7 Şubat 2011 Pazartesi

Kakşar Oremar: Xem û xewnên Îhsan Nurî Paşa

Xem û xewnên Îhsan Nurî Paşa -07/02/2011 - 08:23 - kaksharoremar@gmail.com

Dema navê wî dibihîsim xemeke giran xwe di hîs û hestên min de dialîne. Diltengî sînga min digoşîne û ez ji xwe dipirsim: çima ew qedera nexweş bû bi para general Îhsan Nûrî Paşa?
Dema navê wî dibihîsim xemeke giran xwe di hîs û hestên min de dialîne. Diltengî sînga min digoşîne û ez ji xwe dipirsim: çima ew qedera nexweş bû bi para general Îhsan Nûrî Paşa?
Cara yekê min navê wî ji zimanê bavê xwe bihîst. Dema dîwana malê germ dibû, êdî bi dengekî nizmtir axaftina mêvan û xwediyê dîwanê derbasî siyasetê dibû. Li ser her derê diaxivîn û hîsên kurdîniyê jî digihiştin astê xwe yê herî bilind. Di pirtûkekê dîrokî de wêneyekî Î. Nurî Paşa (1892-1976) û Xanima wî hebû. Serbihuriya wî wêneyî bavê min ji zimanê Emîrxanê Herkî bihîstibû. Wêne bi kincên kurd û li bajarê Urmiyeyê li wênegirxaneke ya bi navê “Zarya” li sala 1963’yan hatibû girtin. Kincên Îhsan Nûrî û xanima wî (Xedîce Yaşar) yên kur û bûka Reşîd Begê Herkî bûn ku wê demê li Urmiyeyê mêvanên wan bûn. Li wêneyê baş temaşe bikin: Di reng û rûyê Îhsan û Xedîcê de mezinahî û esalet dibare. Rengê mezin a li ser û mirov zû bi dîtina wî wêneyî pêdihese ku Îhsan kesekî maqûl û mezin bûye. Dema bavê min li wî wêneyî temaşe dikir, her carê bi axîneke tijî êş û şewat wiha digot: “Ax mala min xera be…” û demekê bêdeng dima.
Sal derbas bûn û dema hinek çavên me vebûn, me şoreşa Agirî û serokên wê bêtir naskirin. Ji salên 1985’an û pêde ku kadroyên PKK’ê tovê şiyarbûnê li her derê direşandin, min ji zimanê her du hevalan Bedran û Silêman gelek tişt li ser serhildana Agirî bihîstin.
Piştre kesên ku ew ji nêzve dîtibûn behsa kurdperwerî û ramanên wî yên kurdistanî dikirin. Mîna Qazî, Dr. Haşim Şîrazî, Sarimedîn Sadiqwezîrî, Dr. Evdilezîz Şemzînî, Seyîd Elî Gîlanîzade, Emîrxan Cihangîrî (Herkî), Tahirxanê Simko, Yusif Kurdnejad, Perwîn Gîlanîzade, Dr. Mihemed Salih Îbrahîmî (Şepûl), Fewziye Qazî û hwd ku ew ji nêzve dîtibûn, her dem behsa sifetên wî yên bilind dikirin ku tim bi feqîrî û nedarî jiya, lê li hemberî dijiminê xwe qet serî neçemand. Ew rêber û generalê şoreşa Agirî bû ku heya mirinê strana “Hilbe Agirî” ji bîr nekiribû:
Agirî, Agirî, tu agir bûy / Li nav dinya serbilind bûy
Li ser Kurdistanê çira bûy / Hilbe Agirî, hilbe Agirî
Agir dirijand ser seran / Ronahî direşand her dera
Erd dihejand car caran / Hilbe Agirî, hilbe Agirî
Newalên te tejî xwîn bû / Xelxele tejî cendek bû
Raste berê agir tu bûy / Îro agirê lawêd te bû…”
Ji sala 1930’an heya mirina xwe ew wek hêsîran di bin kontrol û çavdêriya îstixbarata dewleta Pehlewî de bû. Gelek caran bi destûra Mihemed Riza Pehlewî hinek kurdên xwefiroş ji Îhsan Nurî xwestin ku hemû daxwazên xwe yên şexsî bi nameyekê pêşkêşî dewletê û hizûra padişahê Îranê bike. Lê wî tu caran teşebuseke wiha nekir. Bi feqîrî jiya û heta carinan nedikarî xwarinekê bide mêvanên xwe jî, lê qet ji bo tiştên biçûk û rojane mezinahiya xwe di çavên dost û dijiminan de kêm nekir. Wî dizanî ku rojekê serokê şoreşeke mezin bû. Şoreşa ku bi hevkariya sê dewletên mezin (Îran, Sovyet û Tirkiyeyê) têk çûbû, lê lîderê wê heya mirinê ew sifetên xwe yên lîderekî xwedî karîzma winda nekirin. Derd û elemên ku wî û hevala wî di riya Kurdistanê de kişandin romaneke nenivîsandiye. Ji karkeriyê bigire heya çêkirin û firotina qrevatan ew her du xebitîn ku muhtacî nemerda nebin. Heya mirinê jî bi serbilindî jiyan û xwe nefirotin malê dinê. Mirovên wiha bi esalet û zanane ku zindîmayîna me kurdan garantî kirine. Ger ew nebûna bawerim bingeha şoreşa îro jî wiha bihêz nedibûn.
Xemên ku Îhsan Nurî Paşa di oxira Kurdistanê da bi xwe re birin bin axa xerîbiyê, bêhisabin, lê xewnên wî mezin bûn. Xewnên ku îro di qêrînên Amed, Urmiye, Sine, Qamişlo, Colemêrg û…da digihin guhê hemû cihanê. Navê general Nurî Paşa gelek tiştan tîne bîra me: Xoybûn, serhildana Agirî, Heskê Telî û şervanên din yên navdar ku heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê li dijî tirkên înkarger şer kirin.

NOT: Ev nivîs destpêka lêkolîneke berfireh e li ser serhildana Agirî û jiyana General Nurî Paşa ku di demeke nêz de yê bi dawî bibe.


Rojnameya Azadiya Welat

Ji boy beşa duyemîn vê lînkê bitîkinin: http://ararat-welat.blogspot.com/2011/03/dawiya-efsaneyeke-ihsan-nuri-pasa_28.html



Hiç yorum yok:

Yorum Gönder