10 Aralık 2011 Cumartesi

Şahidên komkujiyê axivîn

Ji hêla bajaroka Çelebibağê yê navçeya Wanê Ercişê, di qerexa Gola Wanê de “Festivala Zilan” hate li darxistin. Di festîvalê de şahidên komkujiya Geliyê Zîlanê axivîn.


Ji hêla bajaroka Çelebibağê yê navçeya Wanê Ercişê, di qerexa Gola Wanê de “Festivala Zilan” hate li darxistin. Di festîvalê de şahidên komkujiya Geliyê Zîlanê axivîn. Ali Baranê 86 salî kuştina apê wî li ber çavê wî qise kir, Îzet Kurt behsa bavê xwe ku ji komkujî reviya bû û xelas bûbû kir, Fadil Seviç ji gotinên diya xwe anin ziman.

Li qeraxa Gola Wanê, di kampa leşkerî de, ji hêla Şaredariya Çelebibağê Festîvala Zîlan hate çêkirin. Parlamentêre Wanê yê DTP'yê Fatma Kurtulan, Özdal Üçer, Şaredarê Wanê Bekir Kaya, Şaredarê Özalpê Murat Durmaz, Şaredarên DTP yê navçeyên Wanê, Şaredarê İdîrê M. Nuri Güneş û nêzî 10 hezar kes bi kincên xweyên Kurdi tevli Festîvalê bûn.

Şaredarê Çelebibağê Veysel Keser di festîvalê de axaftinêke kir û derbarê armanca festivaalê agahî dan. Keser balkişand li ser komkujîya ku li Geliyê Zilan hatiye kirin û got “Em jiyaneke ku mirov di nav aştî, wek hevî û aramiyê de ne dixwazin.”

Li festivalê Parlamenter Özdal Üçer û Şaredarê Wanê Bekir Kaya jî axaftin kirin. Üçer got, “Kurd di tarixa xwe de komkujiyen wek Zilanê pir dîtine.”

Hunermendên Kurd Kazo, Hemê Hecî, Cevdet Bağca di festîvalê de cih girtin. Her wiha şahidên Komkujiyê jî tev li festîvalê bûn.

Gundiyek bi navê Ali Baran yê 86 salî bi AKnews'ê re axivî û got, ew di wê demê de hîn 7 salî bûye. Ew le gundê Kertîs (Deliçay) dijî û serpêhatiyên xwe wiha anî ziman:

Ez wê deme 7 salî bûm. Leşkeran avêt ser gundê me û hemu zilam girtin birin. Bavê min revî bû. Lê apê min di ber çavê min de kuştin. Zaroyeke di hemêza diya xwe de şîr dimijand û tevî diya wê ve li ber çavên me kuştin. Zilamên ku birin jî, ji wan tu kes ne zivirîn. Em jî kom kirin birin navçeyê û disa em zivirandin.”

Gundiyê Pêrtaxê (Dinlece) İzet Kurt jî (57), gotinên bavê xwe yê ku ji komkûjiyê revî bû û xilasbû bû wisa anî zimên:

“Li Qerakola Çakırbeyê hinêk rûspî têne girtin. Dora 300 gundiyan êriş dibin ser qerekolê û leşkeran êsîr digrin û her leşkerekî li malekî dikin mêvan. 10 roj şûn de Miralay Derviş Beg tê Ercîşê. Miralay ji gundiyen hevkar komekî cerdevanan çêdike. Bi leşkerên ku li Agirî û Erzirûmê anîne gundiyên 100 gundan li herêma Newala Kuştiyan di Çala Kurtikan de kom dike û emrê gule barandine dide. Di vê derê de 2 hezar meriv têne kuştin.”


Fadıl Sevinç (57) jî got, “Diya min Dilşan di wê demê de 30 salê bûye. Di nava kuştiyan de xwe weke kuştiyan nîşan dabû û dema dinya tarî bûye ew ji wir reviye. Di got leşker yek bi yek digeriyan û birîndar di kuştin. Diya min di 90 salîya xwe de wefat kir.

Di tarixa 16 Tîrmehê 1930'ê de, di êrişa li ser Geliyê Zilan de bi hezaran gundî têne komkirin û bi bahaneya “tevli Serhildana Agirîyê bûne” di Çala Kundikê de têne gule kirin. Pişti komkûjiye gelê 72 gundan ji herêmê direvin û diçin herêmên dîtir. Pişti komkûjiyê Rojnameya Cumhuriyet di Tîrmeha 1930'an de nûçeyek wiha dinivîsî ne:

“Karaköse, (Nûçegihanê Taybet digihîne) – gundên berwara Çiyayê Agirî hatin şewitandin û gundiyên wê derê hatin sirgun kirin û li Ercîşê hatine bi cih kirin. Eşqiyayen ku di Herakata Zîlanê de hatine tunê kirin hijmara wan 15 hezaran zêdetirin. Yên ku li hember yek mufreze tenê hatine kuştin ji hezar zêdetirin. 5 eşkiya di Geliyê Zilan de hatine girtin. Şerê vê derê pir dijwar derbas buye û Geliyê Zilan bi laşê mirovan tijî bûye.”


26 Haziran 2009 Cuma 13:32

AKnews


Haberin Türkçesi için linki tıklayın: http://ararat-welat.blogspot.com/2011/12/katliam-tanklar-konustu.html

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder