Serhildana Babanan a herî mezin di sala 1806’an de, bi serokatiya Evdirehman Paşa çêbû. “Kurdên Babanî li Silêmaniyê li hemberî Osmaniyan serî hildan û Osmaniyan têk birin û desthilatdariya herêmê ket destê wan
04/10/2010
Mihemed Ronahî
BABANÎ
Merheba xwendekarên hêja, Ez ê ji îro û şûnde her duşemê bi quncikê xwe yê bi navê “Deqerû” derkevim pêşberî we û yên di heqîba xwe de bi we re par bikim. Ez ê bi dosyeyeke taybet dest bi nivîsên xwe bikim. Dosyaya Serhildanên Kurdan dê wek rêzenivîsekê ji Babaniyan heya PKK’ê dê bidome.
Ez ê wekî civaknasekî kurd hewl bidim ku bi nêrîneke sosyolojîk berê xwe bidim dîrokê û yek bi yek li ser têkoşîn, serhildan û berxwedanên kurdan ên li hember neyaran rawestim. Ez ne dîroknas im, agahiyên min ên dîrokî ne agahiyên akademîk in, min ev agahî ji çavkaniyên heyî bi dest xistine û bi vê xebatê mexseda min ne aşkerakirin û ronîkirina dîroka kurd e. Bes min mexsed ji vê xebatê analîzeke sosyolojîk e li ser dîroka me, da ku karibim bi lêkolîna li ser serhildanên kurdan perspektîfekê bidim xwendekêr.
Em ê serhildanên kurdan ji Mîrektiya Babanan bidin destpêkirin. Di dema avabûna Mîrektiya Babanan de Kurdistan di bin dagirkeriya du dewletan de bû. Osmanî û farisan Kurdistan di nîvî de li hev par kiribûn. Mîrektiya Babanan di sînorê herdu dewletan de, li Silêmaniyê ava bû. jixwe ev bajar ji alî vê mîrnişîniyê ve hat avakirin û navê xwe jî ji Baba Silêman digire. Avakar û damezirînerê vê mîrektiyê Baba Silêman e. Sedema mezinbûn û pêşketina Mîrektiya Babanan herî zêde ji dest erdnigariya mîrnişîniyê ya stratejîk bû. Lewre mîrektî di nava herdu dewletan de bû û her carê ji van herdu dewletan bi yekê re li hev dixist. “Mîrektiyê siyaseta xwe jî li gorî vê yekê pêkdihanî. Baş dizanîbûn ku ji van herdu dewletan kîjan pêşkeve dê hewl bide ku Babanan ji holê rake.” Ji ber vê yekê jî Babaniyan her carekê xwe dida aliyekî, bi yê din re şer dikir.
Ji mîrekên Bebeyê Bekir Beg çav berdabû Kerkûkê. Ji lew, di nava wî û Osmaniyan de şer derket û Bekir Beg hat kuştin (1716). Baban pênc salan di bin desthilatdariya Osmaniyan de ma. Piştre Xane Paşayê biraziyê Bekir Begê bi dewleta Osmaniyan re li hev kir û di sala 1721’ê de heya derekê dîsa welatê Bebeyê xist bin destê xwe. Ji ber ku Xane Paşa bi Osmaniyan re çû sefera îranê îdareya Erdelanê jî ket bin destê Babanan. Lê di şerê Xanê Efxanî û Osmaniyan de ji ber ku Xane Paşa aligiriya Xanê Efxanî kir û bû sedema şikestina leşkerê tirkan. Heta destpêka dewra Nadir Şahê Îranê, îdareya Erdelanê di dest Xane Paşa de ma û Baban jî di dest Xalid Paşayê kurê Bekir Beg de bû. Di dema Xalid Paşa de mîrektiya Baban û Soran dest bi şer kirin û bi vî awayî Koy ket destê Bebeyê. Nadir Şah di 1730’an de Erdelan ji destê Babanan stend û di sala 1743’an de hakimiyeta Bebeyê xist destê Selîm Paşayê kurê Bekir Beg. Di heman demê de Osmaniyan jî Silêman Paşayê Kurê Xalid Paşa kirin hakimê Bebeyê. Ev yek bû sedema qirkirinên giran û şerê navxweyî. Ji Silêman Paşa û şûnde jî gelek nav hatin ser desthilatdariya mîrektiyê, em dikarin dûr û dirêj behsa wan bikin lê ji ber ku nivîs dirêj nebe ez dixwazim bes vê yekê bêjim ku ji Silêman Paşa û vir de taybetmendiya Babanan ya herî bi nîşan şerê navxweyî û malbadî bû. lewre gav birayan bi hev re şer dikirin, gav jî vê mîrektiyê bi mîrektiyeke din ya kurd re şer dikir. Evdirehman Paşa mîrê Babanan yê herî hêzdar û domdar bû. Di nava bîst û çar salan de sê caran bi Osmaniyan re şer kir. Du caran li derbenda Baziyan, carekê jî li nêzî Kifriyê bi leşkerên Osmaniyan re şer kir. Di dawiyê de Bexda girt, lê walîtiya Bexdayê nekir. Di derbarê walîtiya Bexdayê de wiha gotibû: “Rast e, ez walîtiya Bexdayê bikim ez ê mezintir bim, lê ez tasek ava welatê xwe nadim bi tevahiya welatê romê”
Dema Babaniyan ya herî hêzdar di mîrektiya Evdirehman paşa de ye. Sînorên vê mîrektiyê di dema xwe ya herî hêzdar de li bakur xwe digihîne Koy û Baneyê, li başûr xwe digihîne Kifrî û Qeretepeyê. Babanî bajarên wek Silêmaniye, Kirkûk, Hemedan, Koysancak, Qesra Şêrîn û Zehewê bi dest dixin. Heta Longrîk di kitêba xwe de dibêje “Împaratoriya Babanan”. Babanan di dîroka berxwedana xwe de tim li hember du neyaran şer kirin: Osmanî û Îranî. Osmanî û Îraniyan baş dizanîbûn ku dê nikaribin bi şerê sor wan têk bibin. Ji ber vê yekê jî tim berdanhev xistin nava vê malbadê û bi vî awayî xwestin hêza wan bişikînin.
Serhildana Babanan a herî mezin di sala 1806’an de, bi serokatiya Evdirehman paşa çêbû. “Kurdên Babanî li Silêmaniyê li hemberî Osmaniyan serî hildan û alayiya Osmaniyan têk birin û desthilatdariya herêmê ket destê Evdirehman Paşa. Li piştî têkbirina vê alayiyê Osmaniyan êrîşeke din jî birin ser Babanan. Li derdora Kifriyê leşkerên Osmaniyan û Babanî ketin şer. Ji ber ku birayê Evdirehman Paşa, Xalid paşa û hinek merivên Evdirehman Paşa îxanet li wî kirin, Babanî têkçûn. Vê serhildana di serokatiya Evdirehman Paşa de, du salan li ber xwe da. Li dû vê serhildana mezin, di sala 1812’yan de kurê Evdirehman Paşa, Ehmed Paşa ji nûve serî hilda li hemberî Osmaniyan. Ehmed Paşa artêşa xwe ji çek û topên nûjen pêkanî bû û gelek leşker li xwe civandibûn. Bi vî rengî ajot ser Bexdayê lê hinek bûyerên ku Ehmed Paşa gumana wan nedikir qewimîn. Apê wî leşkerên girêdayî xwe ji artêşê girt û veqetiya çû aliyê dewleta Eceman. Di heman demê de Silêmanî jî dagir kir. Birayê Ehmed Paşa jî bi waliyê Bexdayê Necîp Paşa re tifaq danî.” Ji ber van sedeman herdu serhildanên Babanan yên mezin negihan serî û Babanî bi vî rengî têkçûn.
Ji herdu serhildanên Babanan meriv dikare çend mînakan hilbijêre ku ew mînak dê di pêşerojê de jî gelek caran bibe sedema têkçûyîna raperîn û serhildanên kurdan. Mînaka yekem îxanet e, ya duyem jî şerê navxweyî ye. Bi rastî jî em ê di serhildanên din de jî bibînin ku ev her du mînak dê her car derkevin pêşiya me.
1 C.J.Edmonds: Kurtler, Turkler, Araplar, rp:83
2 Dr.Kaws Kaftan:Baban, Botan, Soran, rp:15
3 M.Emîn Zekî Beg: Dîroka Kurd û Kurdistanê, rp:544 Dr.Kaws Kaftan:Baban, Botan, Soran, rp:22 Dr.Kaws Kaftan:Baban, Botan, Soran, rp:19 Ethem Xemgîn: Kurdistan Tarîhî, rp:516
mihemedronahi@hotmail.com
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder