hêzên pelamader ên Dewleta Tirkiyê ji çemê Aras derbas bûye, palên bakurê
rohelat ên Agriya Piçûk dagir kirine.
Mihemed Ronahî |
mihemedronahi@hotmail.com |
Li dû avabûna komara Tirkiyeyê zana û rewşenbîrên kurdan jî dikevin hewldana rizgarkirina Kurdistanê. Di nava van hewldanan de mirov dikare navê gelek rêxistin û fraksiyonan bi lêv bike |
Di sala 1929’an da şerê Agiriyê hêdî hêdî ber bi xurtbûnê ve diçû. |
01/12/2010 |
OSMAN SEBRÎ Di sala 1929’an da şerê Agiriyê hêdî hêdî ber bi xurtbûnê ve diçû. Şervanên kurd li her alî welêt berê xwe didan Agiriyê û li dora serdarê şoreşê Îhsan Nûrî xwe didan hev. Hingê ji bo parastina sînorê çiyê û gaziyên bi lez siwarî diviyabûn û di çiyê da hesp hindik mabûn. Serdar Îhsan Nûrî, Ferzende digel şêst siwarî şande nav eşîrên serhedan ku sedak hesp peyda bike; serê her gundê dewlemend hespek an dudu jê dixwestin. Civandina hespan ne kireke ku ji hikumetê bihata veşartin. Zûka haya hikûmetê jê bû. Serdariya leşkerên Turk yê rojhlat du alayî siwarî şandin pêşiya Ferzende. Herdu alayî ne dûrî hev berî dabûn êrdima ku tê da hesp dihatin civandin. |
|