16 Ocak 2011 Pazar

Biryar, bûyer û encamên şêrê şêx Seîd û mehkemeya Îstîqlalê ya Diyarbekirê (Amed Tîgrîs)


”Ha rabû, ha rabû
Şêx Seîd Efendî rabû
gulleyên van zaliman
diçirisin wekî çiran
topên van kafiran
dizûrin wekî guran
Heylo li me hewarê
delîl li halê îslamê
kes bi îmdada me nayê
gola xwînê pir kûr e
debra nû nade qamê!”
Di salên dawî yên ku dewleta osmanî li ber sekeratê bû û ha mir û ha dê bimire û belav bibe, kurdên sîyasetmedar, rewşenbîr, serbazên kurd ên ku di nav artêşa tirk de û xwendekar li Stanbol û li Kurdistanê gelek aktîv dibin. Komele dadimezrînin, kovar û rojname derdixin û her çiqas hejar û hêdî bimeşe jî êdî ji bo doza kurd û Kurdistanê dikevin nav xebat û lebatên aktîv û zanistî. Di wê demê de rêxistina kurdan a herî mezin û girîng Kurdistan Tealî Cemiyetî ye.

Di 29ê cotmeha 1923an de tirk nav û sîstema dewleta xwe diguherin û di şûna osmanî de navê komarê (cumhuriyetê) lê dikin û di şûna padîşah de Mistefa Kemal dibe serokê dewleta nû. Mistefa Kemal bi alîkarî û piştgiriya kurdan çawa komara xwe ava dike, ciyê lingên xwe qehîm dike, dibêje ”kurd tune ne û ew tirkên me yên çiyê ne…” Ew heft pîn li gora padîşahên osmanî dixe.
Di sala 1921ê de Kurdistan Tealî Cemiyetî ji aliyê dewletê ve tê girtin. Sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd di heman salê de dikevin nav xebata damezrandina rêxistineke nû. Li gor hinek çavkaniyên dîrokî, rêxistina Azadî (Kürdistan İstiklal Cemiyeti) di sala 1921, li gor hinekan di 1922 û li gor hinekan jî di sala 1923an de di şûna Kurdistan Tealî Cemiyetiyê de hatiye ava kirin. Xalid Begê Cibrî bûye serokê Azadiyê. Xalid Begê Cibrî bi xwe burayê şêx Seîd e. Piraniya dîrokzanan li ser sala 1921an li hev dikin û dinivîsin ku Azadî li Erzeromê hatiye damezrandin. Ji sîyasetmedar, esker û rewşenbîrên ku rêxistina Azadî damezirandine an jî berpirsiyariyê girtine ser şanê xwe û aktîv xebitîne. Ji wan sîyasetmedar û rewşenbîran çend jê ev in.
Dr.Fuat, Ekrem Cemîlpaşa, Hecî Mûsa, Husên Paşayê (kor) Heyderanî, İhsan Nuri Paşa, Şêx Tahir, Seyid Ebdilqadir, Hecî Axdî (Bavê Tûjo), Hecî Mûsa Beg, Wusif Ziya, Xalidê Cibrî, Xalidê Hesenanî…
Balkêşiya rêxistina Azadiye yek jê jî ev e ku piraniya endam û berpirsên wê li nav eskeriyê seresker bûne. Dewlet ji vê taybetiya wan pir pelikandiye û tirsiye. Azadî bi şêwazê hucreyên pênc pêncên nependî birêxistin bûye û xwe ji serhildanê re amade kiriye.
Di sala 1924an de, li herêma Culemêrgê serhildana nastûriyan dest pê dike. Dewlet li herêmê dest bi barbariyê dike. Di heman salê de Mistefa Kemal û hukumeta xwe xîlafetê jî radikin. Li Kurdistan û Tirkiyê li dij rakirina xîlafetê gelek kes û derdorên dîndar reaksîyon nîşan didin. Muxbîrên dewletê ên ku di nav rêxistina Azadiyê de ne Mistefa Kemal agahdar dikin ku Xalid Beg û Wusif Ziya li herêma Kurdistanê amadekariya serhildaneke kurdan dikin û şîfreya Azadiyê ya ji bo serhildanê dikeve destê dewletê. Mistafa Kemal ferman dide qumandarên herêma Kurdistanê ku Wusif, Ziya, Xalid Beg û hevalên wan bigrin. Di demeke kurt de Wusif, Ziya, Xalid Beg û hevalên xwe tên girtin û ew dibin li bajarê Bedlîsê didin Mehkemeya Dîwan a Herb. Bi girtina wan re rêxistina Azadî bêserok û bêrêvebirî dimîne. Tê gotin ku pîstî girtina wan şêx Seîd neçar dimîne ku bi rengeke dînî serokatiyê bigre destê xwe. Dewlet dixwaze şêx Seîd ji bigire û bibe Bedlîsê bi Xalid Begê û Wusif ziya re mehkeme bike. Lêblelê şêx Seîd planê fêm dike û naçe. Dibêje, ”ez kal im, nexweş im û zivistan e, ez nikarim herim Bedlîsê. Hûn çi dixwazin li vir ji min bipirsin” û herweha li qeza xwe li Xinûsê îfade dide.
Piştî van bûyeran êdî ew û dewlet bi hevdu dihesin, şêx Seîd jî derdikeve ger û geşta nav gel ku amadekariya serhildanê bike. Herdu alî wek pisîk û mişk li hevdu dinitirînin.
Şêx Seîd di 12ê meha yekê de ji Xinûsê diçê Cebexçûr û gundên derdorê. Di 15ê mehê de li Darahênê, 21ê mehê de li Licê, di 25ê heman mehê de li Hênê û di 13ê sibatê de digêhêje Pîranê. Her ciyên ku ew diçe an derbas dibe xelk bi siwar û peya pêşwaziya wî dikin.
Dewlet li Pîranê provakasyonekê çêdike. Cendirme tên ji şêx Seîd re dibêjin ku ”di nav mêvan û mirîdên te de du mehkûm hene. Navê yekî Behrî û yê din jî Nebî ye. Herdu jî xwedî sûcên giran in. Pêwîst e ku tu herduyan jî teslîmê me bikî…”
Herdu alî hev îkna nakin û di dawî de esker sîleh bi kar tînin û şer derdikeve. Sereskerek tê kuştin û çend esker jî birîndar dibin. Aliyên şêx eskeran gulebaran dikin û hemûyan dîl digrin.
Şêx bi paş ve vedigere Hênê û ji wir jî diçe Darahênê. Darahênê digrin û birêvebiriya wê di bin serokatiya Feqî Hesen Fehmî de dest bi kar dikin. Tahar Efendiyê Licî jî dikin sekreterê wî. Di navbera du-sê rojan de Hêne, Licê, Palo, Erxenî, Maden, Cebexçûr, Varto, Farqîn û gelek bajar, bajarok û gund dikevin bin kontrola hêzên şêx Seîd.
Di 2ê adarê de hukumeta Fethî Okyar li ser daxwaz, israr û pîkolîya Mistefa Kemal îstîfa dike. Di 3ê adarê de Îsmet Înonu hukumeteke nû ava dike. Hukumeta nû di 4ê adarê de bi navê Takrir-î Sukun qanûnekê derdixe. Parlamento biryara avakirina mahkemên Îstîqlalê digire. Ji bo mehkema Îstîqlalê ya Diyarbekir û Enqerê ji parlamenteran du heyet hildibjêrin. Ji bo mehkemeya Îstîqlalê ya Diyarbekirê ev parlamenter tên hilbijartin:
Serok: Mahzar Müfit Bey (Kansu) parlamenterê Denizliyê
Dozger: Ahmet Süreyya Bey (Örgeevren) parlamenterê Karesiyê/ Balikkesirê
Endam: Ali Saip (Ursavaş) parlamenterê Kozanê
Endam: Lütfi Müfit (Özdeş) parlamenterê Kirşehirê
Cîgir: Avni Doğan parlamenterê Ozokê
Heyet dikeve ser riya Diyarbekirê, lê şer hîn germ û geş e.
Şêx Seîd ji Darahênê, Licê û Hênê, Farqîn, Hezro û ji gundên derdore bi hezaran milîsên xwe yên çekdar ve ber bi Amedê ve dimesîn û dixwazin Amedê jî bigrin. Ji aliyê Maden, Pîran, Erxenî û Gêlê ve jî eskerên şêx ber bi Amedê ve dikişîn. Bi qasî 5.000 çekdar di roja 7ê adara 1925an de dor li Amedê dipêçin. Li ser û dora dîwarên Amedê şer geş û gurr dibe. Di êrîşa pêşî de, bi ser nakevin. Berdestê sibê li aliyê derê Merdînê bi qasî 80-100 kesî di qulên bedenê de dikevin hundir, dewlet bi wan dihese û gulebaran dike. Nivê wan tên kuştin û girtin û nîvê din jî bi paş ve vedigerin. Dewlet li ser bircên Diyarbekirê top û makineyên giran bi cî dike, bi kar tîne û piştre bi farnsiyan re li hev dike ku bi riya hesin a Nisêbînê esker û cebilxane bîne Amedê. Dewleta Kemal cara pêşî balafirên şerê bi kar tîne. Şêx Seîd bi hêzên xwe ve neçarî ber bi Darahênê ve vedikişe. Ew dixwaze di herêma Serhedê re derbasî Îranê bibe. Di şeva 14/15 nîsanê de bi plan û giliya hevlingê wî Qasimê karkenar (teqawid, emeklî) li ser pira Evdirehman Paşa dikeve kemînê û tê girtin. Şêx Seîd û hevalên wî di 6ê meha gulanê de dibin Amedê teslîmê mehkemeya Îstîqlalê dikin.
Li gor protokol û dokumentên mehkema Îstîqlalê ku niha eşkera bûne, di prosesa mehkemê de hem şêx Seîd hem jî hemû hevalên wî bi yek dev û dengî gotine ”me ji bo dîn û xîlafetê qiyam (serhilda) kiriye. Dozger, serokê mehkemê û endamên wê yên din di hemû rûniştinan de bi pirsên xwe îdîa dikin û şêx Seîd û hevalên xwe rastiyê nabêjin, wan ji bo avakirina Kurdistaneke serbixwe dest bi serhildanê kirine. Di serî de şêx Seîd û hemû hevalên wî ”hukumeta nû bi qanûneke li dijî dîn û dîyanetê ye, medresan qedexe kir, xilafetê rakir, em dixwazin bila şerîet neyê rakirin. Partiya muxalefetê ku navê wê Terakîperwer e û serokê wî jî Kazim Karbekir e, ew jî wek me şerîetê dixwaze. Rojname jî heman daxwazan dinivîsînin…”
Mehkeme gelek li ser têkiliyên şêx Seîd û Xalid Begê Cibrî û Wusif Ziya radiweste. Îdîa dike ku têkiliyên şêx bi wan re hebûye û şêx Seîd endamê rêxistina Azadiyê ye. Li paş serhildana şêx Seîd rêxistina Azadî ye. Bi tenê Qasim Begê hevlingê şêx Seîd û mirovê dewletê, di mehkemê de dibêjê ”têkilyên şêx Seîd bi wusif Ziya û Xalid Begê re hebû û li pişt vê serhildanê rêxistina Azadiyê heye û şêx Seîd rastiyê nabêje…”
Weha xuya ye ku Qasim Beg û mehkema Îstîqlalê jî di vê mijarê de soz dane şêx Seîd û hevalên wî ku behsa doza kurd û Kurdistanê nekin û bêjîn ”me ji bo dîn û dînayetê serîhildaye,” dê werin berdan an jî cezayeke sivik bigrin. Dema bêjin doza me ne ya kurdî ye, ya dîn û şerîetê ye, dê Terakîperwer jî alîkariya wan bike. Partiya (firka) Terakîperwer li parlamentoyê xurt e û partiyeke muxalîf e, dikare wan xilas bike. Piştî îfadeyên wan Mistefa Kemal û hevalên xwe partiya Terakîperwer jî digrin û serokê wê Kazim Karabekir dişînin mehkemeya Îstîqlalê. Kazim Karabekir xwe zor bela ji îdamê rizgar dike.
Di 14ê nîsana 1925an de mehkemeya Bedlîsê biryara bi darvekirina Xalid Begê Cibrî serokê rêxistina Azadî, Wusif Ziya Beg parlamenterê Bedlîsê yê kevn, Fayiq Beg zavayê Wusif Ziya û Mele Evdirrehman dide û bi gule yek bi yek dikujin.
Mehkemeya Îstîqlalê ya Diyarbekirê dozê dike sê kom (grup). Di koma yekem de Dr. Fûad û hevalên wî hene û di koma duyem de jî Seyid Evdilqdir û hevalên xwe hene. Kesên herdu koman jî berî damezrandina mehkema Îstîqlalê hatibûn girtin. Piştre ku mehkemeya Îstîqlalê tê damezrandin, doza wan jî teslîmê mehkemeya Îstîqlalê dikin. Armanca dewletê koma Bedlîsê û herdu komên li Amedê pêşî ji navê rakin. Ji ber ku mirovên zane û bi rêxistin di nav van hersê komên girtiyan de ne. Dixwazin hem kadroyan ji navê rakin û him jî moralê şêx Seîd, hevalên wî û gel xerab bikin. Reakîsyon û berxwedanê bişkînin. Ji ber ku hin li çiya bi sedan berxwedêr hebûn û ew heta sala 1927an têkoşîna çekdarî didomînin.
Koma yekem: Diyarbekir 17ê nîsanê 1925
Koma yekem sê kes in û hersê jî hatine bi dar ve kirin.
Dr. Fuad: Diyarbekirî ye û li Diyarbekirê doktor e. Raman û baweriyên wî yên kurdî xurt in. Di 7 û 8 adarê de dema hêzên şêx Seîd êrişê ser Amedê dikin, Dr. Fuad cilûbergên xwe yên kurdî li xwe dike û derdikeve nav kolanên Amedê û digere. Berî ku heyeta mehkemeya Îstîqlalê were Diyarbekirê tê girtin û teslîmê mehkemeya orfî îdare (sikiyönetimê) dikin. Piştre ku êehkema Îstîqlalê li Diyarbekirê ava dibe, nameyekê bi dest dixin ku Dr. Fuad ji Damad Ferîd Paşa re şandiye û di nameya xwe de nivsîye ku dê şêx Seîd dewleteke kurdî ava bike. Dr. Fûad û şêx Eyup, Hesen ew kesên herî pêşîn in ku ji aliyê mehkemeya Îstîqilalê ve hatine bi dar ve kirin.
Şêx Eyubê Qerebexçeyî: ji Siwêregê ye. Berpirsê cepheyê Siwêregê ye û li dij eskeran şereke dijwar daye.
Hesen: karkerê fabrîkê ye.
Koma duyem1: Diyarbekir 27ê gulanê 1925
Koma duyem pênc kes in û her pênc jî hatine bi dar ve kirin.
Seyid Evdilqadir: Seyid Evdilqadir kurê şêx Ubeydilahê Şemzînanî ye ku ji tarîqeta Naxşîbendî ye. Şêx Ubeydila di sala 1879an de dixwaze li aliyê Kurdistana Îranê dewleteke kurdî ava bike, lê bi sernakeve. Wê demê bav û lawî dişênin Taîfê sirgûnê. Kurdistan Tealî Cemiyetî li Stanbolê ji aliyê Seid Evdilqadir ve tê damezirandin. Seyid Evdilqadir di dema Damad Ferid Paşa de dibe serokê şûreya dewletê (daniştayê) jî.
Mehmed: kurê Seyid Evdilqadir Efendî ye. Tê gotin ku mehkeme ji Seyîd Evdilqadir re dibêje ”ka wesîyeta xwe bêje.” Ew dibêje, ”gotina min a dawî ev e, ez ji we rica dikim ku hûn min berî lawê min bi dar ve bikin ku ez mirina lawê xwe nebînim.” Mehkeme kurê wî Mehmed li ber çavên wî bi dar ve dike û piştre wî bi dar ve dike.
Kemal Feyzi: Xanîzade şaîr Kemal Feyzîyê Bedlîsî ye û xwediyê kovara Jîn e ku li Stanbolê derdiket û tê gotin ku ji Simiko re sekreterî kiriye.
Hecî Axdî: Dava vekili ye û jê re Mehmet Efendi (Bavê Tûjo) jî gotine. Tê gotin ku ew di komîteya îllegala rêxistina Azadiya Amedê de bûye. Mirovekî zana û cesûr bûye.
Evdila Sadî: Sadîyê Kor lêqeba wî ye. Sadî Paloyî ye. Ji wezereta karûbarên hundirê tirk memûrekî bi navê Celal Bey, bi Sadî re têkilî datîne û dibêje ”ez îngilîz im û navê min Mister Temple e; dewleta îngilîz dixwaze bi rêxistên kurdan re têklilî dayine û alîkariyê bike.” Sadî teklîfê qebûl dike û diçe ji Seyîd Evdilqadir re dibejê. Di 25ê nîsanê de li Şîşliya Stanbolê li kuça Zaferê di daîra hejmar 8an de Sadî û Mister Temple (Celal Bey) hevdu dibînin. Sadî jê re dibêje ku ”min teklîfa we ji Seyid Evdilqadir re got, ew qebûl dike.” Paşê mahkema Îstîklalê ya Diyarbekirê vê plan û lîstika memûrê wezereta xwe wek dokumenta ku têkiliya Kurdistan Tealî Cemiyetî û rêxistina Azadî bi îngilîzan re hebûye nîşan dide û di serhildana şêx Seîd de jî bi kar Tîne. Sadî jî ji bo vê yekê tê bi dar ve kirin. (Ahmet Sureyya Özgeevren Şêx Said isyani ve Şark Istiklal mahkemesi, Temel Yayinlari, sa. 160 binêre.)
Koma sêyem: Diyarbekir 28/29ê hezîranê 1925
Koma sêyem 81 kes in. Serokê wan şêx Seêd e. Mehkeme ji 49 kesan re cezayê bi dar ve kirinê dide. Qeymeqamê Cebexçûrê ji bo bi salan ji dewletê re xizmet kiriye û lawê Salîh Begê Hênê Hesen jî ji bo ku temenê wî biçûk bûye nehatine bi dar ve kirin. Bi şêx Seîd re 47 kes di şeva 28ê hazîranê destê sibê ku êdî dibe 29 hezîranê bi rêz bi hevdu ve hatine zencîr kirin û Feqî Hesen Fehmî li herî pêş e û şêx Seîd li nivê dawî ye. Li gor rojnameyên wê demê şêx Seîd bi arem e, tirs pê re tune ye û bi endamê mehkemê re sohbet dike û dibeje ”ka we soz da ku ez rastiyê bêjim, we dê cezayê giran nedana me, ka sozê we?..” Dîsa li gor rojnamevanan yê ku ji hevalên xwe re dibêje ”bi cesaret bin, serê xwe bilind bikin, bi aram bin…” Salih Begê Hênî ye.
Ji derî wan 7 kes cezayên sivik girtine, 19 kes hatine beratkirin û 6 kes jî bêmesûliyet hatine dîtin. Her çar lîste jî li jêr in.
Şêx Seîd: serokê serhildanê
Şêx Evdilayê Melikan: qumandanê Varto û Mûşê
Qamil Beg: kurê Xalid Begê Toqyanî û bi eşîra xwe ve erîş biribû ser Vartoyê.
Baba Beg: birayê Qamil Begê
Şêx Şerîf: qumandarê cephê Xarpêtê û qeymeqamê milîsê berê. Birayê şêx Seîd e.
Feqî Hesen Fehmî: Qumandarê înzîbatê Darahênê û waliyê şêx Seîd ê Darahênê. Hinek dibêjin Darahênê paytaxt hatiye îlan kirin û Hesen Fehmî jî serokwezîrê şêx Seîd bûye.
Hecî Sadiq Begê Valirî: li herêma Gencê di hemî erîşan de amade bûye.
Şêx Îbrahîmê Çanî: di cephê Palo, Cebexçûr û Xarpêtê de xebitiye, li ser navê serhildêran birêvbiriya Cebexçûrê girtiye ser milê xwe.
Şêx Elî: di Cephê Harpêtê (Xarpêtê) de roleke mezin lîstiye.
Şêx Celal: di cephê Harpêtê de roleke mezin lîstiye.
Şêx Hesen: sedemê ku propaganda û bandor li ser serhildêran kiriye, hatiye girtin.
Mehmed Begê kurê Îzed Begê Garibî: di cephê Amed û Licê de qumandarê mufrezeyê bûye.
Salih Begê Hênî: di serhildana Sêx Seîd û bi taybetî dorpêçana Amedê de roleke wî mezin hebûye û mirovekî zane û kurdperwer bûye. Bi kurdî, tirkî, erebî, farisî û fransî zanibûye. Di roja 15. 6. 1925an de ew bi Mistefa Begê Hênî re li bakurê Hênê di şerekê dijwar de hatine girtin û teslîmê mehkemaya Îstîklalê kirine.
Mistefa Begê Hênî: di cehpê Hênê de roleke mezin lîstiye, ew û Salih Beg di şer de dîl ketine dest.
Şêx Evdilayê Çanî: li çiyayê Nezîbê dil ketiye dest.
Şêx Emerê Çanê: ew jî di şerê çiyayê Nezîbê de bi şêx Evdila re dîl ketiye dest.
Şêx Ademê Hênî: di tekiya xwe de propagandaya serhildanê kiriye.
Qedrî Begê Madenî: Li madenê qumandarê înzîbatan bûye.
Mele Mehmûdê Pîranî: li Madenê berpirsê serhildêran bûye.
Şêx Şemsedînê Farqînî. Berpisê herêma Siliwanê bûye.
Şêx Şamîlê Termilî: bi propanga û beşdarbûna serhildêran hatiye sûcdar kirin.
Şêx Evdillatîfê Termilî: ew jî wek Şêx Şamilê Termilî hatiye tawanbar kirin.
Mele Emînê Bakilanî: mirîdê şêx Evdila bûye. Di erîşa ser Vartoyê de roleke mezin lîstiye.
Elî an jî bi leqeba Evdiyê Ereb: di darbenda Cebexçûrê de, bi Nado û Faris re erîş biriye ser eskeran û zerareke mezin daye wan.
Mehmedê Qerqebazarî kurê Xelîl e: Bi 100 suvarî erîşî ser Vartoyê kiriye.
Silêmanê Şinikî: jê re Kurê Hesenê Cendirme. Katibiya şêx Şerîf kiriye
Mele Cemilê Musyanî mamoste bûye: di êrîşên ser Palo û Xarpêtê de beşdar bûye.
Silêmanê kurê Emerê hesingerê ji eşîra Az: bi awayekî aktîv beşdarî serhildanê bûye.
Silêmanê kurê Şerîf: Beşdarî şerê Gêxîyê bûye.
Taharê Licî: katibê waliyê Darahênê û piştre bûye katibê Feqî Hesen Fehmî.
Hesen: Kurê Salih Begê Hênê, ji ber ku temenê wî 15 salan kêmtir bûye nehatiye bi darvekirin û 15 sal ceza danê.
Mehmûd beg kurê Mistefa Begê Hênê.
Şêx Elî: kurê şêx Mûsayê Vartoyî.
Hecî Xalidê Belikanî: ji serhildêrê vartoyê ye û dema xwestiye bireve û here xwe bigihêne Xalid Begê Hesenanî dîl ketiye dest.
Tîmûr Axayê Dîyadînî: di Serhildana Vartoyê de roleke mezin lîstiye.
Evdilletîf: kurê Kamil Begê Xinûsî. Ew di nav şervanên şêx Evdila de bûye.
Mehmedê Mûşî: di şerê Vartoyê de aktîv bûye.
Sileman Beg: di şerê Vartoyê de aktîv bûye.
Behrî Beg: di şerê Vartoyê de aktîv bûye.
Şêx Cemîlê Zorabadî:
Wusivê kurê Silêmanê Cebexçûrî: di şerê darbenda Cebexçûrê de beşdar bûye.
Elîyê Babanî: ji eşîreta Yamacî bûye û di şerê Cebexçûrê de rol lîstiye.
Xalidê Qerqebazarî: Bi şêx Evdila re di gelek cephan de şer kiriye.
Xalidê kurê Nadir: hevalê şêx Elî bûye û di cephê Xarpêtê de şer kiriye.
Taharê kurê Mehmed: Di şer de bi birîndarî ketiye dest.
Tayib Elî: Mudûrê nehyê bûye û ji bo şer xebitiye û organîze kiriye.
Husen Hilmî qeymeqamê Cebexçûrê: piştre ji bo bi salan ji dewletê re xizmet kiriye cezayê wî yê bi darvekirine wergerandine 15 sal cezayê zîndanê.
Wusivê kurê Çerkez: Xizmetkarê şêx Seîd.
Hemîdê Cendirme.
Kesên ku cezayên sivik didin wan:
Ekrem Cemîlpaşa
Elî Ewnî (yuzbaşiyê cendirman)
Evdilmecid (sawciyê Melazgirê)
Mehmed Muhrî (mulazimê cendirman) 10 cezayê girtîgehê didinê
Mistefa Begê Hênê jî, ji ber hîn 13 salî bûye, sê sal cezayê giran danê.
Waliyê Gencê îsmaîl Haki ji ber ku wezifeyê xwe îhmal kiriye salek ceza didinê.
Hakimê Cebexçûrê Elî Riza cezayê sirgunkirina derî welat didinê.
Kesên ku hatine beratkirin:
Reşîdê Bazikemî
Husêne Cebexçûrî
katibê sihiyê Nîyazî
Eliyê Cendirme,
Mehmed Salihê Bedlîsî
Reşîd Begê Qerqebazarî
Kazim Begê Qerqebazarî
Kurê Îsmaîl Ehmed
Elîyê Vartoyî
Cindiyê Vartoyî
Muftiyê Darhênê Hecî Îlyas Efendî
Îsmaîl Begê Karkurotî
Qasim Beg Bînbaşîyê karkenar (hevlingê şêx Seîd ku heta dawî bi wan re bûye û îstîxberatê daye dewletê û di dawi de jî şêx Seîd li ser pireya Evdirrehman Paşa da girtin. Di mehkemeya Îstîklalê de li ser wan îfade daye û her tiştî eşkera kiriye.)
Ruştî Efendiyê serokê Firka Xelkê (Halk Firkasi- Halk partiye ango CHP ya îro)
Mele Evdilhemîd
Begê Retcanê Nîmet
Begê Retcanê Ehmed
Begê Retcanê Maxsut
Begê Retcanê Îbrahîm Beg.
Kesên ku bêmesûliyet hatine dîtin:
Naqib Bekir
Omer Cemîlpaşa
Qedrî Cemîlpaşa
Cewdet Cemîlpaşa
Memduh Cemîlpaşa
Muhyedîn Cemîlpaşa
Yên ku bêmesûliyet hatine dîtin, hemû hatine berdan.
Belê koma ku bi şêx Seîd re tên mehkeme kirin 81 kes bûne.
Piştî bi darvekirina şêx Seîd û hevalên wî re, di 11.07. 1925an de mehkemeya Îstiqlalê ya Diyarbekirê bar dike bajarê Xarpêtê. Hemû girtiyan jî ji Diyarbekirê digrin û dibin Xarpêtê. Wek nimûne Hesen Xeyrî, Heqî Beg û gelek kesên din li wir hatine bi dar vekirin. Hesen Hişyar ji wir şandine sirgûnê. Li Xarpêtê jî bi sedan biryarên îdam û cezayên giran hatine dayîn. Yên ku nehatine îdam kirin hinek ji wan ji wir şandine Anatoliyê sirgûnê. Lê hezar mixabin heta niha dokument û lîsteyên Mehkeme Îstîqlalê ya Xarpêtê bi dest neketine û nehatine eşkere kirin.
Di derheqê encama şerê şêx Seîd de sê encam, texmîn û îdîayên cuda hene:
Li gor meqamên fermî yên Tirkiyê ji sala 1925an heta 1927an ku mehkemên Îstîqlalê kar kirine 5.110 kes hatine mehkeme kirin, ji wan 420 kes hatine bi dar ve kirin, 1.911 kes jî cezayê zîndanê girtine.
Li gor rapora Koma Neteweyan (Milliyetler Cemiyeti) di şerê şêx Seîd de 15.000-20.000 kes hatine kuştin, 14 bajar û bajarok, 206 gund û 9.000 xanî hatine şewitandin û xerab kirin.
Li gor dem û dezgehên kurdan jî 14 bajar û bajarok, 700 gund û nêzîkî 9.000 xanî hatine şewitandin, xerabe û valakirin. Nêzîkî 50.000 kes ji ser ax û warê xwe hatine koçber kirin, 7.800 kes hatine sirgûn kirin, 7. 500 kes hatin girtin û cezakirin û 660 kes hatin bi darve kirin û 80.000 kes hatin kuştin û li gor perê wê demê 60 mîlyon lîra hatiye herc kirin.
Çavkaniyên nivîskî
Ahmet Süreyya Örgeevren(sawciyê Mehkema Îstîqlalê ya Diyarbekirê) Şeyh Said ve Şark Mahkemeleri, Temel Yayınları, Istnbul-2002
Ahmet Kahraman, Kürt isyanları
Yağmur Adsız, Ya Bir Hürriyet Havarisinin Sabıka dosyası, Boyut Kitapları
Peter Hopkirk, Bitmeyen oyun, Sabah Kitapları 1995
Uğur Mumcu, Kürt-İslam Ayaklanmaları, Tekin Yayınevi
Metin Toker, Şeyh Sait ve İsyanı, Bilgi Yayınevi
Amed Tîgrîs, Licê, Weşanên Apec, Stockholm- 2008
Ibrahin Sediyani, Haksöz, şêx Seîd Qiyami-1-2 û 3
Nurer Ugurlu, Kürtler ve Şeyh Sait İsyanı / Kürt Milliyetçiliği, Örgün Yayınevi – 2006
http://www.mizgin.net
www.imamhatip.com
http://www.forumneuro.com/haber-arsivi/168752-seyh-sait-isyani.html
http://www.aleviweb.com/forum/archive/index.php/t-21699.html
http://www.mizgin.net/modules.php?name=Sektions&op=printpage&artid=1225
Foto:
Yê li pêş rûniştî û rîspî Şêx Seîd, yê li kêleka wî rûniştî û rîreş şêx Şerîf, yê li piya li navê Qasim e.
Heyeta Mehkemê:
Serok Mazhar Mufit (yê li pêş û berçavik), Yë li kêleka wî dozger Ahmet Sureyya Özgeevren, endamên mehkemê li pîyan ji çepê ve Alî Saib, Avnî Dogan û Lutfi Mufid
Amed Tîgrîs
Zarathustra News – zarathustra_news@comhem.se

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder