15 Kasım 2010 Pazartesi

Belgeyeka fransî: lîsta berpirs û endamên Xoybûnê



Çavkaniya van agahdariyan belgeyek e ku fermandarê tabûra ewlekariya frensî li Qamişlo şandibû ji fermandarê ewlekariya wîlayeta Helebê re ; di 17 meha Eylûla sala 1931 de ; di bin nemra 777/S.G.K. de.


XOYBÛN DI BELGEYÊN FRENSA DE-1

Xalid ÎSA

Ji sala 1927’an heta Şerê Cîhanê yê duduyan rêxistina (komela) Xoybûnê kar û xebata netewî bêbêhnvedan dajot. Bêguman ev xebat ji bo mafên netewî ji bo gelê kurd li hemu parçên Kurdistanê dihate bikaranîn. Hemu hêzên li Rojhilata Navîn tevger û çalekiyên Xoybûnê dişopandin.


Ji nav belgeyên fermî yên frensî; min gellek agahdarî li ser Xoybûnê civandin. Ez hêvî dikim ku di rojên pêş de ez ê karibim wan hemuyan ji xwendevanên kurd re pêşkêş bikin. Di vê demê de, li gorî dem û derfetên xwe ez ê hinek agahdariyan li ser Xoybûnê di malperên kurd de belav bikim.

Di vê xelekê de ez dixwazim navên leq û rêveberên Xoybûnê belev bikim; çavkaniya van agahdariyan belgeyek e ku fermandarê tabûra ewlekariya frensî li Qamişlo şandibû ji fermandarê ewlekariya wîlayeta Helebê re ; di 17-ê meha Eylûla sala 1931-ê de ; di bin numra 777/S.G.K. de. Ev wek bersiva nama bi numre 3266/S.G ku Fermandarê Helebê şandibû Qamişlo di 14-ê adara 193-ê de.

Bingeha Xoybûnê ji alî rêxistina siyasî ve ji Komîtake navendî û 16 leqan hatiye damezirandin ; li gorî vê belga frensî :

1-Komîta navendî li Beyrûdê

Serok : Kamiran Elî Bedirxan

Endam :
Nismedîn (belkî Nicmedîn e) lawê Derwîş Kîbar
Wahan Papazyan
Tarlaba Bey
Xelîl Beg [Xelîl Ramî Bedirxan ? –Netkurd] ; pismamê Bedirxan


2-Şam (Dîmeşq) :
Serok : Celadet Elî Bedirxan


Endam:
Umer Axa Şemdîn
Yûsif Axa
Osman Erûsî [Arwasî –Netkurd]
Brahîm Şemdîn


3-Heleb :
Serok : Hiraç Papazyan


Endam :
Mustefa Beg Şahîn
Bozan Beg Şahîn
Hemze Efendî [Hemze Begê Muksî ? Netkurd]
Memduh Selim [Begê Vanî –Netkurd]


4-Hisiçê:
Serok: Qedrî Beg Cemîl Paşa


Endam:
Mihemed lawê Cemîl Paşa
Haco Axa
Hemze lawê Bekir Kurdî
Elyas Efendî Dêrkawî (Dêrikî)
Salih Efendî
Samî Beg
Qedûr Beg
Resûl Axa
Agop Sîmon



5- Mardîn (Turkîye):
Serok: Eyûb Millîzade


Endam:
Sado Axa Qaso , serokê eşîra meşkînan
Celal Beg Millîzade
Dr. Zehya Beg; serokê şaredariya Mêrdînê
Mehmûd Kero; serokê eşîra xurs


6- Diyarbekir:
Serok: Memdûh Beg lawê Cemîl Paşa


Endam:
Fikrî Beg lawê Cemîl Paşa
Ziya Beg lawê Cemîl Paşa
Pirincçîzade Sidqî
Şewqî Efendî


7- Silvan:
Serok: Elî Axa; serokê eşîra Silîvan


Endam:
Brahîm Beg
Xetîb Beg lawê Seyfedîn Paşa
Şêx Fexrî
Şêx Fewzî ; ev her du endamên dawî ji serokên eşîra silîvan in.


8-Sewir (Stewr):
Serok: Nicmedîn Beg


Endam:
Memdullah [Hamdullah ? .Netkurd] Beg; ev herdu ji serokên eşîra Xaşniyê ne.
Mihemed Beg
Hemdî Beg ; ev herdû ji eşîra raşîdê ne.
Şêx Fethullah ; serokê eşîra malamiyê [Mehelmiye ? – Netkurd] ye.


9- Sêrt:
Serok: Seyid Mihemed

Endam:
Şêx Celal
Şêx Nisret Efendî
Şêx Mihyeddîn Zoqirtê
Şêx Azrat ; serokê eşîra botikî [Badikî ? –Netkurd].


10- Bexda (Îraq):
Serok: Dr. Şukrî Mehmet [Sekban ? -Netkurd]


Endam:
Şêx Ahmed; pismamê Şêx Seîd.
Krîkor Efendî
Xurşîd ; berê efserekî turk bû.
Ebdulkerîm Beg ; Berê kapîtanekî turkan bû.


11- Kerkûk :
Serok : Mehmûd Cewdet ; berê efserekî turk bû


Endam :
Raşîd Beg
Reûf Beg ; efserekî iraqî ye lê bi eslê xwe kurd e.
Du mamosteyên navên wan ne hatin naskirin.


12- Slêmaniyê :
Nuner :Tewfîq Wehbî Beg e


13- Zaxo:
Serok: Azem Beg; naîbê Zaxo ye


Endam:
Murad Xan; serokê eşîra Goyan.
Mihemed Hesen
Levon Paşa
Saîd paşa


14- Rewenduz :
Serok : Şêx Berzanî


Endam :
Îsmaîl Beg
Seîd Husên Huseynî [Husên Huznî Mukriyanî ? -Netkurd] ; rêveberê rojnama kurd (Zarî Kurmancî)
Ebdulah Beg; pismamê Seyid Taha.


15- Parîs:
Nuner : Şerîf Paşa

16- Dêtroit Michigan :
Serok : Dr. Süreya Beg Bedirxan


Endam :
Nacî Beg
Cemal Beg


17- London:
Serok: Reûf Beg [Rauf Orbay ? -Netkurd]; berê serokwezîr bû li Tirkîyê.


Endam:
Adnan Beg [Adanan Adıvar ? Wê demê Adnan Adıvar jî li gel Rauf Orbay ji bo ku partiya wan Tarekiperver Firkasi ji bal Mistefa Kemal û hevalên wî hatibû girtin ew derketibû deveyî Tirkiyeyê û li Londonê dima. –Netkurd]
Mihran Xanum







çavkanî: www.netkurd.net

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder