15 Kasım 2010 Pazartesi

Çemê Zîlanê bi cenazeyan tijî bû





Çemê Zîlanê bi cenazeyan tijî bû


Di rojnameya Cumhuriyetê ya 16’ê tîrmeha 1930’an de ji bo Qirkirina Zîlanê wiha digot: “Di hereketa Zîlanê de zêdetirî 15 hezar eşqiya hatin îmhakirin. Şerê li wir bi tarzekî serkeftî pêk hatiye û çemê Zîlanê bi cenazeyan tijî bûye”.


Em çûn çemê Zîlanê û careke din şahidî ji dîrokê re kir.
Çemê Zîlanê di hişê kurdan de cihekî girîng digire. Di sala 1930’an bi hezaran kes bi awayekî hovane hatin qetilkirin, gundê wan hatin şewitandin û bi hezaran hatin sirgunkirin.
Weke ku li Dêrsimê di sala 1937-1938’an de bûye. Îro serokwezîr Erdogan dîsa qirkirina li Dêrsimê tîne rojevê û bi vî rengî CHP’ê dixe tengasiyê û dixwaze dengê elewiyan bigire. Dema vê yekê dike mikur tê ku qirkirin di rastiya xwe de polîtîkaya dewletê ye. Lê ji ber van qirkirinan lêborînê naxwaze û xwe ji dewleta ku serokwezîrê wê ye cuda dihesibîne. Dêrsimê tîne rojevê, lê tiştên di serhildana Şêx Seîd, serhildana Agirî û Zîlanê qewimîne nîne rojevê. 
Di vê dosyayê de em ê wê qirkirina hovane ya li çemê Zîlanê bigirin dest. Bi vê armancê çavdêriyên ku li çemê Zîlanê me dîtine bi we re parve bikin. Piştre piştperdeya vê qirkirina dîrokî em ê bidin ber lêpirsînê.

Rêwîtiya Zîlanê

Dibêjin “Dema siyasetê”. Em dipirsin “Ew çi ye?”. Bersiva “Qirkirina Zîlanê” dibêjin. Dema dibêjin siyaset gotin dizivire dizivire tê ser Qirkirina Zîlanê.
Em li Erdîşê ne. Em ji wir derbasî bajaroka Çelebîbagê ku li perava gola Wanê ye.
Em dibêjin ku ji bo lêkolîna Qirkirina Zîlanê em hatine. Di serî de şaredarê Çelebîbagê Veysel Keser, Serokê Beldeya BDP’ê Mehmet Gurbuz û rojnamegerê herêmî Şahabettîn em bi germahî pêşwazî dikin û ji bo alîkariyê çi ji destê wan tê dikin.
Alîkariyeke wiha dikin ku karê dê di hefteyekê de bê temamkirin ji bo me di rojekê de eyar dikin. Em dibînin ku her kesê ku çîrokek Zîlanê bibêjin heye û ji ber vê yekê karê me hêsan dikin. Destpêkê me got em ê biçin çemê Zîlanê. Keser û Gurbuz jî gotin em ê bi we re bên û em derketin rê.
Çemê Zilanê, piştî qirkirina 1930’î demeke dirêj ji sivîlan re hatibû qedexekirin. Di dema Adnan Menderes de ji sivîlan re hate serbestkirin û destûr dan hin kesên ku gundê wan hatine şewitandin û xizmên wan hatine qetilkirin. Lê herêma behsa wê tê kirin ji qirkirinê vir de herêma leşkerî ya qedexe ye.
Weke rojnameger çûna çemê Zîlanê û kişandina dîmenan hema bêje ne mumkûn e. Çunkî destûr girtina ji qereqolên çemê Zîlanê ne mumkûn e, ancax bi biryareke navendî mumkûn e. Ew jî heta niha ji bo kesekî nehatiye dayîn.
Em cara ewil çûn çemê Zîlanê û me dîmen kişand. Çawa?
Em li çemê Zîlanê ji serî heta binî geriyan û fotografê gelek cihan kişand. Leşkerên ku me asteng bike me nedît, bi rastî em şaş man. Lê rastiya wê piştre hate fêmkirin. Xebata avakirina qereqolê ku li navîna çemê Zîlanê dihat kirin. Me dît ku Îdareya Avahiyên Tomerî (TOKÎ) ku girêdayî serokwezîrtiyê ye qereqolê ji nû ve ava dike. Leşker jî bênavber di înşaeta qereqolê de dixebitîn. Ji ber vê yekê dema em di ber qereqolê re derbas bûn leşkerên ku dixebitîn û malzemeyên qereqolê dibirin ecêb ecêb li me nêrîn, kesekî nasname ji me nepirsî. Em di roja xwe ya di şens de bûn. Fotografê gelek cihan cara yekem me kişand û li çemê Zîlanê bêyî ku rastî astengiyekê bên, me ji dîrokê re şahidî kir… 


Xwîna kurdan weke şirikê herikî ye

Di ketina çemê Zîlanê de tiştê ewil me dît, beşeke girîng a herêmê di bin avê de maye. Beriya demekê li herêmê bendav çêbûye, ne tenê ax her wiha dîrok jî di binê avê de maye. Cihê ku di bin avê de mane gundên ku di qirkirinê de derbas bûne û hatine şewitandin e. Bi van bermahiyên gundan re hestiyên kesên ku hatine qetilkirin jî di bin avê de mane. Her halde yek ji rêbazê ku hişê dîrokê jê bibe û qirkirinê bi salan bidomîne tiştekî wiha ye.
Li cihê ku ava bendavê lê kom dibe, ji du şaxan av diherike. Li ser van her du şaxan gelek cihên xwecihî hebûn. Lê mixabin niha pir kêm cihên xwecihî hene. Ji ber ku li cihê ku ji du şaxan çem diherike hemû gund hatine valakirin an jî şewitandin. Bi hezaran însan hatin qetilkirin, yên mayî jî ji welatê xwe hatin sirgunkirin. Piraniya eraziyan ji aliyê dewletê ve hatin desteserkirin û îro di kontrola dewletê de ye. 
Eraziya berhemdar ku di bin destê dewletê de ye weke çewlikan (çiftlik) tê bikaranîn. Di ketina çemê Zîlanê de mirov destpêkê rastî avahiyên çewlikan tê. Dewlet bi salan e di van çewlikan de dermaletiyê dike. Li gelek cihan bereqeyên dewaran hene.
Di noqteya herî stratejîk de qereqol hatiye avakirin. TOKÎ ji nû ve saxlemtir dike vê qereqolê.
Li gelek cihên eraziyên çewlikê û li ber qereqolê hin gir bala me dikişîne. Girên weke van li jêra Keleha Wanê hene. Ev gir dîroka wan ew qas ne kevn e. Aîdî qirkirina 80 sal berê pêk hatiye. Ev gir aîdî gundên ku hatine şewitandin û wêrankirine.
Trajediya mezin jî ev e; li ser wêrane û bapîrên gundên zîlaniyan çewlik û qereqol hene.

Li ser wîraneyên gundan dewletê çewlik ava kirine

Li çemê Zîlanê cihê ku em lê geriyan hejmara gundên hatine şewitandin û valakirin weke 44 gundan tê zanîn. Di serhildana Agirî de hejmara gundên ku di qeydan de hatine şewitandin û valakirin 206 derbas dibe. 
Çewlik û qereqola ku hatiye avakirin tê gotin ku herî kêm li ser 15 gundan hatine avakirin. Ev gund wiha ne: Hasan Abdal, Mişrût, Sorik, Gomik, Sariko, Milk, Kundik, Komir, Şeytanavaya Jorîn, Şeytanavaya Jêrîn, Pirnaşin, Birhan, Pelexli, Bunizli, Partaşa Jêrîn, Partaşa Jorîn, Koçkopri…
Di çemê Zîlanê de girên ku me dîtin bermahiyên van gundan e. Li Erdîş û Çelebîbagê em bi kê re axivîn daxwazeke hevpar kirin. Qereqol û çewlikên li ser van giran hatiye avakirin bê rakirin û vekolandin bê kirin û bermahî derkevin holê. Piştî vê jî çemê Zîlanê veguhere muzeya servekirî. Zîlanî divê ancax bi vî rengî bi rabirdûya xwe re hevrû bibin. 


Xwîna hezar û 500 kesî herikî

Di gera xwe de cihê destpêkê em çûnê gundê Komir (İkizçalı) bû. Ev gund li devreyî kontrola dewletê li qontarên çiyê ye. Rabirdûyeke trajîk a vî gundî heye. Ji 4 gundên cîran hezar û 500 kes li Komirê têne berhevkirin û li Newala Fedê têne gulebarandin. Li gorî agahiyan li Newala Fedê bi rojan cenazeyên ku avêtine ser hev xwîn herîkiye. Newala Fedê di havînê de cihekî ku pir kêm av lê diherike û cihekî qirkirin lê pêk hatiye û nayê jibîrkirine.
Li Newala Fedê em rastî Xancanê tên. Xancan û birayên xwe giha didirûn (diçînin). Em çîroka vî çemî dipirsin weke ku li jorê me ragihand vedibêje. Çîroka Xancan her tiştî vedibêje. Kalê wî û gelek xizmên wî li vî çemî hatine gulebarankirin û yên sax mane jî hatine sirgunkirin. Navê kalê wî yê hatibû kuştin jî Xancan bû. Navê kalikê wî li Xancan kirine. Riyeke ku zindî hiştina hişê dîrokê ye…
Çîroka Komir tenê ne ev e. Navê Komirê ji Kömür’a tirkî tê. Li gund dema li Newala Fedê hezar û 500 kes hatin gulebarankirin, hin gundî jî li aşê jêra gund têne şewitandin. Cenazeyên wan dibe komir û ji bo bibe îbret bi rojan li qada gund têne pêşandan. Ji ber vê yekê ji vî gundî re ji wê rojê heta roja îro dibêjin Komir. Kes navê gund ê berê nizane…
Bi salan piştî qirkirinê malbata Xancan vedigerin gund, wisa xuya dike ku ev erazî bi kêrî dewletê nayê, ji ber vê yekê dema bi cih bûne bêdeng mane. Lê em fêm dikin ku şertekî dewletê heye. Ew jî çekê hilgirin û bi dewletê re hevkariyê bikin… Em fêm dikin ku li gundê Xancanê navê kalê wî lê kirine cerdevan hene. Bi vî rengî me careke din dît ku hê jî çemê Zîlanê cihê trajediyê ye. Ligel vê rewşa trajîk her kes bi gotina “Dema siyasetê” dest pê dikin û tiştên qewimîne bi kîte kîte vedibêjin. 


Qirkirin li vî gundî dest pê kir

Rawestgeheke me ya din jî gundê Hasan Abdal e. Cihê ku qirkirin li wir dest pê kiriye. 
Hêzên kurd ku girêdayî Îhsan Nûrî Paşa di serhildana Agirî de li çemê Zîlanê noqteya ku destpêkê êrîş kirine qereqola gundê Hasan Abdal e. Tê gotin ku li qereqolê nêzî 200 leşker hebûn. Piştî pevçûnên dijwar qereqol dikeve, hin leşker teslîm dibin û hin jî têne kuştin.
Çavkaniyên fermî qirkirina çemê Zîlanê bi serdegirtina vê qereqolê vedibêjin. Çavkaniyên kurd jî dibêjin jixwe serhildana Agiriyê belavî hemû herêmê dibe, pevçûnên dijwar diqewimîn û qirkirina Zîlanê divê di vê çarçoveyê de bê nirxandin. Çavkaniyên nepenî yên Serfermendariya Giştî jî çavkaniyên kurdî piştrast dike. Bi ser qereqola Hasan Abdal nehata girtin jî li derdorê hêzeke mezin a leşkeran hatibû bicihkirin û li ser kurdan pêkutî dikirin. Bi taybetî piraniya eşîran ji ber nasnameya kurdî ya serhildana çiyayê Agirî bi sempatî lê dinêrîn û hin eşîrên têne nasîn bi çekên xwe tevli serhildanê bûn.
Lê riya ku serhildanê biçewisînin bi xwîn bû. Piştî serdegirtina qereqola Hasan Abdal bi awayekî fermî starta qirkirinê hate dayîn û dîsa li gorî çavkaniya fermî zêderî 15 hezaran kurd hatine kuştin. Piştî qirkirinê gundê Hasan Abdal serobino dikin, yên sax mane jî dişînin sirgunê. Li nava gund şaxeke çemê Zîlanê diherike. Gund li aliyekî avê ye, li aliyê din qereqol heye. Cihê qereqolê niha weke axurekî tê bikaranîn. Ev qereqola ku weke axur tê bikaranîn noqteyeke werçerxê ye. 
Hinekî ji qereqolê wê de di eraziya bin kontrola dewletê de gir derdikeve pêşberî me. Aha ev der gundê hatiye wêrankirin Hasan Abdal e. Li şûn bermahiyên gund çilo û strî mezin bûne.

Tirkên kirgiz li gundên wan bi cih kirin

Riya me di ber qereqolê û çewlikên berhemdar re derbas dibe û diçe gundê Ulupamîrê. Gundê Ulupamîrê di kontrola dewletê de ye. Navê wê yê rastîn Bunizli ye. Gund niha malovaniyê ji tirkên kirgiz re dike. Tirkên kirgiz ku hejmara wan herî kêm 500 kes e, piştî darbeya 12’ê Îlonê ku Kenan Evren serokomar û Turgut Ozal serokwezîr bû li gund hatine bicihkirin. Ji bo wan her tişt hatiye amadekirin ne tenê gund her wiha eraziya 4 gundan jî bi kar tînin. Zeviyan diçînin, heywanan xwedî dikin û bi rehetî digerin. Gundê Ulupamîr an jî Bunizli gundekî ku qirkirin bi awayekî hovane pêk hatiye. Li gundê cîranan kesan berhev dikin û nêzî 5 hezar kes li vir têne qetilkirin. Careke din kesek neketiye vî gundî. Îro 5 gundên ku dane tirkên kirgiz, xwediyên van gundan nikarin bikevin gundên xwe. Tirkên kirgiz çek hilgirtine û bûne cerdevan.

Heno çawa xilas bû?

Piştî ku em ji gundê Ulupamîr derbas bûn diçin zozanên bilind. Li zozanan bêhneke xweş heye. Em dibin mêvanê Îkram Îşleyen. Îşleyen dibêje havînan derdikevin zozanan û payîzê vedigerin Çelebîbagê. Gundê wan di bin destê tirkên kirgiz de ye. Heywanên wan jî nêzî gund nabe. Dema nêzî gund dibin rastî êrîşa çekdarî tên.
Navê gundê Îşleyen Pelexlî ye. Ev gund jî di qirkirina Zîlanê de hatiye wêrankirin. Hema bêje hemû gundiyên wan hatine kuştin, tenê diya wî bi awayekî şens ji qirkirinê xilas bûye. Dibêje ‘Diya min Heno’ û wiha berdewam dike: “Hêj ciwan bû, bi bavê min re nezewicîbû. Dema hemû gundiyan bi komî gulebaran dikin diya min di bin cesedan de dimîne û xilas dibe. Dema tarî dikeve erdê ji bin cesedan derdikeve diçe nav zeviyên genim. Çend rojan li eraziyê dimîne. Piştre diçe cem xizmê me yên ji qirkirinê xilas bûne.” Îşleyen, bi israr dibêje ew hêj venegeriyane gundê xwe. Dibêje nahêlin nêzî gundê xwe jî bibin. Lê Îşleyan bawer dike ku rojekê vegerin gundê xwe û gorên kalikên xwe çêbikin. Em hêvî dikin ku wisa bibe…

‘Min bi çavên xwe dîtin zikê jineke ducanî qelaştin…’

Em li Çelebîbagê ne. Em gera xwe ya li Çemê Zîlanê bi dawî dikin. Li malekê dibin mêvan. Dema em dibêjin Zîlan hêsir bixweber diherike. Em li mala Alî Gurbuz in. Apê Alî bi zorê dimeşe. Bi germahî me pêşwazî dike. Yek ji kesên nadîr ku ji qirkirina Zîlanê xilas bûye.
Heta niha ji çapemeniyê re qet nepeyiviye, lê dibêje dema wê hatiye. Lê ne wisa hêsan e. Dema Zîlan tê gotin hêsirên wî rê nade ku bipeyive. Bêdengî serdest e, vegotin jî û guhdarîkirin jî bi rastî zehmet e.
Alî Gurbuz di sala 1920’an de hatiye dinê. Dema qirkirina Zîlanê 10 salî bûye. Her tişt baş tê bîra wî. Dibêje ew li gundê Gomikê bûn, “Bavê min Yûsif, kalê min Mehmet, pîra min Xatûn bi tevahî 22 xizmê min bi gundiyên Gomikê re hatin qetilkirin.” Apê Alî li sînga xwe dixe “Hûn dizanin êşa min hê jî taze ye”.
Apê Alî wiha berdewam dike: “Em sê bira û sê xwîşk û diya me, dema leşker hatin gund em çûn nava daristanê. Wê demê daristan gur bû, lê îro tune ne. Em wiha xilas bûn. 22 xizmê min û gundiyên din xilas nebû. Bi mitralyozan ew gulebaran kirin. Bi sungî û kasatûra zikê wan qelaştin. Zikê jinên ducanî jî diqelaştin. Min bi çavên xwe dît, bi kasatûra zikê jinekê qelaştin, ji zikê wê keçikek derket, dest nedanê, heke lawik bûya dikuştin. Çar rojan cenazeyên wan li erdê man. Ev êşeke çawa ye, hûn dizanin, me dît û jiya. Her tê bîra min ez careke din dimirim. Piştî leşker ji gund çûn em vegeriyan. Bêyî ku wecîbeyên olî bi cih bînin, li ser hev me ew binax kirin.” Gotinên wî di qirika wî de dimîne, bi destmala destê xwe hêsirên xwe paqij dike, lê têrî nakê… Êş di rûyê wî de xuya dikî û Apê Alî wiha dibêje: “Gundê Kundik heye. Cîranê gundê me ye. Bi teyareyan bombebaran dikirin. Tiştê me jiya qiyamet bû, Xwedê Teala bi kesekî nede jiyîn. Kurê min berî ku em bimirin me qiyamet jiya.”
Apê Alî axaftina xwe wiha berdewam dike: “Di şertên dijwar de me jiya, me xwe spart çiya. Bi rojan giha xwar, me wiha debara xwe kir. Em hê jî nikarin vegerin gundê xwe. Dewletê dest daniye ser. Niha di destê dewletê de 3 hezar û 738 hekrat eraziya min di destê dewletê de ye. Ligel tapoya min heye jî nadin. Ez ê mijarê bibim Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê.”
Li ser pirsa me kê ev qirkirin pêk anî, bêyî dudiliyekê wiha bersiv dide: “Îsmet Paşa kir, Îsmet Paşayê ku dîn û îmana wî tune ev yek kir.” Ji ber vê yekê îro ji hemû rayedarên dewletê re dibêjin paşa. Ji ber vê yekê du gotinên wî ji serokwezîr Tayîp Erdogan re heye: “Erdogan Paşa, Îsmet Paşayê îro ew e.”

‘Bi roj li mizgeftê berhev dikirin bi şev jî ew qetil dikirin’

Piştî mala Alî Gurbuz em diçin Erdîşê. Em dibin mêvanê Haci Şebap Kandemîr. Ew jî 92 salî ye, dema qirkirinê 12 salî ye. Niha di nava nivînan de ye, nexweş e û hişê wî baş ne li cih e.
Em qirkirina Zîlanê dipirsin, destpêkê dirêj dirêj difikire û piştre giran giran bersivê dide. “Tabûra Derwîş Beg hat. Gundiyên gundên li Gomik, Kundik, Milk, Pirneşkî û Sariko li cihekî kom kirin û gulebarandin. Destê xwe nedan me. Ji ber ku hin milîsên dewletê em nas dikirin. Wan em parastin. Em şandin Erdîşê.”
Bi peyatî diçin Erdîşê, lê tiştê di rê de dîtine qet ji bîra wî naçin: “Min di rê de însanên hatibûn qetilkirin dîtin. Li ser rê bi sedan cenaze hebûn. Diya min ji bo em nebînin bi eşarba xwe çavên me girt, destê me girt û em wiha çûn Erdîşê. Te berê xwe bida kîjan aliyî cenaze hebû. Bêhn didan. Gundê hatin şewitandin me dîtin. Ji wan cenazeyan hin diavêtin nava agir. Kê dikarîbû xwe li ber bigirta ji ber vê diya min bi eşarbê çavên me girt.”

Haci, dibêje tiştên ku pişti qirkirinê man jî hatin talankirin û em hê jî nikarin vegerin gundê xwe. Haci, piştî digihêjin Erdîşê tiştê dîtiye xwîna mirov dicemidîne û wiha dibêje: “Niha mizgefta Kara Yusuf Paşa heye, li navenda Erdîşê ye. Ev mizgeft cihê îşkence û mirinê bû. Kesên ku diketin wê mizgeftê bi saxî xilas nedibûn. Bi roj însan dixistin hundirê wê mizgeftê, ji gundên derdorê dianîn. Dema tarî diket erdê hemû dikuştin.” 
Em Haci zêde rehetsiz nakin. Xwezî çend sal berê me ew dîtiba, çunkî niha baş nayê bîra wî…

NURÎ FIRAT – SIDDIK GULER

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder