23 Haziran 2012 Cumartesi

Berxwedêrên Kurd di Zîndana Edeneyê de bi derziyê hatin kuştin!


Piştî Serhildana Agiriyê Zîndana Edeneyê li Serhedê weke keleha zilmê hat binavkirin. Ev zîndan di gelek stranan de tê bogin, ji her du kesên ku çûn vê girtîgehê kesek vegeneriya. Di zîndana Edeneyê de hin berxwedêrên Kurd bi derziya jehrê hatin kuştin.

Yek ji mezintirîn raperînên Kurdan Serhildana Agiriyê bû. Serhildan li Serhedê dest pê kir, êdî erdnîgariya Serhedê bibû cihê komkujiyan. Bi dehhezaran Kurd hatin kuştin, yên man jî hatin sirgunkirin. Di vê demê de kesên hatin girtin jî ji bo darizandinê şandin Edeneyê. Piraniya vana ji ber nexweşiya tîfo ya di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dan. Piştî cezayê wan qediyan, ji neçarî li bajarên Anatolyayê belav bûn.

Bîranînên Hesen Gurbuz ên li Zîndana Edeneyê agahiyên nû yên der barê Serhildana Agiriyê de derxistin holê. Li gor bîranînên Gurbuz ê ku bi xwe beşdarî Serhildana Agiriyê bibû, zêdetirê 200 berxwedêrên Kurd li vê zîndanê bi derziya jehrê hatin kuştin.

Di dema Komkujiya Zîlanê de 44 kesên ji malbata Hesen a li gundê Gomik anîn gundê Cergerşînê, li Bêdera Meroyê Bira hatin gulekirin û kuştin. Termên wan hefteyekê li ber tavê man. Piştre jî li wir spartin axê. Piştî Karên Avê ya Dewleta Tirk di salên 1950’yan li wê derê dest bi kolandina cowa avê kir, hestiyên malbata Hesen tê dîtin. Ji wir derxistin û birin li gundê Papişkînê spartin axê. Kurê Hesen, Mehmet Gurbuz kopiyek ji bîranînên bavê xwe yên ji Komkujiya Zîlanê mane û nasnameya wî dan min.

Ev bîranînên tam wiha hatin nivîsandin (Ji Tirkî hatine wergerandin):

“Hema piştî Komkujiya Zîlanê, piştî ku fermana mirinê rabû, ji milîsên li Erdîşê Îdrîsê Cewo, Silêmanê Cewo, Sidiqê Heso, Şerîfê Tetal, Derwêşê Botî (ji gundê Xaçrof) hemû pêşengên Zîlanê bi destê dewletê xistin hindurê Mizgefta Kara Yûsûf Paşa ya niha. (Bodrumên vê mizgeftê di wê demê de weke zîndan hat karanîn) Piştî wê jî bi hewla milîsan, ango kesên milîsan ji wan hez nedikirin şandin Edeneyê…

Wê rojê Keremê Elî wiha got; “Xwezî ez jî bi we re bihatibama..” min jêre got; “Xeman nexwe, tu dê jî piştî çend rojan bê…” (Ez jî di nava kafîleyên dihatin sirgunkirin de bûm.) Keremê Elî got; “Na min naşînin. Ji ber ku 5 meh beriya komkujiyê Îdrîsê Cewo û Silêmanê Cewo min dabûn girtin. Dizanim dê min bikujin.” Piştre jî min û birayek ê min şandin navçeya Bucak a Bûrdûrê. Li gel me ji gundê Êrşatê Zade Beg, ji gundê Pertaxê Seîdê Evdî, ji gundê Axbaşê Siltan, ji gundê Arkakê Şekirê Delo, Bekirê Delo, birayê min ê din Mîrze jî hebûn. Piştre jî birayê min şandin Zîndana Edeneyê. Gava min bihîst birayê min Mîrze şandine Zîndana Edeneyê, min ji cihê sirgunê firar kir. Ez ketim ser rêyan, piştre li rastî Kotê yê ji eşîreta Bekirî hatim. Kotê jî ji Antalyayê ji sirgunê reviyabû (…). Me û Kotê rê û rêbaran nedizanî. Çil rojan me li avabûna rojê meyzand û meşiyan, em gihiştin Zîlanê. Min destpêkê xwest beriya her tiştê Îdrisê Cewo bikuşim. Lê gulleyên me reşand li Îdrîsê Cewo neketin. Ji ber wê jî Yeko Axa û mamê min Efendî dibêjin; “Ev her du dê bibin belaya serê me. Dê ji ber van her duyan zarokên me yên mane jî bikujin. Divê em her duyan radest bikin.”

Bi vî awayî min û Kotê girtin. Em ji hev veqetiyan. Qereqol bi qereqol min gerandin. Dê min bibiribana Bûcaka Bûrdûrê, ez li Panosê careke din reviyam. Vê carê ji bo ez aqibeta birayê xwe hîn bibim ez bi awayekî çûm Edeneyê. Min rêyek peyda kir, hêvî ji dozger, leşkeran kir û ez çûm serdana birayê xwe. Kesê min beriya her kesê ew dît berxwedêrê navdar Yusuf Merûf bû. Merûf ji min re got; “Tu beriya 20 deqeyan bihata, birayê te dijiya. Birayê te mir. Cenazeyê wê li hewşê ye.”

Piştî ku min cenazeyê birayê xwe dît, ji neynoka tiliya lingê wî heta lingên wî hemû bedena wî mîna komir reş bibûn.(Piştre jî gelê herêmê her tim di got girtiyên Zîlan ên di Zîndana Edeneyê de bi nexweşiya Hêtereşê mirin) Min ji Yûsûf Marûf pirsî; “Mamo birayê min çima mir? Çima lingên wî ewqas reş û şîn in?” Yûsûf Merûf bersivand ; “Lawê min; milîsên li Erdîşê der barê girtiyên li vir de rapor şandine. Gotine ‘Divê hin girtiyên li Edeneyê êdî venegerin Erdîşê… Ger vegerin dê ziyanê bidin me.’ Derzî li birayê te xistin. Kesên derzî lê dixin, hemû bi vî awayî dimirin. Li vir bi derziyên jehrî me yek bi yek dikujin.”Min wê rojê 10 cenaze li wir dît. Min ji girtiyên li derdora xwe kom bûne re got; ‘Zêde li derdora min kom nebin, dê min jî bigirin.’

Gava ji girtîgehê derdiketim, leşkerek nasnameya min xwest, gava di nasnameyê de hevoka “Surguna Bûcak Bûrdûrê” dît, hema min girtin û avêtin girtîgehê. Di odeya min avêtin têde ‘Mirzê Baso, Mihemedê Baso, Elîyê Baso, Reşê Baso, Evdîyê Baso… ango her kesê ji malbata Baso li wir bûn. Yek ji Felahên Edeneyê jî li wir bû. Yeke qelew bû. Qebedayîtî dikir. Herî dawî me xwe ne girt; me ew şand nexweşxaneyê. Min rojek li hewşê ji Yusuf Merûf pirsî; ‘Di girtîgeha Edeneyê de çend berxwedêrên Zîlan û Agiriyê hene?’; wiha bersiv da: ‘Di Zîndana Edeneyê de 750 berxwedêrên Kurd hene. Ji vana zêdetirê 200 kes bi derziyên jehrê hatin kuştin. 300 ji ber cezayê darvekirinê li ser wan heye, birin beşek din a zîndanê. Me hê tu agahiyek ji wana wernegirtiye. Mirî bin, sax bin, em nizanin..’ Nêzî 1500 girtiyên Agirî û Zîlanî di Zîndana Edeneyê de hatin kuştin. Piştî çend mehan ez li vir mam, dîsa hatim sirgunkirin. Piştî sala 1948’ê sirgun rabû û vegeriyam Zîlanê, lê diçûm Erdîşê û min li wir îmze dida.Ez diçûm serdana hemû berxwedêrên ji sirgunê vedigeriyan. Yusuf Merûf jî bi saxî rizgar bibû û vegeriyabû. Li gundê Axçirayê bi cih bibû.”

Kurê Hesen, Mehmet Gurbuz wiha behsa dîtinên xwe yên der barê bavê xwe de dike: “Rojekê bavê min diçe serdana Mihmedê Baso yê li gundê Ziyaretê ku nû ji sirgunê vegeriyabû. Ez jî bi wî re çûbûm. Qala Zîndana Edeneyê dikirin û digiriya.Dîsa ez carekê bi bavê xwe re çûm gundê Akrakê; li wir jî Bekirê Delo vegeriyabaû. Em diçûn gundê Axbaşê; li wir jî Siltan bi saxî Ii Zîndana Edeneyê filitîbû. Aşê wî yê ard hebû. Navê hevsera wî se Hevsê bû. Ango girtîgeh … Piştre ez û bavê xwe em diçûn serdana Mistefayê Tosin Axa. Ew jî hatibû sirgunkirin. Mistefayê Tosin Aga, bavê Parlementerê AKP’ê yê Wanê Kerem Altunê di sala 2007 de hat hilbijartin bû. Bapîrê Kerem Altûn Tosûn Axa jî sirgunê Denîzlîyê kiribûn. Bavê wî wiha digot; “Gorra bavê min li Denîzlîyê ye” û digiriya.”

NÛÇEYÊN DER BARÊ ZÎNDANA EDENEYÊ DE DI ROJNAMEYÊN TIRK DE HATIN WEŞANDIN

28 mijdar 1931 rojnameya Cumhuriyet

“Dê vê hefteyê rûniştina doza 700 eşqiyayên Agiriyê li Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê dest pê bike. Niha 192 kes anîne vî bajarê me.”

24 tebax 1932 rojnameya Akşam

“Li Edeneyê 106 eşqiya tên darizandin. Di nava vana de hin beg jî hene.”

(…) di nava bersucan de hin beg û begzade jî hene.

Ji vana Sico Axa û Yusuf Îsmail, Bedri û Nadirzade Îbrahim beg, ji bo xwe ji parêzeran Nazmî Beg girtine…”
Rojnameya Şehend a li Îranê jî di hejmara xwe ya 7’ê berfabara (kanûn) a 1930’ê de wiha gotibû:

“Ereb dibêjin ku, mirovek bi aqil tu carî carek din tiliya xwe naxe kûna ku dupişk berê têde bi wî ve dabû. Lê Kurdan di heman kunê de xwe çend caran jehrî kirin. Kurd dibêjin; “Meh lingê berxika xwe naşkîne. Yên li lingê me dişkînin ne Tirk in.” Belê, karesateke pir mezin hat serê Kurdan. Û kesên ji bo vê encamên hewl didan jî gihiştin mirada xwe.’ Dîsa serhildan di sala 1932’ê de hat têkbirin.”

Li gorî çavkaniyên Ermeniyan Tirkan nêzî 50 hezar Kurd kuştin, nêzî 500 gundên Kurdan şewitandin. Li gorî çavkaniyên Kurdan, 12 balefirên Tirkan hatibûn xistin. Li hemberî vê jî Tirkan 203 gundên Kurdan wêran kiribûn. Li gorî Tirkan jî hejmar pir hatiye zêdekirin. Ji ber ku heta niha dosyayên der barê serhildana Kurdan de nehatine vekirin, niha nayê zanîn bê çend hezar kes hatine qetilkirin. Di 23’ê gulana 1932 rojnameya Swêdê Dagens Nyheter nûçeyek belav kir û diyar kir ku di encama darizandina li Edeneyê de cezayê mirinê li 44 kesan hatiye birîn. Ji bilî yên firar kirine û yên temenê wan biçû 31 kesên (navên wan nayên zanîn) hatine darvekirin.

Sedat ULUGANA

ANF NEWS AGENCY

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder