Kakşar Oremar - kaksharoremar@gmail.com
28/03/2011 - 09:13
25’ê adara 1976’an bû. Cih nexweşxaneya Sîna li bajarê Tehranê. Ew çend roj bû ku bi dengekî nizim û bêhêz tenê wiha digot
25’ê adara 1976’an bû. Cih nexweşxaneya Sîna li bajarê Tehranê. Ew çend roj bû ku bi dengekî nizim û bêhêz tenê wiha digot:
Li ser Kurdistanê çira bûy / Hilbe Agirî, hilbe Agirî
Agir dirijand ser seran / Ronahî direşand her dera….”
Saet 6’ê berê sibê doktor li korîdora nexweşxaneyê ber bi wê ve hat. Xedîce Tuktaş an jî Yaşar Xanim ew hefteyek bû ku li benda Îhsanê xwe bû ku dîsa jê re bêje: “ka wê keşafa defterê ji min re bîne…”
Ew li benda wê rojê bû ku dîsa ji Îhsan re bêje: “De ka zû bîranîna xwe ya îro jî binivîse, ez dixwazim bixwînim. Ka îro te çi kiriye, kê dîtiye, ji rojên xweş û nexweşên Agirî çi hatiye bîra te…”
Lê doktor bi xemeke giran jê re got:” Yaşar Xanim bazê Araratê….”!!! Û nekarî xwe bigire û qirika wê hat girtin.
Yaşar Xanim, yek ji wefadartirîn jinên cîhanê ber bi odeya Îhsan ve baz da… belê êdî ew ketibû xewa ebedî, lê çavekî wî vekirî mabû. Girnijînek li ser lêvên wî xuya bû. Rûyê wî yê nûranî êdî sar bûbû.
Hefteyek bi ser qezayê
re derbas bûbû
Belê… piştî hefteyekê ku ji wê qezayê derbas bû bazê Agirî general Îhsan Nurî Paşa xatir ji jiyanê xwest. Yaşar Xanimê bi hawareke tijî soz û axîn:
“Êdî piştî te dinya ji min re vala û herame Îhsanê min!, min ji bo xatera te terka hemû kesê xwe da, lê te ez li xerîbiyê jî bi tenê hiştim… way feleka xayîn te çima li min wiha kir…” SAWAK’ê ji ber ku ew bi dizî Mistefa Barzanî re dîtibû bi qezayekê dawî bi jiyana wî anîn.
Kurdên Rojhilat wê
rojê reş girêdan
Wê rojê kurdên Tehranê bi xemeke giran lîderê şoreşa Agirî li Tehranê dan axê.
Bi salan e ku mezarê wî bûye ziyaretgeha kurdên welatperwer û hê jî çîroka Îhsan û şoreşa Agirî ji bîra dîrokê neçûye.
Agirî bi bilindahiya xwe ya 5 hezar 137 metreyan hêşta jî serberze. Serê wî li ber asîmanan e.
Piştî Komkujiya Zîlanê jî heqarete xwe domandin
Tirka piştî tevkujiya geliyê Zîlan û bidawîbûna şoreşê heqareteke wiha bi Agirî kiribûn:
“Kurdistana xeyalî li vira veşartiye…” û îro em dibînin ku xeyalên tirkên kedxwar pûç derketin.
Çimkî Agirî bi zarokên xwe serbilind e û niha ew kur û keç dane nava dilê xwe.
Mêrxasên
Serhildana Agiriyê
Axxx… çîroka Agirî û mêrxasên wê serhildanê hêşta jî nenivîsandiye. Biroyê Heskê Têkî û Xanima wî ya çeleng Rabîe Xanim, Reşoyê Silo û Zeyno yên evîndar û şervan, Yusif Elî Mihacir, Ferzinde û hevala wî Besre Hesnanî (di zindana Tehranê mir), Şêx Ebdulqadir, Têmûrê Celalî, Şemsedîn Celalî, Îlxan Celalî û Mihemed Derwêş û… çiqas mêrxas û çeleng bûn.
Li ku ne ku deriyê dilê xwe ji dîrokê re vekin û negotî û nebihîstiyan bi me re parve bikin.
Ax ji destê vê qedera reş ku bi hezaran xwezî û hesret binax kirin. Lehengên wê şoreşê gelek bûn, lê ka çi bi serê wan hat, kî dizane qedera wan çawa bi dawî bû?
“Tirkan nikaribû li hemberî
kurdan li ber xwe bidin”
Îhsan Nurî her tim wiha digot: “Şerên li Agirî ji dost û dijiminan re aşkera kir û tu guman nehêlan ku tirkan nekarîn li hemberî kurdan li ber xwe bidin. Kurd di şerî de mîna volkanan bi hêz û geş in.
Tu carî li ser kêmbûna hejmara xwe li hemberî hejmara zêde ya dijmin nafikirin. Ger ev milet birastî ji xwe re şer bike û li hev xiyanetê nekin û li dijî neteweya xwe hevkariya dijmin nekin, tu carî dijmin nikare wan rastî şikestê bîne.”
Îxaneta ku bûbû wekî
mîrateya bav û kalan
pêsira kurdan bernedida
Belê Îhsan Nurî jî zanîbû ku xiyanet bûye mîrasek û qedera kurdan reş kiriye. Ew xistine wî halî.
Generalê kurd ji sala 1927’an heta 1930’an li dijî tirkên înkarger şerê ji bo serxwebûna Kurdistanê dameşandin.
Şerê kurd û artêşa
Tirkiyeyê
Belê… gelo ma di wan çend salan de çi rûdaw qewimîn? Şerê kurd û artêşa Tirkiyeyê ji bihara 1926’an heya havîna 1930’an berdewam bû. Komara Araratê hate îlan kirin. Marşa “Agirî hilbe” hate nivîsîn û gotin.
Alaya kurdan li
Çiyayê Agirî bilind dibû
Ala Kurdistanê li bilindtirîn çiyayê Kurdistanê hate hildan… lê gelek kul û keser, gelek rastî û gotinên nebihîstî hebûn ku hê jî di domana dîrokê da winda ne.
Qehremanên ku gula şoreşê bûn, keçên çeleng ku mil bi mile mêra şerê hebûn û mayîna xwe kirin… ew kî bûn, li ku ne û çi bi serê wan hat?!
Gelo hûn ji yadigarên komara Ararat kesî nas dikin?! Kes ji wan saxe ku mirov ji zimanê wan hînî çîroka Agirî û tiştên nebihîstî bibe!?
Ji Rojnameya Azadiya welat hatiye hildan
Ji boy beşa yekemîn lînk: http://ararat-welat.blogspot.com/2011/02/kaksar-oremar-xem-u-xewnen-ihsan-nuri.html
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder