Ji rengê berfîna
Meşa kûfîyan û dengê kew û qulingan
Ji dîdara Şervana hezdikir Çiyayî
Ji pitika herî nazik a dil
Ji hucreya bedew ya hiş û aqil
Bi çavên dildara, hûr û kûr dişopand
Ger mirin jî têde hebe,
lê dîsa jî, jê hez dikir Çîyayî
Di Çiya re dibezîya
Bi jiyanê re dilezîya
Bi agir re di fûrîya
Bi mirinê di kenîya
Ji siruştê ziman
Ji mirinê jiyan diafirand Çiyayî
Wî ji Çiya hezdikir
Tirêjên Rojê wî mest dikir
Ew awaza jiyanê
Hest û helbesta vîyanê
Ziman û hûnera Çiya
Hezkirin bixwe bû Çiyayî
Li Qendîl Bêrîtan
Li Şengal Xerîbo
Li Sîpan Sîyabend
Li Ararat Seyidxanê kerr bû
Li hember Romê
Dîmenkêş û bi dîmender bû Çiyayî
Ma Tu dizanî Çiyayî
Min dixwest bigirîm û bihêsirên çava
Kella dilê xwe vemirînim
Lê naaa,em na girîn
Ji neyar re rik,û inat
Tu namirî, Tê hebî, di nava hiş û dilê me de bî
Ma Tu dizanî em çiqas ji te hezdikin?
Weke Te ji Çiyayê Kurdistanê hezdikir Çiyayî…
Ji bo bîranîna nemir Xelîl Dagli (Halil Uysal).
08.04.2008 / Newaf Mîro
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder