19 Şubat 2011 Cumartesi

Agirî navê te girane


Agirî navê te girane

Agirî navê te girane
tu bi deşt û bi zozane,
hêlîna gire girê kurdan
Ihsan Nûrî paşa,
Silêmanê Ehmed bavê Ferzende beg,
Seyîdxanê kerr şêrê eşîrane...
Tu rabe dîsa serê xwe hilde
wekî carek ji carane
wekî Mahabad derdê te girane

wekî bircê Amedê
ku şîna şêyx Seidê kal girêdane
xwe bixemilîne
bi keç û xort û şoreşvana ne....
Agirî tu tim û tim warê serhildane
navê te pirr û pirr girane
ciyê eşîrên Serhedê û
warê fermandara ne
de rabe serê xwe rake
hilde tola salan, heyfa wan mêrane
ala xwe bihejîne tu bûka Kurdistan e...
Agirî te pir caran singa xwe vekirye
ji şer û cengên pirr girane
roma xayîn li ser te barandî
top û mitralyoz û bombane
tim û tim caran navê berxwedana te giran e...
Agirî tu hêlîna Ferzende yê
bavê Elfesya ,sûwarê Eznawirî
qonaxa Keremê Qolaxasî mêrek ji mêran cêtire..
Navê te şêrin çi giran e
deşt û çiyayên te sor ji xwîna wan şehîdane
dilê serhedê,tu hêz bike rabe wekî carek ji carane
ji bîr neke !
tu warê fermandarê mezin Ihsan Nûrî paşa ne.

Xakî Bîngöl
18 02 2011

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder