KOCBERÎYA KURDAN
Dewleta Tirk serhildana agirîyê di sala 1931`de bi wahset û hovîtîkî pir mezin cewisandin, 660 gund wêrankirin, 15206 xanûman sewitandin, nêzîkî 15000 insanê guneh (zar û zêc, pîr û kal) qetilkirin dilê wan bi vê jî rehet nebû gelek malbatên welatparêz mecbûrê kocberîyê kirin wana mal û mulk, gund û bajarên xwe hîstin ji Bazîdê berê xwe dan Izmirê, di rê de gelek ezîyer û cefa kisandin. Gelek kesên wan telefbûn lê belê pistî ku gîhistin Izmirê memûr û ticarên Tirkan bi hîle û dolaban hercî pere û zêrê wanê hebû jî wan satandin…