21 Şubat 2011 Pazartesi

welat û dilê min : Kamiran Bedirxan 1932



Ev çend sal in dilê min qet ne geş e
Dinê tarî, dinê êvar û reş e.
Eylê min ket, nava birînê birîn reş;
Buhara min,pehîza min,hemî reş.
Di çolê de,di deştê de tenê me ;
Qey rondik im;qey ez şîna dinyê me.
Xweş buhar e, lê xerîbî jarî ye
Min çi kir ku dinya li min tarî ye
Min çi kir ku zaroyên min mirîne ;
û ronahî ji çavên min birine.
Bê xanî me;bê tifikim; bê welat,
Her ji min re maye bêbext rojhelat.
Min bûk nedît,zarok nedît nedît al
Porên min gewr,ez pîr bûme,bûme kal
Welatê min bikene,tu tiştek bêje
Lalbûnate çima hewqas dirêj e?
Çima hewqas;tu bêdengî û bê nav?
bila bibin gorîyên te sî û tav.
Welatê min bikene bikene megri
Ji bîra te hêj derneket Agirî...

Kemal,Fewzî, Êxtî,Fûad nemirin
Ji nû ve ew;di rêya te de dimirin.
Ji nû ve ew,ji tirbên xwe radibin
Ji nû ve ew dimirin pê şa dibin.
Sînga te de veşarti ne çend hezar
Çend hezar jî bê gund mane bê bajar
Çend hezar jî sêwî mane û bê mal
Text jî çû ye,bext jî çû ye nema al
Lê bawerî sist ne bûye nabe jar
Qelenê te ne tev gund û tev bajar
Qelenê te sîngên kurd û kurdmancan
Mirin nîne bo giyanê armancan
bawerî qet mirin çiye nizane
Jiyîna wê bêmirin e dizane
Ava bibî,serxwe bibî megirî ! !
Ji bîra te hê derneket Agirî.

Kamiran bedirxan 1932

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder