17 Ocak 2011 Pazartesi

Ji Pîrê Kal Çend Helbest


Bext, nezan dike ferzane
Ketin, zane dike dîwane.
***
Aras û Botan û Dîcle û Firat in
Dil û mejî evîndarê çar kezîyê welat in.


***
Dîwane me nîv dînim, li ser hişê xwe nîn im
Ger kû yarê nebînim dermana ji kû bînim.

***
Kesê bextê wî yar e, yar dipêçe birîna wî
Yê bextê wî ne yar e, wêrane ye hêlîna wî.
***
Ay dayê rebenê dayê, dikim nakim li hev nayê
Ez ji kerba ketim tayê, wekî pêla li ber bayê
Kerê xelkê ji ceh têr e, hespê min hesreta kayê.
***
Tevê dinyê bibe ê min, xemê min kêm nabe çima?
Bûme xweyîyê her tiştî, her tiştek jî kême çima?
***
Ê ku diçin paşte nayên, te divê ji bo çi ye gelo ?
Cîyê wan xweşe, kêfa wan li cîye gelo ?
Derd û xemê jîyanê wekî êşa diran e
Heta nekêşe diran, rehetî naye cane
Min daye wî canê xu, bûm neyarê malê xu
Wer yarek min heye, hebûna min zêde ye.

***
Heta gîya bû, kes ne xuya bû
Ku bû firîk, herkes şirîk.
***
Ez rûnîkim, tu rûnîkî, ew rûnîke
Dê rê ya me kî rohnî ke?
***
Di vê jîyana bi jan, kesekî bê xem nîne
Ji derd û êş û kêşan, kesekî bê par nîne
***
Go bi deyn e dinivsîne, min go here pur bistîne
Dema deyn da hat ber derî, min go xudê min bistîne.
***
Dînê me rast bû, me wî ji rê kir
Pûtê me nebû, me wî jî çêkir.
***
Te divê mîr be, ku tuneye malê te
Te divê şêr be, kes pirs nake halê te.
***
Mirov her mirov e, qe tune be nanê wî
Ker her ker e, ji zêr be kurtanê wî.
***
Mêrê malê bê nan e, li pey nan perîşan e
Derdê jinê, dilok û def û dîlan e.
***
Derdê xu ji tera nabim, tu bê derd î
Dem dema vireka ye, tu ne merd î.
***
Tu bigerî li dunyayê gav bi gaf
Peyda nakî mirovekî bi însaf.
***
Tu kesekî bêkes nîne, heye kesê her kesî
Mame bêkes xudayê min, tu yî kesê bêkesî.
***
Ro çû ava, êdî şeva tarî ye
Rehet raze, mirin xewa paşî ye.
***
Emê bêjin, tu bûy kalê sed salî
Mirin hey tê, karî xu bide alî.
***
Bawerim xuda heye, her tişt dayina te ye
Tu heyî kes tune ye, alem tev dina te ye.
***
Camêr bi xu zordar e, kî ne jê ye neyar e
Dibe xirêm xîyare, ya te bixwî, ya te bixwî.
***
Aşîna dixu yê bextê min, lêbelê bê gane ye
Ava dixu yê dilê min, lêbelê wêrane ye.
***
Evîn kula dila ye, ne evîndar be nizane
Çi derdekî giran e, yê hîn nebe nikane.
***
Çi hatîye serê min, hemî ji destê dilê min
Giranîya şêst sala, helişî ser milê min.
***
Dilo tu jî girtîyê biskê yar î
Ji xu şerm ke, tu êdî extîyar î.
***
Dilo derdê te çîye, çavê te her birçî ye
Hem digrî, hem dixwazî, gula te çilmisî ye.
***
Ez çûme ba yara xu, jê ra bêjim halê xu
Min halê yara xu dî, min jibîr kir halê xu.
***
Heçî kurd in, ji dozê ne cûda ne
Hinek dilxwaz, hinek jê canfeda ne.
***
Bi gulek ra sed histirî digihêje
Emrê gulê kin e, yê histirîya dirêj e.
***
Cuwan kane bajarekî ava ke
Pîr nikane ta di derzî yê da ke.
***
Axa dixo elokê, xulam dixo pelokê
Heta sibê ew jî birçî, ew jî birçî
***
Dilê xu, derê xu, çavê xu, destê xu, guhê xu veke
Lê devê xu na.
***
Ji xweşikê ra bêjî, xweşik naz dike
Ji reşikê ra bêjî xweşik hez dike.
***
Heta jin dibe jin, mêr dibe du qat
Heta law dibe law, bav dibe mat.
***
Ji nekesî rûmetê nade kesî, bawer nake bi kesî
Naçe ba kesî, direve ji her kesî
Li jîyanek teresî, dimire diçe ji bêkesî
***
Ji mirova ra mirov divê, ku mirova bike mirov
Ku mirov nebin mirov, dê mirov çi kin mirov.
***
Nivîsarê ezel, bextê me jar nivîsa ye
Ji yar û war û dildara bê par nivîsa ye.
***
Ez xezan im, bêcî me, parsekim tûr li pî me
Alem şad û şîyar e, ez tenê raketî me
***
Kesî bextê wî yar e, başî pêda dibare
Yê bextê wî neyare, agir pêda dibare.
***
Ji bo pera waza dide, yê bi rî ye rîyakar
Ka here meyxaneyê, ne rîya heye ne rîyakar.
***
Pirrî ku rîyakar e, tê bêjî ku Welî ye
Di dil xuda Yezîd e, tê bêjî ku Elî ye.
***
Herkes kane gotinekî bibêje
huner ewe, gotina xu bipêje.
***
Çavê min, dilê min, evîna min
Li hineka giran tê, girîna min.
***
Min go êdî xwenda me, ez her tiştî dizanim
Hişê min hat serê min, qe tiştekî nizanim.
Ji simmê bismar, ji bismarê nal, ji nalê hesp,
Ji hespê sûwar dikeve.
***
Ji dizekê maldar ra dibên belê
Ji şêxê virrek ra dibên Welî.
***
Kesê ji xu razî ye, jê tirê quretî ye
Kû fam kira ji çîye, qe ne digo ji kî ye.
***
Rû û rûmet, qedr û qîmet, şer û şewat
Xap û xebat, ji bo par û pera ne.
***
Kesê rûyî wî xweş e, hezkirîyê kesekî ye
Kesê xûyê wî xweşe, hezkirîyê herkesî ye.
***
Yê ker hene, yê kor hene, yê zengarîyê hov hene
Diloka azadîyê bêje, fama yên guhdar kin hene.
***
Dîlberê rûmet neda min, dîn kir û berdame çolê
Qîmeta min qe nezanî, wek xîçek avête golê.
***
Buhar tê û dilîze, lê dil pîr û payîz e
Çi kêşaye vî dilî, kû bêjim dibe gilî.
***
Geh yar e, geh war e, geh can e, geh canan e
Girîn û nalîna min, ji bo kurd û Kurdistan e.
***
Ew hez û hesret, di dil da çikandî ye
Ez ne tenê kurd im, ji bo Kurdistanê me.
***
Mirin divê ji bo Kurdistanê be
Tirba bûlbûl, divê li Gulîstanê be.
***
Gayê minê pîr, çêleka mina bê şîr
Ya ji naxirê nayê, ya ji axur dernayê.
***
Çawa mêzekî, wer dibînî
Çawa dibînî wer dimînî
Li kî mêzekî xu dibînî.
***
Mîya reben xwe, berxa xwe, şivanê xwe
Xweyîyê xwe, seh û gura jî xweyî dike
Lê dîsa ji ser jêkirinê xelas nabe.
***
Ku yek ji xu ra xulamek, dibijêre, lê dipirse;
Ka tembel e, dizek e, virrek e, çileke an fitlek e
Li mezinê xu napirse.

***
Çerxa felekê, çep û çewt e, bê wîjdan e
Destê zorê li ser e, şad û xenedan e
Gelê reben, bindest e, nezan e, xezan e.
***
Li pê dilê xû herî, dê te bike jinperest
Li pê perê xû herî, dê te bike, pûlperest
Li pê nefsa xû herî, dê te bike, pûtperest.
***
Zîv tevlî zêr be, pê zêde dibe
Qîmeta zêr, pê kêm dibe.
***
Welat bin destê neyar e, ezîtîya me ma ye
Alem şad û azad e, koletî bi me ma ye
Li dinyayê bigere, her tişt bi zêrê zer e
Başî dike çend pere, haya kî ji pêxember e.
***
Dilê min hêj nizane pîrî çî ye
Lê dikim lê nizane şîret çî ye
Davêm avê, av wî navê
Davêm agir, nizane şewat çî ye.
***
Herkes derdê wî heye, di nav dilê wî de ye
Jîyan barek giran e, ji taqetê zêde ye.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder