Hejarê Şamîl
Eşîreta kurdana celalîyan ji berêda bi asêbûna xweva têne naskirinê. Weke xwezayî di belgeyên wan hêzên ku Kurdistan kirine mêtîngeh, celalîyên xwedî gîyana asê û hezkarê azadîya xwe, mînanî “eşîra wehşî” û rêbiran hatinê nîşandan.
Di belgeyên sedsala 19 û 20an da tê dîyarkirin ku celalî li ser sînorê Rojhilat û Bakûrê Kurdistanê bicih bûne. Di vê herêmê da çi serhildanên ku qewimîne di wan da rola sereke leyistine. Ev eşîr bi rengekî hêzdar beşdarî serhildana Agirî (1927-29) bûye. Broyê Heskê Têlîyê ku mêrxasê netewî ye û serkokê serhildana Agirîyê ye, navê wî yê rast Îbrahîm Axa ye. Ew ji eşîra celalîyan ji bavikê Hesso Sorî ye. Dîsa Kor Hûsên Paşa jî ku bi rengekî nakokdar tevdigere, ji bo parastina eşîra xwe li ba tirkan cih digire û paşê jî li hember dewletê serî radike. Ew ji eşîra celalîyan bûye serokê milê heyderan.[1]
Navê celalîyan di dîrokê da bi Koroxlî jî tê naskirinê. Koroxlî (Rewşenê Elo) ku gelên Rojhilata navîn û Qafqasê ew weke qehremanên xwe yên neteweyî qebûl dikin û anîne halê efsaneyê, di sedsala 16an da jîyaye û weke di gelek belgeyan da îsbat dibe ji eşîra kurdan a celalîyan derketîye. Dîroknasê ermenî Arakel Davrijentsî (Tebrîzî) di derheqê Koroxlî û lîdêrên din ên ku tevlî serhildanê bûne da, ji bo dîrokê gelek notên girîng nivîsîne. Davrijentsî di pirtûka xwe ya “Pirtûka dîrokê” da di derheqê serhildana celalîyanda wiha nivîsandîye:
“…Tavul bi 12 hezar kesan di sala 1048 (1599)an da serîhildan destpêkir.
Birayê Tavul me navê wî safî nekir.
Mehmed paşa bi 20 hezar kesan.
Man oxlî.
Canpolat oxlî Elî paşa.
Birayê wî ku me navê wî safî nekiriye.
Koroxlî (ê mijara gotinê di halê hazir da Koroxlî ye, ku ji hêla hozanên gel va stranên wî têne gotinê).
Gizîr oxlî Mustefa beg (Koroxlî vî hevalê xwe di gelek stranên xwe da bi bîr anîye).
Mustefa begekî din.
Garagaş.
Delî Nesib.
Ele Sixmaz.
Tanri Tanimaz (…)
Ew hemû celalîne û serê xwe li hember qiral neditewandine. Jîyaneke wan a di cih da tunebû û welat dişewitandin.”[2]
Di rûpelên dîtir da dîroknasê ermenî neteweyetîya celalîyan û Koroxlî safîtir dinivîsîne:
“1039 (1590) Kurd (Koroxlî - H.Ş.), ji Erzînkayê (Ezirgan) hat û serî rakir. Di sala 1040 (1591)an da Kizîroxlîyê celalî, ku bi eslê xwe kurde, hate girtin.[3]
Hatina dawî ya celalîyan nav axên împaratorîya Rûsiya ya kevin, di salên 20î da dest pê kirîye. Berîya wê jî tê zanîn ku di bajarên weke Gubatlî û Zengilan da, ku ev dikevin Kurdistana Qafqasê, bi taybet li Kurdistana Sor mensûbên eşîra celalîyan dijîyan. Weke mînak, nivîskarê gel ê Azerbaycanê ku navê wî Celal Bergûşat e û nivîskarê romanên “Babek” û “Qaçax Nevî”yê e, li bajarê Gubatlî bûye û mezin bûye. Bi xwe celalî bûye û bi serbilindî qala koka eslê xwe kiriye.
Çavkanî: http://www.kurdist.ru/index.php?option=com_content&task=view&id=48&Itemid=1
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder