1 Aralık 2022 Perşembe

Çîroka Mistoyê Tofan

 Ev nivîs ji aliyê Şemoyê Memê ve di sala 2011 an de ji bo kovara Nûbihar hejmara 114an hatiye nivîsandin.

Ax eman eman eman eman...

Eman eman eman eman...

Misto digo, kuro Hiso lawo dilê

min kînekîn e

Misto xwe re Tapê Qersê ders û

talim e, lê nîzamê dibîne

Qasoyê Çadircî, bêbext e, ji xwe

re Cemo direvîne.

Eman eman eman eman, te

rûreşê, lê te bi xwe kir.

Ax eman eman eman eman...

Qasoyê Çadircî dibê, Cemoyê

sibe, dusibe razê ji min re lawekî

bîne,

Lêxe Mistoyê Tofan bikuje, dîsa

heyfa giranê erdê bimîne.

Misto ji bajarê Qerekosê (Agirî)

ji gundê Darebiya Jêrîn bû. Berî

here eskeriyê bi qîzeke gundiya xwe

ya bi navê Cemo re dizewice. Mis-

to roja dikeve bîst saliya xwe, berê

xwe dide eskeriyê. Wî dişînin Tapê

Qersê. Wî wextî eskerî çar sal bû.

Wextê Misto çû eskeriyê, du zarê

wî hebûn, yek Kerem ê din jî Fexrî

bû. Bavê Misto di zarokatiya wîde

miribû. Pişt çûna Misto ya eskeriyê

li malê jina wî Cemo, diya wî û her-

du kurên wî mabûn.

Cemo jineke pirr bedew bû,

bejindirêj, porgej bû. Xelkê qêmîş nedikir lê binêriya. Dilê gelek xor-

tan wextê hê neçûbû mêr, tê de bû.

Ji wan yek jî Qasoyê Çadircî bû. Li

wî gundê bi navê Qaso merivek

hebû, gundiyan jê re digot Qasoyê

Çadircî.

Ser çûna Misto ya eskeriyê du

sa! derbas nebûbûn ku Qasoyê

Çadircî Cemo direvîne. Wextê

Cemo reviya, kulfetên wê Kerem

çar salî, Fexrî jî pênc salî bû. Di wan

salan de tê texmînkirin ku Misto

hevdeh salî zewicîbû. Li mal her-

du kur û diya wî ya pîra belengaz

mabûn. Dêya Misto wisa pîr bû ku

ne dikaribû xwe xwedî bikira, ne jî

Kerem û Fexrî. Kerem û Fexrî heta

êvarê li ber dîwaran di nava xalî û

gemarê de mîna du êtîmên belen-

gaz mabûn.

Li gundê Darebiya Jorîn deste-

birayekî Misto hebû, navê wî

Hiso bû. Bi xwe şivanê gund bû.

Merivekî camêr, qedirzan û dilbi-

rehm bû. Rojekê diçe mala diya

Misto, teseliya wan. "Gelo rewşa

wan çawa ye, çi dikin, kêmasiyeke

wan heye yan na? Gelek wext e ez

ber bi mala wan ve neçûme." Hiso

diçe mala Misto, di ber deriyên wan

re halê Kerem û Fexrîdibîne, halê

diya destebirakê xwe dibîne, dilê wî bi wan pirr dişewite. Hiso difikire

gelo çi bike. Paşê digire, ji Misto

re nameyekê dinivîsîne. Rewşa

mala wî jê re eyan dike.

Ji hinga çûye eskeriyê, Misto

hêjîji mala xwe nameyek negirti-

ye. Çavê Mistotimîli nameyekeji

mala wî bû. Nama Hiso şandî ro-

jeke yekşemê digihê wî. Berê sifte

gelekîşa dibe û çend qurişan dide

postevan. Wextê nameya Hiso

digire, fêm dike ku tiştekî xirab

çêbûye. Namê dixwîne.

Hiso digo:

Kuro Misto lawo dilê'm

kînekîn e

Kuro Misto lawo îşê te bi

eskeriya Romê tunîne

Cemo reviyaye, xwe re kêf û

zewqa xwe dibîne

Kuro lawo tu enbîrê hilîne,

were Qaso bikuje,

Heyfa lawê xwe derxîne

Kuro lawo Kerem û Fexrî

mane ber dîwaran, serçavên

wan îs û xalî ne

Misto nobedarê çawîş e,

noba xwe digerîne

Bala xwe dide postevanek li

jêr ve tê, xwe re postê tîne

Misto dibê kuro postevan

lawo, tu bi Xwedê kî nameya

min heye an tunîne?

Postevan destê xwe nava

nama dixîne, nama Misto

derdixîne,

Pênc panota dide postevan,

dibê derê qantel û dikana kilîtî

ne,

Han ji te re pênc panot şansê

te tunîne,

Min ê te re, hediyekîrind

bistenda.

Misto namê vedike, dixwîne,

Hacê aqilê serê xwe tunîne,

Mîna gamêşa çavê wî sor

bûne, riya xwe nabîne.

Namê hildide, yuzbaşiyê xwe

re digihîne.

Dirêja yuzbaşiyê xwe dike,

dibe, hela bixwîne

Ez eskerê Romê me, halê

ewladê min çi ye, çi nîne.

Ax eman eman eman eman,

te rûreşê, te bi xwe kir.

Te çima bavê Kerem, kekê

Fexrî, ji eskerê dewletê re bê

bextî kir?

Te çima herdu destê xwe ve

rûyê xwe tenî kir?

Wextê yuzbaşî nameya Mis-

to dixwîne,

Dibê, kuro Misto hereji

cebilxanê enbîrê tevê sed

fîşenga hilîne,

Here lêxê lawo, heyfa xwe

derxîne,

Eger te heyfa xwe dernexist

Were carkê dinê yuzbaşiyê

xwe bibîne.

Misto diçe depoyê sed fişen-

gan tevê enbîrê hildide. Peyatî di-

keve rê, berê xwe dide Qerekasê.

Diçe Êla Sirdo, ji Çemê Çeto der-

bas dibe, xwe digihîne gundê Seîd

axa. Misto du ro û du şev e di rê de

ye, loma hin pirr birçî, hin jî pirr tî

bûye. Pirr westiyaye û ji hal de ke-

tiye. Di ber xanîki re derbas dibe,

bala xwe didê, jineke pîr meşkê

dikile. Diçe cem jinikê dibêje:

"Lê lê pîrê!" Pîrê dizîvire, bala

xwe didê merivekî jihaldeketî,

lê dizivirîne dibêje: "Çi ye kurê

min?" "Gji min re nanekîwerîne,

ez du roj e di rê de me ji nêza bê

taqet mame. Pîrê dev ji karê xwe

berdide, jê re kûzek av tîne. Berê

sifte Misto ser û çavên xwe dişo,

derbasî ser sewkiyê dibe. Pîrê jê

re mast hazir dike, çend nanên

germ jî tîne. Misto ewqas birçîye

eyb çi ye nizane, mast dide ber

kevçiyan. Hinekî zikê xwe têr dike,

çend parî nan dixwe, dîsa dêya wî

û kurên wîtêne ber çavên wî, êdî

nan di qirika wî re naçe. Razîbûna

xwe elamê pîrê dike, destê wê

maç dike û di şûn de dikeve ser

rêya xwe. Di sê rojan de digihêje

Qerekosê. Misto hema diçe Dare-

biya Jêrîn. Li feza gund bala xwe

didê, birek pez diçêre. Dîsa gelek

rê çûbû û gelekî birçî bûbû loma

biryara xwe dide, dibêje: "Ezê

berê sifte herime cem vî şivanî,

ger xwarina wî hebe helbet dê

hinekî bide min jî." Paşê ezê salixê

Qasoyê Çadircîjê hildim û paşê

herim heyfa xwe hilînim. Misto

hêdî hêdî nêzî pêz dibe. Bi şansê

Misto, Hiso ye li ber pêz û Hiso

fêhm dike ku ew kesê nêzî wî tê

Misto ye.

Dibêje: "Gelo va çalima Mis-

toyê birayê min e gelo, Misto

nîne?

Xwedê vê yekê bike, Misto bê

heyfa xwe hilîne."

Hiso şivanekî belengaz e, feqîr

e. Çi qasî ber kulfetên Misto dike-

vejînedikarîtiştekîji bo wan bike

ne jî dikarî Cemo ji destê Qasoyê

Çadircî xilas bike. Dua dike ku

ewê ji wir de tê bila Mistoyê

birayê wî be û bê heyfa xwe

hilîne. Misto gelek nêzî birê pêz

tê, li Hiso dinêre rast e ev Misto

ye, ji şabûnê nizane çi bike. Hev-

du hembêz dikin. Sefaxweşîdidin

hev, lêbelê kêr devê Hiso venake.

Misto meraq dike, dibêje:

-Kuro Hiso lawo, te ji min re

nameyek nivîsîbû, gelo ew name

rast e yan derew e?

Misto dîsa bawer dike û di dilê

xwe de dixwaze ew name derew

derkeve. Hiso dibêje:

-Welleh Misto birayê min,

ez çawa bêjim, hema tişten min

nivîsîne hemû rast in, ne derew in.

Aqilê Misto careke din ji

serî diçe. Sê rojan peya hatiye,

westiyayî ye, guman dikir ku

tiştekî wisa tunebe û serê xwe

neke belayê. Nigê wî di ber rê

werimîne. Bêxew e. Misto dibêje:

"Hiso birayo ez hem birçî me,

hem jî westiyayî me. Halê min

tunîne, ez bêxew im. Berê sifte

gerek ez zikê xwe têr bikim."

Misto bala xwe didê ji jêr ve du

erebe ji êş tên dibêje: "Tu dê herî

pêşiya wan gerîndeya ji min re

hinek nan bînî. Heya ez zikê xwe

têr nekim, ez nikarim ji cihe xwe

bilivim. Paşê jî ezê piçekî razêm,

xewa xwe hildim. Paşê têkevim rê

û herim heyfa xwe hildim. Ezê şev

herim cerdê bidim ser konê Qaso,

bikujim û heyfa xwe hildim."

Lêbelê serçekê Hiso, rûyê

wî, porê wî tevlihev e, wekî pej-

mûrdeyan tê xanêkirin. Hiso nax-

waze bi wî halê xwe yê mirdar

ve here pêşiya erebeciyan, loma

dibêje, " Misto lawo kincên te yên

eskeriyê ne, rewşa te baş tê xanê,

ger tu herî pêşiya erebeciyan, dê

hema nan bidin te, ger ez herim,

kî zane belkî nedin min."

Dibêje: "Misto birayo dilê'm

kînekîn e,

Kuro lawo welleh min nan

wan alaya dîtiye,

Taqeta min nagire, ji vî çavê

min tunîne,

Kuro birayo, kincê eskeriyê li

ser te ne,

Tivinga eskeriyê li milê te ye,

terfiya çawîşa li milê te ye,

Here bi Tirkî bişêwire,

Ji wan nan tu bistîne."

"Hay hay" dibejê Misto "ezê

herim." Tifinga xwe hildide, ji jor

de berjêr dadikeve. Misto berjêr

dadikeve, bala xwe didê, çi bibîne!

Xwediyê erebê Qasoyê Çadircîye!

Yên li kelekê jî pismamên wî ne, ji

êş tên. Pismamê Qaso bala xwe

didê ji jor de ber bi wan ve meri-

vek tê. Dişibîne Misto, pismamê

Qaso dibêje: "Qaso lawo, ewê

hanê tê dişibe çalima Misto."

Lêbelê qet telaşa Qaso nîne û ji

pismamê xwe re dibêje:

Kuro lawo, dilê'm kînekîn e,

Minê poz û gepê bavê Misto

gavo,

Misto Tapê Qersê ders û

talîm e, di nîzamê de dibîne,

Ew çi zane ara min û kewa

gozel de kêfû henek û laqirdîne.

Kuro lawo tu metirse sibe,

dusibe kewa gozel yê razê,

Ji min re lawekî bîne,

Ewê mezin be, lêxe Mistoyê

Tofan bikuje,

Dîsa heyfa giran yê erdê

bimîne.

Wextê Qaso wan qisan bi pis-

mamêxweredikir, Mistojîgelekî

nêzîkîwan hatibû. Misto bala xwe

dide wî teresî. Em binêrin jê re çi

dibêje:

Dibê, kuro Qaso lawo dilê'm

kînekîn e

Kuro lawo te nego ev esker e,

Yê sibê bêne lêre bavê min

pêş çavê min bibîne.

Misto milê xwe davêje ustuyê

Qaso, qasatûrê berxwe dikişîne,

Lê dixe serê Qasoyê Çadircî

jêdike,

Wê ecêbê erebeciyên din

ditirsin, direvin.

Misto dibê, lawo nerevin,

şixulê min we tunîne,

Serê Qasojêdike, pûlika wîde

digrê, li ber bijor, birayê xwe yê

Hiso re hildide tîne.

Hiso bala xwe didê, Mistoji

jêr ve tê, serîk li dest e,

Hiso hêrsa xwe tîne,

Dibê, kuro Misto lawo dilê'm

kînekîn e,

Kuro lawo digotin Mistoyê

Tofan mêr e,

Meger hunerên wîtunîne,

Bira lawo heyfa me ya giran

li erdê bimîne,

Ax eman eman eman eman,

Te çimaji bavê Kerem, li kekê

Fexrî,

Li eskerê dewletê re bêbexa"

kir,

Te çima herdu destê xwe tenî

kir?

Misto dibêje: "Bira hêrsa

xwe neyne, ev seriyê heram yê

Qasoyê Çadircî ye. Ma ez dîn

im, bêşeref im, ku ji bo nanekî

rabim serê xelkê jêkim? Tu çima

ji min re van pirsan dikî?" Misto

serê Qaso hildide, dike binê nigê

xwe. Dibêje: "Hiso lawo gerek

ez bizîvirim, çawa be min heyfa

xwe derxist. Berê ez herim hinekî

rakevim." Hiso kulavê şivaniyê li

ser xwe datîne davêje ser hevalê

xwe. Misto vedilize û hema bi

xew ve diçe. Hiso li cem Misto

rûniştî sekiniye, ji nişka ve bala

xwe didê li jor komek qîz û bûk'

pincar berhev dikin, berjêr tên.

Hin pincar berhev dikin, hin jî ki-

laman dibêjin, distrên. Hiso bala

xwe dide koma qîz û bûkan ku tê

ber bi wî ve, şaş dibe. Cemo daye

pêşiya koma qîz û bûkan serwan

da dikişîne, tîne. Kêf û laqirdiyên

Cemo pirr in. Henekan dike, bi

dengekî bilind dikene. Serê komê

de distre jî.

Hiso wî halî dibîne, pirr hêrs

dibe. Mejiyê wî dikele. Wekî bi-

teqe. Diponije dibêje: "Welleh

ezê gazî Misto bikim, hema çi

dibe bila bibe." Hiso hedîka Mis-

to diniçîne.

Dibê: "Misto lawo, dilê'm

kînekîn e,

Kuro hela rabe, şixulê Xaliqê

elemê çiqas rind in,

Cemo daye pêşiya qîz û bûkan li ser me

de hildide tîne,

Qet hajê bayê dunê tunîne,

Serê Qasoyê Çadircîqut bûye,

Cendekê wî jî çolê ça dimîne.

Misto di xewê de ye, lêbelê guhê wî hiş-

yar e. Wextê Hiso qala Cemo dike, dibêje:

"Cemo daye pêşiya qîz û bûkan ser me de

tîne." Hêdîka radibe, bala xwe didê, rast e,

Cemo tevê koma qîz û bûkan ber bi wan ve

tê, kêfa Cemo di dewsê de ye. Misto hema

dest davêje tifinga xwe, qîz û bûk jî gelekî

nêzî wan bûn, hema tivinga destê wî bala

wan dikişîne. Koma wan belawela dibe, her

yek dike ku ji ber tivinga Misto xwe biparêze.

Misto banga wan dike "Nerevin hûn hemû

dê û xuşkên min in. Layê şixulê min ji we

tunîne, bi tenê nerevin, bisekinin û me te-

maşe bikin wê gelo çi biqewime." Koma qîz

û bûkan herçiqasî belawela bûye jî di cihê

xwe de dimînin, ji tirsa Mistoyê Tofan ji cihê

xwe nalivin. Misto destê Cemo digire, ber

bi xwe ve dikişîne. Hiso dibêje: "Ezê Misto

biceribînim ka wicdanê wî diêşe an na?"

Dibêje: "Misto lawo dilê'm kînekîn e

Tu were Cemo nekuje,

Te bi Cemo ve gelek qeremetê wê dunê

dîtine,

Bila Cemo dîsa mala xwe bizîvirîne,

Kerem û Fexrî bila êtîm nemînin.

Gava Mistoyê Tofan van gotinan dibîze,

Çavê wî wekî gamêşa dizîvire, hacê

qafê xwe tunîne,

Herdu milê Cemo girtiye, qasatûrêjî

ber xwe dikişîne,

Xwe re hindik, hindik lê dixe milê Cemo

li jor de hûr dike tîne,

Şixulê Xaliqe elemê, rebbê jorînê,

Heyfa kesî tu caran kesîre namîne,

Ax eman eman eman eman,

Te çima ji bavê Kerem, Kekê Fexrî,

Li eskerê dewletê re bêbextî kir? 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder