DESTANA ÎHSAN NÛRÎ PAŞA
Çûm Agirî wê Bazîda xerabe
Min go Mîrê min Îhsan de Tu rabe
Vê rewşa koletî ji me ra nabe
Divê dîsa Ala Komar li ba be
Rehmet li te ey Rêberê serhedê
Ji bîr nakin em tu wextê vê kedê
Divê her roj ziyaret kin merqedê
Bibîrbînin Padîşahê serhedê
Kurdawa Paytextê Komra kurda
Serîhildan wan şêrên me wek merda
Bes e birano êdî ji van derda
Heta kengê di bin zilma nemerda!
Ala Komar îro maye li erdê!
Divê rabin şêrê welat hûn berdê
Derxin zalim ji hêlîna me kurda
Rabin bira hemû şêrên serhedê
Di xaka te binax kirin bi hezar
Wêran kirin bi sedan gund û bajar
Bi hezaran sêwî hiştin em bêwar
Xerab kirin wê Komara kurdewar
Agirî tu bû nîşana serhildan
Şêrên me ji bo te kirin berxwedan
Cengawera Ala Komarê hildan
Wan egîtê parêzvan serê xwe dan
Serokwezîr Biroyê Hes’kê Têlî
Gel’yê Zîlan sorbû ji xûn wek xêlî
Ji ber zilmê hîn digirî Agirî
Ji derdê xweşmêra dilêm bi kêlî
Reşoyê Silo bêguman pakrewan
Serê wî jêkir gerandin li gundan
Dilperitîn helyan mînanî findan
Felek xayîn e, li pişta nemerdan
Seyîdxanê Ker mêrê bi sed mêran
Elîcan wek şêr ji bo cenga giran
Tewfîqê zîrek bi kefîl û deman
Ferzende serekê mêra qehreman
Îhsan Nûrî Mîr e, Mîrê dîwan e
Ew Serwerê Komara me kurdan e
Mohr lêxist wan li dîroka cîhan e
Min nivîsand îro çîroka wan e
Ebdulhemîd mêrekî wekî şêran
Seyîdxanê Ker xofa dil neyêran
Ne di tirsya ji firok û teyêran
Xalis Begê Sîpkî Reîs eşîran
Ferzende mêrê doza rabe ji wir
Dîsa dest bavêje Keleşa gawir
Şêrê kurda awirek bide hawir
Revê pêxe ey Siwarê Ejnawir
Deng bi boriyê xe li çar aliya
Bes e! Gelê me ji zilmê naliya
Razan li te nayê rabe Mîrê min
Dîsa findek vêxe Tu di tariya
Şêrên çiyayê Agirî serhildêr
Wan lehenga rabûn li dijî neyêr
Çi bikim Yado yê dimilî ne pêr
Agirî tu dil û cergê min dihêr
Egîtê kurda rabûn kir serhildan
Mîna şêra wan bi hevra berxwedan
Cenga xweşmêra kir deng çû asîman
Rabûn xweş kir wan ewê cenga giran
Zalima li Agirî rakir ferman
Birîndar gişt hemû mabûn bêderman
Gel’yê Zîlan kirin wek axirdewran
Şêrê welat dûxan rakir ji çerman
Zîlan qetil kir zalimê bêîman
Dengê selawata zevt kir asîman
Zîlan cangorî, şehîd e bêguman
Ax qeladin koka Geliyê Zîlan
Agirî tu Destanek bêhempa ye
Ji Qiyama Şêx Seîd ra hemta ye
Derdê te li dil û cerga peyda ye
Te mohr kirî dîroka me kurda ye
Serîhildabûn wan şêrên qehreman
Gel’yê Zîlan kirin Kela Berxwedan
Xwîna Zîlan kişya mînanî çeman
Wax bêxwedî mabû Geliyê Zîlan
Zîlan sor kirin wek gula ji xwînê
Ji derdê we ket im derya evînê
Dimrim birano ji derdê vê jînê
Divê ji bîr nekin em vê evînê
Şêran berxwedan li dijî firokê
Teqez ketin nava pelên dîrokê
Bombe dibarîn wek tav’ya teyrokê
Divê em ji bîra nekin çîrokê
Van mêrxasa cangorî, canfîdane
Şer xweş kirin bo azadya kurdan e
Wan serê xwe di riya welat dan e
Ji bîr nekin ta axirêzeman e
Agirî Destanek zehf nav giran e
Nayê kirîn tu bi zêr û peran e
Lê ji cenga we ra ez mam heyran e
Fermandarên Nûrî box û beran e
Agirî Destan e, Destana Welat
Çi bikim ji zilmê tu nebû felat
Vê Destana min ji we ra kir xelat
Min navê we kola li birc û kelat
Hezar, nesid û bîst û heft dengveda
Hezar û nehsed û sî: mar pê veda
Bila serê me jî di riya we da
Wek lehenga serî ji we ra feda
Divê em bigrin pênûsê, qelemê
Xwe rizgar kin em ji êş û elemê
Bipêçin birîna gişt bi melhemê
Ji bo ku em bibin paşa yê demê
Ta ku Zîlan hêlîna kul, xeman be
Van kul û birînê me bêderman be
Heta zalim li serê me ferman be
Biratiya me û romê çê nabe !
Almanya, 24.02.2011
Ebdurehîmê Mûşî
dengbej@hotmail.de
Ji Malpera Serhed.org hatiye hildan
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder