25 Kasım 2011 Cuma

Neviyê Xalit Begê Cibrî Qala Serhildanên Agirî Dike



NEVİYÊ XALIT BEGÊ CIBRÎ DIAXIVE

Neviyê Xalit begê cibrî qala hinek bîranînên kalikê xwe û daxistina balefiran kir, me jî nivîsî.

Kurdên me li bajarekî Kurdistanê balefireke dewleta tirka daxistene erdê, dewleta tirka ji Agiriyê bigire heya Wan, Bilîs, Milazgir, Gever, Şirnex û Colemêrgê ketine gunda, 500 serokên êl, axa û mezinên kurda hildan birine Meyîtxana (Morg) Erziromê.

ew 500 mêrên kurda birin kirine meyîtxanê, di dav wan de kalikê min jî (Xalit beg) hebû.
dewletê her roj du kes dibir darve dikir û dikuşt, hevalên kalikê min ji kalikê min re gotin: beg te dît filankes jî birin berdan.

Kalikê min ji wan re got: werine vir ez li we re bibêjim, got na wana bernadin her roj du kesî dibin darve dikin, an jî dişewitînin.

Paşê kalikê min û yekî din ve birin dadgehê (mehkeme). ji boy parastinê pênc deqqe mafê axaftinê didane her kesî, pêşiyê dora axaftinê dana ew kesê ku ji kalikê min re çûbû. di derê dadgehê de cîhê ku mirava darve dikin jî dihate kifşê (xûya dibû).
wî kesî zanibû wê bê darve kirin, ji ber wê zimanê wî kesî nedizvirî ji tirsa nikari bû biaxive.

serokên dadgehê mêzekirin ku ew kesa nikare biaxive, kalikê min re gotin: me mafê wî yê axaftinê jî da te, heyetê jî deh deqqe da wan herdukan mafê kalikê min ê axaftinê bû bîst deqqan.

kalikê min got: Ez zarok bûm min dixwend, apekî min hebû neh zarokên wî û kereke wî û bizineke wî hebû.
Apê min sibê zû rabû ji jina xwe re got: ezê herime êzinga (dar) hinek mast (xatix) bîne ez bixwim û herim.
(Şîrê bizinê çar rojan kom dikirin û ew şîra dimeyandin dikirine mast. neh zarokên wan û wan ve bi vî mastî ve debara xwe dikirin)

Jinekê got: diçe mêze dike ku mast tune, tê dibêje mast tune

Apê min dibêje: Qîzê zarok ranebûne, min nexwariye te nexwariye çawa bû mast ?

jinik diçe hinek mêze dike ku devê kerê hemû bûye mast: kerê hildide t3ine, dibêje waye kerê mast xwariye. devê wê hemû bûye mast

hêrsa apê min tê, lêdixe kera xwe dikuje.

çend roj din dîsa diçe êzinga, vê carê ker jî tune êzinga bi pişta xwe ve tîne malê.

tê malê rûdinê dîsa ji jina mast dixwaze

jinik dibêje: mast tune

apê min dibêje: cara dinê kerê xwar vê carê çawa bû îcarê kî mast xwar ?

ji derve mêze dikin ku roviyek direve, dûvê wî hemû bi mast geriya ye.

herdik jî fêm dikin ku, kerê mast nexwariye. rovî mast xwariye û dûvî xwe jî ji devê kerê xistiye. wan gunehê kerê hildaye, ker bê guneh hatiye kuştin. apê min û jina wî gelekî poşman dibin.

Kalikê min ji dadgehê re got: Serokên dadgehê we niha ji boy balefireke xwe 500 mêr girtine, her roj du kesî darve dikin.

piştî vê gotina kailkê min, dadgehê kalikê min darve nekir, ew dîsa şandine meyîtxanê û ew kesê cem wî birin darve kirin.

panzdeh roj piştî wê rojê hatin kalikê min, Seyît elî û Şêx şabedîn ve birine Bilîsê darve kirin.
piştî darve kirina kalikê min sê roja tavê (roj) neda rûyê erdê.

Kurdên me balefirek jî, li vir navenda Agiriyê, dewsa adliya (dadxane) Agiriyê daxistin erdê.

Ew kesê ku neviyê Xalit begê Cibrî ye niha gundê girêdayî navenda Agiriyê, yê bi navê Ezraîl dijî.

Agirî Ararat

07.11.2011

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder