NETKURD Amadekar : Tosinê Reşîd
Sala 1908 an nonerê mala mîrên êzdîya, Îsmaîl beg Çol ji bo piştgirîya êzdîya bikin, namekê ji cîgirê qeyser li Tibîlîsî, graf Vorosov-Daşkov re dinvîse.
Salên dirêj, civakên kurdan li Yekîtîya Sovêtê ji bo parastin û bi pêş ve birina ziman û çanda kurdî roleke hêja lîstin. Piştî hilweşandina Ykîtîya Sovêtê di wan civakan de guhasinên mezin bûn, bi granîya xwe ve nêgatîv. Çawan nav xelkê me de tê gotin: “Yekîtîya Sovêtê ser kurdan de hilweşîya”. Ez ê di vê gotarê de lêkolîna rewşa kurdan li Yekîtîya Sovêta berê û bandûr, tesîra hevberdana Yekîtîya Sovêtê ser wan, bikim.
Çend malûmatîyên dîrokî
Gor kurdnasê rûs Vladîmîr Mînorskî kurd di demên kevnar de li Pişkavkazê diman. Dîroknûsên ereba şênîyên kurdan li vê deverê ji sedsalîya VII AD bîr tînin. Hinek çavkanî di der heqê berxwedana kurdên Balasîkan (Balasakan), ku devê çemê Kurê yê rastê diman, himberî artêşa xelîf di sedsalîya VII de didin[1].
Malbeta Şedadîya (gor Dr. Xelîlê Cindî Reşow kurdên êzdî bûn[2]) salên 951-1088 ji bajarê Anî û salên 971-1174 ji bajarê Gencê hukumdarîya deverên fire dikirin, ku îro dikevin nav Ermenistan û Azerbacanê. Mîrgehên wan ji alîyê siltanê sêlcûl Alp Arslan de hatibûn nas kirin. Şedadîya bi karê avadanî û şên kirinê bi nav û deng bûn. Balkêş e, wekî baştirîn kinîsê ermenîya yên bajarê Anî (di dema xwe de serbajarê Ermenistanê bûye), di dewrana Şedadîyan de hatine ava kirin. Şahên Şedadîya usan jî ser çemê Erez pira Xudaferin çê dikin, ku heta îro jî heye[3]. ,Dergehê Gencê’ ku nimûnekî hêja, yê hunerê sedsalîyên navîn e û îro li mûzêxana bajarê Tbîlîsî tê parastin, dewrana dethilatdarîya wan li Gencê hatîye çê kirin[4].
Usan jî dîyar e, wekî eşîrên Ogûz sedsalîya XI li devera Şîrvan (Azerbacana îroyîn) êrişî kurdan kirine. Sedsalîya XII kurd li bajarê Beilagan (Azerbacana îroyîn) hebûn[5]. Gor zanîyar û nivîskarê kurd Şamîl Eskerov sedsalîya XIV ji çemê Têrtêr re ku ji çîyayên Kelbecarê (Kurdistana Sor) dest pê dibe, digotin ‘Ava Kurda’[6].
Dîroka pêwendîyên kurda û gurca ji sedsalîya VII-IX dest pê dike[7]. Sedsalîyên XII-XIII du birayên kurdên êzdî, yên bi nav û deng, Îvanê û Zakarê Çepildirêj di dîwana şahbanîya Gurcistanê Tamar ê de xwedîyê hêzeke sîyasî û serbazîye mezin bûn û navê wan seranser Rojhilata Navîn belav bibû[8]. Ser mêranî û comerdîya wan şiîr, stran û destan hatine sêwirandin û hê jî tên sêwirandin[9]. Hela wê dewranê gelek kurda xwe wan girt û koçî Gurcistanê kirin. Ew kurd piştî demeke dirêj nav xelkê cîh de bişkivtîn, asîmîle bûn.
Yekemîn pêla koçberên kurda berbi Pişkavkazê, ku heta îro jî nivşên wan mane, ew 24 eşîrên kurdan bûn, ku sedsalîya XVI şahê Îranê Ebbas I, ji bo parastina tixûbê împêratorîya xwe, yê bakûr-rojava, ji rojhilata Kurdistanî anîn û li deverekê cîh kirin, ku beşê wê deverêyî mezin îro dikeve nav Azerbacanê (Kurdistana Sor), beşek jî dikeve nav Ermenistanê (Derelegeza berê)[10].
Çend eşîrên kurdên musulman di dawîya sedsalîya XVII ji deverên Rihayê û Maraşê koçî başûra Gurcistanê dikin û li deverên Mêsxêt û Acarê bi cîh dibin.
Kurdên êzdî li împêratorîyên Osmanîyê û Iranê bin zordarîya duqat de bûn; hin ya netewî, hin jî ya olî. Bi sedsalan tu mafê wan ne dihat nas kirin û dewletên hukumdar ew ji zordarîya musulmanan ne diparastin. Ji ber vê jî herdem çavên wan li welatên usan bû, ku zordarî li wan nehata kirin, li dewletên xaçparêz bû. Di sedsalîya XVIII nêzîktirîn dewleta xaçparêz, ku serbixwe bû, Gurcistan bû. Sala 1770 î, şahê gurca yê Kartilî û Kaxêtê Îraklî yê II, bi rêya metarnê asorîya Isay pêwendîya bi êzdîyên bakûra Kurdistanê re girê dide, wekî êzdî piştgirya serbazî bidine wî, ew jî rê bide êzdîya di deverên xwe de hukumdar bin. Şahê gurcan gilî dide serokê êzdîyan Çoban axa, wekî eger plana wan ser bikeve, wê kela Xoşabê bide wî[11]. Ev hevkarî heta dawî pêk nayê, lê dîsan jî 4.000 malbetên êzdîya koçî Gurcistanê dikin û li bajarê Tilbîsê bi cîh dibin.
Lê koçberîya kurdaye bi girseyî berbi Pişkavkazê ji sedsalîya XIX dest pê dibe, gava ew dever dikeve nav împêratorîya Rûsîya. Piştî cengên Rûsîya-Pêrsîya (1804-1813 û 1826-1828) û bi taybetî piştî peymana Tûrkmênçayê (1828), mafên taybetî ji bo kurdan û ermenîyan, wekî bikaribin koçî deverên împêratorîya Rûsîya bikin, hatin misoger kirin. Êdî sala 1807 an 600 malbetên kurd li Qerebaxê bi cîh dibin[12].
Gava serleşkerê artêşa Rûsîya graf Paskêvîc, sala 1828 an parêzgeha Yêrêvanê ji farsa hildide, êdî li wir, devê çemê Erez, êzdî hebûn. Ew ji êla şerqîya bûn û nivşên wan heta niha ji li wê deverê dijîn.Wê demê du gundên êzdîya jî berpala çîyayê Elegezê, ya rojava, hebûn. Lê divêt şênîyên kurdên êzdî li Ermenistana îroyîn kevntir bin. Li gundê Rîya Teze (Qunaxsaza berê) ku yek ji 11 gundên kurdên êzdî, yên navça Elegezê ye û dikeve bakûra çîyayê Elegezê, goristaneke kurdên êzdî heye, ku gor dîroknasan ji sedsalîyên XVI-XVII tê[13].
Lê piranîya kurdên êzdî piştî cenga Qrîmê (1853-1855) û cenga Rûsîya-Osmanîya (1877-1878) koçî Ermenistana îroyîn kirine. Di wê navberê de, sala 1874 an du eşîrên êzdîya ‘Rojkî’ û ‘Sîpkî’ koçî parêstgeha Qersê dikin, ku wê demê bin destê rûsan de bû[14].
Sala 1908 an nonerê mala mîrên êzdîya, Îsmaîl beg Çol ji bo piştgirîya êzdîya bikin, namekê ji cîgirê qeyser li Tibîlîsî, graf Vorosov-Daşkov re dinvîse. Gor wê namê hingê li Împêratîya Rûsîya 72 gundên êzdîya hebûn, ku 3500 malbet li wan gundan diman[15].
Salên Cenga Cihanîyê ye Yekemîn hema bêjî êzdîyên Serhedê gişk (ji wan êzdîyan re Zozanî jî dibêjin) revîne Ermenistana îroyîn û parek jî ji wir derbasî Gurcistanê bûn. (Êzdîyên ne revîn dûarojê bi zor kirin musulman).
Gava artêsa Rûsîya dawîya sala 1917 an, (piştî şorişa Oktobrê) ji Pişkavkazê vekşîya, artêşa tirka kete wê deverê û bi deha hezaran êzdî qir kirin. Sed mixabin di wê qirkirinê de destê begên kurdên musulman jî hebû.
Kurd usan jî li Asîya Navîn bi cîh bûne. Dîyar e, wekî hela sedsalîya XVIII li navça Tûrkmênîstanê Abîvêrda, kurd hebûn[16], lê dawîya sedsalîya XIX çend eşîrên kurdan ji Xorasanê derbasî Tûrkmênîstana îroyîn bûne. Sebebên koçberîya wan aborî bûn.
*
Piştî damezirandina Yekîtîya Sovêtê di çar komarên wê de kurd diman; Azerbacan, Tûrkmênistan, Ermenistan û Gurcistan.
Kurdên Yekîtîya Sovêta berê dema rêjîma Stalîn sê pêlên nefa (sirgûn) kirinê dîtin. Ev nefa kirin beşekî plana Stalîn bûn, wekî deverên ser tixûbê der ji wan gelan vala bikin, ku mêla wan dikare ser dewleta cînar, seva kurdan Turkîya, hebe. Nefa yekemîn payîza sala 1937 an pêk hat, gava kurdên musulman ji Ermenistanê û Azerbaîcanê (ji 12 gundên devê çemê Erez ku ser tixûbê Tirkîyê bûn) nefayî Qazaxistan û komarên Asîya Navîn kirin.
Gor dokûmêntên fermî sala 1937 an ji Ermenistane dor 800 kurdên musulman nefayî Qazaxistan û Qirqizistanê kirine[17].
Sala 1944 an kurdên musulman gişk (gor belgeyên fermî dor 9.000) ji başûra Gurcistanê, navçeyên Mêsxêtê û Acarê nefayî Qazaxistan, Qirqizistan û Ûzbêkistanê kirin[18]. Hovîtîya nebînayî ew bû, wekî dema nefakirina malbetên kurd, piranîya mêrên ji wan malbetan dijî Almanîya Nazî şer dikirin, Yekîtîya Sovêtê diparastin. Gelek ji wan, piştî ji ber şêr vegerin demeke dirêj malbetên xwe digerin, heta dibînin. Sala 1947 an beşek ji kurdên êzdî jî ji Gurcistanê nefayî Qazaxistanê û Asîya Navîn dikin, lê ew êzdî gişk piştî mirina Stalîn vegerîyan Ermenistanê û Gurcistanê.
Kurdên Azerbacanê
Dema hukumdarîya Sovêtê li Azerbacanê hate damezirandin (Nîsana 1920) kurd li wê komarê li van deveran diman; Kurdistana Sor (devera başûr û rojava Qerebaxa Çîyayî Nagornî Karabaxê), devera Zardaba navenda Azerbacanê û dor Sederek û Teyvazê li Nexçivanê. Gor hinek çavkanîyên serbixwe, wê demê jimara kurdan tenê li Kurdistana Sor, kurdên Nexçivanê û deverên Azerbacanêye mayîn ne nav de, dor 60.000 bû[19].
Bi birîyara seroketîya Sovêtê 7 Temûza sala 1923 an Kurdistana Sor dibe devereke otonomî (navê rûsî; Kûrdîstanskî Ûyêzd). Lê jîyana vê devera otonomî kêmî şeş salan dom dike; bi birîyara Kongra Sovêtên Azerbaîcanê, ya şeşemîn, di yekîtîyên admînîstratîv de guhastin tên kirin û otonomîya Kurdistana Sor namîne. Tiştekî balkêş e, wekî piştî wê birîyarê jî otonomîya ermenîya li Qerebaxê Çîyayî ma. Li Moskva û Bakû xweyê ermenîya hebûn, lê xweyê kurda tune bûn.
30 Gulana sala 1930-î Kurdistana Sor dîsan dibe devereke otonomî, lê jîyana vê otonomîyê jî tenê du meh û nîvan dom dike.
Gerek bê gotin, wekî otonomîya Kurdistana Sor ne bi dilê ermenîya, ne jî yê azarîya bû. Ermenî dij bûn, ji ber ku ne dixwestin navbera Ermenistan û Qerabaxê de otonomîya kurdan hebe, azarî jî wê bawarîyê bûn, wekî beşekî axa wan dane kurdan.
Çiqwas jî Kurdistana Sor wek devereke otonomî ji sala 1930-î nema, lê dîsan jî hetanî sala 1938 an li wê deverê çalakîyên çandeyî û perwerdeyî berdewam bûn. Navbera salên 1930-1938 an dor 30 pirtûkên kurdî bi alfabe a ser bingeha tîpên latînî çap dibin, li dibistana zimanê kurdî dihat xwendin, ji sala 1931 ê rojnama ‘Kurdistana Şorevî’ çap dibû. Sala 1932 an ji bo amade kirina mamostayên zimanê kurdî, beşa kurdî li kolêca Perwerdeyê, ya bajarê Şûşî tê vekirin.
Lê vê xweşîyê dirêj dom nekir, rêprêsîyayên rêjîma Stalîn, yên salên 1937-1938 bi hovîtîke nemirovane ji alîyê serokê Azerbacana Sovêtîyê, Mîrcefer Bagîrov de dijî kurdan hatin bi kêr anîn. Dibistanên kurdî, beşa kurdî ya kolêca Perwerdeyê hatin girtin, çap kirina pirtûkên kurdî hat rawestandin, bi hezaran kurd di nav wan de gelek ronakbir, welatperwar û navdar, bi tawanên bê bingeh hatin zîndan kirin, nefa kirin û kuştin. Bi gilîkî, civaka kurdî li Azerbacanê bêserî kirin û çi xwestin, anîn serê kurdan.
Eger piştî mirina Stalîn li seranser Yekîtîya Sovêtê zilm û zor hinekî sivik bû, ji bo kurdên Azerbacanê tişt nehat guhastin. Ji sala 1938 an karbidestên Azerbacanê bi hovîtîke nebînayî dijî kurdan sîyaseta bişkavtin, asîmîle kirinê bi rê ve birin. Heta peyva ‘kurd’ hat qedexe kirin. Armanca vê sîyasetê bi tam asîmîle kirina kurdan bû. Em dikarin bêjin, wekî seroketîya Azerbacanê di vê sîyaseta xwe de ser ket; jimara kurdên Azerbacanê ji 41.193 sala 1926 an dakete 1.482 sala 1959 an.
Di gelek çavkanîyên azarîyan de tê gotin, wekî kurdên Azerbacanê ne ku asîmîle, lê întêgre bûne, heta prêzîdêntê Azerbacana îroyîn jî kurd e. Awa, Farid Shafee dinvîse: “Kurd yek ji wan kêmanîyê êtnîkî ne, wekî li Azerbacanê baş întêgre bûne. Gelek kurd di hukumata Azerbaanê de gihîştine radeya bilind”[20]. Bi bawarîya me çavkanênîyên azarîya mene, wata peyvên întêgre bûn û asîmîle bûn tev li hev dikin. Întêgre bûn ew e, gava komeke êtnîkîye kêmane, bi parastina nasname, ziman, çande û kevneşopîyên xwe di civaka mezintir de cîhê xwe digre. Lê gava koma êtnîkîye kêmane bi unda kirina ziman, çande û kevneşopîyên xwe nav civaka hukumdar de dibişkive, unda dibe, ew asîmîlasîyon e. Û kurdên Azerbaijanê ne ku întêgre bûne, lê bi zor hatine asîmîle kirin.
Gerek bê gotin, wekî ji kurdên Azerbacanê, kurdên Nexçivanê kurdîtîya xwe hê baş parastin ji ber ku pêwendîyên wan bi kurdên Ermenistanê re xurt bûn.
Dawîya salên 1980-î û destpêka salên 1990 î malwêranîke mayîn benda kurdên Azerbacanê bû. Di şerê navbera Ermenistan û Azerbacanê de ji bo Qerebaxa Çîyayî, zirara lape mezin gihîşte kurdên Kurdistana Sor. Salên 1992-93 an hêzên ermenîya, bêyî ku rastî berxwedaneke rêk û pêk bên, deverên kurdan gişk dagir kirin. Kurdên deverê gişk bûne peneber û seranser Azerbacanê belav bûn. Vê rewşê herçî mayî bişkavtina kurdan bi lez kir.
Piştî serxwebûna Azerbacanê seroketîya wê komarê rê da kurdan navendeke çandeyî vekin (Ronahî), rojê nîv sihet programên radîyoyê bi kurdî tên belav bikin. Salê 2-3 pirtûk û mehanameke bi navê (Dîplomat), tê çap kirin. Lê ev îmkan gelek kêm in û rewşa kurdên komarê naguhêzin, bişkavtin, asîmîlasîon berdewam e.
Gerek bê gotin salên 1989-90 dor 12.000 kurdên musulman ji Ermenistanê revîne Azerbacanê. Bi hatina wan jîyana çandeyî nav kurdên Azerbacanê de hinekî geş bû.
Pêwendîyên dostane navbera Turkîyê û Azerbacanê de jî bandûr, tesîreke ne baş ser civaka kurdî dihêlin. Sala 2001 ê 32 kurd hatin binçav kirin wek alîgirên PKK. Gelek kurdên ji dervayî Azerbacanê hatî, ji welêt hatin der kirin[21].
Sala 1990 î jimara kurdan fermî li Azerbacanê 13.100 bû, lê gor çavkanîyên kurdan bi xwe îro li Azerbacanê ne kêmî 500.000 kurdî hene[22].
Kurd li Tûrkmênîstanê
Dîroka kurdên Tûrkmênîstanê, komareke Yekîtîya Sovêtê ya tirknijade mayîn, wek ya kurdên Azerbacanê ye. Dor serjimara sala 1926 an li Tûrkmênîstanê 22.000 kurd hebûn, sala 1959 jimara wan daket 2.263[23], sala 1970 î jimara wan 2.933 bû. Lê gor malûmatîyên ne fermî ku kurdan dane, jimara kurdan li Tûrkmênîstanê sala 1970 î dor 50.000 bû[24], lê niha dibêt dor 200.000 be. Piştî serxwebûna Tûrkmênîstanê di jîyana kurdên wê komarê de tu guhastinan cîh negirt.
Kurdnas Ç. Bakayêv ku salên 1954, 1957 û 1959 ji bo lêkolîna zaravê kurdên Xorasanê, ku kurdên Tûrkmênistanê beşek ji wan in, diçe Tûrkmênîstanê, dinvîse, wekî kurdên wîr hê jî ziman û çanda xwe diparastin.
Dawîya salên 20-emîn û bi taybetî salên 30 emîn sedsalîya XX, çawan li komarên Pişkavkazê, usan jî li Turkmênistanê, ji bo parastin û bi pêş ve birina ziman û çanda kurdî gavên hêja hatin avêtin. Li dibistanên gundên kurda zimanê kurdî dihat xwendin, ji bo wan dibistanan pirtûkên dersa bi zaravê kurdên Xorasanê, bi alfabe ya latînî (ya Erebê Şemo û Îsahak Moragûlov çê kiribûn) tên çap kirin. Tiştekî balkêş e, wekî kurdnas Îsahak Sûkêrman ser bingehê wan pirtûkan lêkolîna zaravê kurdên Xorasanê kirîye.
Rêprêsîyayên rêjîma Stalîn salên 1937-38 an li wê komarê jî dawî bi çalakîyên kurdan anîn. Eger li komarên Ermenistan û Gurcistan piştî mirina Stalîn hinek mafên kurdan dîsan vegerandin, lê li Tûrkmênistanê jî mina Azerbacanê hew tîşt dane kurdan, himberî kurdan sîyaseta bişkaftin, asîmîle kirinê bi rê ve birin.
Piştî serxwebûna Tûrkmênistanê jî tu mafekî civaka kurdan nehate nas kirin û prosa bişkaftin, asîmîle kirina kurdan berdewam e.
Kurdên Gurcistanê
Piştî Cenga Cihanîyêye Yekemîn, kurdên ezdî bi giranîya xwe ve li Gurcistana îroyîn, li bajarê Tibîlîsî diman. Civakên ne mezin usan jî li bajarên Têlavî û Batûmî hebûn. Tê gotin, wekî li çend gundên Kaxêtê jî êzdî diman. Lê kurdên musulman li gundê deverên Mêsxêtê û Acarê diman.
Salên Cenga Cihanîyê ya Duyemîn û salên nangiranîyê ye dû re hatin, ji ber rewşa aborî gelek malbetên kurdên êzdîya ji Ermenistanê koçî Gurcistanê dikin.
Piştî komara Gurcistanêye Sovêtê hat damezirandin, sala 1921 ê, li Tbîlîsî klûb û dibistanên kurda hatin vekirin, komên folklorîyê, yên govend û stranan çanda kurdî geş dikirin.
Sala 1922 an Ahmedê Mîrazî û Lazo (Hakob Xazaryan) li bajarê Tbîlîsî dibistana êvarê ji bo zarokên kurdan vedikiên. Ew dibistan heta sala 1929 an hebû û ji kesên li wir xwendî çendek dûarojê bûne mirovên bi nav û deng: zimanzan Qanatê Kurdo û Çerkez Bakayêv, berpirsîyarê rojnama ‘Rîya Teze’ Cerdoyê Gênco, mêrxasê Yekîtîya Sovêtê Semendê Elî Sîyabandov, kurdnas Xalit Çetoyêv û çendekên mayîn.
Lê ji dawîya salên 1930 emîn (salên rêprêsîya rêjîma Stalîn), heta salên 1960 emîn hukumata Gurcistana Sovêtê alîkarîya ji bo parastin û bi pêş ve birina ziman û çanda kurdî rawestand. Ji nîveka salên 1960 emîn hukumata komarê ji nû ve guhê xwe da kurdan û daxwezên wan. Salên 1960-80 Tbîlîsî bû navendeke çanda kurdî. Li neh dibistanên wî bajarî, ku zarokên kurd lê pir bûn, zimanê kurdî dihat xwendin, şanoya kurdî, ya Tbîlîsî, çawan li Gurcistan û Ermenistanê, usan jî li Qazaxistanê, Sûrîya û Fransîya berhemên xwe pêşkêşî bînaran dikir. Bi komên govend û stranên folklorî re, komên sazbendîya kurdî, yên hemdem derketin meydana çanda kurdî. Nonerê kurdan li parlamênta komarê hebû. Di demeke kurt de gelek hunermend, bi taybetî şêwekar bi pêş de hatin. Li radîyoya dewletê programê zimanê kurdî hebûn û li Yekîtîya Nivîskarên Gurcistana Sêksîya Nivîskarê Kurdan kar dikir.
Gerek em bîr bînin, wekî piştî kurdên musulman sala 1944 an ji Gurcistanê hatin nefa kirin, em dikarin bêjî kurdên mayî gişk êzdî bûn.
Kurdên êzdî ku dor sêsid salî li vê komarê dijîn jimara wan çiqwas çû, zêde bû û sala 1989 an gihîşte 33.000. Îmkanên hukumata Gurcistana Sovêtê dayî alî kurdên êzdî kirin ziman, çande û nasnama xwe biparêzin. Lê piştî têkçûna Yekîtîya Sovêtê rewş bi carekê ve têk cû.
Îro kurdên êzdî li Gurcistanê bi dijwarîke mezin dixwezin ziman û kevneşopîyên xwe, dezgehên çandeyî û yekîtîya xwe biparêzin, ji berjewendîyên xwe, yên sîyasî û çandeyî xwedî derkevin. Gor bawerîya nonerên rêxistinên navnetewî, ev civaka kêmane ku dikaribû bi parastina nasname, ziman û çanda xwe bi civaka Gurcistanê ve întêgre bibûya, niha rû bi rûyî unda kirina ziman, nasname û kevneşopîyên netewî bûye. Prosa asîmîlasîyonê wek penceşêrê çenckên xwe di bedena wê de bi cîh dike[25].
Yek ji xeterên mezin ku civaka kurdên êzdî li Gurcistanê rû bi rû bûye, ew derketina beşekî ji wan e dervayî welêt. Ev yek berî gişkî bi sebebên aborî pêk tê. Ev koçberî bi radeke mezin îmkanên mirovî û darayî kêm dike. Eger em rewşa Gurcistanê ya piştî serxwebûnê bînin ber çavan, em ê bibînin, wekî tenê malbetên dikaribûn xercê rêyî giran bidin, ji welêt derketin. Usane kesên derketin, dewlemend û serkêşên civaka kurdên êzdî bûn. Derketina van kesên dewlemend îmkanê civakê kêmtir kirin, ew jî gava hukumata Gurcistana serbixwe arîkarîya civaka kurda daye rawestandin. Dikarî bêjî, wekî civaka kurdên êzdî di demeke kurt de destkevtinên salên sovêtîyê gişk unda kirin; şanoya kurdî sala 1992 an hat girtin, komên govend û stranên kurdî hêdî-hêdî beta vebûn, şûnên berevbûn û organîze kirina çalakîyên civakî û çandeyî neman.
Ji alîkî mayin ve piranîya dunaven êzdîyan (şêx û pîr) ji Gurcistanê derketin, çi ku pêkanîna pêvîstîyên olî dijwar kir. Vê bûyarê jî ji alê xwe de rê da tekîyên xaçparêze radîkal ku nav êzdîyan de bi êginayî kar bikin.
Kêm bûna jimara kurdên êzdî, tune bûna cîhên hevdîtinê, bandûra nêgatîv ser ziman jî dihêlin.
Daxweza kurdên êzdî ku bi yekîtîya radeyeke bilind berjewendîyên xwe, yên sîyasî û çandeyî biparêzin, eger bi tam têk neçûye, hêvî jî nemaye.
Gerek bê gotin, wekî kêmanîyên êtnîkîye mayîn gişk jî ji der alîkarîyê distînin, ermenî, azarî, rûs, ûkrayînî dewletên wan pişta wan in. Heta asorî jî, ku dewleta wan a serbixwe tune, baylozxana Vatîkan ê wan xwedî derdikeve[26]. Tenê kurdên êzdî bêxwedî mane.
Gava kurd besa mafên xwe dikin, media gurca wan di cudaxwezîyê (sêparatîzmê) de tawanbar dike. Gava kurdên êzdî mafên xwe yê çandeyî dixwezin, nonerê hukumatê wî mafî zêde dibînin. Serokê Palata zimanê gurcî Lêvan Gvîncîlîya dibêje: “Li welatê dêmokratîyê hukumat xema civakê bi giştî dixwe, lê ne ya dîasporayên netewên cihê”[27].
Faktoreke mayîn jî ku bandûr, tesîreke nêgatîv ser civaka kurdên êzdî li Gurcistanê dihêle, sîyaseta wî welatî, ya der e. Seroketîya Gurcistanê berjewendîyên civaka kurdî ji pêwendîyên bi Tûrkîya re dike cangorî. Bo nimûn, dema serjimara sala 2002 an di stûna netewa, ya forma serjimarê de navê kurda tune bû, lê navê tirka hebû, ew jî gava jimara kurdan wê demê bêtirî 20.000 bû, lê jimara tirka tenê digihîje çend kesan.
Bi bawarîya Davîd Szakonyi, ku lêkolîna rewşa kurdên êzdî Gurcistanê kirîye, faktorên nêgatîve ku bandûra xwe ser rewşa kurdên êzdî hîştin, ev in[28];
1. Cêrge guhastinên sîyasî û aborî li Gurcistanê piştî sala 1991 ê ku bûn sebebê koçberîya gelek êzdîyan;
2. Tune bûna yekîtîyê, pir bûna rêxistinên biçûk û pirsa nasnamayê (êzdî yan kurd) hêza civakê sist kir;
3. Di prosa damezirandina dewletê de nasnameya gurcbûnê kirin bingeh û ewqas jî rê nedan kêmenetewên Gurcistanê.
Piştî têkçûna Yekîtîya Sovêtê civaka kurdan li Gurcistanê ji alîyê sîyasî, aborî û civakî marûm bû. Eger civaka kurdî nikaribe ji vê rewşê derkeve û alîkarî ji der tune be, ew civak dikare bi tam dest xwe here. Usan jî sal bi sal jimara kurda li Gurcistanê kêm dibe, eger sala 1989 an jimara wan li wê komarê 33.331 bû, sala 2002 an ew jimar daket 20.843, lê gor bawarîya kurdên Gurcistanê bi xwe, jimara kurdên mayî niha ne zêdeyî 6.000 e[29].
Kurdên Ermenistanê
Rewşa kurdên Ermenistanê timê jî ji rewşa kurdên komarên Yekîtîya Sovêtê yên mayîn cihê bûye; nasîyonalîzma kurdan timê jî li vê komarê xurtir bûye. Ji alîkî mayîn ve seroketîya komara Ermenistanê pir caran destê alîkarîyê dirêjî civaka kurdan kirîye. Ev yek dikare bi wê yekê bê şirovekirin, wekî piranîya kurdên Ermenistanê êzdî bûn û navbera êzdîya û ermenîyan de dostanîke dîrokî hebûye.
Hema ji destpêka damezirandina komara Ermenistana Sovêtê seroketîya komarê biryar da ku li dibistanên gundên kurdan zimanê kurdî bê xwendin. Ji bo vî karî pêvîstî, pêtivîya alfabeke zimanê kurdan hebû. Sala 1921 ê Lazo (Hakob Xazaryan) ser bingeha tîpên ermenî alfabeya zimanê kurdî çê dike û havîna wê salê yekemîn pirtûka bi zimanê kurdî “Şems” çap dibe. Berê di sêwîxanan de (berî gişkî ya li Aştarak ê), dû re jî di gundên kurdan de zaro bi vê pirtûkê fêrî xwendin û nivîsara zimanê kurdî dibin. Êdî sala 1921 ê di 5 gundên kurdan de dibistanên kurdî tên vekirin.
Sala 1921 ê kongra êzdîyên dor çîyayê Eledezê tê bi dar xistin, dawya wê salê kongra ermenî û êzdîyên peneber tê bi dar xistin. Êdî sala 1922 an nonerên kurdên êzdî li parlamênta (Sovêta Tewrebilind) komara Ermenistanê tên hilbijartin[30].
Ji bo baş kirina rewşa kurdan ji alîyê seroketîya partî û hukamata Ermenistanê gelek biryar tên girtin. Kurdên êzdîye peneber, ku li bakûra Kurdistanê gund û şênîyên xwe hiştibûn û revîbûn Ermenistanê, neçar bûn koçerîyê bikin. Piştî demeke ne dirêj hukumatê ew di gundan de bi cîh kirin û hinek cîhan jî ji wan re gundên nû ava kirin. Ji sala 1925 a heta 1928 an 20 gund dane kurdên peneber. Wan salan usan jî ji bo hildana nexwendîtîyê karekî berbiçav tê kirin.
Sala 1922 an jimara kurdan li Ermenistanê dor 8,5 hezaran bû û hema bêjî gişk kurdên êzdî bûn.
Piştî şorişa Şêx Seyîd beşek kurdên musulman ku salên Cenga Cihanîyê ya Yekemîn ji Rûsîya revî bûn û devera Wanê bi cîh bibûn (dor 4 hezar malbet, ku ji eşîrên Brûkî, Banokî, Misirkî û Celalî bûn) dîsan vegerîyan û jimara kurdan li komara Ermenistanê gihîste 15,5 hezaran.
Sala 1925 an yelkemîn kongra kurdên ne partî ji hukumata Ermenistanê dixweze, wekî alfabeya kurdî ser bingeh tîpên latînî bê damezirandin. Ew kar ji alîyê Îsahak Moragûlov û Erebê Şemo ve sala 1928 an pêk hat û ji sala 1930-î ew alfabe di dibistanên kurdî de dihat bi kar anîn. Ji 31.03. 1930 rojnama ‘Rîya Teze’ bi wê alfabeyê tê weşandin. Sala 1931 ê kolêca Pişkavkazêye Perwerdeyê, ya kurdî tê vekirin, ku ji bo dibistanên kurdî mamosta amade dikirin.
Sala xwendinêye 1931/32 li Ermenistanê 27 dibistanê kurdî hebûn, sala 1937 an jimara wan dibistanan digihîje 48 an. Ji sala 1929 an heta 1932 an 21 pirûkê dersan tên çap kirin.
Sala 1925 an Ermenistan dibe mazûvana kongira kurdên Pişkavkazê.
Wan salan di alê çandeyî de jî gavên hêja hatin avêtin. Sala 1926 an fîlma ‘Zerê’ tê kişandin, ku mijara wê jîyana kurdan bû û çend kurdan wek aktor di wê de dilîstin. Ew fîlm bi bingeha xwe ve êtnografî bû, jîyana kurdên wê deverê dianî ber çavan. Wê salê usan jî fîlmeke dokûmêntal bi navê “Kurd û Êzdî” tê kişandin.
Sala 1934 an konfêransa kurdên Yekîtîya Sovêtê li Yêrêvanê tê bi dar xistin. Kurd û kurdnasên ji hersê komarên Pişkavkazê û Tûrkmênistanê, usan jî ji bajarên Moskva û Lênîngradê beşdarî wê konfêransê dibûn. Konfêrans bi taybetî ser van mijaran rawestîya; standart kirina zimanê kurdî, guhêrînên civakî-aborî û bandora wan ser zimanê kurdî, rêforma alfabeya bi tîpên latînîn, rêziman û têrmînalogîya kurdî. Konfêransê usan jî cîhyê hêja da pirsa bi pêş ve birina çanda kurdî, parastina kelepora netewî; bi taybetî folklor, sazbendî û tiştên bi dest tên çêkirin.
Gerek bê gotin, wekî ji bo parastin û bi pêş ve birina çanda kurdî hukumatê alîkarîke berbiçav dida. Sala 1937 an şanoya Kurdî, ya dewletê, ku şanoyeke profêsîyonal bû, tê damezirandin ku li hersê komarên Pişkavkazê derdiket pêş bînaran. Komên govend û stranên kurdî çawan li komarên Pişkavkazê, usan jî li Moskvayê konsêrt didan.
Yekemîn nimûna wêjeyî bi zimanê kurdî sala 1931 çap dibe, lê sala 1932 an yekemîn almanaxa nivîskarên kurd çap dibe. Gerek bê gotin, wekî piranîya nivîskarên wê nivşê li sêwîxanan mezin bibûn, li wir fêrî xwendin û nivîsarê bibûn.
Ji sala 1929 an heta 1937 an bêtirî 70 pirtûk bi zimanê kurdî çap dibin.
Li Ermenistanê jî, çawan li komarê Yekîtîya Sovêtêye mayîn, salên rêprêsîya rêjîma Stalîn (1937-38) pêşvaçûna ziman û çanda kurdî rawestîya. Dibistanên kurdî, kolêca Perwerdeyê, rojnama ‘Rîya Teze’, Beşa nivîskarên kurd li Yekîtîya nivîskarên Ermenistanê, programên kurdî bi radîyoyê, hema bêjî her tiştê kurdî bilî şanoya Kurdî ya Elegezê, hatin girtin. Şanoya Kurdî jî sala 1947 an hat girtin. Gelek ronakbir û navdarên kurd hatin girtin û nefa kirin; Erebê Şemo, Hecîyê Cindî, Cerdoyê Gênco, Ahmedê Mîrazî, Cangîr axa, Şamil Têmûrov…
Piştî mirina Stalîn, bi taybetî ji sala 1955 an, di jîyana kurdên Ermenistanê de guhastinên mezin bûn. Wê salê Sêkrêtarê Yekemîn, yê Partya Kommunîste Ermenistanê, Sûrên Tovmasîyan, ku nu hatibû hilbijartin, komek ronakbir û sîyasetmedarên kurd vexwandine bal xwe û bi wan re ser pirsa ji nû ve geş kirina ziman û çanda kurdî gotûbêj kir. Piştî wê rasthatinê ji nû ve dest bi weşana rojnama ‘Rîya Teze’, programên zimanê kurdî bi radîyoyê bûn. Beşa Nivîskarên Kurd li Yekîtîya Nivîskarên Ermenistanê dîsan dest bi karê xwe kir, jimara pirtûkên bi zimanê kurdî dihatin çap kirin zêde bû. Rast e dibistanên kurdî êdî nehatin vekirin, lê di dibistanên gundên kurdan û gundên kurd lê pir, hevtê du sihetan ziman û wêjeya kurdî dihat xwendin. Dîsan wê salê ji bo amade kirina mamostayên zimanê kurdî li kolêca Perwerdeyê ya ermenîyan, beşê kurdî hat vekirin. Sala 1959 an li înstîtûta Rojhilatnasîyê beşa kurdnasîyê hat vekirin, lê sala 1970 î ji bo amade kirina pisporên kurdnas, li Zanîngeha Yêrêvanê beşa kurdnasîyê hat vekirin.
Salên 1970 emîn li gundê Elegezê, ku navenda 11 gundên kurdên êzdî ye, şanoya kurdî ji nû ve hat vekirin, lê vê carê êdî ne şanoya profêsîyonal bû. Lê dîsan jî wê şanoyê gelek pîyêsên nivîskarên kurd û yên ji zimanên mayîn wergerandî derxistin ser sehnê û raberî bînarên Ermenistanê û Gurcistanê kirin.
Ji dawîya salên 50-emîn jimara xwendkarên kurd li zanîgeh û înstîtûtên Ermenistanê zêde bû, ji nav kurdan gelek kesên navdar derketin, çendek ji wan li seranser Ermenistanê û ji tixûbê wê der hatin nas kirin
Sala 1959 an bi sênaryoya Erebê Şemo fîlma dokumêntal “Kurdên Ermenistana Sovêtê” tê kişandin. Wê fîlmê jîyana kurdên Ermenistanêye rojane û destkevinên wan ên salên sovêtîyê dianî ber çavan.
Ji destpêka salên !930-emîn heta dawîya salên 1980-emîn li Ermenistanê gelek pirtûk bi zimanê kurdî hatin çap kirinê. Îro li pirtûkxana Komara Ermenistanêye Netewî 686 pirtûkên bi zimanê kurdî hene. Pirtûkên bi zimanê kurdî usan jî li pirtûkxana Akadêmîya Zanyarîyê, ya Komara Ermenistan û li pirtûkxanên gundên kurdan hene.
Piştî hevberdana Yekîtîya Sovêtê bi pêş ve çûna ziman û çanda kurdî li Ermenistanê bi tam ranewestîya be jî, gelek sist bûye. Rojnama ‘Rîya Teze’ salê tenê çend hejmar çap dibin, programên kurdî bi radîyoyê ji rojê sihet û nîvekê bûne nîv sihetî û ji bo wî nîv sihetî jî îmkan kêmin. Beşa kurdnasîyê li înstîtûta Rojhilatnasîyê nemaye, şanoya kurdî nemaye, komên folklorê nemane. Hinek îdarên mayî jî, tenê bi nav hene.
Ev rewşa nêgatîv berhema sîyaseta seroketîya Ermenistana serbixwe ye. Ev sîyaset bi du rêya hate bi rê ve birin; cihê kirina êzdîya ji kurdan û der kirina kurdên musulman ji Ermenistanê.
Dema konflîkta navbera Ermenistan û Azerbacanê musulmanên Ermenistanê gişk, kurd jî nav de, bûne hedefa êrişên komên çekdar û hukumatê tu tişt nekir, wekî wan êrişan rawestîne. Ev jî bû sebeb, wekî ew ji Ermenistanê derkevin.
Kurdên êzdî û ermenî bi dîrokî dostên hev bûne. Dema Cenga Cihanîyê ya Yekemîn ji bo piştgirtina ermenîya, tirka dor mîlîyonek kurdên êzdî li devera Tur Abdînê qir kirin. Zivistana sala 1915/16 êzdîyên Şengalê gelek malbetên ermenî di malên xwe de xwedî kirin. Dîsan jî sala 1918 an êzdîya, bi taybetî desta Cangîr axa, bi ermenîyan re tevayî Ermenistana îroyîn ji tirka parastin. Vê dostanîya dîrokî rê neda seroketîya Ermenistanê êzdîyan ji derxin.
Sala 1988 an ji bo Qerebaxa Çîyayî ji Azerbacanê biqetînin û bigihînne Ermenistanê, li Ermenistanê û Qerebaxê tevrabûneke mezin dest pê bû ku piştî demekê gîhande şerê vekirî navbera herdu komaran de. Pêwendîyên ermenîya û kurdan ku çend dehsalên dawî nerm bibûn, têk çûn, bi 211.000 azarîyan re dor 15.000 kurdên musulman ji Ermenistanê der çûn[31].
Bi serhildana ermenîyan re (1988) nav êzdîyan de jî tevrabûnekê dest pê kir, ku daxwez dikir êzdîya çawan netewekî ji kurdan cihê nas bikin. Gerek bê gotin, wekî ev tevrabûna êzdîya ji alîyê karbidestên ermenîyan de hatîye amade kirin û ji alîyê wan ve jî dihat bi rê ve birin. Awa, kongara rêxistina êzdîya damezirand, ji alîyê du rojhilatnasên ermenî ve dihat bi rê ve birin; Garnik Asatryan û Arşak Poladyan. Lê ronakbirên kurdên êzdî, wek nivîskar, dr. Eskerê Boyîk qet nehîştin bikeve xanîyê kongre lê dikirin.
Êzdî beşekî gelê kurd in û ji alîyê seranser cihanê usan tên naskirin. Li çend zanîyarên ermenî, bi seroketîya Garnîk Asatryan, piştgirîya daxweza cihê kirina êzdîya ji kurdan dikin. Ew bi lêkolînên awa gotî ‘zanîyarî’ dixwezin mak bikin, wekî êzdî ne kurdin, êzdî komeke êtnîkîye ji kurdan cihê ye. Ev yek bi xwe re xetereke mezin tîne, bi vê cihê kirinê êzdîyên Ermenistanê ji civakên êzdîyaye mayîn diqetin, dûr dikevin, ew usan jî ji koka xwe ya dîrokî û çandeyî tên birîn, çi ku bişkaftin, asîmîle kirina wan hêsan dike[32].
Bawerîya wekî êzdî ne kurdin, berê jî nav pareke êzdîyan de hebû û ew bawerî bi taybetî piştî kesên wek Bayazîd Îsmaîl beg û birayên wî salên 1970-80 ji Îraqê hatin nav êzdîyên Ermenistanê, bêtir belav bû. Wan digotin ‘êzdî ne kurdin’ û xwe wek nonerê mala mîrên êzdîya dida nasandin. Ji ber vê jî gelek êzdîya bawerîya xwe bi wan anî.
Ji alîkî mayîn ve, piştî der kirina kurdên musulman jî media ermenîya propoganda dijî kurdan ranewestand û kurdên êzdî tirsîyan, wekî rojekî dikarin wan jî der bikin.
Gerek bê gotin, wekî heta destpêka sedsalîya XX êzdîya nasnama ‘kurd’ dipejirandin. Lê ev yek piştî Cenga Cihanîyê, ya Yekemîn hat guhastin. Dema qira ermenîya bi deha hezaran êzdîyên Serhedê jî hatin qirê û hinek kurdên musulman jî tevî qir kirina wan bûn. Ji wê demê gelek êzdîyên Kavkazê xwe bi nasnameya êzdî didan nasandin. Lê dîsan jî Şorişa Başûra Kurdistanê nav kurdên êzdî de hesînên netewî geş kirin û kêm kes mabûn, wekî digotin em ne kurd in.
Faktoreke mayîn jî heye, ku divêt neyê ji bîra kirin. Li Ermenistanê heta sala 1965 an nav xelkê de, lê ji sala 1965 an bi teherekî vekirî û fermî propoganda dijî kurdan diçû, di komkujîya ermenîyaya salên Cenga Cihanîyêye Yekemîn de, berî gişkî kurd tawanbar dikirin. Ji alîkî mayîn ve ji alîyê karbidestên Ermenistanê gef li êzdîyan dixwerin, zor li wan dihat kirin, wekî bêjin em ne kurdin. Van faktora gişkan rola xwe lîst, beşekî êzdîyayî mezin ne xwestin, wekî ji wan re bêjin kurd.
Sala 2001 ê parlamênta Ermenistanê ‘êzdîkî’ wek zimanekî ji kurdî cihê pejirand, Îlona sala 2006 an pirtûkên zinanê ‘êzdîkî’ (ku kurmancî bûn bi tîpên Kîrîlî) ji alîyê hukumata Ermenistanê de hatin çap kirin û li gundên êzdîyan hatin belav kirin. Serokên dibistanên piranîya gundên êzdîya ev pirtûk ne pejirandin. Van bûyara dutîretîya civaka êzdîya hê mezin kir.
Tiştekî balkêş e, wekî êzdîyên di gundên cihê de dijîn, dibêjin ‘em kurd in’, lê êzdîyên di gundên ermenîya de dijîn dibêjin ‘em êzdî ne, ne kurd in’. Awa êzdîyên marza (navça) Aragatsotn, ku 11 gundên êzdîyan li wir in, dibêjin ‘em kurdin, lê kurdên êzdî ne’ û tu kesî li wê deverê pirtûkên ‘êzdîkî’ nepejirandin. Ev jî mak kirineke wê bawarîyê ye, wekî gelek êzdî ji tirsa dibêjin em ne kurdin.
Ji bo ronakbirên kurdên êzdî (ku xwe kurd nas dikirin û dijî cihê kirina êzdîya bûn ji kurdan), ber çavên xelkê reş bikin, nasîyonalîstên ermenîya ew bi piştgirtina Azerbacanê tawanbar dikirin[33]. Ne dijwar e tê bigihîjin, gava şerê giran navbera Ermenistanê û Azerbacanê de diçû, tawana wa dikaribû bigîhanda çi. Her teherî dixwestin çavên ronakbirên kurdên êzdî bitirsînin û ne tenê ditirsandin. Sala 1991 ê profêsorê bi nav û deng, nivîskar Sihîdê Îbo, ro nava rojê li cîhê kar kuştin û heta îro jî kujarê wî nehatîye dîyar kirin. Ji alîkî mayîn ve seroketîya Ermenistanê êzdîyên ku digotin em ne kurd in, derxistin dijî ronakbirên kurdên êzdî. Van bûyaran bi rewşa aborîye gran ve, gelek ronakbirên kurdên êzdî neçar kirin ji Ermenistanê derkevin.
Rêxistinên êzdîyaye ku xwe wek netewekî cihê dibînin, du mehnama çap dikin: ‘Lalish’ û ‘Êzdîxane’. Herdu jî bi zimanê ermenî çap dibin û nivîskarên gotarên giring dinvîsin ermenîne.
Bi bawerîya me ev sîyaseta seroketîya ermenîya ji wê yekê tê, wekî ew ditirsin rojekê kurd bixwezin beşekî Ermenistana îroyîn wek axa Kurdistanê nas bikin. Ev sîyaset di van gotinên mamosta zanîngeha Yêrêvanê, profêsor Vîktorîya Arakêlova de dîyar dibe: “Bi serî berhemên rojhilatnasên ermenîya êzdî wek grûpeke êtno-olîye cihê hatin pejirandin. Ev ji bo asayîşa netewî faktoreke gelek giring e, wê xetera ku li Ermenistanê ‘faktora kurdî’ heye, ji me dûr xist”[34].
Gor nêrînên rêxistinên navnetewî, kêmenetewe ji alîyê sîstêma Ermenistanêye mafnasî nayên parastin û nonertîya wan di mêkanîzma hukumatê de gor jimara wan nîne[35].
Îro êzdî mezintirîn kêmenetawa Ermenistanê ne, jimara wan dor 40.000 e. Lê seroketîya Ermenistana serbixwe pêvîstîyên êzdîya çawan civak, ku ji hêzê, dewlemendîyê û tesîrê hatiye dûr xistin, hesav hilnedan. Di van şertan de êzdîya nikaribû xwedî ji mafên xwe, yên aborî, civakî û çandeyî derkevin. Gelek caran ji alîyê polîs û dadmendan de jî zordarî li êzdîyan tê kirin.
Gor bawerîya serokêYekîtîya Netewî, ya Êzdîyen Ermenistanê Ezîz Tamoyan, êzdî bêyî ku bêne parastin dijîn. Mal û hebûna êzdîya talan dikin, agir berî malên wan didin. Kesên van kara dikin zanin ji ber ku ziyankês êzdîne, ew bên girtin jî wê tenê hinek cirm bidin. Êzdî ji alîyê yasayê ve nayên parastin, yasa divêt ji bo gel gişkî weke hev be. Ew berdewam dike: “150 malbetên êzdîya ji xanîyên wan der kirine, niha li kolanan dijîn, ermenî ketine xanîyên wan. Hukumat vê yekê zane[36].
Di hevpeyvineke mayîn de ew dibêje, wekî hinek êzdîyên perê bajer diman, axa wan, xanîyê wan hebûn, niha hatine der kirin, neçar mane ji welêt herin. Êzdîya pez, dewarê xwe li zozana diçêrandin, zozan jî ji dest wan girtin, ew jî neçar man ji Ermenistanê koç bikin. Dibe ku 50% êzdîya êdî ji Ermenistanê koç kirîye[37].
Berî hevberdana Yekîtîya Sovêtê li parlamênta Ermenistana Sovêtîyê (Sovêta Tewrebilind, ya Komara Ermenistana Sovêtê) nonerên kurdan hebûn, lê piştî Yekîtîya Sovêtê nema tu nonerekî kurdan (êzdîyan) li parlamênta Ermenistanê tune. Cîye bê bîranîn, wekî li parlamênta Herêma Kurdistanê ji bo ermenîyên Kurdistanê, ku jimara wan gelekî ji ya êzdîyên Ermenistanê kêmtir e, cîhek hatîye cihê kirin.
Çiqwas jî êzdîyan wek civak karibûn li Ermenistana serbixwe xwe biparêzin, lê dîsan jî ew di pirsên xwedîtîya axê, avê û zozanan de rastî dijwarîyên mezin tên, nonerê wane sîyasî di seroketîyê de tunene.
Li Ermenistana îroyîn, çawan civakeke êtnîkî bêyî piştgirtina dewleta der, êzdî rû bi rûyî binpê kirina mafê xwe yên sîyasî û sîvîl dibin. Tune bûna yekîtîyê di civakê de, alozkirina pirsa nasnameyê (êzdî, kurd), tune bûna nonertîya sîyasî, çi li parlamêntê çi li hukumatê, civaka êzdîya li Ermenistanê bê hêz dikin û ew civak roj bi roj destkevtinên dewrana hebûna Yekîtîya Sovêtê dest xistibûn, unda dike.
*
Çawan em rewşa kurdên Yekîtîya Sovêta berê dibînin, kurdên Azerbacanê û Tûrkmênistanê bişkivtîn, asîmîle bûn, lê kurdên Ermenistanê û Gurcistanê, ku ew jî heman sîstêma sosîyalîzmê de diman, xwe parastin, asîmîle nebûn. Vê fênomênê em bi du faktoran dikarin şiro vekin. Ya yekemîn; kurdên Ermenistanê bi piranîya xwe ve, kurdên Gurcistanê jî gişk, êzdî bûn. Ola êzdîya rê li ber bişkavtin, asîmîle bûna wan girt.
Anegor ayîna ola êzdîya, zimanê kurdî pîroz e. Sala 1932 an Şêx Heyderê êzdî di kovara “Hewar” de dinvîse: “Zimanê me kurmancî ye. Şîrintirîn zimanê di dinyayê ye. Ji lewra Xwedê jî pê axvîye. Pelê kitêba me dibêje: “Xwedê bi zimanê kurmancî ê sîrin axivîye.” Ber wê yekê “Mesheba Reş” bi zimanê kurmancî dahatûye”[38]. Êzdîyên Kavkazê usan jî wê bawarîyê ne, wekî bi spartina Xwedê, Melekî Tawis Adem fêrî axavtinê kirîye û ew bi Adem re bi zimanê kurdî (ew dibêjin kurmancî) axivîye. Ew bawar dikin, wekî zimanê kurdî yekemîn ziman e li rûbarê dinê û pîroz e. Hin jî gor ola êzdîyan, mafê êzdîya tune bi kesên ji ol û neteweyên mayîn re bizewicin. Ev jî astengek bû pêşîya bişkavtinê. Faktora duyemîn jî, wekî kurdên Ermenistanê u Gurcistanê ji bişkavtinê parastin ew bû, wekî di sîyaseta komarên Ermenistanê û Gurcistanê de plana bişkavtina kurdan tune bû.
Li Azerbacanê û Tûrkmênîstanê kurd jî wek netewên desthilatdar, azarî û turkman, musulman û bi piranîya xwe ve şiîya bûn. Ew bi hêsanî ji hev dizewicîn û nav hev de dibişkivîn. Kurdên wan komara giringîya mezin ne didan parastina zimanê kurdî, ji xwe rabûn-rûniştandin, kevneşopîyên wan jî gelekî nêzîkî yên azarîya û turkmanan bibûn. Ji alîkî mayîn ve seroketîyên wan komarên tirknijad, wek hukumata Tirkîyê, sîyaseta bişkavtin, asîmîle kirina kurdan bi rê ve dibirin. Ev sîyaset bi taybetî, bi hovîtîke mezin ji alîyê seroketîya Azerbacanê ve dihat bi rê ve birin.
*
Hukumatên dewletên Pişkavkazê; Azerbacan, Ermenistan û Gurcistan hê jî ji naskirina mafên kêmanîya, yên piralî, ku dikaribû rê bida kurda û kêmanîyên mayîn mafên xwe biparêzin, xwe dûr digrin. Eger kêmanîyên mayîn xwe spartine piranîya dêmografî, ya cîh (li hinek deveran ew piranî ne), yan alîkarîya dewleta der, kurd lap bêpişt mane. Piştî têkçûna Yekîtîya Sovêtê, ku bi xwe re dijwarîyên aborî û bilind bûna pêla nasîyonalîzmê û konflîktên êtnîkî anî, bi deha hezaran kurd ji komarên Piştkavkazê (Azerbacan, Ermenistan û Gurcistan) usan jî ji komarên Asîya Navîn (Qirqizistan û Ûzbêkîstan) neçar man koçber bibin. Piranîya wan li Rûsîya Fêdêral û Qazaxistanê, parek li komarên Yekîtîya Sovêtêye mayîn û pareke biçûk jî li welatên Avropa Rojava, bi taybetî li Almanîya, Bêlçîka u Holanda bi cîh bûn.
Piranîya kurdên musulman ji Ermenistanê, Azerbacanê, Qrqizistanê û Ûzbêkîstanê ji ber dijwarîyên aborî û konflîktên êtnîkî koçî Qazaxistanê kirin. Gerek bê gotin berî hevberdana Yekîtîya Sovêtê kurdên Qazaxistanê êdî baş întêgre bibûn, nav wan de kesên navdar û dewlemend hebûn û kurdên ji komarên mayîn xwe wan girtin. Gor çavkanîyên kurdan jimara kurdan li Qazaxistanê niha deve-devî 150.000 e. Li Qzaxistanê rêxistinên kurdaye civakî karekî hêja dikin; kovar û rojnamên kurdî tên çap kirin, pirtûkên kurdî, di nav wan de yên ji bo dibistanan, tên çap kirin. Li deverên kurd lê pirin, di dibistanan de zimanê kurdî tê xwendin.
Li Rûsîya Fêdêral jî dor 130.000-150.000 kurd hene. Civakên kurdaye mezin li Moskva, Yaroslav, Novosîbîrsk, Karasnodar, St. Pêtêrbûrg û deverên mayîn hene. Komele û navendên kurda kovar û rojnaman çap dikin, radîyoya “Dengê Rûsîya” rojê sihetekê programên bi zimanê kurdî (kurmancî û dimilî) belav dike.
Divêt em ji bîra nekin, wekî ew çalakîyên ku li dewletên Qazaxistanê, Azerbajanê, Rûsîya Fêdêral û komarên mayîn pêk tên, bi giranîya xwe ve ji alîyê kurdên ji Ermenistanê derketî tên bi rê ve birin. Ezmûna kurdên Ermenistanê dema sovêtîyê dest anî, hê jî kêrî parastina ziman û çanda kurdî tê.
Dema sovêtîyê sê navendên kurdnasîyê li Moskva, lênîngrad û Yêrêvanê lêkolînên dîrok, ziman û çanda kurdî dikirin. Ji talebextan re niha tenê çend kurdnas wî karî didomînin. Li înstîtûta Rojhilatnasîyê ya St. Pêtêrbûrgê (Lênîngrada berê) tenê sê kurdnas mane, ku temenê hersêkan jî ser 70 salan re ye. Li Moskva û Yêrêvanê jî rewş baştir nîne.
Yekîtîya Sovêtê ser kurdên wî welatî de hilweşîya, bi deha (dibe ku seda) hezaran bûne peneber. Îro civakên kurdan hêdî-hêdî ser xwe de tên, lê hê jî pêşîya wan gelek asteng hene. Kurdên Yekîtîya Sovêta berê ji bo parastina nasname, ziman û çanda netewî, hê jî pêvîstîya wan bi alîkarîya hukumata Kurdistana Fêdêral û rêxistinên dîaspora kurdan heye.
[1] Sours of the History of Azerbaijan, Baku, 1989, rû.68.
[2] Dr. Khalil J. Rashow, Mîrgeha Şêxan û Şengal û Kilîs, Roj, 2003. Hanower, http:www.yezidi.net/mirgeh.htm, 21/Feb/2003.
[3] History of Azerbaijan, Baku, 1994, rû. 283
[4] Dîsan li wir.
[5] G. Akhmedov, Srednevekovyi gorod Beligan, Baku, 1972, rû.82
[6] Shamil Askerov, KurdishMedia.com, 18.09.2006.
[7] www.ecmi.de/jemie/dowload/2-2007-Szakonyi.pdf, rû.4
[8] Tosinê Reşîd, Êzdîyati, oleke hê jî ne naskiri, Stockholm, ‘Roja Nû’, rû. 224.
[9] Poêma ‘Sîranamê’ ya yek ji mezintirîn şayîrê ermenîya yê sedsalîya XX, Hovanês Şîraz ser mêranîya wan hatîye sêwirandin.
[10] Sharaf xan Bidlisi, Sharafname, Moskva, 1967, t. I, rû. 370.
[11] V. Macharadze, ‘Gruzinskiye dokumenti po istorigruzino-kurdsko-asiriysko-ruskix vzayimootnosheni, 60-70 godax XVIII veka. Sabchota Sakartvelo, Tbilisi, 1989, rû.33.
[12] http://www.armeniapedia.org/index.php?title=Kurds#column-one#column-one
[13] Second report submited by Armenia pursuant to article 25, paragraph 1 of the framwork convention for the protection of national minoreties. 24,11.2006, rû.55.
[14] www.eki.ee/books/redbook/kurds.shtml.
[15] Tosinê Reşîd, rû. 183.
[16] ‘Sovetskaya Etnografiya’, Moskva, 1964, N5, rû. 17-30.
[17] Müller, D., The Kurds of Soviet Azerbaijan, 1920-91, Central Asian Survey, Vol. 19, No 1, 2000, p.62
[18] Dîsan li wir.
[19] N. Rzayev, http://www.kurdishmedia.com/, 05, 06, 2006.
[20] Farid Shafee, Inspired from abroad: The external Sources of Separatism inAzerbaijan. In the “Caucasian review of the International Affairs. Vol. 2(4)-Autumn 2008, p. 200-211.
[21] http://www.unhcr.org/refworld/country,MRGL,AZE,4562cf2,49749bc,o.html
[22] N.Rzayev, http://www.kurdishmedia.com/, 05, 06, 2006.
[23] Sovetskaya Etnografia, 1964, N5, rû.17-30.
[24] Chaliand Gerard (ed.) A People Without Country: The Kurds and Kurdistan. New York: Olive Branch Press (1993-revised first American edition) pg.203.
[25] Giga Chikhladze, Irakliy Chikhladze, “Grûzîya: kûrdskoyê mênşêstvo mojêt prosto îzçêznût” Tbilisi (IWPR) 16.09.2005.
[26] Irakli Chkhladze and Giya Chikhladze, “The Yezidi Kurds and Assiriyans of Georgîya: The problem of Diasporas and integration into Contemproary Society: 21 Central Asia and Caucasus” (2003)
[27] www.ecmi.de/jemie/download/2-2007-Skazoniyi.pdf.
[28] Dîsan li wir.
[29] http://www.caucaz.com/, 20.12.2006.
[30] Li parlamênta Komara Ermenistana serbixwe (18.05.1918-29.11.1920) nonerê êzdîya, Ûsiv begê Hesen axa hebû.
[31] Gor malûmatîyên Dêpartamenta kêmenetewa û karên olî, ya hukumata Komara Ermenistan, îro li Ermenistanê dor 20 kurdên musulman mane.
[32] http://oneworld.blogsome.com/2006/05/07/kurdish-nationalizm-in-armenia/
[33] Kurdish Life, N 10, Spring, 1994.
[34] ‘Golos Armeni’ nespaper (online edition) N139, 26.12.2005.
[35] Yezidi/Kurds in Armenia, http://www.minelres@mailbox.riga.lv/, 16.05.1999.
[36] http://groong.usc.edu/orig/ok-19980611.html
[37] http://groong.usc.edu/orig/ok-20040916.html
[38] Hewar, sal 2, hejmar 21, 5 Hezîranê, sala 1933.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder