25 Kasım 2011 Cuma

Kilam: Qirkirinên Geliyê Zîlan û Agirî

QIRKIRINÊN GELİYÊ ZÎLAN Û AGIRÎ

Weyê Weyê Weyê Weyê
Hey lo weyê weyê weyê weyê
Bira weyê weyê weyê
Hey lo bira wey wey
Were kêleka birayê xwe rûnê ezê ji te re bişxwînim secera Kurda
Hûn Bala xwe bidinê bêbextên Kurda, kedereke giran e

Hatanî roja mirênê
Lo lo bira, weyê weyê sibeye dilê min hemû eman e
Hûn  kêleka min rûnê ezê te ra bixwînim secera Kurdan e
Nayê bîra we ŞÊX SEÎD efendî hatibû darve kirinê, ber sûra Diyarbekirê, ji boy xatirê me Kurdan e. wey bira
Nayê bîra we XALIT BEGÊ HESENÎ hatibû îdamkirinê
Serserê wî xweş mêrî bû ferman e, wî bra wey
Nayê bîra we ŞÊX ŞABEDÎNÊ ÇAV BELEK MIHEMEMED ŞIRÎN, SEYÎT ELÎ hatibûne îdamkirinê
boy xatirê şawqanê wî bira wey.
Nayê bîra we XALIT BEGÊ CIBRÎ kekê ELÎ HEYDER paşayê KURDISTANÊ dîrega dînê MIHEMED, hatibû îdamkirinê 3 roja cinazê vî xweş mêrî BILÎSê mabibû darvekirî, wî bira wey.
mala we şewitî, we ber çavê xwe nedît fermana serê Geliyê Zîlan wey weyê weyê bira weyê.
Lo lo bira weyê weyê, we ber çavê nedît birîna serê GELİYÊ ZÎLAN
birîna serê Geliyê Zîlan ketibû destê Derwêş begê 3 tabûr eskerê nizamî hildabû ketibû nava erd û eyarê xelqê geliyê zîlan e wî bira weyê...
Bûkê dest bi hene, zavayê teze bi çoman wirûsa dabû girêdanê weyê bira wey
Emir dabû teresê cendirman, serra sekinîbû kiribû qesapxane weyê bira wey.
Serê êsîrê gelîyê zîlan jêkiribû li payê li xeman e wey bira wey.
Zarên me serê zingûyê, tu bala bidê serê singûya da ne wey bira wey.
Xwîn ji hêsîrê Geliyê Zîlan dikişiya mislê çeman û kaniya ne wey bira wey.
Zarîna hêsîrên geliyê zîlan diçû MEKKE û MEDÎNÊ ba RESÛLÊ EKREM erşê ji alan e wî bira wey.
Hestiyê hêsîrê geliyê zîlan bê xweyî û xulama çû riya balan e weyê weyê bira wey.
Goştê hêsîrê geliya zîlan ji xwe re mayê xwerê teyran û tiyan e wey bira wey wey.
Gelle malê me li mîrata mane, wey bira wey wey.
Xwedê bi ser kevira da  neynê keko tu bala xwe bidê bûkê dest bi hene hemlê xwe bê xweyî danîne berê kevira ne wî bira wey.
Ya ku hatiye serê hêsîrên Geliyê Zîlan li dinyayê bira neyê serê dar û bera tu bala xwe bidê gurê serê çiyane keko weyê weyê ax wey.

Dengbêj Nûroyê Agirî

Behevkirin û Nîvîsandin: Agirî Ararat

25.11.2011

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder