15 Kasım 2010 Pazartesi

Rom xayîn e Zeynê teslîm nabe


Di dema serhildanê de Zeynê çek hilgirtiye, bi mehan li çiyê maye û şer kiriye. Di nav kesên ku tê xwestin teslîm bibe Zeynê jî heye.

Gotinên Zeynê îro jî ji aliyê dengbêjên herêmê ve têne gotin: ‘’Ça teslîmê Romê dibî?/ Tu nizanî Rom xayîn e /Ez Zeynê me, Zeyna Hemo me/ Gura serê çiya me / Wele nabe, tu car nabe / Heft bavê Romê were / Zeynê teslîmê wana nabe...“


NURÎ FIRAT – SIDDIK GULER

Piştî gera me ya li Erdîş û Çelebîbagê em rastî fotografekî dîrokî tên. Şaredarê Çelebîbagê Veysel Keser ev fotograf bi salan e veşartiye. Di fotograf de mirovekî hatiye kuştin heye. Ev fotograf aîdî kesekî di dema Serhildana Agiriyê de yek ji lîderên hêzên kurdan ku li herêma çemê Zîlanê: Reşoyê Silo ye…
Reşoyê Silo, li herêma çemê Zîlanê dema Serhildana Agiriyê de piştgiriyê dide Îhsan Nûrî Paşa. Reşoyê Silo ji Eşîra Bekiranaye û bi şervaniya xwe navdar e. Li herêmê hê jî efsaneya Reşoyê Silo tê gotin. Di çîrokên Zîlanê de teqez hûnê li cihekî rastî navê wî bên.

Piştî di sala 1930’î de Serhildana Agirî tê binpêkirin û Qirkirina Zîlanê pêk tê, li herêmê bi çend hevalên xwe şerê çekdarî dimeşînin. Teslîmî dewletê nabin. Li gorî gotinan di zivistana sala 1932’yan de ji bo xwarinê dadikeve gund. Lê ji ber îxbar dikin mecbûr dimîne ku teslîm bibe. Bi saetan îşkenceyê lê dikin. Li ber xwe dide. Lê li ser soza ku destê xwe nadêne cihê hevalên xwe dibêje.

Cihê lê dimînin ji aliyê leşkeran ve tê dorpêçkirin û Reşoyê Silo ji bo hevalên wî teslîm bibin bang dike. Soza ku destê xwe nadin wan tîne ziman. Lê bersiva Zeynê gelekî cuda ye.
Zeynê, hevsera Reşoyê Silo ye. Îhsan Nûrî Paşa û Yaşar Xanim çawa be, Reşo û Zeynê jî wiha ye. Zeynê jî weke Reşo çek hilgirtiye û bi mehan li çiyê mane û şer kiriye. Ji nav kesên ku Reşo dixwazin teslîm bibe Zeynê jî heye.
Zeynê vê bersivê dide Reşo. Gotinên Zeynê îro jî ji aliyê dengbêjên herêmê ve têne gotin:

Zeynê dikir gazî, digot
Reşo, te digot li dinyayê
Li ser min re tu mêr tune ne
Rabe tivingê hilgire
Bi mêranî xwe bihejîne
Xwelîsero, bê aqilo
Ça teslîmê Romê dibî?
Tu nizanî Rom xayîn e
Ez Zeynê me, Zeyna Hemo me
Gura serê çiya me
Wele nabe, tu car nabe
Heft bavê Romê were
Zeynê teslîmê wana nabe.
Lo lo Reşo, hey bêbexto
Kuro were wiha meke
Tu serê me berjêr meke
Te, çi zû ji bîr kir
Giliyên Nûrî Paşa
Gurê serê Gilîdaxê
Way bêbexto! Korefamo!
Ez naqetim ji bêriyê
Hey pepûko, tirsoneko
Mirin çêtir e ji hêsiriyê

Ev gotinên Zeynê, baweriya jinên kurd a ji bo azadiyê ji hemû cîhanê re vedibêje. Bi dengê dengbêjên Serhedê di hişmendiya civaka kurd de hatiye bicihkirin. Zeynê û hevalên xwe li ber xwe didin, lê dawiyê êsîr dikevin. Dewleta tirk soza xwe nagirine û hemûyan gulebaran dikin. Serê Reşo û Zeynê jêdikin û gund bi gund digerînin. Ev çîrok li herêma Erdîşê weke çîroka Reşo tê vegotin…

Zêmar ji ‘Keçên winda yên Zîlanê’ re

Qirkirina li çemê Zîlanê bi çîrok û stranan heta roja îro tê gotin. Dengbêj qirkirinê ji hemû cîhanê re vedibêjin.
Zêmara li jêrê jî bi saya dengbêjan gihiştiye roja îro. Ev zêmar, zêmara Qirkirina Zîlanê ye. Dema hûn çûn Erdîşê, Çelebîbagê vê zêmarê guhdarî bikin. Di vê zêmarê de em dixwazin bala we bikişînin ser babetekê. Tê gotin 300 keç û bûkên Zîlanê li erebeyan siwar kirin û şandine cihên biyanî. Ev rewş piştî Qirkirina Zîlanê 8 salan tiştên li Qirkirina Dêrsimê hatine jiyîn tîne bîra me. Her du qirkirin bi gelek aliyan dişibin hev. Piştî gelek salan me çîroka “Keçên winda ên Dêrsimê” bihîştibû. Ji vê zêmarê em fêm dikin ku ‘keçên winda’ ên Zîlanê jî hene.

Xecê bang dikir, digot Husna, Ferîde
Lawo sibe ye, çi bûye îro
Li ser eşîrên Geliyê Zîlan
Devê top û tomotîka makîneliyan
Li hêsîrên Geliyê Zîlan girêdane
Bila ocaxa Dewrêş Begê biqele, qet nemîne
Koma pêncsed nifûsên Geliyê Zîlan
Ji êvar de kom kiriye
Biriyê nava qesapxanê qir kiriye

Xecê digot Husna, Ferîde
Ez nemînim, ji kê re nizanim
Bigirîm ji halê kîjan eşîrê ra
Ez nemînim ji hêsirên Geliyê Zîlan ra
Sêsed qîz û bûkên Geliyê Zîlan
Kirin makînan, şandin nav dîwelan
Lawo belkî felek mala te mîrat be
Ji kê gazîndê bikim
Ez ê îro ji bona xelqê Geliyê Zîlan
Dayê bêjim hêsir im, hêsir im, hêsir...

Li Agiriyê Komara Kurd

Di çarçoveya Plana Îslahkirina Şerqê ku piştî Serhildana Şêx Seîd hatibû îlankirin piraniya serkêşên eşîretên kurdan ji bo bajarên rojava ên Tirkiyeyê Sûriye, Îran û Iraqê hatibûn mişextkirin. Eşîreta Celaliyan a li Agiriyê akincî bû jî ji vê pêkanînê para xwe girtibû. Eşîretên Celaliyan di dema dawî ya Osmaniyan de di nava Alayên Hemîdiyan de cih girtibûn. Û li Kozika Rojhilat bi taybetî jî li hemberî rusan şerekî mezin kiribû. Di serdema avakirina Komara Tirkiyeyê de Celaliyan roleke mezin lîstibû. 
Ligel vê yekê Eşîretên Celaliyan piştî Serhildana Şêx Seîd hevrû dewletê bûn. Lewre eşîretên di nava Alayên Hemîdiyan de cih girtibûn dîtibû ku dewleta tirk ew xapandine. Û ji ber ku hebûna wan hatibû înkarkirin di nava serhildanên kurdewar de cih digirt û serkêşî dikir. Wekî mînak, Xelîl Begê Cîbranî fermandarê alayeke Hemîdiyan bû û yek rêberên Serhildana Şêx Seîd bû. Her wiha dihate xwestin ku hemû hêmayên ku kurdan îfade dikin bêne tunekirin. Ji ber hindê jî kesayetên di nava gel de xwedî îtibar dihatin çewisandin û li hemberî wan ‘tedbîr’ dihatin girtin.

Di çarçoveya van tedbîran de li hemberî Eşîreta Koçuşagiya ku li Dêrsimê akincî bû qetlîam pêk hatin. Di heman demê de dihate xwestin ku serkêşên Eşîretên Celaliyan jî bêne mişextkirin. Lê Eşîretên Celaliyan ev yek qebûl nekir.
Bi ‘Qanûna Neqilkirina Hin Kesayetên ji Deverên Şerqê bo Bajarên Rojava’ ku di sala 1927’an de hatibû derxistin zordestiya li hemberî eşîretên kurd gihiştibû radeyeke ku tehamûl jê re neyê kirin. Dema di vê çarçoveyê de lê bê nêrîn li gorî gotina Mustafa Kemal darvekirin û tedbîrgirtina li hemberi hin kesan di rojevê de bûye û li hemberî vê yekê jî berxwedanek jî pêk hatiye. Ji vir riyan me ber bi Serhildana Agiriyê ve dibe bi rehetî tê dîtin.

Serhildana Agiriyê

Dîroknûsên fermî yên tirk îdia dikin ku di 16’ê gulanê – 17’ê hezîrana 1926’an de li Bazîdê qaçaxgerekî bi navê Bro Heskî Telî hin pez ji gundekî diziye û çûye çiyayê Agirî. Li gorî wan serhildana Agiriyê wisa destpêkiriye. Ev îdia ne bitenê ji aliyê dîroknûsên fermî yên tirk ve ji aliyê dîroknûsên wekî Ayşe Hur ve jî tê parastin. Her wiha li gorî heman dîroknûsên fermî ji bo ku ‘patoxwerekî’ wekî Bro Heskî bê cezakirin Alaya 28’emîn hatiye peywirdarkirin. Lê di encama pevçûnan de leşkerên tirk ziyaneke mezin jiyaye. Bi gotina Ayşe Hurê piştî vê hezîmeta ku bûye rûreşiya wan Tumena 9’emîn hatiye peywirdarkirin. Lê ew jî serkeftî nebûbû. Piştî Bro Heskiyê ji Eşîretên Celaliyan navûdeng dan tevgera Xoybûnê jî li başûrêrojavayê Kurdistanê xwe bi rêxistin kiribû jî tevli koma Bro Heskî bû. Êdî dîroknûsên tirk dest ji îdiaya ‘patoxweriya’ Bro Heskî berda û gotin Serhildana Nijadperestên kurd e.

Li gorî dîroka fermî ya dewleta tirk Serhildana Agiriyê bi vî rengî ye. Bi vê hişmendiyê hem gelê kurd kêmî xwe dibînin û hem jî dixwazin ku civaka kurd civakeke ew qas pûçe ku dê nikaribin serîhildin jî. Ji ber hindê jî navê patoxwerî û diziyê dane dûv kurdan. Çawa ku Serhildana Şêx Seîd û Serhildana Agiriyê û herî dawî di destpêkê de têkoşîna PKK’ê jî bi gotinên ‘qatil, qaçaxger û patoxwer’ hatin navkirin.

Xoybûn tevli serhildanê dibe

Piştî Serhildana Şêx Seîd di sala 1925’an de bi qetl û xwînê hate çewsandin, li Beyrûda Lubnanê livbaziyeke nû dest pê kir. Di sala 1927’an de li vî bajarî civîneke girîng pêk hat. Civîn bi navê Kongreya Neteweyî ya Kurd pêk hat. Serkêşên eşîretan ên ji ber zilma dewleta tirk reviyabûn başûrêrohilatê Kurdistanê, rojnameger, rewşenbîr û siyasetmedar tevli kongreyê bûn. Hin ji wan ev bûn: Cegerxwîn, Nurî Dêrsimî, Haco Axa, Îhsan Nurî Paşa, Ferzendeyê Hesananî, kurê Şêx Seîd Şêx Elî Riza, Mehduh Selîm, Mehduh Şukrî Sekban, Celadet Bedirxan, Kamûran Bedirxan, Hevînd Sorî, Elî Seydo,Qedrîcan, Mihemed Emîn Botî, Osman Sebrî, Nuredîn Zaza, Dr. Ehmed Nafîz…

Di vê kongreyê de rêxistina bi navê Xoybûn (Azadî) hate avakirin û seretên wê hatin destnîşankirin. Seretên rêxistinê li ser esasên netewebûna kurdan a hevdemî bûn û dixwest ku gelê kurd mafê tayînkirina qedera xwe pêk bîne. Di vê kongreyê de biryara destpêkirin serhildaneke nû hate dayîn. Ji kesayetên pêşketî yên ku tevli kongreyê bûne jî tê xuyê ku Xoybûn rêxistinbûneke çawa bûye.

Serhildana ku Xoybûnê dixwest pêk bîne, di rastiya xwe de beriya kongreyê destpêkiribû. Ev jî Serhildana Agirî bû. Di kongreyê de nîqaş li ser serhildanê hatin kirin û biryar hate dayîn ku Îhsan Nûrî Paşa serkêşiya vê serhildanê pêk bîne. Kongreyê Îhsan Nurî Paşa wekî fermandarê serhildanê destnîşan kir. Îhsan Nurî Paşa di nava Artêşa Osmanî de fermandarî kiribû û xwedî cerebe bû. Her wiha li çiyayê Agirî li hemberî rûsan şer kiribû û ji ber hindê jî herêm baş nasdikir. Her wiha di sala 1924’an de li Bêşebabê (Elkê) li hemberî dewleta tirk serhildanek jî pêk anî bû. Çiqas serkeftî nebibe jî cerebeyeke girîng jiyabû. Ji ber hindê jî Îhsan Nurî Paşa tercîheke di cih de bû. Beşdarên din ên kongreyê jî ji bo ku serhildan belavî tevahiya Kurdistanê bibe hatin peywîrdarkirin.

Wexta Îhsan Nurî Paşa û endamên kongreyê yên hatine peywirdarkirin gihîştin Çiyayê Agirî serhildana destpêkirin 2 sal li pey xwe hiştibûn. Eşîretên Celaliyan di bin fermandariya Îhsan Nurî Paşa de ji nû ve hatin rêxistinkirin. Di encama serkeftinên li hemberî Artêşa Tirk û asta rêxistinbûnê de Îhsan Nurî Paşa li Agiriyê sazkariya Komara Kurd îlan kir. Li herêmên ku lê serkeftî bûn alên xwe daliqandin û rojnameya xwe jî derxist. Heta li gelek deveran rayedarên xwe yên sivîl jî tayînkirin. (Agirî û Bazîdê).
Ligel berfirehbûna serhildanê piştgirên serhildanê jî zêde bûn. Her ku diçû eşîretên tevli serhildanê dibûn zêdetir dibûn. Heta Colemêrg, Nisêbîn, Erzirom, sînorê Derya Reş û sînorê Ermenistanê berfireh bû.

Hejmara yekineyên ku Îhsan Nurî Paşa serkêşiya wan dikir, di warê hejmarê de kêmbûn. Dewleta tirk di sala 1930’an de hejmara leşkerên xwe yên li herêmê derxistibû 60 hezarî. Her cureyê teknîka leşkerî bi kar dianî. Wekî mînak hejmara balafirên şer ên li hemberî serhildanê hatine bikaranîn 200 bû. Hejmara tevahî ya balafirên dewleta tirk wê demê 300 bû. Îhsan Nurî Paşa li gorî biryara Xoybûnê bi terzê gerîlatiyê şerê dewletê dikir. Îhsan Nurî Paşa ji bo terzê serhildanê yê şer di pirtûka xwe de ev agahî ragihandine: “Min dizanî ku ne hêsan e li hemberî tang, top û balafiran bi çekên ji destê neyaran hatine girtin şerkirin pir zor e. Ji ber hindê jî bi êrîşên mizrezeyî me dixwest ku nifûza dewleta tirk a li Kurdistanê bişkênin û di nava gelê kurd de hişmendiya azadîxwaz belav bikin û gelê kurd ji bo serhildaneke giştî amade bikin.”
Ligel berfirehbûna serhildanê dewleta tirk li aliyekî êrîşên xwe yên hovane didomandin û li aliyekî jî bi rêbazên dîplomatîk ên ligel Ingilistan, Îran û Sovyetistanê dixwest bu qetlîama li hemberî gelê kurd meşrû bide nîşandan.

Ligel hemû livbaziyên dewleta tirk Komara Kurd çend salan hebûna xwe parast. Lê di sala 1930’an de Artêşa Tirk 60 hezar leşker anîn deverê. Û hovîtiyên nedîtî pêk dinanîn. Balafiran bi şev û roj bombeyên kîmyevî û yên ku dibin sedemê şewatên li deverê dibarandin. Gund dihatin şewitandin. Sivîl bi komî dihatin qetilkirin. Û bi vê rêbazê dixwestin ku piştgiriya serhildanê bişkênin. Di encama danûstandinên bi Îranê re operasyon li hemberî qontarên çiyayê Agirî yên diketin nava ava rojhilatê Kurdistanê ku bindestî Îranê ye operasyonên dersînor pêk hatin û serhildan hate dorpêçkirin. Her wiha Îranê jî piştgirî dida dewleta tirk. Bi heman rengî Sovyetistanê jî ji bakur livbaziya hêzên serhildêr bi sînor dikirin.

Di encama vê dorpêçê de hêzên serhildêr ên di bin fermandariya Îhsan Nurî Paşa de windayiyên mezin dan. Îhsan Nurî Paşa tevî hevsera xwe Yaşar Xanimê û hin rêberên serhildanê mecbûr man ku birevin Îranê. Serhildan bi temamî di sala 1932’yan de hate tepeserkirin.
Ligel ku der barê bîlançoya tepeserkirina serhildanê de reqemên tekûz nîn in jî aşkera ye ku dewleta tirk madiyateke mezin ji bo vê serhildanê serf kir. Tê zanîn ku ji welatên biyanî deyn jî hatiye girtin. Wekî mînak ji Swîsreyê 10 milyon frank deyn hatibû girtin û bi temamî li lêçûnên şerê li hemberî serhildanê hate serfkirin. Ev jî bû sedemê krîza mezin a aborî ya dewleta tirk.

Wisa dixuyê ku îro jî dewleta tirk ji vê yekê ders negirtiye. Mînak di encama şerê 30 salan ê ku PKK’ê li hemberî dewleta tirk daye destpêkirin, heta niha li gorî reqemên fermî yên dewletê 400 milyar dolar serfiyata şer pêk hatiye. Dema bitenê ji vî awayî ve jî bê nirxandin ev tê wateya felaketiya dewleta tirk.
Lê zelal e ku felaketa mezin gelê kurd jiyaye. Li gorî çavkaniyên ermeniyan nêzî 500 gundên kurdan hatin wêrankirin. Ligel ku dewleta tirk vê reqemê qebûl nake, tu carî der barê wehşeta xwe ya li hemberî kurdan jî tu agahiyan nade. Hejmara kurdên ku hatine qetilkirin jî wekî 20 hezar kes tê lêvkirin. Li gorî çavkaniyên dewleta tirk bi tenê li Geliyê Zîlanê hejmara kurdên hatine qetilkirin zêdetirî 15 hezar kesan e. Ji bilî kuştinê, îşkence, tecawiz û pêkanînên din ên derîmirovahiyê bê hed û hesab in. Ji ber beşdariya serhildanê darizandin jî çêbûn. Heman cure darizandin di dema Serhildana Şêx Seîd de jî hatibû dîtin. Gotina Mustafa Kemal a ku digot; ‘carekê di beyana sibehekê de 60 rêberên wan min dan darvekirin’ dibe ku wekî nîşaneya kirinên dewleta tirk ên li Agiriyê jî bê qebûlkirin.

Li Edeneyê Dadgeha Îstîklalê hate sazkirin. Tê gotin 500 kes hatin darizandin. Li gorî daneyên rojnameya hejmara 23’yê gulanan 1932’yan swêdî Dagens Nyheterê ji bo 44 kesan biryara darvekirinê û 31 ji wan hatin înfazkirin. Her wiha tê zanîn ku gelek kes ji ber îşkence û muameleyên nebaş jî mirin e. Di darizandina li Edeneyê pêk hatî de nîvê 500 kesên dihatin darizandin bêyî ku derbixin pêşberî dadgehê bi derziyên jehrê hatin qetilkirin.Qeydên dewletê yên der barê mijarê de nepenî tên girtin. Piştî vê serhildanê polîtîkaya mişextkirinê xistin dewreyê. Ji Eşîretên Celaliyan hin ji wan berê wan dan Tebrîz û Tahranê, qismek ji wan birin Ege û Trakyayê. Tê gotin ku hejmara kesên hatine mişextkirin zêdetirî 10 hezarî bûn.

Hişmendiya dewleta tirk a li hemberî gelê kurd bi karîkatûrê di hejmara 19’ê îlona 1930’yê ya rojnameya Milliyetê de hatiye weşandin de xwe da der. Li ser goristaneke li çiyayê Agiriyê wiha hatibû nivîsin: ‘Muhayyel Kurdistan burada meftundur!’ Ango ‘Kurdistana azad li vir defin kiriye’

‘Çemê Zîlanê tijî hestî bû’

Qirkirina Zîlanê ku piştî bi salan em çûn di cih de me dît û kîtekîteyên wê nivîsand di çarçoveya Serhildana Agiriyê de ye. Hovîtiya herî mezin dibe ku li çemê Zîlanê hatibe jiyîn. Ji ber vê ji bo fêmkirina Qirkirina Zîlanê divê Serhildana Agiriyê û bûyerên li herêma çemê Zîlanê qewimîne mirov binirxîne. Bandora Serhildana Agiriyê di sala 1930’an de li nava eşîrên Hemoyan, Îskan, Bekiran û Hecî Deriyan ên l içemê Zîlanê dengvedabû. Her wiha li herêmê kurên Kor Huseyîn Paşa ku endamê Alayên Hamîdiye bûn jî tevli serhildanê bûn.

Di çarçoveya serhildanê de di 20’ê hezîrana 1930’an de qereqola li gundê Hasan Abdal ji aliyê hêzên kurd ve hatibû serdegirtin, piştre êrîşî qereqola Noşar û Çakirbeg kiribûn. Di van êrîşan de ku çend sed leşkerên tirk hebûn nîvî hatin kuştin û nîvî jî êsîr hatin girtin û dest danîn ser çekên wan.
Serdegirtina qereqolên li çemê Zîlanê bi emrê Îhsan Nûrî Paşa pêk hatibû. Îhsan Nûrî Paşa fêm kiribû ku dewleta tirk ji bo Serhildana Agiriyê biçewisîne bandorê li ser eşîrên li herêma Zîlanê bike û li hemberî wan bi kar bîne. Her wiha Îhsan Nûrî Paşa dixwest ku şerê li çiyayê Agiriyê hatiye bi sînor kirin belavî çeperên din jî bibe. Bi vê yekê çembera dewleta tirk bişkanda. Ji ber vê yekê xwest hemleya destpêkê ew bike û wiha kir. Li Zîlanê pevçûnên destpêkê wiha dest pê kirin. Lê Îhsan Nûrî Paşa qeyd kiriye ku êrîşên li çemê Zîlanê beriya dîroka destnîşan kiribûn dest pê kiriye. Vê yekê bi şaşfêmkirina talîmata şandiye ve girêdide. Di encamê de li çemê Zîlanê bi serdegirtina qereqola li gundê Hasan Abdal dest pê kiribû di demeke kurt de belavî Erdîşê bû û li gelek cihan qereqolên dewletê hatin desteserkirin û heta du balafirên şer jî hatibûn îmhakirin. Hêzên kurd ên çekdar çend kes bûn, ji ber vê serweriya wan a li çemê Zîlanê ji bo demeke kurt bû. Piştre bi taqwiyekirina hêzên leşkerî yên derdorê dewleta tirk serhildana li çemê Zîlanê bi awayekî hovane çewisand.

Çemê Zîlanê bi rojan bi mîtralyozan hate gulebarandin, balafiran bombebaran kir, gund hatin şewitandin. Çewisandina tevgera li qontaxên Agiriyê çavtirsandineke mezin bû û encamên erjeng bi xwe re derxist. Di rojnameya Cumhuriyetê ya 16’ê tîrmeha 1930’an de wiha tê gotin: “Li qontaxên Agiriyê gundên ku tevli eşqiyaya bûn bi tevahî hatin şewitandin û niştecihên wê li Erdîşê hatin bicihkirin. Di hereketa Zîlanê de zêdetirî 15 hezar eşqiya hatin îmhakirin. Tenê ji aliyê mufrezeyekê tê texmînkirin ku hezar kes in. Di çemê Zîlanê de 5 eşqiya jî teslîm bûye. Şerê li wir bi tarzekî serkeftî pêk hatiye û çemê Zîlanê bi cenazeyan tijî bûye.”

Qirkirina Zîlanê heta 3’yê îlona 1930’ê berdewam kiribû. Di qirkirinê de îmze avêtin binê hovîtiyên erjeng. Tiştê ku rojnameya Cumhuriyetê nivîsandine û kesên ku bûne şahidên qirkirinê em bi van re li Erdîşê axivîn tiştê hatine jiyîn bi awayekî aşkera radixîne ber çavan. Pêkanînên hovane yên di Qirkirina Erdîşê de mirov dikare wiha rêz bike:

1-Bi hezaran kurd ji bo nekevin destê leşkerên tirk û neyên qetilkirin reviyan çiya û daristanan. Bi rojan birçî man, hin ji wan jî di wan şertên dijwar de jiyana xwe ji dest dan.
2-Extiyar, zarok, ciwan, jin hemû kesên destê leşkeran li navenda gundan dihatin berhevkirin û gulebarandin.
3-Bi sungî û kasatûrayan zikê jinên ducanî diqelaştin, zarokên ne welidîbûn jî dikuştin.
4-Tecawizî jin û keçan kirin. Bi sedan keç berhevkirin û birin cihê ne diyar, careke din der barê aqûbeta wan de agahî nehat girtin.
5-Xanî, axur, zevî şewitandin. Dest danîn ser tiştên bi qiymet. Eraziyên aîdî gundiyan ji aliyê dewletê ve hatin desteserkirin.
6-Bi salan nehiştin gundî bikevin çemê Zîlanê. Hê jî ev qedexe berdewam dike û erazî di bin kontrola dewletê de ye.
7- Serhildêrên dihatin girtin çavên wan derdixistin, serê wan dihat jêkirin û gund bi gund digerandin.

Paranoya beralîkirna kurdan?

Bi serhildana Agirî û di çarçoveya Qirkirina Zîlanê de em dixwazin behsa nêzîkatiya dewleta tirk a ji bo kurdan jî bikin. Rêzenivîsek Yusuf Mazhar Beg di 18-22’yê tîrmeha 1930’an de di rojnameya Cumhuriyetê de der barê Serhildana Agiriyê de hate weşandin. Di cihekî de wiha dibêje: “Li wê derê ruhê serhildanê, weke sîtila li ocaxa agirperest her daîm bikele. Wisa xuya dike, vê carê çend henasên bi jehr, agir zêdetir geş kirine, tiliya çend xayinan ev zêdetir fûrandine û sîtila ebedî fûriyaye… Îro li vir kurd karên ku her tim dikin dubare dikin. Û her tim tiştên dîtine belkî vê carê tiştên nedîtine bibîbinin.”

Dubarekirinên ‘hêzên derve’

Nêrîneke din jî serhildanên kurdan bi hêzên derve rave dikin. Tiştên ku qet nayê hişê mirov tînin ziman. Di rojnameya Cumhuriyetê de di 10’ê tîrmeha 1930’ê de der barê nirxandina Serhildana Agiriyê ku ‘girêdayîna wê ya derve’ wiha vedibêje: “Ji aliyê din ve teqez e Çerkes Ethem li sînorê Iraqê digere. Li Iraqê ji şîmalê heta Mûsilê nifûseke kurd heye. Sîxurê îngilîz Lawrance par li sînorê Îran û Iraqê hatibû dîtin. Bûyerên niha îspat dike ku ev mirovê şeytan bi rastî li wan cihan digere. Lawrance belasebeb nagere, sîxurekî ku Hîcaz û Afganistan têk biriye yên wî nas dikin dizanin ku amadekariya hereketekê dike…”

Ayşe Hur jî di rojnameya Tarafê de di 24’ê gulana 2009’an de der barê rêxistina Xoybûnê de ku nêrîna fermî ya tirk dihewîne wiha dibêje: “Heman salê, kevnendamên Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê, Şêx Seîd, Bedîrxan Beg û zarokên Cemîl Paşa û hin serokên eşîrên ku neyartiya hev dikin û li gorî îdiaya îstixbarata tirk hin endamên Komîteya Taşnak a Ermenî, li Lubnanê Hoybun (Xoybûn di kurdî de ‘serbixwe’ ye. Lê dîrokzanên fermî navê rêxistinê di ermenkî de Haybun ‘warê ermeniyan’ tê îdia dikin) ava kiriye. Bi vî rengî kesên ji çolterê û bajarî an jî faîl û mexdûrên hatine beranberî hev zewaca zorakî ya kurd û ermeniyan derketiye holê. Armanca rexistinê ya baskê kurd li gorî peymana Sewrê dewleteke kurd a serbixwe ava bike.“

Dema mirov li van her du mînakan dinêre kurd ji aliyê ‘hêzên derve’ hatine beralîkirin, îradeya kurdan tuneye û ji aliyê ‘hêzên derve’ têne bikaranîn. Îhsan Nûrî Paşa di pirtûka ‘Serhildana Çiyayê Agirî” de tenê behsa têkiliyeke şênber a ermeniyan dike. Ew ermeniyê bi navê Ardeşîr Muradyan e ku hevalê Îhsan Nûrî ye. Muradyan piştre ji aliyê rûsan ve bi komployê êsîr tê girtin û sirgunî Sîbîryayê dikin û careke din agahî jê nayê girtin. Dema Muradyan li Agiriyê diçe serdana Îhsan Nûrî propoganda dest pê dike û Îhsan Nûrî wiha bersiv dide: “Hin derdor ji vê ziyareta ya fermandarê kurd wiha dibêjin ‘Ji bo ermenî piştgiriya kurdan bikin li Agiriyê ne’ Lê ev ne rast e.”

Tiştê ku Îhsan Nûrî digot ‘ne rast e’ ji bo serhildanên kurd ên din jî hate bikaranîn. Serhildana Şêx Seîd her tim bi zêrandina îngilîzan ve hate ravekirin. Herî dawî ji bo têkoşîna PKK’ê jî heman îdia hatin pêşkêşkirin. Destpêkê gotin ji aliyê rêxistina ermenî Asala ve hatiye avakirin. Piştî ku ev yek nebû vê carê gotin PKK ji aliyê MÎT’ê ve hatiye avakirin. Piştî ku ev yek jî nebû vê carê têkiliya wê ya bi Ergenekonê re hate pêşkêşkirin. Sedemên ku têkoşîna azadiya kurd weke diz, eşqiya binavkirin û girêdayîna bi hêzên derve yên îngilîzan re xizmeta vê yekê dikin:
1- Kurd weke gel nayê qebûlkirin û ji ber vê biçûk têne dîtin.
2- Bi vê yekê re têkoşîna azadiya kurd berovajî dikin rastiya wê ji civakê vedişêrin û kurd weke civateke wisa biçûk dibînin ku nikare têkoşîna azadiyê bide. Lê di rastiya xwe de ev propogandayên reş ji aliyê gelê kurd ve tu carî nehatiye qebûlkirin.

Kurdan efû dikir, tirkan ew dikuştin

Di serhildana Agiriyê de nêzîkatiya ji bo êsîran hatibû rojevê. Îhsan Nûrî di pirtûka xwe ‘Serhildana Çiyayê Agiriyê’ de wiha dibêje: “Fermandariya kurd bi belavokekê ji raya giştî ya cîhanê xwest ku li hemberî qewimînên li herêmê bêdeng nemînin û mudaxeleyê bikin.” Di belavokê de wiha hatiye destnîşankirin; kurdan leşkerên tirk ku ji bo kuştin û qirkirinê hatibûn esîr digirt û bêyî ku wan bikuje serbest berdide, beranberî vê tirkan zarokên kurdan bi hovîtî qetil dikir, ligel vê yekê ji tirkan re medenî û ji kurdan re jî hov tê gotin. Gelov ji van kîjan medenî û kîjan hov e. Îhsan Nûrî, di pirtûkê de ji bo rewşa leşkerên tirk wiha dibêje: “Leşkerên êsîr min şand gundê Kurdava ku ez lê dimam. Roja din du şervanan ev êsîr birin sînorê Îranê û teslîmî leşkerên Îranê kir. Tam dema êsîran ji Kurdava bibirina yek ji wan gora lingê wî qetiyabû. Jineke bi navê Horik ku vê rewşê dibîne, ji bo leşkerê êsîr necemide gora lingê xwe derdixe dide wî. Ev mînaka biçûk jî nêzîkatiya kurdan ji bo êsîrên tirkan çiqas mirovîne nîşan dide. Lê tirkan dema fêm dikirin her kurdê ku girêdayî Agiriyê ye ew dikuştin.”

Li şûna encamê:

Piştî Serhildana Agiriyê têk çû û li çemê Zîlanê qirkirinek pêk hat serokwezîrê wê demê Îsmet Înonu wiha digot: “Li vî welatî tenê neteweya tirk xwedî daxwazên ku mafên irqî û etnîkî bike ye. Ji bilî wê mafê tu kesên din tuneye.” (Rojnameya Milliyetê, 31 tebax 1930)

Piştî Înonu, Wezîrê Dadê Mahmut Esat Bozkurt jî li Odemîşa Îzmîrê wiha digot: “Tirk tekane efendiyê vî welatî ye, xwediyê tekane ye. Kesên ne tirkên xwerû bin tenê mafekî wan heye; mafê xizmetkirinê, mafê koletiyê. Dost û dijmin, heta çiya jî vê heqîqetê wiha bizanibe!” (Rojnameya Milliyetê, 19 îlon 1930) Mistefa Kemal jî dema Serhildana Agiriyê dest pê kiribû wiha gotibû: “Ew hêman dersa xwe standiye û careke din şûrê xwe li hemberî min raneke.” Ev yek teqez e ku di Serhildana Agiriyê de sûcê mirovahiyê pêk hatiye. Daneyên têkildarî Qirkirina Zîlanê ji bo vê yekê bes e. Ev tiştên me behsa wê kirin ji ber xwe ve neqewimî. Di rastiya xwe de bi nasnameya kurd ve girêdayî ye. Bi komarê re înkara kurdan esas hate girtin. Li hemberî vê yekê kurdan gelek caran serî hildan. Ev serhildan her tim rastî înkarê û hereketên îmhayê hat û encamên wê jî trajîk bûn. 90 salên dawî tiştekî nîşanî me dide. Ew jî; lêgerîna kurdan a ji bo maf, edalet û azadiyê ligel hemû rêbazên înkar û îmhayê nayê çewisandin.

Tiştê îro bê kirin divê bi dîrokê re hevrû bibe û di vê çarçoveyê de nêzî pirsgirêka kurd bibe û çareseriyan biafirîne. Gava yekemîn ji ber Qirkirina Zîlanê lêborîna xwe bixwaze (Di heman demê de ji Qirkirina Dêrsimê û yên din jî) û Çemê Zîlanê bibe muzeyeke servekirî.

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder