Gelê Kurd piştî têkçûyîna Osmanî wekî gelên din li azadiya xwe digere. Gorî peymana Sevrê mafê Kurd û Ermeniyan ên dewletbûnê ji aliyê Osmaniyan ve hatibû pejirandin. Lê di praktîkê de Tirkan nedixwastin Kurd bibin xwedî dewlet û ji bo wê jî çi ji destê wan bihata dikirin.
Bi şikestina tevgera di bin pêşengiya Şêx Seîd re, navenda doza azadiya Kurdistanê bû Agirî. Serokê Kurd Îhsan Nûrî Paşa tevger û şereke nûjen dida û roj bi roj Kurd berî bi serkeftinê dibûn. Tê zanîn rêxistina Xoybûnê serhildan birêvedibir. Xoybûn îlankirina Komara Agiriyê (li Ewropa Komara Araratê dihate binavkirin û pirranî wisa tê zanîn) bi fermî kir. Komar dê sazûmaniyeke demokratîk avabikira û Kurd û Ermenî di nava dostanî û têkildariyê de bijiyan.
Bro Heskî Têlî (Îbrahîm Heskî) bû serokê birêvebiriya avakirina hikûmetê û karên sîvîl. Herwekî Temir Axa wekî serokê artêşê û berpirsiyarê birêvebiriya avakirina karên leşkerî hate peywirdarkirin.
Bi alîkariya YKSS, Brîtanya û Îranê hêza Kurdan hate şikestin û serhildan têkçû. Lê heya sala 1931'î ala Komara Agiriyê her dihate pêldan.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder