Dest min dane pirtûka Yîlmaz Camlîbêl „Gilîdax Bêxwedî nîne“ yan „Serhildana çîyayê Agirîyê“ (Weşana DENG; 2005). Di nava van çend mehên dewyê da cara dudan e ez vê pirtûka hêja dixûnim û bi hizkirin tev nivîskarê pirtûkê fikirê va diçim nav bûyarên rojên buhurî, wan rojên tiragîk e dijwer, rojên mêranyê, serbilindyê, rojên oxirmên giran, ku dîroka me da bûne efsena welatparêzyê û berxwedanê.
Kek Yîlmaz wek çîrokbêjekî odayî zarxweş bûyaran usa delal, rehet, usa sade, berfire, bi sirê radixe li ber çevê xwendevanan, tê bêjî tu pirsên terî nahêle û tev wî meriv gav bi gav gund û zozanên çyayê Agiryê digere, dikeve nava ruhê xwesmêr û egîtan, wan dibe mêvan, halê gelê Kurd û xezeva dewleta xûnrêj divîne. Dewyê da kesera çyayê Girîdaxê, tev kesera Biroyê Hesikê Têlî, serok û xweşmêrekî serhildanê li mêriv tesele dibe... Kesereke giran, kevn û kûr, wek giranî, kevnarya wî çyayî û gelê Kurd.
Em-Kurd miletekî ecêvin...Miletên din, ku bûyareke biçûk jî di dîroka wan da diqewime dikine çîya, heta-hetayê bîr nakin, dikine kitêb û heykel, lêkolîn û dîrok, sîneme û kilam, şikyat, datînin ber data dinyayê. Dikine temî û şîret seva temamya gelên xwe, ewledên xwe, gelên xwe bi bûyarên usa perwerde dikin, ku dost û dijmin, xêrxwez û xêrnexwez, welatparêz û xweyînan naskin û bîr nekin. Me kurdan ra, tê bêjî bûyarên usa bûne tiştine a’dî. Em carna wan bîr jî naynin. Dibe, ew xeyset jî ji wê tê ku jîyana gelê me da ewqas pir serhildan pêk hatine, ku em kurd hînî wan bûne? Yan ji serhildanekê heta ya din wedê me tinebye ku bûyaran bi rastî binirxînin? Wedê me tunebye ku em li ser şihîdê welatê xwe bigrîn jî.. Dijmina nehîştye em rastya xwe rast bivînin. Dijmin nehîştye ku em êşa xwe xweyî derkevin.
Ji pey hilweşîna dewleta Osmanyê ra neheqîke pir mezin Kurda hat kirin. Kurdistan kirne çar parça û kirin bin nîrê çar dagerkirên xezev. Kurd bi nemerdtî xapandin. Dagerkiran di pirsa kurdî da ziman hevra dîtin, ji hevra bûne pişt, xwestin bi çî cûreyî hebe dewyê gelê Kurd, Kurdistanê û pirsa kurdî bînin. 85 sal ji wê neheqyê derbaz bûne. Neyarên gelê Kurd çiqas diçin devxûn dibin, çi cûre zulm-zor, delk û fen heye dijî vî gelî didin kêranîn Lê gelê Kurd jî tu cara neşkestye, tesmîl nebye, ew neheqî qebûl nekirye û bawarkî ji roja ewil heta niha „Şûrê kurd tu cara neketye kalên“. Şerhildan û bûyarên wî teherîye bîçûk û mezin dijî dagerkiran di pey hev Kurdistanê da berdewan kirine û îro jî didomînin...
Nizam çima minva usa tê xanê, ku dema em derheqa serhildana da diaxivin, navê wan didin, payê pirê bi fikir û peyvên arzan e sade ( pesindayîn ) rûva wan dinirxînin, navê merivekî-dudava girê didin. Eger derheqa serhildana dinivîsin jî tenê derheqa qedera seroka da werimî dinivîsin, bêxem rex tiragêdya pij perdê ra derbaz dibin... Payê gelê meyî pirê haj wê zulmê nîne ku dema serhildana û ji pey wan bûyarên dijwer ra anîne serê gelê kurdî sade.
Bi texmîna min ev pirsgirêk him rewşa ku Kurdistane navda ne, him jî bêxemî û zeyîfbûna rewşembîrya me va girêdaye... Me nikaribûye wan bûyaran helkin, ronkin, vejînin, kûraya wan ronayîkin bikine malê gelê xwe û cihanê. Niha, bi rastî, ordîke mezin rewşembîrên me pêşda hatine, wedeye berê me bikeve dîroka me.
Ev pirtûka bi qîmet tê bêjî bi dilê min hatye nivîsar, temamya weneyên serhildana çyayê Agiryê bi cûrekî zanyarî nivîskar radixe ber çevê xwendevanên xwe. Rind tê xanê ku xudanê pirtûkê merivekî pispor, ji her alyava zanyarê wî cî-warî û wê serpihatyê ye.
Serhildana Agiryê bi tebyetmendyê xwe ji Serhildanên Kurdan yên berî xwe tê cudabûn. Eva wek yê berê bin serokatya seroke’şîr yan serokoldarekî da tev ranebye. Eva bin rêvabirina hêzeke Kurdaye xurt: Xoybûnê bi tevbûna rêvabir, oldar û serekeşîrên kurdaye bi nav û deng, bi qumandarya serleşkerekî perwerdekirî da mesyaye û ji hemû qatên civakê tevî serhildanê bûne, bûye tevrabûneke netewî.
Bi 13 nuxtên fikirkûr nivîskar bi dokûmênt û melûmetyên barkêş tebyetmendyên vê sehildana netewî dinirxîne û bûyaran bi sê demên wede da analîz dike:
Dema yekemîn; di bin rêvabirya Biroyê Hesikê Têlî da ji 16.05. 1926 a heta 20.09.1927 a ajotye.
Dema duwemîn, di bin rêvabirya Xoybûnê da ji destpêka sala 1928 heta 14 Îlona sala 1930 kişandye. Şerê dewîn 7 heta 14 Îlonê pêk hatye. Eskerên Tirka bi hevkarya eskerên Îranê û Sovyêtê hêza Serhildanê şkênandin e.
Dema sêemîn 14 Îlona sala 1930 heta payîza 1932 kişandye. Ji pey têkçûna serhüldanê ra hinek serekdesteyên kurd berxwedana xwe domandin e...Û ji tunebûna çeka, xwerinê, îxaneta hinek eşîran, bin zulm û zora hevkarya eskerên tirk û ecem da temirye...
Pirtûkê da navê 180 şervanên serhildanên têne dayîn. Nivîskar bi hinek salixyên kurt keseyatî, egîtî û mêrxwesya wan xweşmêran tîne ber çevan. Biroyê Hesikê Têlî temamya malbeta xwe va tevî serhildanê dibe: dayka wîye 110 salî: Mirdêsî Xanim, pîreka wî Rabî Xanim, du bira û pênc lawê wî, birazî, xwerzî, jinxwerzî... Tev jî şihîd dikevîn.
„ Mirdêsî Xanim ... sala 1928 an da li ber bombebarankirina firokan ji sîngê xwe birîndar bû. Îhsan Nûrî Paşa çû xatirê wê pirsî. Mirdêsî Xanimê awa bersîv Îhsan Nûrî Paşa dabû : „ Lawo, ez êdî pir pîrim. Ez dizanim mirina min nêzîk e. Sed şikir ji Xwedê ez ji bo miletê Kurd dimirim“.
Derheqa mêranya Biro da xetên wa pirtûkê da hene: „ Li ser têkçûna serhildanê, Biro pêşnyareke gele barkêş ji serokatya serhildanê ra kir û got: „Werin em jin û zarokê xwe bikujin. Bira namûsa me nekeve destê Romê. Em jî heta mirinê li himberî Romê şer bikin.“
Îhsan Nûrî Paşa pêşnyarê qebûl nake. „Di dewyê da êrîşî Ordya Tirka kirin. Cembera ordya Tirka qelaştin. Lê vê carê jî ordya Îran û Sovyêtê derketin pêşya wan. Sala 1930 an di 14 Îlonê, leşkerên Îranê der û dorê Biro girtin. Fermandarê ordya Ecema, pêşnyarek birê Biriyê Hesikê Têlî kir: „ Tesmîlî me bin. Çek û pûsatên xwe bidin me. Em tekîlî we nabin.“ Pêşnyar nehate qebûlkirinê. Di girê Sîra da 3 roj û şeva şer kirin. 17 Ilonê bi jin û zarên xwe va tev hatin kuştin.“
Serhildanê da, pîrekên Kurd tev zilaman, çek dêstê wan da bi efatî şer dikin ji bo nav-namûsa gel û weletê xwe. Serekî da mêrxwesekî serhildanê Ferzende Beg giran birîndar dibe. Dayka wî Asya Xanima birîndar deylî bûka xwe Besna Xanimê dike: „ Besê, kurê xwe hilde, bireve, xwe xilas bike, belkî nebyê min rojekê firsend dibîne, tola bavê xwe hildide.“ Lê bûk wê pêşnyarê qebûl nake. Çeka mêrê xwe hildide û dijî leşkerên Îranê şer dike. 17 Îlonê sala 1930 î, malbet tev tên kuştin. Kilamê da wa tê gotin:
Asyayê bi sê denga dikir gazî
Digot, Besrayê rebenê rabe bireve
Dergûşa milê te lawîne,
Tu destê Elfesya bigre
Ji nav şêr derîne.
Besrayê digot Asyayê, dayê
Tu çawa gotinên waha ji min ra dibêjî
Bila dergûşa milê min
Dora lingê mala Emer Axa
Herdu peyayê mala Mistefa Axa tev bigere.
Paşê kilam wa berdewan dibe:
Hela bala xwe bidin dîya Elfesîyaye
Ketye mava şerê giran
Weke şêra tol hildaye.
Wele tu şêr î. Haza qîza şêran î
Lêxe, dîya min bî, lêxe,
Şêr li her derî şêr e
Çi mê ye, çi nêr e...
Kilameke din da ku dîsa ser mêranya egîtên Serhildanê tê gotom mêrxwesya jina Kurd wa tê nîşandan:
Ez Zeynê me, Zeyna Hemo me
Gura serê çyê me,
Wele nabe, tu car nabe
Heft bavê Romê were
Zeynê tesmîlî wana nabe...
Mînakên wa pirtûkê da pirin. Bi efatîke efseneyî şervana nav-namûsa xwe xweyî kirine, serê xwe danîne di oxira weletê xwe da... Şureta serleşkeryê û mêranya serokê şerhildanê Îhsan Nûrî Paşa, pîreka wî Yaşar Xanimê, egîtî, weletparêzya serekeşîr, oldara girtî heta gundyên sade wê efsena tragike bedew di dîroka me da dixeminin... Xalis Begê Sîpkî, Şêx Evdilqadir, serokê eşîra Sekan, Mûsayê Berikî- endemê Xoybûnê, Hesen Hişyar- dîroknas, nivîskar, Seyîd Evdilvahap- Hesesorî, Têmûrê Semsikî- axayê eşîra Şemsika, Memo û Nadir Beg-lawên Kor Huseyn Paşa, endemên konsêya şerê Agiryê, Şêx Zahar- alim û rewşembîr, birayê wî Şêx Evdirehman, Reşoyê Silo,Seyîdxanê Ker û gelek gelekê din...Pirtûkê da ev wane bi hostatî hatye nîgarkirin.
Bi qirar û sipartina dewletê eşkeren Tirk xezev û zulm anîn serê evdên Kurd e sivîl, xûna xelqê bû çem kişya, gund û şên wêran bûn, xelk dero-dero û malwêran kirin...
Ji dokûmêntên Xoybûnê tê kivşê ku rêvabirên serhildanê çiqas aqil û bi tercûbe nêzîkî pirsa û bûyaran bûne... Lê çi bikin, çawa kilamekî da tê gotin „ Ezê çi bikim dîwane tenge milê mîrê zirav lê hilnayê...“ Şesid şervanê Kurd dijî 22 hezar eskerên Tirkaye sîlihkirî, 52 firokan, dorpêckirî, pîştgirya hêzên Îranê û Sovyêtê û bêdengya cihana dilkevir..
Nivîskar bi dokûmêntan sifetê sîyasya Kêmalîzmê, dijminatî û neyartya dijî gelê Kurd tîne meydanê. Her tişt, her hewildan, her qirar û qanûnê cimûryeta tûrkîzm dijî kurdîtyê ye, her tişt ji bo helandin û ji holê rakirina vî gelî ye... Helbet Kemalê kor jî çû, peyhatyê wî jî çûn, peyhatyê wanê jî bimirin... gelê Kurdê bijî û wê hebe... Lê mafê tu kurdî (yê ku xwe kurd hesav dike) xazma rêvabirekî kurd tune vê rastyê, xûn û bîranîna şihîdên serhildanan pêpezke û pesnê wî weşê kurdxûr bide...
Dîrok dide kivşê ku amintya dewleta Tirk tu cara bi kurda tinebye...Eva rastya dîrokê ye... Kurdan çiqas biratî xwestine, destê biratyê çiqas jî dirêjî wan kirine, bi kîn û neyartî wan ew yek dîtine. Kurd çiqas jî ji wê hukumdarya qelp ra amin bûn e, berda şer kirin e, xûna xwe rêtin e, eger kurdîtya xwe înkar nekirine, dewletê ew dijminê xwe hesav kirine. Gelek şervanên vê serhildanê, ji alyê Tirka dijî Ordya Rûsa şer kiribûn. Hela hineka, nav wanda usa jî Biroyê Hesikê Têlî ser hidûdê Îranê pêşya hinek şervanên Kurde serhildana Şêx Sihîd girtibûn, wan ra şer kirbûn, ku nehêlin derbazî Îranê bibin... Lê ew jî ji neyartya dewleta Tirk xilaz nebûbûn û qirara sirgûnya wan hatibû dayîn...Hema ev yeka bû sebeb ku Biroyê Hesikê û piştovanê xwe derketin çiyê...usa dest bi serhildanê bû...
Ji boy vê jî gerekê Kurd vê rastyê femkin ku îdîologya tûrkîzmê tucar heyîtya kurdîtyê li rex xwe qebûl nake. Bese, bi xewnerojka bxapin...
Şerekî xurt, bi rêk û pêk, bi qewl qanûnê leşkeryê û herbê alyê Kurda va hate kirin. Konsêya şêr, desteyên şervana, dadgeha leşkerî hatibûn demezirandin. Cil, nîşan û ala şervanan hebû. Rojnema destnivîsar dihate berdan, daxuyanyên Xoybûnê nava gel da dihatin belakirin, hinek şexsyetên xweyî hukum û qedir hatibûn wezîfedarkirin çawa welî, qayneqaym yan serokên nehyan. Her tişt dihat kirin ku şaşyên serhildanên berê neyên berdan.
Pirtûkê da gelek dokûmênt, wenêyên dîrokî, raporên derheqa şêr da, kilamên ser mêrxwesên serhildanê hatine weşandin
Carna dibêjin şaşîke serokatya serhildana Agiryê hevkarya wan bû tev partya Ermenya ya Daşnak. Ji bo ew partya welate Sovyêtê da qedexe bû û çawa dijminê Şorişa Oktyabirê dihate dîtin. Giva ji wê menyê jî Sovyêtê alîkarî neda serhildanê. Ez wê bawaryê da me, ku eger hevkarî û alîkarya wê partya Ermenya tinebya jî Sovyêtê seva Kurda navbera xwe û Kemal xirav nedikir.
Şaşyeke rêvabiryê ew bûye, ku baharya xwe bi Îranê anîne. Bihar nekirine ku Îran kare Tirkyê ra bikeve hevkaryê û rêya wan bigrê. Di wê bawaryê da jî xapyan e... Sed heyf ji vê tercûba tel gelek rêvabirê Kurdan sûd negirtin, pişta xwe kutane vî yan wî dagerkirî... Dagerkir jî dema sirê hat pişta wan li erdê xist...
Şaşî û kêmasîke serhildanê jî ew bu ku nikaribûn biketana nav leşker, leşker bikşandana alyê xwe, ji bo li nav leşker da xortên Kurd jî kêm nîbûn. Sîyasî û piropaganda derva zeyîf bû, tu piştovanî tune bû... Derdê me Kurda pirin, giranin...
Mêrxasê kurd bûn tevî çyayê xweyî Agiriyê, bi dilsaxî û rema dilê xwe dijî neheqî û qelpîtya Qederê... Bêqisûr ber xwe dan, hîmê dewleta zulm û xezevê hejandin û bûn kilam ketine dilê gelê xwe. Du şera da pişta neyarê eskerpir li erdê xistin, bi tivingên sade 9 firok anîne xar... Tek bi alîkarya der agirê çiyayê bilind hate temirandin.
Dibêjn pala Girîdaxê, li ser axa ku bi xûna şihîda hatye avdan, çawa qerf dewleta zulmê heykelê pîlotên xwe çê kirye, (ew peyker navenda bajarê agiriye) yên ku serhildanê da tevî firokên xwe ketine ber pîyê xweşmêran …û ser jî nivîsîne: „ Ev qehremanên ordîya Tirkan, li dijî dijminên me, bi mêranî şer kirine. Ji bo azayî û serfirazya miletê Tirk, canê xwe feda nekirine:“
Girîdax, heroj li vî heykelê eksî neyartyê dinhêre û ker, ji kûraya dil keserê dikşîne... Kesera xweye kevn, kesera xweye mezin, kesera xweye kûr...
Kengê dewyê wan heykelên zulmê bên?
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder