9 Ağustos 2010 Pazartesi

Osman Sebrî (1905–1993)


HEYDERÊ OMER

2 BEŞ


BEŞA YEKEMÎN

Serdema Osman Sebrî

Gava lêkolînerek bixwaze helbestvanekî, nivîskarekî, kesayetiyekê, an diyardeyeke civakî, rêzanî, an ramanî û wêjeyî, ji bo lêkolînêkê bike mijarek, bê guman wê berê xwe bide serdema ewê mijarê, ji ber ku hemî diyardeyên mirovane, çi zanistî bin, çi ramyarî, rêzanî, civakî, wêjeyî bin, ligel çerxa xwe girêdayî ne, û bandûra wê çerxê li wan zor numa ye.

Lewre divê em seredanekê li serdema Osman Sebrî bikin, û bi awakî ji awayan, li gor pêdiviyên vê lêkolîna xwe, em heyama wê çerxê nas bikin. Ev yeka wê li ser du beşan parve bibe; yek ji wan wê ji beriya bûyîna Osman Sebrî dest pê bike, û weha biçe ta şoreşa Şêx Seî’dê Pîran, û yê dî wê ji binxetbûna Osman Sebrî de dest pê bike.

Jiyana rêzanî, civakî û rewşenbîrî di navbera şoreşên herdu Şêxan de

Dema O.Sebrî Çavên xwe li vê dinyayê vekirin, hinek bûyerên germ di Kurdistanê, û hindirê Împeretoriya Osmanî de, dikeliyan. Zordestiya dewletê, ji herdu hêlên civakî û netewî de gelekî dijwar bibû, ta bibû sedema sereke ji bo xebata rizgarîxwaza hemî milet û neteweyên Împeretoriya nexwaş, çi li Belqanê û welatên Ereban, çi jî li yên Erman û Kurdan, gelek xebatên rêzanî û çekdarî diyar bûn. Herweha di nav Tirkan de jî tevgerên berbiçav û hêzdar peyda bûn, û gelek ramanên burjiwazî û dêmoqratîk, di bin bandûra êdeolojiya burijwaza ewrupî de, derbasî nav Turkan bûn û di hişên gelek ronakbîran de lûs ji xwe re dîtin. Parta Ciwantirk xwe bi wan ramanan hêzdar kir û hewil da ku Împeretoriya pîr û nesax ji mirinê û herifandinê rizgar bike, mozayîka wê ya netewî biparêze(1) û hemî hêzan li dijî sultanê dewletê bixe hindirê refekî. Pirsa netewî, di vê heyamê de, xwe bi hêz numa kir, û hemî tevgerên azadîxwaz ên gelên bindestên Osmaniyan ketin doza xebateke netewî, ta ku nema agirê vê xebata rûmetdar vedimre.

Gelê Kurd, wek hemî gelan, têra xwe xebateke dijwar ajot, û agirê gelek şoreş û serîhildanan pêxist, nemaze şoreşa Şêx Ubeydullayê Nehrî sala 1880-ê, ya ku tirseke mezin xiste dilê destlata Osmaniyan. Evê şoreşê pirogrameke numa hebû, hemî nîr û rewşên der û hindir li pêş xwe sayî çav lê da bû, lê mixabin berjewendiyên Turkan, Farisan û Rûsan gîhane hevdu, û hêzên wan hersê dewletan ew şoreş ji hersê aliyan ve dorpêç kirin, ta ku bi awakî hovane û xwînî perçiqandin û gelek kesên kurd kuşt in û penaber kirin, û gelek gundên wan bi qadê re dûz kirin(2).

Têkçûna evê şoreşê xebata Kurdan sist ne kir, lewre jî wê her gav bala sultanê Osmanî dikşand, û derûna wî dixuran, ji ber vê yekê ewî berê xwe da dek û pilanan, da Kurdan du-sê beşî bike. Bi vê boneyê sultan Ebdilhemîd, sala 1891-ê hêzeke leşkerî bi navê (Siwarên Hemîdî) ji Kurdan, di bin serpereştiya serokeşîran de, çê kir û gelek bexşîş û diyarî dane wan siwaran da ku wan li dijî her du gelên Kurd û Ermen bikar bîne, û birîneke xwînzê di refê Kurdan de veke. Herweha gelek dibistanên olî û leşkerî li nava Kurdan ava kir, da tenê zarokên serokeşîran tê de bixwînin, û bi awakî bêne perwerdekirin, ku her û her dilsozên sultanê Osmanî bimînin. Ligel vê gavê, ewî dibistaneke taybet li Qustentînê (Istenbol) bi navê (Dibistana eşîrtiyê – E’şîret mektebi), ji bo zarokên serokeşîrên Kurd û hinek famîleyên Elbanan û Ereban ava kir, da ristên leşkerî û zanînên olî tê de hîn bibin. Mebesta sultanê Osmanî ew bû ku zarokên serokeşîran wek dîlan (êsîr) li Qustentînê bihêle, da ewana serêşiyan ji wî re peyda nekin. Lazaryêf dibêje: “Sultan Ebdilhemîd ev yeka eşkere li xwe na”(3).

Dêmek sultanê Osmanî dixwaste wan zarokan bi xwe ve girêde, da ku her û her bervedêriya wî bikin. Lê pir ne çû heya pirên wan şagirtan li hember wî rabûn, û doza Kurdistana azad û serbixwe di dil û hişên wan de bû baweriyeke bê hempa. Bi rastî rabûn û rûniştina wan li Qustentînê rê li pêş wan vekir ku pêrgî ramanên azad bên û bikefin bin nêrînên netewî, yên ku destlata dewletê şerê wan dikir. Ji ber vê yekê sultanê osmanî, sala 1906-ê, deriyê wê dibistanê girt.

Bajarê Qustentînê, wek Celîlê Celîl dibêje, hin bi hin bû navendeke rêzanî û êdeolojî, ne tenê ji bo ramyarên azadîxwaz û ronakbîrên Turkan, belê ji bo hişyariya netewî a kurdî jî, ji ber ku gelek kesên Kurd li wî bajarî leşker bûn, an karmendên dewletê bûn, an di bin çavdêriya rijîmê de, bi kotekî, li wir cîwar bibûn, an jî xortên xwendevan bûn, ku ji ramanên netewî têr vexwerin, û pirên wan, bi dizî, vegeriyan Kurdistanê(4).

Zordariya destlata dewletê gelek pêşverûyên Turkan û ronakbîrên Kurdan bêgavî mişextiyê kiri bûn. Ewan ronakbîran berên xwe dabûn Ewropayê, û li wir jî, ji bo hêviyên gelê xwe, bibûn xebatkarên hêja, û bizav dikirin ku hinek guhertinên burjiwazî li welatê xwe peyda bikin. Lê mixabin bingeha civakî û aborî ya Kurdistanê, li pêş wan bizavan bû kend û bend. Lê tevî vê yekê, ew ronakbîran bê hêvî ne bûn, û dest ji xebatên xwe yên rêzanî bera ne dan. Evê xebatê rojnamegerî ji bo xwe wek alaveke kêrhatî dîti bû, û yekemîn car di dîroka kurdî ya nû de, rewşenbîrê mezin Miqdat Midhet Bedirxan, sala 1898-ê dengê xwe li ser rûpelên rojnama (Kurdistan) gîhande gelê xwe.

Ev rojname li Qahîreyê derket, û hejmarên wê di riya Sûriyê re derbasî hindirê Kurdistanê dibûn. Lê pir ne çû, ji neçarî, cihê xwe guhart û çû Jinêvê li Siwêsrayê, û Ebdilrehman Bedirxan bû sernivîserê wê. Erka wê ew bû ku roleke ronakbîrî bilîze, lewre berê Kurdan berve xwendin, zanîn û yekbûnê dida, û paşvemayîna gelê Kurd wek encamekê ji encamên zordestî û helwesta rêjîma Osmaniyan didît. Lê ji hejmara 16-ê û pê ve, Ebdilrehman Bedirxan pênûsa xwe ajot ser sultan, û ew jî wek kelemekê li pêş birêveçûna gelê Kurd salix da.

Mirov dikare bêje, evê xebata rêzanî çarçewa xwe firehtir kir û hinek şêweyên dî bikar anîn, wek raperîna Dêrsimê sala 1905-ê (sala bûyîna O.Sebrî ye) û pêşandana Kurdan li Qustentînê sala 1906-ê, ya ku jînên Kurd jî tê de hevpar bûn, û pêşandana sala 1907-ê, ya ku pênc hezar kes hevparên wê bûn. Li kêlek van bizavan, ronakbîrên Kurd li Qustentînê çalakiyên xwe duqat û firehtir kirin û li derdora Şêx Ebdilqadirê Şêx Ubeydulla civiyan. Hinek rewşenbîrên Kurd ji Ewrupayê vegeriyan, û rayên gelekan li hevdu hatin aşlekirin, û baweriya avakirina rêxistneke rêzanî û civakî ji wê aşlekirinê der kete holê.

Herdu kesayetiyên Kurd, Emîn Bedirxan û Şêx Ebdilqadirê Şêx Ubeydulla ev rêxistin, sala 1908-ê li Qustentînê, di bin navê (Kurd tea’win ve tereqqî cemi’yetî – Komela Hevkarî û Pêşveçûna Kurd) de damzirandin, û li goreyî duruşmên (Ciwanturk), yên ku yekîtiya hemî gel û neteweyên Împeretoriya Osmanî û vejandina destûra sala 1876-ê erk û mebesta wan bûn, li goreyî wan duruşman, komela Kurdan jî pirogirama xwe saz kir, û ji bo pêkanîna evan erkên jêrîn xebata xwe domand:

1-Avakirina dibistanan li her deverên ku Kurd lê hene.

2-Zimanê kurdî li Kurdis-tanê bibe zimanekî fermî.

3-Avakirina zangoyekê li Kurdistanê.

4-Çapkirin û weşandina roj-name û kovarên rêzanî bi zimanê kurdî.

5-Binavkirina nûnerkî kurdî yî domdar di komîta dewletê de, û avakirina bingeha aborî li Kurdistanê. (5)

Gelek kesayetiyên Kurd, yên hukardar, bûn endamên vê rêxistina ku di demeke kurt de karî bû, li nik rêxistin û nûnerên Ereb û Ermen û neteweyên dî, wek nûnerê Kurdan bête naskirin. Evê rêxistinê rojnameya “Kurd” wek zimanhal, roja 9-ê Çiriya Paşîn sala 1908-ê, weşand(6).


Apo Osman Sebrî

Çalakiyên vê rêxistinê sînorên Qustentînê derbas kirin û gîhan Kurdistanê; gelek liqên wê li Amedê, Betlîsê, Mûsilê, Mûşê, Erzreomê û Bexdayê jî ava bûn, û pê re jî komeleyek ji bo xwendinê damezirand, navê wê (Kurd neşir me’rîfet) bû.

Çalakiyên wan liqan, nemaze kilûpa Betlîsê, gelekî fireh bûn, endamên wê ji yên kilûpa dewletê li Betlîsê (Îttîhad ve tereqqî – Hevgirtin û pêşveçûn) pirtir bûn, lewre jî wê tirsek xisti bû hindirê kilûpên dî, ya Ermeniyan û ya dewletê, nemaze jî çalakiyên wê sînorên rêzanî, rewşenbîrî û civakî derbas kiri bûn, û gurûpên çekdarî ji endamên xwe çê kiri bûn. Ji ber vê yekê dewletê çavên xwe li wê kilûpê sor kirin, heya ku deriyê wê, sala 1909-ê girt, di dû re jî hemî kilûpên Kurdan, li deverên ku lê hebûn, hatin girtin.

Sala 1910-ê di dîroka têkiliyên “Ciwantirk” ligel neteweyên dî saleke bi nîşan bû. “Ciwanturk” di wê salê de helwesta xwe li hember hemî neteweyên dî, yên ku vêkra li hember rêjîma Sultan berxwe didan, guhart û li dijî erkên wan neteweyan kar kir. Lê tevî vê yekê xebatên neteweyên ne Turk jar ne bûn, û tevî ku hemî kilûpên Kurdan hatin girtin û qedexekirin, xebatkarên Kurd dest ji erkên xwe bera ne dan. Ji vê salê û pê ve tevgera azadîxwaza Kurd derbas qonaxeke nû bû, û raman û helwestên serkêşên rêxistina “Hevkarî û Pêşveçûna Kurd” wek agirekî pêketî man, ta ku mirov dişê bêje, ew yekemîn rêxistin bû ku doza kurd wek encamekê ji encamên qonaxa pêşveçûna rêzanî û civakî berve pêş de bir.

Rast e, hevkarên Turk (Îttîhad ve tereqqî) hemî kilûp û komeleyên Kurdan qedexe kirin, lê cengên wan li Belqanê ew gelekî jar kiri bûn, û pê re jî partiya (Huriyet ve îtîlaf) gelek rexnên giran dajote ser wan, ta wezareta (Ciwnturk) şikest û heyameke layiq ji bo Kurdan lê hat ku hukardariya wan rêberên pêşî berê xwe bide: xwendevanên Kurd li Qustentînê sala 1912-ê komeleya “Hêvî” damezirandin.

Ev komele yeke çalak bû, serokê wê Omer Cemîl Paşa bû. Qedrî Cemîl Paşa jî sekretêrê wê bû. Gelek endamên wê jîrek bûn, mîna Fuad Temo, Memdoh Selîm û hinên dîtir(7). Têkiliyên wê komelê jî ligel neteweyên dî pir fireh bûn. Evê komelê jî, mîna yên beriya xwe, çalakiyên xwe wek dîlên salonên Qustentînê ne hêşt, belê liqên xwe li Erzeromê, Betlîsê û li Lozanê jî ava kirin, û rola rageyandin û rojnamegeriyê baş nas kir, lewre jî kovara “Roja Kurd”(8) derxist û pênûsên jîr li derdora wê civandin. Ewan pênûsan rûpelên wê kovarê, bi nerîn û helwestên zanistî, xemilandin.

Tiştê balkêş ew e, tevî ku ev komele ya xwendevanan bû, lê gelek endamên wê ne xwendevan bûn, kar û xebata wê bi zanîn û serpêhatiyên (tecrûbe) xwe hêzdar dikirin, nemaze Salih Bedirxan û Necmedîn Kerkoklî û hinên dî, yên ku doza netewa kurd li ser rûpelên “Roja Kurd” şirove dikirin û pirsa rizgargirina Kurd û Kurdistan eşkera digotin. Ji ber evan helwestan destlata dewletê ew kovar, piştî hejmara 4-ê, qedexe kir û gelek nivîsevanên wê, mîna Salih Berdixan, avêtin hindirê zîndanan.

Endamên vê komelê, ya ku ji neçare û ji ber stema dewletê karê xwe li destpêka Şerê Cîhanê yê Yekem rawestand, û nivîsevanên vê kovarê zanî bûn ku gelê nezan nikare xwe pêş ve bibe; nikare civaka xwe li ser bingehên zanistî ava bike. Lewre roleke rewşenbîrî lîsti bûn û pirsa xwendinê kiri bûn erkeke sereke ji erkên xebata xwe.

Pêşengên ronakbîriya kurdî, di vê qunaxê de, rola rewşenbîriyê baş nas kiri bûn û di nirxê ramanên nû, ku ji Ewrupayê de dihatin û sînorên Împeretoriya pîr derbas dikirin, gîşti bûn. Lewre jî têkiliyên xwe digel neteweyên dî, yên bindestên Osmaniyan bûn, diparastin û sûde ji wê heyamê werdigirtin. Xebatên Ebdilrezzaq Bedirxan di vê penavê de nirxbuha bûn. Evî mirovî dostaniya Kurdan û Ermenan doz dikir, û di navbera salên 1910–1913-ê de gelek bizavên berbiçav kirin, ku kari be alîkariya Rûsan, ji bo raperîneke çekdarî, bistîne. Lê mixabin Rûsan berjewendiyên xwe di ser Kurdan re girtin û xwastin ewî rêberê Kurd tenê ji bo wan berjewendiyan bikar bînin. Tevî vê yekê ew mirov sist ne bû, û karî bû digel Simko komeleyeke ronakbîrî, navê wê “Gîxwende” bû, sala 1913-ê li bajarê Xoyê damezirîne. Evê komelê pirogrameke ronakbîrî ye nixbuha hebû.(9)

Di evê heyama layiq de, ya ku bi ramanên çanda Ewropayê û bi bermayên zanînê dihate aşlekirin, yekemîn çapxaneya kurdî sala 1915-ê li bajarê Helebê bi destên Husên Hiznî Mukuryanî hate damezirandin, û ta sala 1925-ê li wir ma, hinek pirtûk çap kirin û bû alîkara durustkirina bingeha ronakbîriya kurdî.

Gava Şerê Cîhanê yê Yekemîn, sala 1914-ê, dest pê kir û dewleta Osmanî li kêlek Almanyayê kete cengê, dîsan Kurdan bizav kirin ku sûdeyê ji Rûsyayê bigrin û şoreşekê li dijî Osmaniyan pêk bînin, lê mixabin hewildanên Kamil Bedirxan û yên Şêx Tahayê Sidîqê Şemdînanî kef ne dan(10). Herweha civata ku gelek rêberan sala 1919-ê li (Kaxtê), ji bo karekî çekdarî, girêda bûn jî bi ser ne ket, û pê re jî berê Kurdan dîsan berve riyên xebata rêzanî – vê carê dîplomatîkî jî – çû. Serkêşê evê xebata dîplomatîk Şerîf Paşa bû, ewî doznameya kurdî pêşkêşî kongira Firasayê kir. Lê peymana Sîvirê, ya ku sultanê Osmaniyan Mehmedê Şeşê ligel dewletên serketî roja 10.08.1920-ê îmze kiri bû, pirsa kurdî gelekî biçûktir kir, lê tevî wê jî Mistefa Kemal Ataturk, yê ku stêrka wî piştî cengê li Tirkiyayê geş bû û wek avakerê Tirkiya nû kete dîrokê, biryarên Sîvirê, li kongira Lozanê 23.07.1923-ê tuneyî kirin, û Kurd û Kurdistan xist bin stemeke dijwar. Ev jî bû sedema pêxistna agirê şoreşa Şêx Seîdê Pîran.

* * * * *

Jêder û ravakirin:
Jêderêm me bi herdu zimanên kurdî û erebî ne. Lewre jî emê navên wan bi zimanên wan, li vir, deynin:

1.

Hêjaye em bêj in ku Celîlê Celîl di pirtûka xwe de, ya ku me li jor bi nav kirî, behsa rola Rûsyayê di perçiqandia vê şoreşê de nake. Binêr: Rûpel 16.

2.

3. Binêr: Celîlel Celîl, jêderê berê, bi zimanê erebî, rûpel 20.

4. Binêr: Jêderê berê, rûpel 20-31.

5. Binêr: Jêderê berê, rûpel 62, 63.

6. Ev rojnameyeke heftane bû û 8 rûpelên wê hebûn, tenê 9 mehan derçû.


8. Ji hejmara çarê de navê wê bû “Hetawî Kurd”.

9. Ji bo naskirina çalakî û xebatên Ebdilrezzaq Bedirxan, mirov dikare li van pirtûkên jêrîn veger e:

a) Celîlê Celîl: Avtobiografiya Ebdurrizaq Bedirxan, weşanên Havîbûn, çapa yekem, 1999, Berlîn/Almanya.













BEŞA DUYEMÎN

Her sê peyman û kongirên Sykis-Pîko, Firasayê û Lozanê beşê Kurdistanê yê bindestê Osmaniyan sê-perçeyî kirin, perçeyek ji wan bi ser Sûriyê ve xist in11. Di dû re sînorek di navbera wan perçan de hate danîn, lê wan sînoran nikarî bûn têkiliyên Kurdan ji hevdu bibiriyana, lewre jî danûstandinên wan berdewam bûn, û gava şoreşa Şêx Se’îdê Pîran, sala 1925-ê, li çiyayên Kurdistanê dest pê kir, dengvedana wê li Binxetê hêzdar bû. Husên Hiznî Mukuryanî hîngê kovara “Diyar Bekir” weşand, û bi wê piştgiriya şoreşê kir, pê re jî hîmê hevaltiya pênûs û tifingê, di xebata azadîxwaza kurd de, danî.

Şoreş neçû serî, belê Kemaliyan, bi alîkariya Firansiza, ku hîngê dagîrkerên Sûriyê bûn, û ya Hevgirtina Sovyêt, ew şoreş bi awakî hovane perçiqand in; serok û gelek hevpişkên wê bi darve kirin, pê re jî gelek hevpişkên wê û rewşenbîrên kurd, ji dest sitema rijîma Turkan, berên xwe dane Binxetê. O.Sebrî yek ji wan bû, ku di 24.12.1929-an de binxet bû12.

Ew rûmetdarên ku binxet bû bûn destgirêdayî neman, belê her tim vegera welêt bala wan dixuran û çavên wan ber ve Serxetê de dikşand. Lewre jî hertim têkiliyên wan bi hevalên wan re hebûn. Ev hêviya pîroz û têkilî û danûstandinên wan bibûn sedema avakirina rêxistina “Xoybûn” sala 1927-an, ku bibe partiyke rêzanî û civakî, ji bo şoreşekê li hember rijîma Tirkan bixebite. Bi rastî jî ev bizav bû, û “Xoybûn”-ê şoreşa Agirî, bi serokatiya Îhsan Nûrî Paşa, sala 1930-î, teqand. O.Sebrî jî, hîngê, wek serdarekî gelêrî, bi raya endamên “Xoybûn”-ê, hate binavkirin13.

Di vê heyama germ de Celadet Bedirxan, ku di damezirandina “Xoybûn”-ê de kesayetiyeke çalak bû, da ser şopa ronakbîrên beriya xwe, û sala 1932-an kovara “Hawar” li Şamê der xist, ku bibe zimanhalê “Xoybûn”ê, û rola rojname û kovarên Kurdistanê, wek Roja Kurd û Diyar Bekir bidomîn e. Bi rastî evê kovarê, di penava hişyariya netewa kurd li Binxetê de, roleke giranbiha hebû, ku hîmê bingeha wê dirust danî, û pê re jî wêje û çanda kurdî, li Binxetê, derbasî qunaxa nivîsînê bûn.

Her weha “Xoybûn”-ê gelek bizavên balatir kirin, û wek çawa rewşa rêzanî ya kurdî xem û qisaweta wê bû, weha jî çavên wê hertim li ser rewşa civakî vekirî bûn. Ewê zanî bû ku civaka nezan û belengaz wê, di penava rêzanî û pêşveçûnê de, hertim bikule, loma ewê sala 1932-an “Civata arîkariyê ji bona belengazên Kurd li Cizîrê” di bin serpereştiya Haco Axa de damezirand. Evê civatê pirogrameke numa hebû, pêjna saziyeke civakî û rewşenbîrî jê dihat14.

Evê saziya civakî, di jiyana Binxetiyan de, hukardariyeke mezin hebû. Ew li derdora wê diciviyan û xwe bi wê bextewar didît in, ta ku “Xoybûn”-ê, di bin bandûra wê helwestê de, gaveka dî ya hêja avêt û sala 1938-an “Nadiya (kilûp) Ciwankurd” li bajarê Amûdê, di bin serperştiya Mihemed Elî Şêxmûs (Şiwêş) de, damezirand. Evê kilûpê dibistaneke kurdî li Amûdê vekir, û wê komeke rêçenasên (keşaf) Kurd jî hebû15.

Bandûra vê kilûpê sînorên Amûdê derbas kirin, û Hesenê Haco Axa kilûpeke dî li Hisiçê vekir, ku tê de zarokên Kurd hînî zimanê dayikê dikir. Li Şamê jî kilûpa “Kurdistan” hate vekirin, û O.Sebrî tê de waneyên zimanê kurdî li pêş ciwanên Kurd şirove dikirin 16.

Evan kar û xebatên civakî û rewşenbîrî, ku “Xoybûn” bi wan radibû, ew bi carekê ji qada xebata rêzanî bi dûr nexist, belê her û her xebatên rêzanî xem û qisawetên wê bûn, lewre jî ewê sala 1937-an “Civata azadî û yekîtiya Kurd”, di bin serpereştiya dr. Ehmed Nafiz de damezirand. Çalakî û têkiliyên vê civatê didine xuyakirin ku “Xoybûn”-ê tenê dixwast navê xwe biguhêre, ji ber ku pêjna rêxistineke rêzanî ji wan tê(17.

Berê xebata Binxetiyan ta sala 1938-an hertim ber bi Serxetê ve bû, ku kari bin çareyekê ji bo doza kurdî li wir pêk bînin, nemaze jî di wan deman de raperînên Dêrsimê bi nav û deng bûn. Lê ji vê salê û pê ve pêjna qunaxeke nû ji çalakiyên kilûpa Amûdê tê, nemaze ji wê daxwaznameya ku Kurdên Cizîrê, di riya Firansa re, pêşkêşî Civata miletan (U’sbet el-Umem) kiri bûn, û tê de doza otonomiyekê ji bo Binxetê kiri bûn 18. Lê mixabin Şerê Cîhanê yê Diwem ew daxwazname berba kir, û pirsa kurdî li Binxetê, ta radeyekê, xiste bin bêdengiyeke sar.

Piştî rawestandina Şerê Cîhanê yê Diwem û vegera çekdar û leşkerên wê bo qijleyên xwe, cîhana birîndar destên xwe dane ser birînên xwe, ku wan bikewîn e, gelên bindest riyên rizgariya xwe peland in, Binxetiyan jî çavên xwe gerandin, lê ji bilî Partiya Komunîst ya Sûrî, çi tiştekî dî li pêş xwe ne dîtin, ji ber ku hemî kovar û rêxistinên wan (Xoybûn, Civata arîkariyê ji bona belengazên Kurd li Cizîrê, Civata azadî û yekîtiya Kurd) rawestiya bûn. Vêca gelek rewşenbîrên Kurd, ên ku çirûskeke hêvî di wê partiyê de dîti bûn, berên xwe dane wê. Hinek, mîna Cegerxwîn, Reşîd Hemo, Şewket Henan Nee’san, Xelîl Mihemed û hwd., bûn endamên wê, hinek jî, mîna O.Sebrî, bûn endamên “Civata Aşîtîxwazên Sûrî”, ya ku di bin siya wê partiyê de dixebitî, berî wan jî hinekên dî bibûn endamên “Tevgera Murîdan”, û hemiyan li kêlek niştimanperwerên ereb ên sûrî, şerê serxwebûnê li dij dagîrkerên firansî dajotin, ta ku Binxetiyan gelek cangoriyên xwe jî di wê riyê de dan. Lê mixabin gelê Kurd ji bermayên serxwebûna Sûriyayê bêpar man.


Apo Osman Sebrî

Partiya Komunîst a Sûrî, ji ber ku pirê endamên wê Kurd bûn, rojnameya “Dengê cotkar” bi zimanê kurdî weşand, lê ewê partiyê rê neda endamên xwe yên Kurd ku li doza kurdî xwedî derkefin. Loma jî ew rojname, piştî du hejmaran, rawestand, û pê re jî nakokiyeke numa di navbera endamên Kurd û ên Ereb de, hêdî-hêdî, dest pê kir, û bandûra xwe kişand ser xortên Kurd, yên ku li derdora “Yekîtiya ciwanên demoqratên cîhan” bûn19, çi wek endam, çi jî wek dost.

Evan hest û helwestên netewî, yên wan xortan, ku Partiya Komunîst a Sûrî nikarî bû têr bikirana, berên wan xortan ber bi avakirina rêxistineke kurdî ve kişand, nemaze jî piştî ku Edîb Şîşeklî sala 1954-an ji neçarî dest ji destlatiya sûrî bera da û reviya dervayê welêt. Hîngê heyameke demoqrat li Sûriyê peyda bû, û jiyana perlemanî hate vegerandin. Hinek xortên Kurd ev keys ji dest xwe bera nedan, lewre her çar camêran; Mihemedê Mela Ehmed, Samî Namî Ehmed, Ebdilezîzê Eliyê Evdê û Derwîş Mela Silêman sala 1954-an rêxistinek bi navê “Civata Yekîtiya Xortên Demoqrat ên Kurd” li Qamişloyê damezirandin. Ev rêxistin, wek çawa di bernameya wê de xuya ye, yeke (siyasî, çandî û civakî) bû 20, vê lomê wê şaxên xwe di nav Kurdan de danîn û têkiliyên xwe ligel miletên dî li Sûriyê, nemaze ligel Suryaniyan, danî û dirust kir, pê re jî hinek kar û xebatên çandî kirin 21.

Binxetiyan, li kêlek van bizavan, xebateke perlemanî jî dabûn ber xwe, û nûnerên wan di hilbijartinên perlemana sûrî de dibûn hevpişk, û pirê caran wan nûneran cihên xwe di perlemana sûrî de dadigirtin. Tevî ku wan nûneran xwe ji rêxistinên kurdî bi dûr dixistin, lê çakiyên hinekan, nemaze yên Ehmed Cefer Sêx Ismaîl Zade (Ehmed Zemçî), nûnerê Kurd-daxê, yekser karmendiya rewşa rêzanî ya Binxetiyan dikirin 22.

Evê heyama rêzanî ya Sûriyê û çalakiyên Kurdan, çi yên rêzanî û çi jî yên çandî, bûn egera hebûna partiyeke kurdî, ku rêberiya xebata Kurdan li Sûriyê bike. Herweha helwestên hinek rewşenbîrên wê demê, ku di komeleke çandî de dixebitîn23, wek O.Sebrî, Hemîd Derwîş û Hemze Niwêran, gîhane hev û damezirandina partiyeke kurdî pêwîst dîtin. Gava ev nêrîn li nav rewşenbîrên kurd belav bû, hinekên dî, wek Reşîd Hemo, Şewket Henan Nee’san, Mihemed Elî Xoce û Xelîl Mihemed, ew raman pejirandin û di civînekê de, li mala Mihemed Elî Xoce li bajarê Helebê, roja 14.06.1957-an, “Partiya Demoqrat a Kurd li Sûriyê) hate damezirandin24. Wê partiyê danûstandinên xwe digel “Civata Yekîtiya Xortên Demoqrat ên Kurd” û “Partiya Azadî”, ya ku Cegerxwîn û hinek hevalên wî, piştî ku xwe ji Partiya Komunîst a Sûrî vekşandin, çêkiri bûn, dirust kir, û ew tev li xwe kirin.

Piştî damezirandina partiyê, rêjîma dewleta Komara Erebî ya Yekbûyî, ku di navbera Sûiyê û Misirê de sala 1958-an ava bû bû, çavsoriyeke mezin û zoreke giran da ser partiyê, û gelek endamên wê, digel pirên endamên komîta navendî xistin zîndanê. Evê qunaxê heyameke nakokiyê xiste hindirê partiyê, û helwestên rêberên wê ji hev cuda kirin, ta ku bû sedema dubendiyeke berbiçav di hindirê wê de 25, ku hêşt partî di roja 05.08.1965-an bi rastî ji hev bikeve û bibe du partî. Di dû re O.Sebrî bi partiya nû re çû. Lê navê wê wek berê ma “Partiya Demoqrat a Kurd li Sûriyê”. Beşê nû peyva (çep) bi ser navê xwe ve xist, û peyva (rast) ji cem xwe de bi ser navê beşê dî xist 26. Her çû nakokî di navbera wan de germ bû, û biraderên li Başûrê Kurdistanê jî hin caran ew nakokiya germtir dikirin, pê re jî evê tîka dîrokî ta roja îro bandûra xwe li ser jiyana rêzanî ya Binxetiyan dirêj kirî, li kêlek gelek sedemên dî, wek helwestên rêjîma sûrî, û yên biraderan li beşên dî, û berjewendiyên gelek serkêşên tevgera rêzanî ya Binxetiyan, li pêş yekbûna evê tevgerê bûye kendalekî bilid û dijwar.

Evî kendalê bilind rê li pêş bangên dilsoz, ku yekirina vê tevgerê erka wan e, girt û qêrînên wan di qirikên wan de çelmisand, û durişma ku Hesen Hişyar hildida “rast û çep her du milên gewdekî ne” beravêtî kir. Her weha bizavên biraderan li Başûrê Kurdistanê, û yên rehmelê Barzaniyê nemir jî, nikarîn ew birîna dîrokî bikewandana, û ji dêvla yekirina herdu partiyan, yeke sisiyê sala 1970-yî, di bin navê “Partiya Demoqrat a Kurd li Sûriyê – Elpartî” de hate damezirandin. Di dû re jî dem bû dema zayîna partiyên Binxetiyan, ku nakokiyên wan pareke mezin ji cefa û keda wan û ya gelê wan bêber kirin.

Hêjayî gotinê ye ku, wek çawa me li jor diyar kiri bû, xebateke civakî li kêlek vê xebata rêzanî bi rê keti bû, û di damezirandina kilûpa “Ciwankurd” li Amûdê û koma “Rêçenasên Kurd” re diyar bû bû, weha jî gelek ciwanên kurd li Kurd-daxê, sala 1970-yî “Kilûpa Efrînê” li bajarê Efrînê; navenda Kurd-daxê, dameizrand in, û çalakiyên civakî, hunerî û rewşenbîrî ji bo wê kilûpê kirin erk û armancên sereke. Serokê wê kilûpê ciwanê çalak Menan Miçko bû, û danerê vê lêkolînê jî cîgirê serok bû. Endamên wê kilûpê, di demeke kurt de, pir çê bûn, û wê roleke mezin di jiyana Binxetiyan, nemaze ya Kurd-daxê, lîst, û girûpên sportê û sema û dîlan û stiranên kurdî yên folkilorî çê kirin 27. Lê mixabin rêjîma dewletê çavên xwe li hember wê sor kirin ta ku şalyarê (wezîrê) karûbarê hindir, sala 1974-an, fermana girtin û qedexekirina wê der xist, û deriyê wê kilît kir.



Jiyana wêjeyî û rewşenbîrî li Binxetê

Li kêlek wan bizavên rêzanî û civakî xebateke wêjeyî û rewşenbîrî jî riya xwe qelaşt, û gelê Kurd li Binxetê bi kultûr û çanda wî ve çespand. Rast e, wî sînorê ku hatiye danîn nikarî bû têkiliyên Kurdan ji hevdu bibire, weha jî danûstandinên wêjeyî yên her du aliyên xetê ligel hevdu hebûn, û di navbera wêjeya glêrî re, wek stiran û çêrokên dapîr û bavpîran, diyar dibûn, lê her di qunaxeke lêvane de diman, ta ku Kovara “Hawar”-ê, sala 1932-an der ket holê, û pê re jî wêjeya kurdî, li Binxetê, derbas qunaxa wêjeya nivîskî bû

Kovara HAWAR-ê roleke giring di rêveçûna wêjeya kurdî de li Binxetê hebû, nemaze jî piştî çapkirin û weşandina alfabeya latînî. Vê kovarê û xwediyê wê mîr C. Bedirxan rewşenbîr û torevanên wê demê li dora xwe civandin, û rûpelên wê bi aferînên helbestvan û nivîsevanên rûmetdar, wek C. Berdirxan, K. Bedirxan, Rewşen Bedirxan, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrîcan, û hinekên dî, hatin xemilandin.

HAWAR-ê helbestvanek pêşkêş kiri bû, eger helbestên wî di destên nifşê îro de hebûna, wê helbesta kurdî, li Binxetê, di bin bandûra wî de, gelekî pêşda biçûya. Ew helbestvan Qedrîcan e (1911–1972). Lê mixabin ev mirov heya îro nirxwenda mayî, û helbestên wî di hejmarên HAWAR-ê de man, ew hejmaran jî îro, bi hesanî, peyda nabin.

Dr. K. Bedirxan jî (1885–1979) bandûra wî li wêjevanên îro nîne, ji ber ku ew ji Binxetiyan bi dûr ket, û xemên polîtîkê û lêkolînên zimanewanî ew ji helbestê bi dûr xistin, heya ku nema helbest jê re dibe qisawet, û dîwana xwe “Dilê kurên min” ya ku sala 1932-an li Şamê çap kiri bû, careke dîtir çap ne kir. Lê belê ewî mirovî roleke mezin di jiyana toreyî de hebû, ji ber ku ewî, bi wergerandina çarînên Omer Xeyam bo zimanê kurdî, dergehê wergerê li pêş rewşenbîrên Binxetê vekir, û pê re jî da xuyakirin ku zimanê kurdî yekî şaristanî ye, dikare çanda mirovane werbigre, û bibe alava derbirina zanistî û hunerî.

Dîroka ziman û ramana kurdî wê navê C. Bedirxan bi tîpên zêrîn binivisîne, ji ber ku bandûra wî ne tenê li wêjeya Binxetê heye, belê tevaya Kurdistanê deyndarê wî ye. Ewî rûmetdarî bi hişmendî û xebata xwe alfabeya kurdî ya latînî afirand, û ji bo gelê xwe pêşkêş kir. Eger dora nîvê gelê kurd, an hinekî bêtir, îro bi wê alfabeyê dinivisînin, em bawer dikin, li diwarojê, gelê Kurd tev wê bi wê binivisîne, ji ber ku ev alfabê, ji bo dengên zimanê kurdî layiq û hêsan e. Lê ji vê pê ve bandûra wî li helbestê nîne, çimkî helbestên wî hindik bûn, û xemên lêkolînên zimanewanî û ramanê ew ji helbestê bi dûr xistin.

Dîsan HAWAR-ê du helbestvanên bi nav û deng pêşkêş kirin, deng û qêrînên wan gîhan hemî cîgehên ku kurd lê cîwar dibin, çi li beşên Kurdistanê, çi li dervayê welêt. Yek ji wan Cegerxwîn (1903–1984) e, ku ji hemî helbestvanên Binxetê dewlemendtir e, û yê dî Osman Sebrî (1905–1993) ye, ku sê berhemên wî û alfabeyekê hene. Bandûra van herdiwan li gelek helbesvanên îro numa ye. Ji vê pê ve mirov dikare bê dudilî bêje, van herdu helbestvanan roleke mezin di şiyarbûna netewî ya kurdî de, li Binxetê, hebû, ji ber ku di hindirê her malekê de tu pêrgî wan dibû, helbestên wan dihatin jiberkirin, an jî ciwanan ew wek sirûdan distirandin.

Ji van pê ve nav û dengên hinek helbestvanên dî hebûn, wek Hesen Hişyar, yê ku helbestên wî destnivîs mane, Ehmedê Palo, yê ku dîwaneke wî piştî mirina wî sala 1991-an hate çapkirin, û Tîrêj, Keleş û hinekên dî. Herweha Hawarê nivîsevan, ramanbîr û siyasetmedarên Kurd li derdora xwe civandin û çarçewa xem û qisawetên xwe fireh kir, ta ku mirov dikare bêje ew bû bû “çapemeniyeke civakî, siyasî û wêjeyî” 28.

Di vê qunaxê de hinek pirtûk û dîwan hatin çapkirin, wek diwana dr. K. Bedirxan “Dilê kurên min”, ya ku me li jor goti bû; dîwana Cegerxwîn a yekem “Agir û pêt” (Şam 1945); çêroka “Cîm û Gulperî” (Şam 1945) û çêroka “Reşowê Darî” (Şam 1956), her du jî yên Cegerxwî in; dîwana Cegerxwîn ya diwem “Sewra azadî” (Şam, 1953); hinek berhemên O. Sebrî; “Mem û Zîn” a E. Xanî û hinekên dîtir.

Tiştê balkêş di vê qunaxê de ew e ku ziman û çanda kurdî li Binxetê ne qedexe bûn, lê dibistnên kurdî tune bûn 29. Ew kulûpên kurdî, ku li Şamê, Amûdê û Hesekê hebûn, waneyên zimanê kurdî di wan de dihatin şirovekirin, û zarok û ciwanên Kurd bi meraq berên xwe didane wan kilûpan, û li mamosteyên xwe guhdar dikirin

Di navbera herdu salên 1951 û 1956 de du-sê komeleyên çandî, bi xebata hinek kesên rewşenbîr, hatin damezirandin, wek “komela rewşnbîrî”, ya ku Reşîd Hemo, Şewket Henan Nee’san, Mihemed Elî Xoce û Qadir Îbrahîm sala 1951-an li Kurd-daxê damezirandi bûn, û “Komela vejîna çanda kurdî”, ku O.Sebrî, Hemîd Hac Derwîş, Mecît Hac Derwîş, Mihemed Salih Hac Derwîş, Xidir Îsa, Adil Xoce û Hemze Niwêran sala 1955-an li Şamê çê kiri bûn. Evê komelê hinek pirtûkên kurdî çap kirin, mîna “Alfabeya kurdî”, “Bahoz” û “Derdên me”, ku hersê berhemên O.Sebrî bûn; “Rûpelin ji wêjeya kurdî” ya Rewşen Bedirxan, bi zimanê erebî, û hinên dî 30. Hersê endamên vê komelê, O.Sebrî, Hemîd Derwîş û Hemze Niwêran, wek Hemîd Derwîş dibêje, yekemîn xwediyên hizra damezirandina Partiya Demoqrat a Kurd li Sûriyê bûn 31. Li kêlek wan çalakiyên çandeyî “Komela zanistî û alîkariya Kurd”, sala 1956-an li bajarê Helebê, bi xebata dr. Nûrî Dêrsimî, Rewşen Bedirxan, Hesen Hişyar, Osman Efendî û Heyder Mihemed Genco ava bibû. Lê pir neçû ev komele hemî ji hev ketin, nemaze piştî damezrandina Partiya Demoqrat a Kurd li Sûriyê sala 1957-an.

Tevgera wêjeya kurdî piştî sala 1957-an, bi hebûna Partiya Demoqrat a Kurd li Sûriyê, çalaktir dibe, ji ber ku pêşengên wê yên dema HAWAR-ê karî bûn bi qêrîn û ramanên xwe hişên Kurdan bilivînin, nemaze jî hinekên wan pêşengan di serkêşiya partiyê de li ser kar bûn, wek dr. N. Zaza, O.Sebrî û Cegerxwîn.

Aloziyên tore û çanda kurdî, di vê qunaxê de, gelekî pir û tûj bûn, ji ber ku ziman û hemî diyardeyên çanda kurdî hatin qedexekirin, û gelek asteng ketin pêş wêjevanên kurd. Lê tevî wan astengan, dr. N. Zaza sala 1957-an dastana “Memê Alan”, ya ku berê ji dengbêjan dihate guhdarkirin, çap kir; Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê rojnama “Dengê kurd” bi zimanê kurdî, wek zimanhalê partiyê, der xist 32. Hesen Hişyar, bi tena xwe, sala 1966-an kovara “Agahî” weşand, di dû re jî Cegerxwîn sala 1968-an kovarek bi navê “Gulîstan”, di bin siya partiyê de damezrand, û bi dizî û şêwakî veşartî çap û belav kir. Evê kovarê nivîskarên wê demê li dora xwe civand û berhemên wan weşandin.

Heya derdora sala 1975-an toreya kurdî li Binxetê bi wan nivîsevanên dema HAWAR-ê, û hindikên dî, wek Şewket Nee’san û Bêbihar û hindikên dî dihate naskirin, û sala 1973-an Cegerxwîn du berhemên xwe “Kîme ez” û “Salar û Mîdya” li Bêrûtê çap kirin. Lê di dû wê salê re hinek navên dî hatin guhdarkirin, nemaze ji sala 1979-an û pê ve.

Di vê salê de kovareke nû li Binxetê der ket, ew jî “Gelawêj” bû, û di dû re zincîra kovar û rojnameyan dirêj bû: Stêr, Xunav, Gurzek gul, Zanîn, Aso, Roj, Pirs û Bihar der ketin 33, û gelek nivîsevanên nû hembêz kirin, wek Royarê Amedî, Dilawerê Zengî, H. Gundî, dr. Pêşrewê Berwarî, Konê Reş, Berzo, Rezo, Salihê Heydo, Awazê Kalo, Bahozê Efrînî, Dêrsim/Memo û hinekên dî.

Berhemên ku di van kovar û rojnameyan de dihatin weşandin hemî wêjêyî bûn, wek helbest, çêrok, gotar û lêkolînên toreyî û zimanwanî, û hê jî wisa ne, ji ber vê yekê jî ewana, ji helbestê pê ve, bandûreke ne yekser, lê kûr û hêzdar, li hişyariya kurdî hebû, û berên pir kesan ber bi hînbûn û xwandina zimanê kurdî ve kişand, û çarçewa xwendevanên vî zimanî fireh kir. Bi rastî jî ev xebateke hêja ye, ku bizaveke wêjeyî kari be di bin mercên zor, stem qedexekirinê de, vê rola bala bi cih bîne.

Lê li kêlek wan kovaran, herdu rojnameyên Newroz û Deng 34 gotarên rêzanî jî hembêz kirin, ku xwedevanan gelek nêrînên rêzanî li ser rûpelên wan xwendin, û gelek guftugoyên ramanî di metiryalên wan, nemaze yên Newrozê de hatin dîtin û xwendin, û jiyana hizrî ya Binxetiyan, ta radeyekê, çalaktir kirin.

Bi vî awayî rojnamegeriya Binxtiyan xwe di ser nebûna mercên geşbûna pexşanê re avêt, û hukariyeke mezin li pexşana kurdî kir, û gotar û lêkolînên rûmetdarên mîna dr. Rozad Elî, dr. Pêşrew Berwarî, Bahozê Efrînî, Sînorê Yekta, H.Gundî, Berzo, Rezo û pirên dî, ew ber bi pêş ve kişandin, û ta radeyekê asoyê hişyariya kurdî fireh û dewlemend kirin.

Lê piştî sala 1990-î gelek pirtûk û dîwanên helbestê û kurteçêrokê hatin çapkirin, navên helbestvan û çêroknivîsan li ser qabên wan diyar bûn, wek helbestvan Rûxweşê Zîvar, Dehham Ebdilfettah, Xemgînê Remo, Kamiran Bêkes, Keça Kurd, Diya Ciwan, Tengezarê Marînî, M. Hemo û hinên dî, û çêroknivîs Helîm Yûsif û Pîr Rustem, û li kêlek wan gelek nivîsevanan, wek Mihemed şêx Osman, Nesret Hebeş, M.Nûrî Xorşîd, dr. Ebdilmecîd şêxo, danerê vê lêkolînê û pirên dî berhemên xwe bi zimanê erebî jî nivisandin, da xwedevanên ku bi zimanê kurdî nizanin ji bermayên vê tevgera wêjeyî-ramanî bê par nebin, û da nivîsevan û rewşenbîrên ereb civak û toreya kurdî baş û rast nas bikin. Herweha ji bo vê erkê partiyên Kurd li Binxetê zimanhalên xwe û hinek kovaran bi zimanê erebî çap dikin, wek el-Hîwar, el- Museqqef el-Teqeddumî, Edeb el-Qediye, el-Ecras, el-Menber 35 û hinekên dî.

Wek çawa tê zanîn, pirtûkxaneyan di hemî raperînên wêjeyî, rewşenbîrî û hizrî de, li nik hemî gelên cîhanê, roleke berbiçav heye, weha jî Binxetiyan, tevî mercên qedexekirina pirtûkxaneyên kurdî, berên xwe dan vê riyê û hinek pirtûkxane vekirin, mîna pirtûkxaneya “Ciwan”, ku hêja Ezîz Dawod li Qamîşloyê vekiri bû; pirtûkxaneya “Xanî”, ku Elî Cefer li Helebê vekirbû, û ya “Bedirxan”, ku Mihemed Hemo, ew jî li Helebê, vekiri bû. Lê belê rêjîma dewletê gelek çavsorî li xwediyên wan pitûkxaneyan dikir, ta ku deriyên herdiwên dawî girt.

Li kêlek van diyardeyên raperîna wêjeyî û rewşenbîrî, hinek helbestvan û nivîsevanan sala 1983-an “Koma Xanî” ya wêje û çanda kurdî li bajarê Helebê ava kirin. Evê komelê gelek çalakiyên wêjeyî û helbestî kirin, û carcaran jî xelat ji helbestvan û çêroknivîsan re pêşkêş dikir. Herweha helbestvanên Binxetê, li gor banga Dr. Ebdilmecîd Şêxo, Rûxweşê Zivar, Elî Cefer û danerê vê lêkolînê “Mihrecana Helbesta Kurdî” pêk anîn, û raya xwe yekirin ku roja 22. Çiriya Pêşin (roja koçbûna Cegerxwîn) bi navê (Roja Helbesta Kurdî li Sûriyê) bête nîşankirin. Ev mihrecan hê jî her salê carekê dibe.

Evan nivîskaran berhemên xwe, helbest, çêrok, lêkolînên wêjeyî û zanistî, pêşkêşî civaka kurdî dikin, tevgera wêje û çanda kurdî li Binxetê germ dikin, “ta radeyekê çanda gelê Kurdistanê dewlemend dikin û asoyên xwendevanên xwe di warê wêjeyî û rêzanî de berfirehtir dikin”36, wêje û çanda kurdî diparêzin û di bin mercên giran û zor de, di bin nîrên taybet de, rola dibistanan dilîzin.

Em hêvîdar in, ku me, bi vî awayî, kanî bû panorameke lezok li ser serdema O.Sebrî dabe pêş xwedevanên xwe, û rê li pêş xwe jî dûz kiri be, da em derbas hindir mijara xwe bibin, ji ber ku, wek me li destpêkê goti bû, her tiştek, çi diyardeyeke zanistî be, çi mirov be, ligel dema xwe û bûyerên wê girêdayî ye.

* * *

Jêder û ravakirin:
Jêderêm me bi herdu zimanên kurdî û erebî ne. Lewre jî emê navên wan bi zimanên wan, li vir, deynin.

11. Sê deverên Kurdistanê; Cizîr, Kobanê, Kurd-dax (Efrîn) bi ser Sûriyê ve xistin.

12. Binêr: O.Sebrî, Bûyîna min. Dîwana O.Sebrî, weşanên Apecê, çapa yekem, Stockholm, 1998, rûpel 18. (Kopiyek ji destnivîsa vê gotarê di riya berêz Hoşeng Sebrî re ketiye destê me de). Ev jêder, ji vir û pê de, wê bi navê (Dîwana O.Sebrî) bê.

13. Binêr: Bîranînên xebatkarê Kurd ê mezin, rehmelê O.Sebrî, 1905–1930. Bi zimanê erebî. Wergerandina Horamê Yezdî û Dilawer Zengî, rûpel 112–113. (Ev jêder nisxeyeke ku bi kompoterê hatiye nivîsandin û di riya xebatkarê hêja mamoste Hemreş Reşo re ketiye destên me), ji vir û pê de wê bi navê (Bîranînên O.Sebrî) bê.

14. Binêr: Samî Ehmed Namî, Dîmenin ji dîroka winda, weşanên Apecê, çapa yekem, Stockholm2000, rûpel 57-62.

15. Jêdera berê, rûpel 63.

16. Cegerxwîn, Jînenîgariya min, weşanên Apecê, çapa yekem, Stockholm 1998, rûpel 231.

17. Binêr: Samî Ehmed Namî, jêdera berê, rûpel 55 .

18. Jêdera berê, rûpel 165.

19. Ev rêxistin bi alîkariya Hevgirtina Sovyetê hate avakirin, û şaxên xwe li gelek welatan hatin danîn. Herweha şaxa wê ya Sûriyê jî di bin siya Partiya Komunîst a Sûrî de malikên xwe li gelek gund û bajaran, nemaze yên Kurd, danîn.

20. Biner: Samî Ehmed Namî, jêdera berê, rûpel 76.

21. Ji bo naskirina çalakiyên vê civatê, binêr: Samî Ehmed Namî, jêdera berê, rûpel 77-80.

22. ?. ????? ???? ?????? ?????????? ?? ??? ???????? ???? ??????. ????? ??????? 26-27. ???? ? ???? ??? 2000. ????? ???????. ? 71-81.

23. Emê di (Jiyana wêjeyî û rewşenbîrî) de careka dî li nik vê komelê rawestin.

24. Binêr: Samî Ehmed Namî, jêdera berê, rûpel 87.

25. Dubarekirina helwestên wan endaman ne barê vê lêkolîna me ye. Ji bo vê mijarê mirov dikare li van pirtûkên jêrîn vegere:

a) Samî Ehmed Namî, Dîmenin ji dîroka winda.

b) Mihemed Mela Ehmed, Rûpelin ji dîroka tevgera kurdî li Sûriyê. Du perçe. Bi zimanê erebî.

c) Ebdilhemîd Derwîş, Ronînin li ser tevgera kurdî li Sûriyê. Bi zimanê erebî.

26. Piştî çend salan beşê nû navê xwe kir “Partiya hevgirtina gelê Kurd li Sûriyê” û beşê kevin navê xwe kir “Partiya demoqrat a pêşverû ya kurdî li Sûriyê”.

27. Evê kilûpê sala 1873-an du ahengên kurdî li bajarê Helebê pêk anîn. Ev yekemîn car bû ku girûpên semaya kurdî bi cilên gelêrî û awaza mizûka folkilorî, bi stiran û govend, li ser textên têyatroyên Sûriyê ahengên kurdî pêşkêş kirin. Yek ji wan herdiwan di hindirê (Sînema Sûriyê) de bû, û ya dî li ser textê têyatroya (Soq el-Întac) bû, ku du şevan berdewam kir, û li gor kertên (bîlêt) ku hati bûn firotin deh hezar kesên Kurd li herdu şevan beşdar bû bûn. Digel hindê evê kilûpê di Newroza sala 1974-an de ahengek li Bêrûtê jî pêşkêş kir.

28. Dr. H. Hebeş, “Raperîna çanda kurdî di kovara Hawarê de” , çapa yekem, belavgeha Hogir, Bonn, 1996, rûpel 53.

29. Mebesta me ew e ku dibistanên fermî tune bûn, lê hinke biçûk û taybet hebûn, ku Kurdan ew ava kiri bûn, belê dewletê lêçûnên (mesref) wan nedida.

30. Binêr: Samî Ehmed Namî, jêdera berê, rûpel 85, û Ebdilhemîd Derwîş « ronîne li ser tevgera kurd li Sûriyê », bi zimanê erebî, rûpela 14.

31. ???? ????????? ????? "????? ??? ?????? ??????? ?? ?????"? ? 14.

32. Mixabin ev rojname, piştî hejmara heftê, nema bi zimanê kurdî, belê bi zimanê erebî derçû. Weha jî zimanhalên hemî partiyên Kurd li Binxetê bi zimanê erebî derdiçin.

33. Ji bo naskirina rewşa rojnamegeriya kurdî li Binxetê binêr: Dr. P. Berwarî, Pêşveçûna bizava çapemeniya kurdî li Sûriyê, yên bi zimanê kurdî, Kovara Pirs, sal 6, hejmar 14, Havîn 1998, rûpel 3–15. Û Dr. Kamiran Bêkes, Mêjû û rewşa rojnamegeriya kurdî li Kurdistana Rojava, kovara Pênûs, hejmar 10, rûpel 4–23.

34. Partiya Yekîtî ya demoqrat a Kurd li Sûriyê – YEKÎTÎ rojnameya “Newroz” der dixe, Partiya Hevgitina Gelê Kurd li Sûriyê jî rojnameya “Deng” der dixe.

35. Emê li vir navên xwediyên hemî kovaran, ên ku me behsa wan kiri bû, biçespînin:

a) Kovara Gulîstan û ya el-Museqqef el-Teddumî: Partiya Demoqrat a pêşverû ya Kurdî li Sûriyê.

b) Kovara Gelawêj û ya Edeb el-Qediye: Prtiya DemOqrat a Kurd li Sûriyê – el-Partî, ya ku sekretêrê wê Kemal Ehmed bû, û niha jî Nezî Mistefa ye.

c) Kovara Stêr: Partiya Hevgirtina Gelê Kurd li Sûriyê.

d) Kovara Xunav: Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî .

e) Kovara Gurzek Gul: Konê Reş.

f) Kovara Zanîn: Ebdilbaqî Huseynî.

g) Kovara Aso: Siyamend Îbrahîm.

h) Kovara Roj: Partiya Sosyalîst a Kurd li Sûriyê. Evê partiyê roja 04.06.2002-an xwe ji hev xist û tev li Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurdî bû.

i) Pirs û el-Hîwar: Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê – YEKÎTÎ.

j) Kovara Bihar û el-Menber: Hevbendiya Demoqrat a Kurd li Sûriyê .

36. Dr. P. Berwarî, kovara Pirs, sal1998, hejmar 14, rûpel 13.


Ji kovara Pênûs

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder