Pirtûka ‘‘Serhildana kurdên Tirkiyeyê û bandora wê ser têkiliyên derve yên Îranê: 1927-1930 nivîsa Kawa Beyat, lêkolînerê Wezareta Îranê ya Karên Derve’’ li weşana Neşrê Tarîxê Îran (Weşana Dîroka Îranê, 252 rûpel) çap bûye. Nivîskêr heya niha çend pirtûkên din jî ser kurdan nivîsiye. Ev pirtûk ji heft beşan û pêvekekê pêk tê. Nivîskar piştî îşareyeke kurt li serhildana Şêx Seîdê Pîran û serkutbûna wê li sala 1925’an, qala çêbûna rêxistina Xweyîbûnê dike ku encama biryara wê bû serhildana Agiriyê. Serokê siyasî yê serhildanê Biroyî Hesikî Têllo û yê çekdarî jî Ihsan Nûrî Paşa bû. Di dûmahîkê de ser hewldanên kurdan ên wê demê dinivîse ku serxwebûn (malbata Bedirxaniyan) û xweserî (Şêx Evdilqadir) dixwestin û dibêje eger kurdan arîkariya Mistefa Kemal nekiriba, tirkan nedikarî di şerrê dijî Yûnaniyan de bi ser biketibana herwiha hemberî Inglîsan li Mûsilê nedikarîn binabador bin lê Mistefa Kemal bi navê ‘‘biratiyê kurd xapandin’’.
Kawa Beyat piştî ku qala arîkariya berbiçav a Daşnakên ermenî bo çêbûna Xweyîbûnê û serhildana Agiriyê dike, ser şikestên mezin ên artêşa Tirk radiweste ku bi qasî çend salan li kurdan nikare û li gorî belgeyên fermî yên ji wê demê dibêje Tirkiyeyê bi caran dengê xwe li Îranê kir ku çima bi kirde/pratîk bêalî maye. Ew dinivîse: Berovajî gotegotên tirkan, ne tenê Inglîsan piştevaniya vê serhildanê nekir, wan hewl dida ku ev serhildan ser ya Şêx Mehmûdê Berzencî jî hîkariya erênî daneyîne lê dîsan jî li gorî belgeyên heyî li dezgehên dewleta Îranê dibêje Yekîtiya Soviyetê zext û zor li Îranê kir û bo piştevaniya li Tirkiyeyê hem 600 siwarkarên çekdar bo serkutkirina kurdan ji tirkan re şand hem jî madeyên kîmyayî da çend teknîsiyenên almanî ku li Bayîzê bombeyên kîmyayî çêdikirin û tirkan jî dijî kurdan bi kar dianîn. Ew rola Soviyetê di serkutkirina kurdan de pirr girîng dizane. Kawa Beyat di dûmahîkê de dibêje ‘’serhildanê di nava kurdan de baş deng veda û Şêx Ehmed Barzanî ji Iraqê û Malbata Hacoyan jî ji Sûriyeyê bo arîkariya serhildêrên Agiriyê hatin lê ji ber şerrê digel tirkan li sînorê nikarîn xwe bigihînin Agiriyê.’’
Nivîskar ser malbata Beyatmakûyan jî dinivîse û dibêje ev malbata tirkên azerî ji vî bajarî nînin û li serdema Şah Ebasê Sefevî, dorbera 500 salî beriya niha, ji devera Çixûr Seed a Yêrevanê koçberî vê devera kurd bûne lê dema ku Riza Şahê Îranê bû desthilatdar, wî ew ji desthilatê derxistin. Makû bajarê li qutara çiyayê Agiriyê û li aliyê Îranê ye ku êla Celalî lê dimîne. Beyat dibêje di sê salên dirêjahiya serhildanê de dewleta Îranê baş haya wê ji hevkariya Celaliyan û serhildêran hebû lê xwe kerrînî diavêt û dema ku tirkan jî dengê xwe dikir, inkar dikir. Dema ku dewleta Îranê ket bin zextan Soviyetê û dît ku eger ev pêvajo bidome, tirk dê bi vê biyanoyê bajarê Makûyê bo armancên pantûranîsmî dagîr bikin ji ber ku ev bajar xwe digihîne Nexçivana komara Azerbaycana niha, lewma daxwaza tirkan pejirand: Divê pirsgirêka diyarkirina sînorê her du dewletan û pêkanîna ewlehiya wê her du bibin mijarekê, ne ku li gorî dilê Îranê jev cuda bin. Wê demê dewleta Îranê jî lawaz bû û lewma pejirand tirk hêzên xwe li axa Îranê li çiyayê Agiriyê piçûk damezirînin û serhildêran dorpêç bikin. Ew dibêje tirk hatin û piştî serkutbûna serhildanê jî ev dever nedan Îranê û hîn jî beşek ji Tirkiyeyê maye lê Riza Şah pejirand li şûna vê li devera Kotolê, bi qasî 150 km jêrtir, cihekî piçûktir û ne girîng bidin Îranê! Nivîskar Riza Şah rexne dike ku çima daxwaza tirkan dijî kurdan pejirandiye û di dûmahîkê de dibêje tirkan pişta Îsmaîl Axa Simko kirin ku dijî Îranê dîsan bikeve liv û tevgerê lê li bajarê Şinoyê bi fêlbaziya berpirsên Îranê hat kuştin.
Dîplomasiya liser Serhildana Agiriyê
Kawa Beyat ser hevraz û berjêrên pirsgirêka diyarkirina deverên kêşeliser ên sînor dike û dibêje tirkan serêrojê biyanoyek dianîn û ji Îranê re digotin hem divê bo serkutkirina serhildana Agiriyê arîkariyê bidî me hem jî divê tu jî wekî me kurdên xwe serkut bikî! Nivîskar ji zarê Ihsan Nûrî Paşa ji pirtûka ‘‘Rûdanên Agiriyê’’ qala rola Yaver Fetullaxan, fermandarê tirkê azerî yê Makûyê dike ku bi raporên çewt û bikîn rê vekir ku dewleta Îranê piştî serhildana Agiriyê kurdên Celalî sirgûnî bajarên navendî yên Îranê bike ku werin pişaftin. Ew dibêje renge jî Yaver Fetullah bi handana tirkan ev kar kiribe. Bo vê jî piştî ku tirkan li geliyê Zîlan ji 40 hezarî pirtir kesên sîvîl qir kirin, hinek ji wan sîvîlan reviyan û li zozanên Avacixê ser sînor penaberî Xalit Axayê êla Celalî bûn. Firkoeyên tirkan hatin û ew deverên Îranê bombebaran kirin, lewma Xalit Axa êl da koçkirin û ber bi aranê ve çû lê li dertengê Gacotê li nêzîkî Makûyê Yaver Fetullahxanê li şûna piştevaniya li êlên kurd ên Îranê, rê li ber wan girt, êriş kir û di vî şerî de hin leşkerên wî hatin kuşt. Ev yek dirêj bû û rapor ser raporan çûn. Dewleta Îranê bawer kir ku ‘’êla Celalî ber bi serhildêrên Agiriyê ve diçû lê me nehîşt û wan jî hin leşker kuştin.’’ Nivîskar dibêje vî fermandarê tirkê azerî karî bi raporên xwe rayedarên navendî razî bike ku êla Celalî metirsî ye, lewma dema Riza Şah li Îlona sala 1930’yî hat bajarê Xoyê, destûr da vê êlê sirgûnî navenda Îranê bikin û kirin jî.
Kawa Beyat di beşeke pirtûkê de dibêje Mihemed Elî Firûxî, balyozê wê demê yê Îranê li Enqereyê jî guh nedida gotinên Nerola Xanê Xeletberî (Êtilaolmolk), waliyê berê yê Kurdistanê û berpirsê wê demê yê diyarkirina sînorê. Firûxî kurd wekî ‘’çete’’ dida nasandin lê Nesrola Xan digot ‘’divê Îran arîkariya kurdan bike û tu caran baweriya xwe li tirkan neyînin û di dawiyê de jî bû gotina Nesrolla Xan û axa Îranê ji dest çû.’’
Nivîskar dibje belgeyên heyî nîşan didin wê demê 53 jin û zarokên kesên serhildêr li Darolterbiyeya Tewrêzê (Mala Perwerdeyê ya Tebrîzê) diman û serekên wan jî sirgûnû bajarên cûrbecûr ên Îranê bûn. Ihsan Nûrî Paşa jî penaberî Îranê bû, sirgûnî bajarên Savê, Yezd, Kirman û Têhranê kirin. Wî pirtûkên ‘’Rûdanên Agiriyê’’ û ‘‘Dîroka Reha Nijada Kurd’’ jî nivîsî. Çend caran jî li vê dawiyê rê dan ew serdana civînên kurdan li derveyî Îranê bike lê Adara sala 1976’an motorsiwarekî li Têhranê lê da û kuşt. Hin rapor dibêjin SAVAK (Istixbarata Şah) ew kuşt.
Agahiyên beşa pêveka pirtûkê û çavkaniyên wê dikarin ji lêkolînerên vê beşa dîroka kurdan re mifadar bin.
Basnews / 2019
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder