9 Ocak 2011 Pazar

BISERHATIYEN ÇEND MIROVÊN SEYIDXANÊ KERR - 2

CELADET ALi BEDIRXAN
-11l-
[Ji devê) Feyzilah (Fêzo) Axa kurê Hecî Axa ji mala ... (49), birayê Elîcanê
rehmetî, emrê wî 29 salî [hatiye nivîsîn).
Osman Axayê Mirdêsî (50) kurê Sebrî Axa ji mala Efendî yan Heyder
Axa, ji [devê) Feyzilah Axa nivîsîbû, min jî jê nivîsîye. Ewî bi Tirkî nivîsîbû lê
ji min re bi Kurdmancî got. -[Celadet Alî Bedirxan)
Teşkîlata Geliyê Berazan
Geliyê Berazan di wîlayeta Bayezîdê, di qeza Tûtaxê de, di aliyê bakur ve Cemaldînan,
li aliyê rohilat Sipkan, aliyê nîvro re Hesenan, li aliyê rojava Zirkan
dimînin.

Sî gund in, 300 mal in. Hemiyên wan dêmanî (51) ne. Qebîleyên havînê diçin
zozanan navê wan: Xazîyan, Mala Mîrê yanî Mîrekan, Bevran (?), Gewozan,
lbeydan, Rîzeran in.
Li zozanê vê eşîrê hanê Qereyazî, Mêrgê Mîr, çeqmaqan, Qûça Reş, Qendîla
Sîran zozanên wan in. Her car bi Hesenan re yek in.
[Elîcan]
Di sala 1930 de serê buharê, Elîcan Axa bi sî siyarî ve derketibû çiyê. Berî
çend mehan Ferzende Beg çûbû nik Elîcan, nav di wî da bû ko rabê û jibona
welatê xwe bixebitê.
Piştî du mehan cara sifrê li qeza Hesenqelê li nahya Qereyazîyê, [ew û] midirê
kar yanî Tewfîq Beg bi mifreza xwe ve li Qirxûnderê rastî hev hatibûn.
Piştî şerekî baş, çar hesp, du tifing [bi dest xistibûn], çar jî esker hêsîr kiribûn.
Ji mirovên Elîcan kes birîndar nebûbû. Vegeriyabûn Qûça Reş, pênc rûjan
li wir mabûn. Şeva şeşan bi rê ketibûn, ji nehya Qereyazîyê derbasê çiyayê
Çetelwîranê bûbûn. Birûjê li wir mabûn, êvarê bi rê ketibûn çûbûn Çiyayê
Balyemezê, rûja xwe li wir derbas kiribûn. Saet yekê şevê de bi ser Qulixa
Wescialiyê (?) de girtibûn. Gundiyan xwestibûn ko zebtiyan biparêzin û şer
bûbû. Dawiya şer de du mêr û jinek ji gundiyan miribûn û çar eskerên ko di
qulixê de bûn girtibûn û kuştibûn. Qulix jî xirab kiribûn (52). Ji gundiyan
xwalê Elîcan, Evdilahê kurê Qadir bi çar xwilamên xwe ve tevlî wan bûbû.
Ewê şevê ji wir bi rê ketibûn, bi şev heya sibê û sibê heya nîvro dîsan çûbûn
Qûça Reş. Li wir deh rûj ma[bû]n. Piştî wê, ji Hesenqelê zabitê zebtîyan
bi çil siyarî ve hatibû gundê Elîcan Hespreşê, kurê wî Reşîd bi sê xwilamên
wî ve girtibûn. Gundiyan xeber dabûn Elîcan û Elîcan hatibû doraliyê gund
girtibû. Zabit Xulûsî Efendî mimkuna revê nedîbû, hatibû cem Elîcan, kur û
xwilamên wî berdabûn. Xulûsî çû[bû] Tûtaxê, Elîcan jî vegerîbû Qûça Reş,
pênc rûjan li wir mabûn. Piştî wê zebtiyên Erzerûmê, yên Hesenqelê, yên Xinisê,
yên Tûtaxê, hemiyên wan 150 esker hatibûn ser Elîcan. Elîcan jî ji sî û
çar siyarên li nik xwe çardeh siyar şandibûn rêberkîyê, bi bîst siyarên mayîn
ve hatibû Çepê. Di wê çaxê de ji mirovên Elîcan, Tofanê kurê Efendî rêberkîya
esker kiribû. Ewê şevê berî sibê bi ser gundê Çepê de girtibûn. Elîcan jî bi
bîst siyarên xwe ve ji gund bi derketibû û şer kiribûn. Hetanî saet pêncê rûjê
yanî nîvro şer kiribûn. Di wî şerî de ji siyarên Elîcan du xwilam şehîd bûbûn.
Ji eskerên Tirko 14 heb bi Tofanê rêberek ve hatibûn kuştin. Tevî 14 birîndaran
50 esker bi zabitekî piçûk ve hêsîr girtibûn, 50 tifing, 23 hesp, 30 bombe
jê standibûn.
Semerek (53) siyarên ko mabûn, revîbûn çûbûn Xinisê. Êsîrên ko girtibûn,
[jê] zabit kuştibûn, dawiya mayîn berdabûn. Dîsa vegeriyabûn Hespreşê.
Di ewê rûjê de saet neh û nîvan gaziya eskerên Tirko 20 siyar ji Qerekilîsê
hatibûn ser Elîcan û şer bûbû. Heya mexrebê li hev dabûn. Bi tariya êvarê re
Elîcan gund berdabû. Ewê şevê çûbûn çiyayê Pasînê, xirabê Gozelderê.
Ewê rûjê li wir ma9ûn, bi şevê re bi rê ketibûn. Di deşta Pasînê re hatibûn
gundê Çixirkomê. Li wir gundiyan gelek qencî jê re kiribûn. Piştî mexrebê
verê [bû]bûn çûbûn Çiyayê Alagozê.
Ewê rûjê li wê mabûn. Bi şev bi rêberkîya xelkê Alagozê çûbûn Çiyayê Avnîgê,
Aqdaş heye li wir mabûn .
Ew rûj li wir buhartibûn. Bi şevê bi rê ketibûn çûbûn Çiyayê Seqildûtanê,
gundê îlanlî.
Ewê rûjê li wir mabûn. Êvarê bi rê ketibûn, li nizîka Erzerûmê bi saetekê
çûbûn Çiyayê Nalbendê.
Ewê rûjê li wir mabûn, bi şev verê bûbûn dîsan saetekê li nizîka Erzerûmê
çûbûn Çiyayê Deveboynî, li wir xeber şandibûn ji Şewqî Begê kurê Qosin
[re] li Hêrtêfê. Şewqî Beg bi deh siyaran ve hatibûn li Deveboynê gihabûn
Elîcan. Jibona ko hindek cebxane ji xwe re bistînin, ewê şevê berî berbangê
rêya Hesenqelê-Erzerûmê birîbûn. Heya nîvro sê qemyon hatibûn, her sêyan
jî barê wan zebeş bû. Ji ber wê tiştek pê re negotibûn, berdabûn, çûbûn Çiya[
yê] Palatokanê.
Ewê şevê li wir mabûn, sibehê dîsan ew rêya ha birîbûn. Tirko neh qemyon
esker hinartibûn. Rastî hev hatibûn, bê şer ji hev qetiyabûn, çûbûn Çiyayê
Qirxebazarê.
Ewê şevê li wir derbas kiribûn, sibê çûbûn li qeza Nermanê gundê Koşkê.
Ewê rûjê li wir mabûn, bi şev çûbûn nehya Hinsê. Berî sibê bi ser de girtibûn.
Bê şer midîr 14 zebtiyan ve girtibûn, hesp û tifingên wan jê standibûn û
berdabûn.
Ewê rûjê li wir mabûn, bi şev derbasê qeza Kotekê gundê Zanzakê
[bû]bûn. Li wir tehsîldarek, çar zebtî, başçewişek girtibûn. Başçewiş bi du
zebtiyan ve kuştibûn. Tehsîldar û du zebtiyan berdabûn. Ji wêderê vegerîbûn
Avnîgê
Şevê din çûbûn Çetelwîranê, ji wire çûbûn Bizirxanê, ji wir çûbûn li Qereyazîyê
gundê Bîrû [Biro]. Ji wir çûbûn Qerekeviç [Qeregivîç?], Elûcar ['Elûjar],
Mela Elî, Kotekan, Gomika Seyidan, Hesen Paşa, Dignûk, Nûredîn,

Gundê Helê [Xelê?].
Li wan her gundekî şevekê mabûn.
Li wir neh suwar cuda cuda gihabûn Elîcan. Ji wir çûbûn gundê Odinçorê
jibo ko xelkê gund, wî gundî aliyê Tirko bûn, tifingên gundiyan jê standibûn,
derbasê qeza Kopekê [Kopê] bûbûn.
Li wir, li ser nehya Lîzê de girtibûn. Li hev dabûn. Di dawiya şer de sê zebtî
mirî, şeşên wî birîndar, başçawiş (54) bi selametê girtibûn. Midîr bi revê filitîbû,
birîndar giş miribûn, başcawiş berdabûn.
Ji wir çûbûn Dehlikê. Ji wêderê Seyidxan brayê xwe Tewfîq bi çend suwaran
ve şandibû nik Elîcan, hevalîya wan xwestibû.
Li ser wê, sala 1930, di serê payîzê de, li gundê Sêgiran, bi Seyidxan ve gihabûn
hev. Piştî ko Seyidxan bi panzdeh suwaran ve giha Elîcan, li her alî suwarên Kurdan berî [xwe] da bûn wan. Koma wan bûbû sed suwarî. Li wir,
bi berî çend rûjan, gundê Mela Xidran li ber Seyidxan serî hildabûn. Jibona
rêanîna wan, bi ser wî gundî de girtibûn. Temamê çekên wan ji wan standibûn.
Wê gavê de gundiyan xeber dabûn mifrezê, du sed esker bi ser wan de
girtibûn û li hev dabûn. Ji aliyê din sêsed eskerên din jî xwe gihandibûn pêşiya
şer. Di nava şerî de ji şerkiran Fesîh (55) birîndar bûbû. Ji eskerê ko berî
hatibûn çardeh mêr bi yuzbaşîkî ve hatibûn kuştin, çar mêr jî hêsîr bûbûn. Ji
wan hêsîran yek kuştibûn, sisê berdabûn. Hejdeh tifing, bîst hesp bi hinde
hûr û pûr ve ji esker standibûn û li hev belav kiribûn. Ew eskerê ko sêsed
bûn, li vî şuxlî nihêrîbûn hema tu tişt nekiribûn, xwe dabûn pala çiyê, ji wêderê
çûbûn gundê Bostankendê, derbasê çiyayê Qicixê bûbûn. Di derbasbûna
Deşta Mûşê de rastî panzdeh zebtî hatibûn, lê dabûn, başçawiş kuştibûn,
çar nefer hêsir kiribûn, talîya mayîn reviyabûn. Li wir bi ser nehya Têlê de
girtibûn, kesek li wir nedîtibûn. Daîra midir [bi] qereqolê ve hilbişandibûn
(56), rûja din di gundê Nûh Begê re derbasê pala Xaça Reş bûbûn. Li gundê
Vartxaxê du rûjan mabûn. Ji Bidlîsê pênc qemyon esker hatibûn ser wan, kurê
Hecî Mûsa Begî Medenî bi çeta xwe ve jî bi esker re bû. Li hev dabûn. Temamê
esker bi zabitekî ve, bi temamê çêta ve hêsîr kiribûn.
Medenî bi qomandanê esker ve nîzingî cihê şer reviyan gundê Ûçdamê.
Mala gundiyekî de veşirîbûn, nehatibûn dîtin. Ji esker çardeh mêr hatibûn
kuştin. Ji hêsîran zabit bi tinê kuştibûn, talîya mayîn beredabûn. Elîcan di wê
gavê de li serê çiyê şehîd bûbû, bi xulamekî xwe ve. Cendekên wan veşartibûn,
derbasê nav eşîra Bidêrîyan, gundê Mehbûban bûbûn. Ji wir çûbûn Şêxo,
deh rûjan li wir mabûn. Dîsan vegeriyabûn Deşta Mûşê, çûbûn Kîrtakomê;
li wêderê gundiyan tifing agir kiribûn ser wan, ewan jî lêdabûn, temamê
gundiyan hêsîr kiribûn. Gundiyan yek ji hevalan şehîd kiribûn. Talî xwîna
şehîd standibûn, li hev hatibûn.
Jê derbasê Çiyayê Seyda bûbûn û Elozerek, Talik, Zoxak. Li wir li ava Firêt
qelibîbûn çûbûn Şalûrê, Xamûrbêd, Kela Zêrnagê. Li wir teyarekê ewên
ha dîtibûn, xeber dabû êsker. Kurdmanc derbasê karê xwe bûbûn, hesp û tifingên
qolcîyan standibûn, derbasê Qirimqayê, Gopalan, Elocaran (57) bûbûn.
Ji wêderê Şewqî Beg bi dwanzdeh suwaran, xwalê Elîcan Evdile jî bi
donzdeh (58) suwaran ve ji Kurdan veqetiyabûn, koma wan heştê suwar mabû.
Ji wir çûbûn Geliyê Berazan. Hinek suwar li Corava mabûn, hinek jî derbasê
Kalo bûbûn. Li gundê Elîkulekan, Qulo ji şeşsed esker re rêberî dike, li
ser Coravan de digirin. Kurdmancê ko li Kalo mabûn ew jî xwe digehînin
şer, heya êvarê şer dikin. Şeş esker hatibûn kuştin. Kurdmanc jî bi silametî ji
tarîya şevê dest ji şer digrin. Ji wêderê derbasê Çiyayê Mêrgemîrê dibin.
Ji wê vedigerin Çiyayê Bexdanê, di Kotekan re derbasê Adakendê [Adekendê]
dibin. Ji wê talê li Firêt [Mûrad] diqelibin. Di Çiyayê Qetewîne re, di Patnasê
re derbasê Eledaxê dibin.
Çiqas ko heya hir bi fikra derbasbûna Araratê diçin jî li ser îsrara Seyidxan,
jibo vegera Sûriyê, di Sivêsor re, di nav Hêderan [Heyderan] re tên Geliyê.
Li wir tên Şêbowê Kêrsê, Çiyayê Seyda Qazanan, Têlê re tên Xaça Reş.
Li wir çil Kurdmanc mabûn.
Li wir tên Xerzan, Çiyayê Sobeserê eşîra Şêxkan, di Ava Batmanê re tên
nav Silîvan cem Hisênê Hecî Sadon Axa. Ji wir tên Malgirê, cem Şêx Fexrî.
Kêfa wan ji Şêx Fexrî re naye, ditirsin ko bêbextiyê li wan bike. Di Derê Kur
re dibuhirin, li wêderê Emînê Perîxanê, Riza bi zilamên xwe ve tev esker pêşiya
Kurdan girtibûn, li hev dabûn; ji eskerên Romî zabitek, çar mêr hatibûn
kuştin. Ji Kurdan kurê Ûsif Axa, Tewfîq li difnên xwe birîn bûbûn. lmkana
derbasbûna tixûbê Sûriyê nedîtibûn. Dîsan bi şûn de vegeriyabûn, di bin
gundê Malgirê re li Ava Batmanê qelibîbûn derbasê nava eşîra Hevêdan bûbûn,
çûbûn gundê Dûdêran nik Şêx Mihemed. Gelek qencî û camêrî jê dîtibûn.
Ji wir çû[bû]n nik Xiyan cem Emerê Mihê. Li wir Emer, Şêx Mihemed, Hisênê
Hecî Sadon evên ha derbasê Talorê kiribûn. Jibo ko berî wê eskerê Tirko
doralîyê Talorê standibûn, jibona ko xirabîya ehalî nebe, hespên xwe teslîmê
ehalî [kiribûn] û xwestibûn evê zivistanê li Talorê bibuhêrin. Heya ko li
Talorê mabûn Emerê Mihê, Şêx Mihemed, Hisênê Hecî Sadon xwarin û vexwarina
wan bi tevayî li xwe girtibûn. Temamê zivistanê bê şer û deng buhartibûn.
Serê buharê de derbasê Xaça Reş bûbûn. Li ber Ava Reş di kelekê re
bihurîbûn çûbûn gundê Zaravayê. Gundî xeber dabû hikûmatê. Kurdmanc jî
bi şevê derbasê Çiyayê Seydayê bûbûn. Esker xwe negiha[n]dibûê. Li Çiyayê
Seyda, Kanîçûkê, di Koxagê re derbasê Çiyayê Bilêcanê bûbûn. Panzdeh rûjan
li wir mabûn. Wê çaxê ji gundê Melakendê, Şêx Kamil, Faris, Şikrî jibo
ko çeta hukûmetê bûn xwestibûn li Kurdan xin. Ewan jî di Nazûkê re derbasê
Xidiran bûbûn. Li Xidiran mixbîrê hukûmetê Mehmûdê Rîqer bi kurê
xwe ve kuştibûn. Hesp [û] tifingên wan standi[bûn] û vegerîbûn Bilêcanê(59).
Li dora Şaqo sê (?) hesp standibûn, piştî heşt rûjan ji Ferêt (60)
derbas bûbûn, çûbûn nav Cibran. Di bireka Anêrê re ji Ava Heftreng derbas bûbûn
çû[bûn] cem Leledaxê. Di Qazgolê re, Çiyayê Torakan [Toraqan] re, Newala
Gendelê re çûbûn Kûça [Qûça] Reş.
Berî wê li gundê Elîkulekan, bi ser Qulo de girtibûn ko îxbarîya wan kiribûn,
kuştibûn, mala wî şewitandibûn; vegeriyabûn Çiyayê Altûntehtê QereyazÎyê, Girê Keçel, Kevirê, Lele Hesen Paşa, di Bihurê Reş re li Ava Firêt (61)
qelibÎbûn. Li hinda QetewÎnê, leqayî Mûsa Begêko mixbÎrê hikûmatê bû hatibûn.
Şerekî baş çêbûbû. Mûsa Beg, Mehmûd Beg, Sidîq Efendî bi sê xwilamên
wan ve hatibûn kuştin, 24 suwarên mayîn hêsîr kiribûn, hesp [û] tifingên
wan ji wan standibûn, derbasê Çiyayê QetewÎnê bûbûn.
Piştî sê rûjan li Pîlwerê li mifreza (62) Fewzî Begî rasthatibûn. Heya saet
dudowê şevê li hev dabûn, du hespên Kurdmancan birîndar bûbûn. Bi gotina.
ehalÎ ji Tirko pênc mêr, başçawişek hatibûn kuştin. Wê şevê derbasê Çiyayê
Qulingo bûbûn. Alagezê Çiyayê Qazanan sê rûjan mabûn. Di Resûlan re, Çiyayê
Seyda re, binîya Mûşê re li Ava Reş raperÎya bûn. Qizilaxacê Zengûkê
[Zengokê], nava Badikan re navbera Mûşê û Licê, çiyayê Gêncê re çûbûn nik
Osman Begê DumilÎ. Pênc rûjan li wir mabûn. Derbasê Zozanê ŞerevdÎnan
bûbûn. Du şevan li Bîngolê mabûn. Li wir derbasê Şûşarê bûbûn. Di Çiyayê
Hêsanan de bi Çarekan re li hev dabûn, hesp û mêrekî wan hatibûn kuştin,
heşt hespên wan standibûn.
Ji wir derbasê Tekmanê bûbûn. Jê çû[bû]n ...(63) Ji Ava Reş derbas bûbûn,
hatibûn Yekmalê, Tehterewanê, Tirnegolê, Qeretaşê, Qerecixê, Saricixê, Pîrhisênê,
Alagozê, Xosrê, GazÎcelalê [Qazîcelalê?]. Li wir leqayî mifrezekê heftÎ
eskerî hatibûn. Wê rûjê li hev dabûn. Wê şevê berî sibê Deşta PasÎnê de pêşiya
esker birîbûn, rev lêdabûn (64), 12 mêr û milazimek ji eskerê Tirko hatibûn
kuştin, 12 hesp ji wan standibûn (65).

-ıv-
[Ji devê) Silêman kurê Elî mala Seydo, emrê wî 32 [ salî, hatiye nivîsîn).
Em hatin, berbang bû, Seyidxan ji min re got "here Qewsan". Hatim perê
gund. Merifên me di gund de hebûn. Seyidxan digot "em westiyane, ji me re
misade bikin heya êvarê li vir em bisekinin".
Ez û Sidîq em çûn nava gund. Esker hatibû gund. Qereqolê wî em dîtin, em
sekinîn, denyn [deng] nekirin. Min deyn kir: "Sen kimsin?" Gotin: "Ben eskerim."
Me devê hespê xwe xist em zivirîn. Ewî jî tu teqîn çênekir.
Em zivirîn hatin cem Seyidxan. Seyidxan tevê suwaran li perê gund sekinîbû.
Me got "em bajon, esker di gun de heye". Li wê ez bi rê beled bûm (66),
min da pêşiya wan ez hatim hidûdê Cilîn. Erdê wî bi kevir û çiya ye. Em hatin,
zevî hebû, me hespên xwe li ser berdan. Sê rûjan em bi şevxwîn (67) hatibûn,
xewa me jî pir dihat. Seyidxan ji me re [got] "serê xwe dayînin rakevin".
Em ... (68), tevayî em raketin, Seyidxan bi tinê ma. Tirs di zike min de
hebû, ez ji xewê zû hişyar bûm. Min hêz da (69) ser xwe, ez rabûm. Seyidxan
di girekî de, dûrbîna wî li ber çavên wî ye, dineyire [dinihêre]. Ez çûm
balê, min jê re got "tu jî were, serê xwe dayîne, hinikî xewa xwe hilîne" (70).
Ez mam li wir, ew jor de hat cem suwaran, hingê ew jî raket. Ji min re got
"zehf mesekinin, [piştî] nîv saetê werin me rakin".
Ez jor de nîv saetê sekinîm, hatim cem wan. Min ew hişyar kirin, em tevayî
rabûn, me hespên xwe girtin, me tengên wan şidandin, em suwar bûn. Em
hatin derbas bûn paş Cilînê. Li wêderê em şarge bûn, sekinîn heya nîvro. Paşê,
nîvro em hatin ser avekê, em çûn cem palan. Em tî bûn, me av ji wan
xwest. Av jî, kanî û çem tunebûn, avê[n] wan [di] sarincê[n] kevir [de] bûn.
Dan pêşiya me, em anîn ser sarincê. Em pir tî bûbûn. Me têr av vexwar,
îcar me hespên xwe avdan. Bi satilan me dikişand, av dida. Em pir derengî
bûn ser bîrê. Paşê me dît deh suwar esker hatin. Em jî nîvê me cilê Kurdmancî,
nîvê me cilê eskerî [li me] bû. Herçi cilê Kurdmancî [lê bû] me xwe veşart,
herçî çekê eskerî lê bû ew sekinîn. Esker jêlî (71) hat, gazî kir got "hun kî
nin?" Me got "em esker in". Jêlî ew hatin, neh hebên wî li jêr sekinîn, çawîşê
wan hat jor.
Paşê ko hat jor, fehm kir ko em ne esker in. Ji par re zivirî, em tevayî rabûn,
me aliwek tifeng lêxist, me got "teslîm!" Teslîm nebûn, hespên xwe hiştin
revîn. Me berda wan, me temam girtin. Me anîn, hatin, [me] tifing û hespên
wan standin, paşê me berdan. Em ji cem wan suwar bûn, bi rê ketin. Me
qesda wî alîyî kir. [Em] neh-deh deqe ji wan dûr ketin, esker li me qelibî. Me
û esker li wir me li hev xist. Me qesda wî alî dikir, me şer dikir ü ji ber dikişîyan.
Em pêş de dihatin, ew jî hey kêlek ji me distand pêşiya me bizivirînê.
Me jî ew firsend nedidayê, [me] hem şer dikir hem nedihişt bikevin pêşiya
me.
Em ji erdê Cilîn derketin, em ketin erdê Dêrbiguz, orta Dê[r]biguz [ü] Şivistan.
Li wêderê suwarê[n] me nîvî pêş de çûn, diyarek girtin, nîvê wî li mihefeza
wan sekinîbün. Ev tenê suwarên mihafezê bûn. Me jî hey li wan xist
heta suwarên me çûn cihên xwe girtin. Suwarên me çûn cihên xwe girtin, li
wan zivirîn û li wan xistin. Paşê em rabûn me qesda wan kir [da ku] em herin
şûna wan, ew jî pêş de herin dîsan. Cihê me dihar bû. Em jor de der berjêr
bûn, me xwe jor de berda newalê. Em jêlî qîyamê bûn, li nîvê qîyamê tomatîk
ji tenişt ve li me girêdan, li min xistin. Ez neketim. Min ajot, ez derketim cem hevalên xwe. Birînên min li wê sar bûn û xwîna wan pir hat, ez li
wir ketim. (Birîn di sînga wî de bû. Ji par re avêtibû.-Celadet Alî Bedirxan)
Hespê min anîn, ez suwar kirim; lêxistin hespê min jî ket di binê min de.
Min nikaribû ez suwar bibim û min ji wan re got "hun herin, ez hey mirî me,
bira li we nexin". Ewan got "em terka te nakin". Min sûnd xwar: "Ez nayim,
hûn herin."
Ewan terka min kirin. Ew jor de der berjêr bûn, hatin çem. Ez mam li wêderê.
Paşê min got "wan Tirkana bên ser min, hemin ez mirî me, feqet ew
bên min bi cizaret (72) bikujin." Paşê min hêz da xwe, ez rabûm ser xwe,
Xwedê teala were hez kir, çokên min şidiyan. Hinekî qidûm hat ber min, ez
rabûm min jor de qesda hevalên xwe kir. Ewan li jêr ez dîtim ko ez rabûm,
Evdilhemîd gazî kir got "Tewfîq, Silêman hat!" Ew li hêviya min sekinîn li
wir, heta min xwe gihand cem wan. Êdî ez tî bûbûm. Min av xwest. Evdilhemîd
bi şefqê xwe av da min. Anîn dîsan ez suwar kirim, dîsan hespê min hat
kuştin. Ez jî pir aciz bûm, min gelek li wan lava kir, min got "ez nikarim
bêm". Esker jî pir bû. Qiweta (73) wî pir bû. Şer giran bû. Ew jî bêîmkan
bûn, paşê ji ser min çûn. Ew çûn, ez rabûm. Cih dar bû, mêşe bû, min xwe di
nava bûtekî (74) de, di devê avê de min xwe veşart.
Paşê esker hat. Esker ez dîtibûm, li min digeriyan. Heta hatin di ber min re,
yanî min darê xwe dirêj bikira digehiştê. Min xwe berda nav avê. Hezkirina
Xwedê pê tunebû (75), ez nedîtim. Heta êvarê li min geriyan, ez nedîtim.
Kurdmancekî dengê wî hat. Dengê wî de min dît dengê jinekê jî pê re tê. Ez
rabûm, min [got] çere hebê evêha Kurdmanc e, ezê xwe pê bihesînim, [ewê]
min ji wir derîne. Ez rabûm derketim ji cihê xwe, min gazî wî kir. Bi jin û kerê
xwe diçû aş. Min gazîê kirê, li min fetilî. nêrî, ez birîndar im, xwîn bi
min ve heye, fehm kir. Got "xwe veşêre, ezê bêm cem te". Ez hatim cihê xwe
runiştim. Paşê ew hate cem min. Min gelek lê lava kir ko min ji wê derîne.
Ewî got "wilo nabe, bira tarî bikeve erdê, paşê ezê bêm te bibim". Li cem
min sekinî, kosteka saeta min dît, ji min re go: "Ev çi ye di bêrîya [bêrîka] te
de? Ka saeta xwe bide min." Min saeta xwe dayê. Ji min pirsî: "Pereyê te hene?"
Qederê deh-panzdeh mecîdî bi min re hebû. Go "saet ji min re ye, pere
jî bidime yekî din, em bên te bibin". Min dizanibû derewan dikê lê ez mecbûr
bûm. Min dayê. Ew çû, min gelek çavnêrîya wî kir, heta eşayê dereng nehat.
Paşê ez rabûm, min go "ez hêj li ser xwe me, cihê xwe bigohêzim, dibe
esker sibê bê, bira min nebînê".
Ez ji wêderê derketim, avarê [êvarê] ez hatim diharekî qederê nîv saetê,
min dîsa xwe berda ser çem. Ez hatim, li jor min ji xwe re şarge dît; ez ketim,
tê de ji xwe re sekinîm. Paşê merif pir dihatin-diçûn lê emnîyeta min bi wan
nedihat. Min kes bi xwe nehesand. Paşê êdî ez canekar bûm, êdî teqîna dara(?)
dihatin min (deh rûj hebûn derbas bû[bû]n). Ez rabûm, min got ez têm
kuştin bira, ez çûm nik wan, du heb sofî bûn. Lawikekî bê rih û simbêl jî nik
wan bû. Yek jî şêx bû. Ewên Kurdmanc hatin pêşiya min, li ser min giriyan,
evê şêx qebûl nekir, got "bira meyê nik me". Êvar bû, ewan du mirovan pir
lê lava kirin, gotin "em Kurdmanc in, eşîr in; şerm e, divê em wî bihewînin".
Ewê ha got "ev ko bisekine ezê elam bidim qereqolê". Min bêminet kir, min
got "hemin ez mirî me, hema here ciwabê bide".
Nan ji xwe re çêkiribûn, anîn navê danîn, êdî ji ... (76) nexwarin, min jî
nexwar, bi min de neçû. Ewan jî ciwaba hev dan. Şêx çû erzelê raket. Wî lawikî
qatek lihêfa wî hebû, avêt binê min, li ber agir. Ez ji xwe re vezeliyam.
Kevroşkek girtibûn, ewan jî nexwar, ma li wêderê. Em ji xwe re raketin heta
sibê. Sibê berbangê lêxist, rabûn ez birim xistim nav bûtekî tirîreş, ez tê de
mam heta êvarê. Sewîlê xwe tijî av kirin danîn ba min. Ez mam li wir heta
êvarê. Êvarê her du rabûn dan pêşîya min, ez anîm cihê min ê berî.
Ez li wê sekinîm, ew çûn cihê xwe. Min lava kir, ji min re her rûj sewîlekî
ava sar bînin, şêx nehişt, lawik bi dizî anî. Paş wî ez mecbûr bûm, şivan dihatin,
pezê xwe li ser avê dixistin. Sofiyekî şivan hebû, min gazî wî kir, sofî
hate cem min. Got "te çi divê, tu kî yî?" Ê min, halê xwe jê re mijûl bûm. Sofî
bi ser min de giriya. Ji min re got "tu birçî ninî?" Min got "bele". Rabû çû
ji min re kodek şîr dot ani. Hat, nan deranî, min xwar. Min got "her rûj were
nik min". Got "ser çavê min".
Her rûj dihat, rûjê kodekî şîr û nanekî dida min. Paşê lawikek xwedanê keriyekî
din hat. Ez rabûm min gazî wî jî kir. Lawik ji sofî pirtir ser min de giriya.
Di mihacirî de li welatî mabûm, min kundirê wan bi pîvaz û îsot û tişt
çêdikirin. Paş[ê] ket bîra min, dilê min xwest, min ji lawik re got, got "ser çavê
min, sibê ez ji te re bînim", pezê xwe rakir çû. Ma sibê, di wextê nîvro de
min dît dîsan hat. Xwarin ji min re anîbû û min xwar hêdî hêdî heta êvarê.
Lawik lexist çû. Ser wî kundirî îşteha min vebû (77). Her rûj şivan dihatin,
kodek şîr û nanek didan min. Rûjên min bûbûn 14-15.
Cihê min nimz bû, rê serdest bû, min çûn û hatina mirovan didît, ewan ez
nedidîtim. Sofîyekî derbas bû, jina wî pê re bû. Heywanekî barkirî pê re bû.
Rabû min gazî kirî ê, rabûn her du hatin cem min. Li halekî xirab de ez dîtim,
zehf ber min ketin. Ji min pirsîn: "Tu çi dixwazî?" Min mehîr xwest. Tavil
jina xwe şand ko bîneê. Çekên min ji min xwestin ko buşûn, min got
"berdêla wî ba min nîne". Her du rabûn çûn.
Paş du saetan her du jî hatin. Satileke tijî girar anîn. Firaqekî jî nanê sêlê,
rûn berdabûn ser. Min girara xwe giştik xwar. Tirş bû, dilê min pê rehet bû.
Ew rabûn çûn.
Roja piştî wê, ez di cihê xwe de bûm. Gelek rûjan şivan nedihatin, ez birçî
dimam. [Ez] sekinîm, min çavnihêrî kir, şivan nehatin. Bû mexreb. Paşê min
dît dengek hat, ez rabûm, min lê nihêrî, xortek bû. Min gazî kir, hate cem
min. Min jê pirsî, li ser rê dixebitî. Ji min re got "bavê min hekîm e, bira bisekine
heta eşayê, ezê bêm te bibim mala xwe dayînim (78)". Min zanibû
zehmet e, min jê re got "ji min re bacanê sor bîne". Çû ji min re ani lê êdî bi
ser min de hat.
Paşê, gundekî nîzing hebû, di mihacirîyê de mala min tê de mabû. Mala
Hecî Mihemed digotin, qesra wan nîzik (79) bû. Çemê ko ez tê de bûm, ew
darê wan bû, darên wî dabûn yekî Mêrdînî. Kurê Hecî bi Mêrdînî re hatibû
dar jê re nîşan bide. Hatin devê avê. Yek[î] ez dîtim, bi dizî ji min re got
"xwe veşêre, metirse". Halê xwe min jê re got. Mêrdînî nesekinî, ev mirov û
brayê wê li êlaxê, pazê [pezê] wî hebûn. Çû cem brayê xwe. Ji birayê (80)
xwe re mesela min mijûl bûbû; birayê wî û du mirov ji Meşkîniyan, yek Hisên
û [yê din] Hemo, her sê hatin, ez anîm mala xwe, nav êle. Holekê ji min
re vala kirin, ez danîm holê.
Ji min re berxekî serjê kirin, Kurdanîya xwe temam anîn navê. Du rûjan ez
li wir mam. Paşê esker ji Mêrdînê hat, cîranên wan tirsiyan, ser mêrik de polûpol
kirin; bi wan sê mirovên ko ez anîbûm, di pişta holê de şêwir dikirin.
Min gazî wan kir û ji wan re got: "Ez ji xwe mirî me, min navê ji rûwê min
hûn bikevin agirê; cihekî minasib peyda bikin, min têkin têde." Ewan jî gotin:
"Şikeftek (81) heye, emê te bibin li şikeftê de dayînin heta em mirovan
bibîn[in] te bibin."
Berbangê, Heseno digel hevalên xwe hat, dewarek anîn; ji min re nan, sewîlekî
av û kîsekî qatix [anîn], ez anîm di şikeftê de danîm.
Ez wê şêvê mam li wir, wê rûjê birûj jî heta êvarê mam. Êvarê eşayê mîn dît
li devê şikeftê gazi li min kirin. Min dengê wî nas kir, Hiseyno bû. Ez derketim,
min nihêrî çûyê Zinarê, ciwab dayiyê, Silêman ji mala Şêx Bêzarî, ew jî
tavil suwar bûye, pê re hatiye. Li wêderê ez suwar kirim hespê xwe, me ji ên
din xatir xwest.
Silêman ez anîm mala xwe. Sê rûjan ez li mala wî mam. Rûja sisêya (82)
êvarê ez suwar kirim, peyatî da pêşîya min, em hatin ser Cada Mêrdînê. Qullig
[qullix] hebû wêderê. Di wextê mexrebê de dewrîya wî li me rast hat. Silêman
nedîtibû, min dît. Du heb peya hatin, em dîtin rûniştin. Min Silêman re
go "peya li pêşiya me hene". Silêman nedîtin, gazî li wan kir, gotin "ben esker,
werin derbas bin". Silêman got (83) "hûn herin bi rêya xwe de, em nayin".
Rabûn çûn gehîştin hev, bûn pênc-şeş heb, zivirîn hatin me. Ewan û Silêman
li hev xistin. Dîsan ez û Silêman zivirîn çûne mala wî. Kerwanê Zinarî
dihatin Bin Xetê. Silêman, Ferhan û du pismamên wan bi tifingan ez suwar
kirim, ez anîm heta Qerewanê.
Ez li Qerewanê anîm li mala Kurdm(an]cekî navê wî Hemo bû; ez li mala
Hemo danîm. Jê çûn Dehlikê, ciwab dan, Bedrî Beg li wir bû.
Sibetir Bedrî Beg hat. Serê sibê Bedrî Beg hat nik min. Otomobîl bi dest neket,
du rûjan li wêderê mam, rûja sisêyan ez suwar kirim anîm Hesîçê (84).

(49)Celadet Alî Bedırxan evder vala hiştıye, yanê navê malbatê nenıvısıye. (M. M.)
(50)]1 Osman Axayê Mırdêsî mebest Osman Sebrî yê nıvîskar û şaır e. (M. M.)
(51)Celadet Alî Bedırxan pêşıya vê kelîmê kelîma "koçerî" nıvîsıye lê paşê ser wê xêzek
kışandıye û îptal kirıye. (M. M.)
(52 )hilbeşandınlhılweşandın
(53)semer: bir yuz
du semer, sê semer
sed suwarek: bır yiız suvarı
(54)Lı Jorê, ev kelîme wısa hatıbû mvîsîn: başçewış. (M. M.)
(55)Lı gor agahdarıyên ku Elî Zerdeşt dide ev Fesîh, bı navê Fesîhê Mihê Mîrze, Fesîhê Hesenî
yan Jî Fesîhê Mûşî tê nasîn û dı sala 1987'an de çûye rehmet.
(56)hllbışandınlhllweşandın
(57)Lı jorê, ev nav wısa hatıbû nivîsîn: Elûcar. (M. M.)
(58)Lı Jorê, ev kelîme wısa hatıbû nıvîsîn: dwanzdeh. (M. M.)
(59)Dı vî rûpelê nıvîsa Celadet de ev not heye lê baş nehat xwendın: "Esma-ı hass ... olarak
nehır ısımlerı "robar" ve "çem" '" muzekkerdırler." (M. M.)
(60)Xûya ye ku bı şaşî Ferêt hatiye mvîsîn, dıvê Mûrad bûya. (M. M.)
(61)Xûya ye ku bı şaşî Fırêt hatıye nıvîsîn, dıvê Mûrad bûya. (M. M.)
(62)mifrıze (m).
Lı vır bı herfa m, Celadet Alî Bedırxan xwestıye nîşan bide ku ev kelîme (mıfrıze) mê ye (feminın
el. (M. M.)
(63)Lı vır kelîmeyek nehat xwendın. (M. M.)
(64)rev lêdan: bozguna uğratmak
(65)Dı destnıvîsa Celadet Alî Bedirxan de ev nıvîs evqas e lê tê fêmkirın ku Celadet xwestiye
dewama wê paşê bınıvîsê. Loma Jî wî, di deftera xwe de, pıştî vî rûpelî heft rûpel bênıvîs
hiştine. (M. M.)
(66)beled bûn
(67)şevxwîn
(68)Lı vır du kelîme nehatın xwendın. (M. M.)
(69)hêz danl(mın hêz da xwe]: hareket ettım, yukarı doğru kalktım
(70)Dı vî rûpelê nıvîsa Celadet de ev not heye:
"Ewê ha ne mîna rêzika welatê me ye."
"Fılan rêzika bavê xwe neajot."
(71)Jêlî: Jêr ve
(72)cızaret: ezıyet
(73)qiwet: quwwet
(74)bûte-k = kem (?): nehir kenarındakı kuçuk ağaç ...
(75)pê tunebû: yanî bi wê tunebû
(76)Lı vır kelîmeyek nehat xwendın. (M. M.)
(77)madê min lê vebû
(78)danînldane, datînın, dayînın
(79)Li jorê, ev kelîme wısa hatibû nıvîsîn: nîzıng. (M. M.)
(80)Li jorê, ev kelîme wısa hatibû nıvîsîn: brayê. (M. M.)
(81)Celadet Alî Bedırxan li ser vê kelîmeyê wısa nıvîsandiye: (m).
Yanî Celadet xwestıye nîşan bıde ku ev kelîme (şıkeft) mê ye (fêmınin el. (M. M.)
(82)Celadet Alî Bedirxan, kêleka vê gotinê wısa nıvîsandiye: Ferhan. (M. M.)
(83)Lı Jorê, ev kelîme carna wısa hatıbû nıvîsîn: go. (M. M.)
(84)Li kêleka hın rûpelan Celadet Alî Bedırxan hın gotın nivîsandıne ku têkıliya wan bi vê nıvîsê
re tune. Ez wan Jî gor rêza elfabeyê dınıvîsım. (M. M.)
avzê/avzêm: av Jê dizê
berdest kirin: derdest etmek. Emr dabûn fılankes xweş mırî berdest bikın.
gîhayê wî bor dibe: feyzî (?) olmak. Zevîyê filankesî bor bûye ketıye.
em ne di bin darê wan de bûn
mın şîr fir kir
karaz (n): büyük ki.ıp
Lı vır bi herfa n, Celadet Alî Bedirxan xwestıye nîşan bıde ku ev kelîme (karaz) nêr (masculın)
e.(M.M.)
te neheqî li xwe kiriye
pirût: kup yapan usta
tom ast
wezalgoştê weza: etın zayıf olması
xizîn: boğultulu (?) ses
xwîl: mail
STRANEK LI SER SEYIDXANÊ KERR
SEYIDXANÊ KERR•
Derê wî axawo, axawo, axawo, wÎÎÎ axawooo
Êla bavê bavê mino sehera sibê ye
û ezê bi diyarê tayê Taloriyê Kevirê Kelereşê
Kêşa Newala Seyida ketim
sibe ye ji xema dilê min û te ra wa ma li ger e.
Na, na wele ez vê sibê bala xwe didimê
mi dî celebê siwara ji jor da derketine tên
siwarê pêşî tim û daîm namluya tifinga xwe dajo ji pê re.
Bi lexema kurmanciyê ji vî siwarî ra dibêjin:
''Berxê Mala Ûsivê Seydo, Seyîdxanê Kerr elf.
Lê şahde w şûdê vî xweşmêrî li dinyayê gelek hene;
Roja şer û oxilmê giran bi sonda qesemê
li orta meydanê mêra dikuje
nahêle kesek di kozika xwe de tevbigere!
Mi dî Seyidxan bi sê denga dikir gazî digo:
- Lo lawo Sidîqê lawê Mistefa Begê
emî mahkûm û firar in, barê me qaçax e
ji bona Xwedê wele vêga berê me li xeta Firinsawê
eman destê min ê li dawa te be
destê te li dawa Pêxember be
lo lawo li vî welatê Serhedê
tu yê qisr û qusûrê li me nekî
de tu yê pêşîka firyarê me berdî
lo bira paşiya qaçaxê me hereeewûûû
Sidîqê lawê Mistefa Begê
li berxê mala Ûsivê Seydo
bi sê denga dikir gazî digo:
- Lo lawo Seyidxanooo
wele nabî, bi sî cizû Quran nabî
bi Şêx Badînê erda Lulûkê
bi sedmalê gola Nazûkê
bi ziyareta Qolîbaba kim nabî
Minê sond xwarî bi sonda telaqê cot-cot xanima
Îro cotê xanima
wele qaçax û fırarê mala Ûsivê Seydo
bê qetl û qtûl di ser mi ra, hey looo derbas nabm
Gidî wî axawo, axowo, axawo, wî axawooo
Êla bavê bavê mino, sahira sibê ye
û ezê bi diyarê tayê Taloriyê Kevirê Kelereşê
Kêşa Newala Seyida ketim
sibe ye ji xema dilê min û te ra wa bi çem û kanî
Seyidxan bi sê denga dikir gazÎ digo:
Lo looo Teyfıqo, SilhedÎn, Elîcan û Ferzende
hûnê beşera çavê bavê min in
ji mêra mêrê çê bin
hûnê destê xwe bavên qevdê mîratê model iya
lê mîna carîcaran bi hevdu ra lêxin bi mêranili
Na, na wele ji Xwedayê min da aza û bi hêsirÎ
me kir nekir bi hêvila mekana me xwe ji destê
begler û axayên vî welatî xwe dernanili
Lo looo Teyfıqo lo bira
serê vê sibê li orta meydanê
ji kuştina Sidîqê lawê Mistefa ra
hay looo, car tu çawan ili?
Wele dibê hê gotin di devê va ya nava xweşmêra
destê xwe avête baxê mîrata fışeka, pakêta xwe deranî
li devê darê qesra Hecî Mûsa Begê qelp bû
ji canibê Xwedê ra mîratê derba xwe hilnanÎ
Berxê mala Ûsivê Seydo li orta meydanê
derbekî li eniya wî danî
qapaxa serê wî bi carek hilanî
Bi sê denga dikir gazÎ digot:
Keko helhêl!
Ez bavê te me, gula mala Ûsivê Seydo me
şehde w şûdê min li dinyayê gelek hene
em daÎma mêra li orta meydanê dikujin
hey looo, ca bi mêranîiliwwwwuuuu ...
• Ev stran ji pirtûka Zeynelabidîn Zinar, Xwençe, cild 2, r.57- 59-an hatiye girtin.
Kovara çira hejmar 5 sala 1996

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder