa tirk şûnde vedigere. Dewleta tirk ji ber ku nikare bi şer zora wan bibe serî li rêyên dîplomatîk dixe û ji bo serhildêran efûyekê derdixe. Nameyan dişîne ji Îhsan Nûrî û Biroyê Heskê Têlo re. Lê van hewldanên dewletê bêyî bersiv dimînin. Lewre kurdan gelek fen û fûtên dewleta tirk dîtin û êdî zanin ku ev jî fenên wan in. di adara 1929’an de dewleta tirk 15 hezar leşkerî kom dike û di fermandariya Salih Paşa de wan dişînin ser serhildêran. Lê ev êrîş jî ji aliyê serhildêran ve tê şikandin.
Dewleta tirk bes ne bitenê xwediyê teyaran û topan bû her wiha bi Îranê re jî tifaqê çêkiribû. Agirî hatibû dorpêçkirin lê kurd li ber xwe didan. Ev berxwedan heta sala 1930’î berdewam kir. Îhsan Nûrî ji ber rewşê mecbûr ma derbasî Îranê bibe û sehildêrên din jî radestî devletê bûn. Lê ev yek têrî hikûmeta Înonu nekir û li Agirî û Geliyê Zîlan komkujiyek mezin pêk anî. Biryarên komkujiyê di Dadgehan de ji bilî bersûc bên darizan din wekî alîkariyê rêxistinê kirine û endamên rêxistinê hewandine biryara darvekirinên xiyabî hatin dayîn. Komkujî bi taybetî li Geliyê Zîlanê pêk hat û deh hezar mirov tevî jin û zarok hatin kuştin. Fermandarê ku hereketa Geliyê Zîlan rêve dibir û koordine dikir bacê Alparslan Turkeş, Dervîş Turkeş bû.

DARIZANDINA SEYÎD RIZA
Berxwedana Dêrsimê yên di 1937-38’an de li dijî dagirkeriya dewleta Kemalîstan û qanûnên îskan û koçberkirinê rûdan. Kronolojiya berxwedanên Dêrsimê bi navber di 1928, 29 û 31 de rûdan. Dewleta Kemalîst û Hikûmeta Înonu ji dêrsimiyan çend caran daxwaza radestkirina pêşengên serhildana Koçgiriyê kiribûnku di nav wan de Elîşêr jî hebû lê dêrsimî tu carî van xwestekan bi cih nanîn û li ber xwe dan. Ji ber bêzar kirina dewletê dêrsimî di sala 1932’yan de çend qereqolên cendirmeyan xirabkirin. Dewlet j ili gel vê di 25’ê kanûna 1935’an de ‘Qanûna Dêrsimê’ derdixe. Li gorî vê qanûnê navê Dêrsimê wekî Tuncelî tê guhertin. Li gel vê walîtiyek giştî ku Xarpêt, Dêrsim, Erzîngan û Çewlîkê dihundirîne hate damezirandin û navenda wê wekî Xarpêt hate hilbijartin.
Waliyê Dêrsimê û fermandarê artêşê Abdullah Alpdogan wekî waliyê giştî hate hilbijartin. Li Xarpêtê Dadgehek Îstîklalê tê avakirin û bes ji bo dew û dozên Dêrsimê binêre tê peywirdarkirin. Bi ‘Qanûna Dêrsimê’ kurdên elewî bi tevahî di çarçoveya vê qanûnê de hatin îdarekirin. Dêrsim bi vê qanûnê wekî ‘herêma Qedexe’ hate îlan kirin. Li gorî ‘destûrnameyên taybet’ ketin û derketina Dêrsimê pêkan bû. Walî Alpdogan li çar aliyê herêma Dêrsimê qereqolên cendirmeyan ava dike. Gel dersimê ji ber van pêkutiyan bêzar dibe û dest bi pevçûnên lokal dike. Seyîd Riza gelek caran ji bo îptalkirina ‘Qanûna Dêrsimê’ û mafên rewa yên dersimiyan bê dayîn û nasîn, diçe cem walî Alpdogan lê belê bersiva Alpdogan dibe hereketa dagirkirina Dêrsimê. Balafirên ku ji Amedê tên rakirin bi ser Dêrsimê de bombe dibarînin...

Bi îmzekirina Lozanê re rûpoşa wan ket
Delegasyonek ku ji alî Meclisa avakar hatiye destnîşankirin li Lozanê peymana ku yekparêziyê li ser gelan ferzdike û gelan ji hev wekî kêmaran vediqetîne ango bingeha netewe-dewletê tê avêtin. Piştî Lozanê kurd li xwe diwarqilin, dengên xwe û nerazîbûnên xwe tînin ziman.
Li herêmê li hind devaran raperîna gel û tepeserkirina raperîna tê rojevê. Komelaye Îstîklala Kurdistanê ango Rêxistina Azadiyê wê demê jli dijî vê dertê. Nerazibûna xwe tîne ziman, heta wekîlê serhedê Yusuf Ziya di Meclisê de nerazîbûna gel ji wekîlan re vedibêje. Lê dîrok ber bi sala 1924’an ve çawa ku çarenûsa kurdan qulibîbe qulibiye.
Netewe-dewleta tirk di sala 1924’an de Makeqanûna 1921’ê fesh dike li cihê wê Makeqanûna 1924’an dixe meriyetê. Di wê makeqanûnê de ji bili xeyrîmisliman tebaayên li ser Tirkiyeyê dijîn tirk tên qebûl kirin û ev li ser gelan tê ferzkirin.
Dewlet ji bo polîtîkaya xwe bixe meriyetê bi her awayî dest bi pişaftin û biçûkxistina gelan dike. Yên tirk bin şad û bextewar in yên ne tirk bin ‘Ji bilî xulam û qerwaşbûnê pê ve tu mafên wan tune’. Ji bo vê polîtîkayê bi ser bikeve muxalif; kuştin, mişextkirin û hwd têde hatin bêdeng kirin. Endam û pêşengên Komeleya Îstîklala Kurdistanê Xalid Beg û Yusuf Ziya di heman salê de ango di 1924’an de bi kemîneke bûn qurbaniyê sûîqastê. Piştî ku pêşengên komeleyê hatin qetilkirin. Endam û pêşengên Komeleya Îstîklala Kurdistanê ji bo serhildanek neteweyî şewr û mişewrê xwe datînin.
Zemîna ku ji bo mafên rewa yên kurdan li ser kursiyan biaxivin û nîqaş bikin nemabû. Lê li aliyê din hin pirsgirêkên ku di Lozanê de nehatibûn çareserkirin jî hebûn.
Di serê van pirsgirêkan de rewşa Mûsil û Kerkûkê dihat. Di sala 1924’an de li Stenbolê Konferansa Îngilîz jî hatibû li darxistin lê belê encamek derneketibû.
Heman Îngilîz ji bo ku gengeşî bidomin kurdan jî jî bo serhildanê dizêrand û Peymana Sewrê bi bîra wan dixist. Di nav vê keft û lefta dîplomatîk û siyasî de li Kurdistanê rewş her ku diçû xerabtir dibû. Bac girantir bûbûn, wekî Cegerxwînê nemir gotî; “Lawê Turan hespa xwe li ser xaka Guhderz û Rostem ango Kurdistanê ku wekî mal û milkê wî be dibezand.”



DI DADGEHÊN SERDESTAN DE 1925-2011…-III-
Dêrsim bi biryarên keyfî yên darazê hate kuştin û darvekirin. Heta 20 salan tu deng ji kurdan bilind nebû. Lê çend xwendekarên kurd bi îmzeya xwe û Apê Mûsa bi ‘qimil’a xwe bêdengiyê xera kir

14/01/2011


Dêrsim, îmzeya kurdan û ‘Qimil’
REMEZAN OLÇEN
Li Dêrsimê piştî bomberandina balafiran êdî berdî berdan ne. Ji ber ku mijara me li ser darazê ye em ê zêde nekevin nav serhildan ango berxwedana Dêrsimê. Lê belê em berya darizandina pêşeng û serhildêrên Dêrsimê hinek behsa berya pêvajoyê bikin. Serhildana Dêrsimê her çiqas ji alî dêrsimiyan ve ev yek nehatibe xwestin jî (Em ji hewldanên Seyîd Riza fêm dikin ku berya serhildanê gelek hevdîtinên dîplomatîk pêk anîne) dest pê kir. Mirov dikare serhildanê bi sê deman vebêje;
PÊVAJOYA DARAZÊ
Ji hilweşandina Pira Kahmutê ango ji 20-22’yê adarê 1937’an heta darvekirina Seyîd Riza ev pêvajo dom kir. Dêrsimî bi xwe di nava xwe de bûbûn sê beş. Eşîr û êlên tevli berxwedanê bûne, yên bê alî ku bi vî xalê xwe alîkariya dijmin dikirin û yên di eniya dijmin de bi neteweya xwe re şer dikirin. Sûîqesta li dijî pêşêngên hereketê di van deman de û bi alîkariya kurmê darê ve pêk tên. Bavayê kurê Seyîd Riza, Elîşêr û Zerîfe, Şahan di vê neqebê de têm kuştin. Seyîd Riza ji bo pêşî li vê yekê bigire xwe li eşîrên bê alî digire daku tevli serhildanê bibin. Lê piştgiriyê nabîne. Seyîd Riza piştî vê ji bo hevdîtinên aştiyê dikeve nava hewldanan û diçe Erzînganê da ku bi hikûmeta Înonu re li ser aştiyê li hev bikin. Lê li Erzînganê tê binçavkirin û ew dişînin Xarpêtê. Dadgeha Îstîklalê di navbera 15’ê cotmeh û 15’ê kanûnê 1937’an de ji bo darizandina pêşengên serhildanê kom dibe.
Piştî darizandinan 14 kes tên beraetkirin. Seyîd Riza jî di nav de li 7 kesan cezayê bidarvekirinê tê birîn. Di 15’ê kanûna 1937’an de Seyîd Riza li gel 6 hevalên xwe tê bidarvekirin. Îhsan Sabrî Çaglayangîl ê CHP’î ku bi xwe dema darvekirinan li vir bûye gotinên Seyîd Riza yên dawî wiha radigihîne; Ewlade Kerbelayme, Be xetayme, Ayıvo, zılmo, cinayeto. Bi van darvekirinan serhildana Dêrsimê têk çû. Serokwezirê Tirkiyeyê Îsmet Înonu ango bi gotina dêrsimiyan Îso Ker li pey darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî di beyana xwe de dibêje: “Me meselaya Dêrsimê çareser kir… Em ji serêşa Dêrsimê xilas bûn!”
Sernivîskarê rojnameya Cumhuriyetê Yunus Nadî jî der barê mijarê di nivîsa xwe ya di 18’ê kanûna 1937’an de yê bi navê ‘Der barê Dêrsima ku di nav rûpelên dîrokê de winda bû’ de dibêje: “Meseleya ku ji mêj ve jê re Dêrsim tê gotin tevli ummana dîrokê bû.”

DARAZA 1937’AN

Îhsan Sabrî Çaglayangîl di bîranên xwe de çawa bê hiqûq û keyfî Seyîd Riza bi dar ve kirine vedibêje. Ji bo ku dadgeh şemî û yekşeman rûnanê lê Mufetîşê Umumî ango giştî Abdurrahman Paşa bo ku Seyîd Riza şemiyê bê bidarvekirin zorê dide dadgêr û dozgeran. Dozgerê komarê yê eslî ji berk u vê yekê qebûl nake jê re dibêjin destûrê bigire û alîkarê te dê vê yekê pêk bîne. Wisa jî dibe. Di vir de mebesta Dadgeh û Diwana Herbiyeyê ew e ku bihîstine Mustafa Kemal dê roja şemiyê bê Xarpêtê û tevli merasîma vekirina pireyek bibe û dê dêrsimî ji bo efûkirina cezayê înfaza Seyîd Riza xwe bavêjin bextê wî. Ji bo ber li vê bê girtin Seyîd Riza di ronahiya lambeyên xazê û farên wesayîtên leşkerî de tê bidarvekirin.

DOZA 49’AN
Komkujiyên Dêrsimê kiribû ku tu kurdek li herêmê nikaribe dengê xwe derxe. Xof û tirsek mezin ketibû dilê gelê kurd. Piştî 1938’an tan bi qasî 20 salan tu kes ji tirsa xwe peyva kurd jî bilêv nekir. Ev bêdengî heta adara 1959’an dom kir. Li Iraqê komek ku dibin pêşengiya General Sevafê nijadperest de li hember serokê Iraqê Abdulkerîm Kasim serî rakirin jî ev bêdengî didomiya. Kasim otonomî dabû kurdên Iraqê û Mistefa Barzaniyê ku piştî hilweşîna Komara Mahabadê hatibû mişextkirin dîsa ezimandibû ser mal û milkê xwe. Mella Mistefa Barzanî li gel Abdulkerîm Kasim hereket kir û ji bo tepeserkirina raperîna General Sevaf şer kir.
Hêzên girêdayî Barzanî di vî şerî de komeke tirkmen jî kuştibûn. Dema ev agahî li Enqereya hat bihîstin Kemalîst acizêyê xwe bi dengek bilind anîn ziman. Heta parlamenterê CHP’ê û generalê teqawidbûyî Asim Eren di kursiyê de ji hikûmetê pirsa; “Gelo hûnê bersivê nedin kurdên Iraqê ku tirkmenên ji nesebê me dikujin û li wan zilmê dikin, hûn ê jî hesaba vê ji kurdên Tirkiyeyê nexwazin û bi heman awayê heyfê hilneynin?” kiribû. Ango dihat xwestin ku kurd dîsa di komkujiyê de bên derbaskirin. Serokkomarê demê Celal Bayar jî der barê mijarê de dibêje ku em jî ji kurdên Tirkiyeyê bi qasî hezar kesî li Qada Taksîmê bi dar ve bikin ku bila ji bo yên din bibe îbret. Vê pirsa ku hatibû pirsîn hewaya giran girantir kiribû û kurd dîsa di nava xof û tirsê de bûn. CHP şer û xwîn dixwest. Lê ji ber fikara bûyerên ermeniyan û 6-7’ê Îlonê ku nijadperestên tirk li hemberî rûman pêk anîbûn û gelekan kuştibûn hikûmet û kabîneya Partiya Demokrat diltirs bû ku bi awayekî vekirî kurdan di komkujiyê de derbas bike. Lê belê ev nayê vê wateyê ku tiştek wisa nexwestine.
Fatîn Ruştu Zorluyê ku wê demê Wezîrê Karên Derveyê kabîneya Hikûmeta Menderes bû li meclisê der barê mijarê de dibêje ku prestîja me! ya derveyê welat ji ber bûyera rûman qet nebaş e em niha hewldanek bi vî rengê pêk bînin dê serê me zêdetir biêşê. Li cihê wî dixwestin bi darazê! rovanşa Iraqê bitsînin.
Zemîna darizandina! kurdan bi manşeta rojnameya Akşamê yê roja 15’ê nîsana 1959’an hate avêtin. Manşet ev bû. “102 xwendekarên kurd, kurdîtiyê diparêzin” ji nûçeyê mirov têdigîje ku xwendekar li dijî teklîfa Asim Erenê CHP’î ku dixwest kurdan di komkujiyê re derbas bike, ji Serokomar, Serokwezîr, Serokê Meclisê, Serokê Baroya Amedê, ji seferatxaneyên welatên wekî Amerîka, Îngilîstan, Fransa, Almanya, Îtalyayê telgrafek ku gotin û bûyeran şermezar dikir şandibûn. Di binê telgrafê de îmzeya ‘Kurdên Tirkiyeyê’ hebû ku ev îmze Enqereyê tevli hev kir. Vê çalakiyê çalakiyek qanûnî û demokratîk bû lê Enqere vê wekî şiyarbûna kurdan nirxand. Hikûmet û daraz bi karbeşî di derba yekem de weşanên der barê kurdan de û yên kurd derdixistin qedexe kir û yên van weşanan derdixistin û belav dikirin heta yên dixwendin hatin binçavkirin û girtin. Derba duyem û krîza duyem ê piştî îmzeyê helbesta ‘qimil’a Apê Mûsa bû ku di 31’ê tebaxa 1959’an de di rojnameya Îlerî Yurtê ku li Amedê dihat weşandin, hat jiyîn.

QIMIL’A APÊ MÛSA
Apê Mûsa di stûna xwe ya bi navê ‘Amma Îlerî Yurt- Wey çi Îlerî Yurt’ helbestek bi navê ‘qimil’ nivîsîbû ku vî qimilî bû sedema nîqaşkirina ji komkujiyê derbaskirina kurdan. Mijara helbestê wiha bû: keçikek siwêregî torbeyek genimê ku qimil-lêxistî dibe cem elaf lê elaf negimê qimil-lêdayî nastîne. Keçik li ser vê yekî stranek distrê û dibê; “Bi çiya ketim lo apo, çiya melûl bûn rebeno/ Ceh seridî lo apo, genim hûrbûn êvdalo/ Qimil hatî lo apo, bi refa ye rebeno/Xwar genimî lo apo, hiştî ka ye rebeno” Apê Mûsa di dawiya nivîsa xwe de dibêje : Xwişkê qet ber nekeve xwişk û birayên teyên ku me ji qimil û mêtingeran rizgar bikin digihên. Vê nivîsê wekî bombeyek li meclisê teqiya bû nîqaşên kurd şiyar dibin divê pêşî lê bê girtin dihatin kirin. Adnan Menderes bi awayekî din dixwest dengên li meclisê bilind dibe qut bike. Menderes ji aliyekî pêşniyarên MAH’ê ango teşkîlata îstîxbarata Tirkiyeyê di ber çavan re derbas dikir li aliyê din li ser çareserkirin û belavkirina atmosfera giran li qurbaniyan digeriya. Qurbanî kurd bûn. MAH pêşniyara 2- 3 hezar kurdan mişextî rojava bikin hikûmetê kiribû. Lê hikûmet di vê navberê de vala nesekinî Apê Mûsa jî di nav de 50 kurdên ku piştgirî dabûn nivîsê binçav kir.
Lê belê di nav wan de bertek an jî hevgirtinek rêxistinkirî nebû… Ê hinan li mala wan bes portreke Barzanî hebû, yên hinan çend pirtûkên çepgiran hebû. Ji ber van sedeman 50 kurd bi cezayê darvekirinê dihatin darizandin. Biryara girtinê Dozgeriya Stenbolê dabû lê 50 xwendekar û rewşenbîrên kurd li Stenbolê di avahiya Herbiyeyê de dihatin girtin. Ji wan 50 kesan Mehmet Emîn Batu ji ber xwînîbûna mîdeyê jiyana xwe ji dest da. Ji ber vê navê vê komê û darizandina wan wekî darizandina 49’an ket dîrokê. Pêvajoya darazê ji ber dadger ji Enqereyê dihat Stenbolê gelek dirêj didomiya. 49’an piştî 14 meh girtî man darbeya 27’ê Gulana 1960’î pêk hat. Darbekar karê sereke efûya giştî dabûn ber xwe lê kurd li devreyî vê efûyê man.

EM TEVAN BI DAR VEKIN
Niyeta darbekaran ji bo tansiyondaxistinê bi lez û bez darvekirina 49’an bû. Û dixwestin ku wekî Asim Eren û Celal Bayar gotî bi darvekirina çend kesan peyamê bidin kurdan û tu carê ji gora ku li Dêrsimê ketinê dernekevin. Lê belê dozgeriya dadgehê ji delîlên şênber bê par bû ango delîlek nîn bû ku bi dilê xwe kurdan bi dar ve bikin. Ji ber vê yekê îdianame nedihat nivîsandin. Xêncî vê sosretiyê di nav de parlementerên kurdên hiqûqnas jî tê de tu kes xwe li girtiyên kurd nedikir xwedî. Darizandin piştî 20 mehan dest pê kir. Danişîna yekem di 3’yê çileya 1961’an pêk hat. Dozgerî der barê 15 kesan de ji ber nebûna delîlan, der barê 10’an de delîlên ku têrî mehkûmiyetê bike nîn e de daxwaza beraetê kir lê der barê 24 girtiyan de bi îdiaya; “parçekirina welat û neteweyê” li gorî xala 125’emîn a Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê cezayê bidarvekirinê dixwest.
Kesên ku darvekirina wan dihat xwestin; Şevket Turan, Nacî Kutlay, Alî Karahan, Koço Elbîstan, Yavuz Çamlibel, Mehmet Alî Dînler, Yusuf Kaçar, Ziya Şerefhanoglu, Medet Serhat, Hasan Akkuş, Orfî Akkoyunlu, Selîm Kiliçoglu, Şahabettîn Septîoglu, Saît Elçî, Saît Kirmizitoprak, Yaşar Kaya, Faîk Savaş, Haydar Aksu, Ziya Acar, Fadil Budak, Halîl Demîrel, Necatî Siyahkan, A. Efem Dolak, Mûsa Anter, Canîp Yildirim û Mehmet Bîlgîn bûn. Lê ev kes jî piştî guherînên di 1965’an de piştî girtîbûna çend salan di qanûna cezayê de serbest hatin berdan. Di darizandinan de ji ber ku sembolîk bûn heyeta dadgehê car caran li xal û wextê girtiyan dipirsî lê girtî bi israr li ser xweparastina siyasî israr dikirin lê dadgeh vî fersendê nedida girtiyan.

Rastiya ‘Kampa Sêwasê’
Darizandin û xwesteka darvekirina 49’an têrî darbekarên 1960’î nedikir. Ev ji bo ku darbeya wan bi serî bikeve wekî qayzerên romayê dixwestin gel ji wan bi tirsin û tu carî dengê xwe bilind nekin. Ji bo vê yekî jî pêdivî bi qurbaniyan hebû û qurbanî dîsa kurd bûn. Darbekar ji bo vê fikra xwe pratîze bikin 485 kurdên di nav de serek eşîr, şêx û mela heyî bi îdiaya dixwazin Kurdistanek xweser damezrînin li kampek ku li Sêwasê ava kiribûn komî hev kiribûn. Di nav wan kesan de Faîk Bûcak, Kinyas Kartal, Zeynel Turanli ku kalê Mîr Dengîr Mehmet Firatê AKP’î ye û gelek kesên din jî hebûn. Rojnameyên wê demê jî ji bo di nav gel de bertek neyê nîşandan û bi rastiyê nizanibin nûçeyên asparagas ên wekî; Kurê Şêx Seîd bi jeepekî rûsan li herêma rojhilat digere û gel ji bo raperînê dizêrîne belav dikirin. Di qanûna ku di 7’ê cotmeha 1960’î de hate derxistin ango bi navê xwe yê fermî Qanûna Îskana Mecbûrî ya bi hejmara 105 ji 485 kesên ku di kampê de dihatin girtin 55 kes mişextî bajarên Anatolyayê kirin. Di qanûnê de ku ji alî darbekaran ve hatibû deranîn dihat gotin ku mebest ew e ku Tirkiye ji axatî, şêxîtî û hwd statû û meqamên Serdema Navîn bê paqijkirin. Lê çi hîkmet e ku paqijî tenê li herêma kurdan dihat kirin. Û kesên ku hatibûn mişextkirin tenê 6 ji wan xwedî erd û zevî û gund ango bi wateya dewletê axa bûn. Kesên di kampê de di şert û mercên xeran de dijiyan bi tevahî lêçûnên xwe jî bi xwe serf dikirin. Dema ku kamp hate vala kirin ji devê Faîk Bucakê gor bihuşt ku dibêje ji bo heqê wan li kampê kirine ‘mêvan’ 400 lîre standine.
55 kurdên ku hatin mişextkirin
1- Îbrahîm Abîkoglu, 2- Haci Topo Aktoprak, 3- Zekî Bayar, 4- Faîk Bucak, 5- Îsmaîl Hakki Bucak, 6- Haci Ali Bucak, 7- Mehmet Cemal Bucak, 8- Mithat Bucak, 9- Hasan Abik Bucak, 10- Alî Abîk Bucak, 11- Bekîr Bucak, 12- Reşît Çeçen, 13-Mehmet Dal, 14- Abdulkadîr Ekîncî, 15-Abubekîr Ertaş, 16- Mahmut Ertaş, 17- Bahattîn Erdem, 18- Abdurrezzak Ensarîoglu, 19- Saît Ensarîoglu, 20- Şêx Alî Firat, 21- Şêx Selahattîn Firat, 22- Şêx Giyasettîn Firat, 23- Şêx Ahmet Firat, 24- Mehmet Fuat Firat, 25- Faruk Fuat Firat, 26- Mehmet Emîn Firat, 27- Halil Firat, 28- Omer Firat, 29-Giyasettin Firat, 30- Huseyîn Îlerî, 31- Zeynel Abîdîn Înan, 32-Mustafa Işik, 33- Kinyas Kartal, 34- Abdulbakî Kartal, 35-Hamît Kartal, 36-Bala Kartal, 37- Şêx Mehmet Emîn Karadenîz, 38-Cemîl Kufrevî, 39- Zekî Cemîl Kufrevî, 40-Abdulbaki Karakuş, 41- Feyzullah Keskîn, 42- Mehmet Kayalar, 43- Abdullah Ozturk, 44- Ferzende Ozturk, 45- Osman Ozturk, 46- Koroglu Ozturk, 47- Şamîl Peker, 48- Saît Ramanli, 49- Kubbettîn Septîoglu, 50- Zeynel Turanli, 51- Cafer Yagizer, 52- Mecît Yalçin, 53-Derviş Yakut, 54- Kazim Yildirim, 55- Suleyman Yildirim.




DI DADGEHÊN SERDESTAN DE 1925-2011…-IV-
Serdestan bi darizandinên tomerî yên kurdan tim xwestine gelê kurd tune bikin. Ev di 1925’an de jî îro jî heman tişt e. Dema rûpelên dîrokê lihev quliband me dît ku zîhniyeta înkarger qet neguheriye

15/01/2011


REMEZAN OLÇEN
Di salên 1980’yê de piştî darbeya 12’ê Îlonê li hember gelê kurd û sosyalîstên Tirkiyeyê nêçîrek dest pê kiribû. Cuntaya Faşîst girtîgehan veguherandibû kampa esîran û girtiyan ji mirovbûyînê dûr dixist. Li Bakur girtîgeh bi tevahî di vê rewşê de bûn. Lê em ê kurt û kurmancî behsa girtîgeha Amedê bikîn. Bes em ê der barê vê zindanê û pêkutiyan nekin ji ber ku mijara me darizandin e. Belê darizandinên dadgehên rêvebirinên tundûtûj û Zindana Amedê û kadroyên pêşeng ên PKK’ê. Darzinadinên kadroyên pêşeng ên PKK’ê di dawiya 1981’an de dest pêkiribû. Lê belê komek PKK’î ku di nav wav de M. Hayrî Durmuş jî hebû li Xarpêtê dihatin darizandin.
DOZA PKK’Ê YA 1982’YAN
Lê belê di serê 1982’yan de ev kom jî bi israr xwe tevli darizandinên li Amedê kir. Kandroyên pêşeng ên PKK’ê ji xala 125’an dihatin darizandin. Lê belê ji bo teslîmgirtina vîna kadroyan cuntaya faşîst doza îşkenceyê zêdedikir. Mazlûm Dogan ku endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê bû ji bo dawî li van pêkutiyan bê şeva Newroza 1982’yan di koxûşa xwe de çirûska berxwedanê pêxist. Ew çirûsk kir ku dadgehên cuntaya faşîst hêza li hemberî xwe çêtir nas bikin. Darbekar bi tevahî hêza xwe ji bo teslîmgirtina vê îradeyê dabû ser zindana Amedê. Lê çirûska Mazlûm pêxistî, bi Ferhat Kutay, Nemcî Oner, Mahmut Zengîn û Eşref Anyik bû meşaleya berxwedanê. Piştî van berxwedanan kadroyên pêşeng di dadgehan de parêznameya xwe ya siyasî radestî heyeta dadgehê kir. Di parêznameya giştî de dîroka Kurd û Kurdistanê sedema derketina PKK’ê û serîrakirina rewa kîte bi kîte hatibûn vegotin. Lê belê dadgeh ji ber ku biryarê di destpêkê de dabû encam nediguherî. Wê demê di 14’ê Tîrmeha 1982’yan de Kemal Pîr û M. Hayrî Durmuş di nav de gelek kadro dest bi rojiya mirinê kirin. Şehadeta Kemal û Hayrî û berxwedana PKK’iyên di Zindana Amedê de kir ku cezayên darvekirinê neyê înfazkirin lê belê kesên ku ji doza PKK’ê dihatin darizandin bi dehan salan cezayê girtîgehê li wan hate birîn.

DOZA DEP’Ê
Wekî ku Sokratî gotiye; kesên ku bi dîroka xwe nizanibe ew bê hiş e. Li dadgehên serdestan îro jî çawa ku duh kurd dihatin darizandin tên darizandin. Ev di sala 1925’an de çi bû di 2011’an de jî ew e. Di salê 90’î de jî kurd di dorpêça darazê de bûn. Rûpelên dîrokê 1994’an nîşan dida. Zîhniyeta serdest qîlên xwe li parlamenterên DEP’î tûj kiribû. Parlementer di derketina ji parlamentoyê de selepatî hatin girtin û ew avêtin zindanê.
Parlamenterên Partiya Demokrasiyê(DEP) Orhan Dogan û Hatîp Dîcle di 2’yê adara1994’an dedema ku ji parlamentoyê derketin ji alî polîsên sivîl ve bi awayekî barbarane hatin binçav kirin. Di heman rojê de li Meclisa Tirkiyeyê di dengdana pêk hat de destnedana parlamenterên DEP’ê Orhan Dogan, Hatîp Dîcle, Leyla Zana, Ahmet Turk, Sirri Sakik û parlamenterê serbixwe Mahmut Alinak hat rakirin. Piştî destnedana li ser parlamenteran hat rakirin Dadgeha Ewlekariya Dewletê yê hejmar 1 a Enqereyê der barê parlamenterên kurd de biryara ‘ bilez bigirn lêpirsînê’ da.
Piştî Orhan Dogan û Hatîp Dîcle di 4’ê adara 1994’an de Leyla Zana û parlamenterên din jî hatin binçavkirin û di 17’ê adarê de ew xistin Girtîgaha Navendiya Enqereyê. Di 16’ Hezîrana 1994’an de Dadgeha Makeqanûnê biryara girtita Partiya Demokrasiyê ku di 7’ê gulana 1993’yan de hatibû avakirin, girt û 5 ji wan di girtîgehê de der barê 13 parlamenterên kurd de biryara rakirina destnedanê da. Vîna kurd ku bi saya berxwedana gel ketibû Parlamentoyê bi darbeyeke sivîl xistibûn girtîgehê. Zîhniyet neguherîbû. Kurd ji nedîtî ve dihhatin. Di salên 90’î de li bakurê Kurdistanê şerekî bê eman, qirêj û taybet dihat meşandin. Gund dihatin şewitandin, kurdên welatparêz dihatin windakirin û ji alî kontrayên dewletê ve dihatin kuştin. Di 1’ê Tîrmeha 1994’an de Selîm Sadak hat binçavkirin û 12’ê tîrmehê de jî hat girtin. Doza DEP’ê ku 3’yê tebaxa 1994’an de bi 6 parlamenterên girtî dest pê kiribû di 8’ê kanûna 1994’an de bi dawî bû. Heyeta dadgehê der barê parlamenterên Amedê Hatîp Dîcle û Leyla Zana û parlamenterên Şirnexê Orhan Dogan û Selîm Sadak de li gorî xala Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê ku der barê ‘endamtiyya Rêxistinê’ de ye 168/2 û Qanûna Têkoşîna bi Terorê re hejmar 3713’yan li gorî xala 5’emîn ku cezayê hatî dayîn zêdetir dike, ji alî Dadgehha Ewlekariya Dewletê ve ji bo her yekî 15 sal cezayê girtîgehê hate birîn. Vê cezayê ji alî dadgeha Şûraya Bilind a daîreya 9’emîn ve hate erêkirin.

GOTINÊN SERERKAN
Deh roj beriya ku Meclis destnedana li ser parlamenterên DEP’ê rake. Sererkanê Artêşa Tirk Dogan Gureş wiha digot: Hewce nake ku em li BEkaayê li eşkiyayan bigerin ev li virin û di bin bana Meclisê de ne.” Bi van gotinên Gureş siyasetta kurd ketibû kuulvareke din ango dewlet qilên xwe nîşan dida. Parlamenterên DEP’ê her çiqas di danişînan de parastina xwe ya giştî de bi awayekî neheq girtina xwe anîbin ziman jî zîhniyeta înkarger pênûsa wan şikandibû. Parlamenterên kurd wekî salên damezrandina komarê bi darazê dihatin bêdengkirin. Belê Parlamenter hatibûn girti tin lê belê dew û doza kurditiyê tu caran paşde gav neavêt. Kurd bi yek dengî bi berxwedan û serhildanên xwe got ku ‘ Hûn ku dengê me li parlamentoyê qut bikin em ê li derve xwe bi web idin bihîstin û wisa jî bû kurd xwe birêxistin kirin û Piştî girtina DEP’ê bi damezrandina HADEP’ê di riya azadiyê de bi israrr meşiyyan. HADEP di hilbijartinên yekemîn tevli buyî de li bakurê Kurdistanê bû partiya yekemîn lê ji berr bendava hilbijartinê rengê dengên xwe nekarî rêke meclisê. Lê di hilbijartinên herêmî de 37 şaredarî bi dest xist. HADEP jî ji alî Ddadgeha Makeqanûnê ve hate girtin. Kurd vêca bi DEHAP’ê meşa xwe domandin. Lê Dadgeha Makeqanûnê ji berk u wekî şûrê demokles li ser siyyaseta kurd hilavistî bû DTP hate damezirandin.
DOZA KCK’Ê
DTP di hilbijartinan de bi blokek bi navê ‘endamên hezar hêviyan’ ket meclisê. Belê DTP piştî hat damezirandin çalakiyên wî bi tevahî wekî sûc hate dîtin. Her axaftin, mîtîn û meş tevli yên parlamenterên DTP’ê çûn ber dadgehan. Rast e dadgehên Ewlekariya Dewletê rakirin lê belê li cihên wan Dadgehên bi Rayeya Taybet ku rehmetê bi DGM’an dida xwendin li dewsa van hatin vekirin. Dadgeha Makeqanûnê jî ku li ser makeqanûna ku kurdan tune dihesiband hatibû avakirin li şûna xwe bû û DTP di markaja wê de bû. Dadgeha Makeqanûnê biryara xwe ya der barê girtina DTP’ê de di 12’ê kanûna 2009’an erê kir. DTP hat girtin û di nav de Hevserokê DTP’ê Ahmet Turk û Parlamenrê DTP’ê ya Amedê Aysel Tugluk jî di nav de 37 siyasetmedar ji siyasetê hatin men kirin. DTP piştî vê biryarê dil kir ku vegere ‘Sîne-î Mîllet’ lê ji ber xwesteka saziyên sivîl û bi taybetî hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) de meşa xwe berdewam kir. Parlameter û şaredarên DTP’î biryar dan ku der basî BDP’ê bibin lê rojek piştî ku derbasî BDP’ê bûn. Di 14’ê Nîsana 2009’an de bi navê ‘operasyona KCK’ê’ ku di nav gel de wekî qirkirina siyasî hate binavkirin siyasetmedarên kurd hatin girtin.

QIRKIRINA SIYASÎ
Balkêş e ku operasyona di bin navê KCK’ê de pêkhat û gelek siyasetmedarên kurd hatin girtin piştî gotina Serokomar Abdullah Gul a “Dê tiştên baş çêbin” pêk hat. Operasyona yekemîn di 14’ê nîsana 2009’an de pêk hat.
Operasyona di 14’ê nîsanê heta dawiya hezîrana 2009’an li dijî endam û rêveberên DTP’ê li 40 bajarên Tirkiyeyê dest pêkir gelek serokên bajaran, navçeyan, bajarokan her wiha endama û rêveberên bajaran, endamên meclisên şaredariyan û meclîsên giştî yên bajar, endamên sendîkayan, endamên meclisa ciwan û jinan û zarok jî di nav de 945 kes hatin binçavkirin û 414 jê hatin girtin. Ji 14’ê Nîsanê heta 30’ê nîsanê bi giştî 509 kes hatin binçavkirin û 225 jê hatin girtin. Kesên di meha gulanê de jî hatin binçavkirin hejmara wan 213 bûn û 116 jê hatin girtin. Di meha hezîranê de jî 223 kes hatin binçavkirin û 73 jê hatin girtin. Operasyonên ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve dihatin kirin berdevam kirin. Herî dawî piştî PKK’ê biryara bêçalakîtiyê meheke din dirêj kir rojekê pişt re yanî di 1’ê cotmehê de li Rihayê operasyonek pêk hat û di nav de hevserokên Rêxistina BDP’ê yên Rihayê jî heyî 25 kes hatin binçavkirin. Nêzî 4 hezar kes hatin binçavkirin û ji van hezar û 500 kes hatin girtin.
Kesên di bin navê operasyona KCK’ê de hatin binçavkirin û girtin di lêgerînên mal û kargehên wan de kêrek jî nedîtin e. Di dosyaya siyasetmedarên kurd ên bi îdaya “endamên rêxistinê” û “rêveberên rêxistinê ne” de “guhdarkirina derdor”, “guhdarkirina telefon”, “şopandina teknîkî û “mitîngên hatin kirin” wekî delîl hatin nîşandan. Danişana doza siyasetmedarên kurd di 18’ê cotmehê de dê li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk hatibû. Di danişîna ku 151 kesên, 103 jê girtî tên darizandin de 15 siyasetmedarên kurd bi hinceta “Yekitiya û hebûna dewletê xirab dikin”, “endam û rêveberên rêxistinê ne” û “alîkariya rêxistinê dikin” tên darizandin. Dadgehê mafê parstina bi kurdî neda siyasetmedaran û doz taloqî 18’ê çileya 2011’an kir. Lê helwesta dadgehê ji bo vîn û hebûna kurdan xuyaye neguheriye. Dadgehê dîsa di înkara kurd û kurdî de, gel kurd û siyasetmedarên kurd jî ji bo ziman û hebûna xwe bi israr in. (Dawî)

Helwesta dadgehan û bersiva gelê kurd
Di doza qirkirina siyasî de bi saya helwesta siyasetmedarên kurd zarê şêrîn kurdî ket rojeva raya giştiya Tirkiye û cîhanê. Mebesta siyasetmedaran ew bû ku zimanê kurdî bê qebûlkirin. Ji berk u di w êzanînê de bûn ku ji ber înkara hebûna xwe tên darizandin. Heke ziman di qada cemawerî de ango di dadgehê de bihata erêkirin dê ji bo çareserriya pirsgirêkê gaveke mezin bihata avêtin. Lê belê dadgeh helwesta xwe ango zîhniyeta înkarger a dewletê yê 88 salan dûbare kir û kurdî ji nedîtî ve hat. Dadgêr bi awayekî heqaretamîz ji bo zarê qedîm û şêrîn kurdî got; ‘Zimanê nayê zanîn’ û wisa derbasî girtekan kir. Gelê kurd li hemberî vê zîhniyetê ji boykotkirina dibistanan bigire heta parlamentoyê daxwaza xwe ya boz iman qêriya. Bakur li hemberî înkarê bi jiyana duzimanî bersiv da vê înkarê. Helwesta dadgehê kurdan rakiribû ser piyan meşa bi israr didomiya û dê heta bi xweseriya demokratîk neyê xemilandin jî dê bi dome. Darizandina vîna kurd jî hêj didome.
Çavkanî:Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA)
Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF)
Torî: Tarihte Kurt-Turk îlîşkîlerî;
Chrîs Kutschera: Kurt Ulusal Hareketi; Îhsan Nurî Paşa, Agri Dagi, Med Yayinlari; Kovara Hawarê;
Bîranînên Osman Sebrî û Zinar Sîlopî;
Kursistan Tarihinde Dersîm,
Nurî Dersîmî;
Memduh Şevket Esendal, Tahran Anilari
Husrev Gerede, Siyasî Hatiralarim I: Îran, Vakît Basimevî, 1952;
Robert Olson, “The Kurdish Rebellions of Sheikh Said (1925), Mt. Ararat (1930), and Dersim (1937-38): Their İmpact on the Development of the Turkish Air Force”, Welt Das Islams, Vol. 40, Number 1, March
Emîn Karaca, Agri Eteklerîndeki Ateş, Alan Yayincilik, 1991;
Faîk Bulut, Dar Uçgende Uç Îsyan, Gaso Sasun, Kurt Ulusal Hareketlerî ve 15. yy’dan Gunumuze Ermeni-Kurt Îlîşkîlerî, (Çev. Bedros Zartaryan, Memo Yetkîn)
Genelkurmay Belgelerinde Kurt
Îsyanlari I-II Kaynak Yayinlari, 1992;
Mehmet Bayrak, Kurdolojî Belgelerî II, Oz-Ge Yayinlari, 2004;
Rohat Alakom, Hoybun Orgutu ve Agri Ayaklanmasi, Avesta Yayinlari, 1998;
û malperên înternetê.





JI ROJNAMEYA AZADİYA WELAT HATÎYE GILDAN

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder