Meselek heye dibêje 'Nav çopirre, çop çope ew çi pirre pirre'. Îja niha ev jî mesela qelaxê ye, gelo wateya gêzîyê çî ye li ser serê qelaxêda tê bicîhkirin...
Wek ku berçeve, qelax ji sergîna ye sergîn jî ji rêxêye. Lê gêzîya qotikîye ku di serîda tê çikkirin çîye, herkes meraqdike. Bi rastî jî nejeq nînîn, dibên 'gêzîya ser qelaxê ka di kudera çanda Kurdan da cîh digre ?'
Mesela vê çandê jî eve; Li Agirîyê dema ku Ûris dihat, dikete nava gunda da gelek zilm, kujertî û qetilkarî dikir. Bi hatina xwe erdên Kurdan dagirdikir, mêr, jin, zar, kal û pîr tev bi hovanî dikuşt. Di kuştinêda jî eşîra tu kesî nedinhêrî û herkes di devê şûr ra derbasdikir. Di salê da çend cara ji ber hatina Ûris milet gelek ditirsîya û aciz dibû.
Li Agirîyê eşîrên ku ji alîyê Ûris va gelek hatîye qetilkirin yek jî eşîra Nezoyan e.
Nezoyî ça bi qetilbûna xwe navdarin, wisa jî bi qehremanîya xwe ye ecêp jî navdarin, ji ber ku wan siqavêlên destê xwe wek sîlah bi Ûris dane nîşandan û Ûris vegerendine. Bûyer wiha dibe;
Carekî dîsa Ûris ji yalyê Sînegê va dikeve nava gundên Agirîyê, jêdike, dikuje û qetildike û gund bi gund ber bi Xamûrê va tê. Hewarîyê dine gunda, bibên 'Ûris hat' û herkes malên xwe û canê xwe dihêlin heta hêla Ezurmê direvin. Herçî ku mane jî gundekî Nezoyan yê bi navê Kanîya Herî ye, gelê gund narevin û dibêjin 'Heta kîngê emê birevin !' Ji alîyê ku êrîşdibe mêrê gund radibin ji ber tunebûna sîlah, şûr û mertalan, dine siqavêla(seveqêl) û pêş Ûris va diçin ku şer bikin. Dema ku ber bi Ûris êriş dikin siqavêlê xwe serê wan ber bi Ûris bilinddikin û direvin. Ku sûbayên Ûris ji dûrva van siqavêla dibînin dibêjin qey ew sîlaheke, û dibêjine hezaran eskerê xwe dibên 'Bisekinin, eva sîlaha ku destê Kurdan da ber bi me bilinkirine, ji her çiqileke wê yek gule derdikeve, ev tometîk yan jî makînelîya wane, wê qirra me bîne, hê zûye desxwera vegerin !'
Sûbayên Ûris bi lez eskerê xwe di serda vedigerînin û di paşda vedikişin. Qet nizanin ku ew serî binî siqavêleke, eskerê xwe hildidin û direvin...
Piştî vê bûyera han, Nezoyî di nava Agirîyê û Gelîyê Zîla da dibine navdar û herdem dibên 'Me Ûris vegerandîye'.
Ew Kurdên ku li ber çevê Ûris xweyî sîlah dihatine xuyan, piştî vegerandina Ûris, tînin ku siqavêla daynine serê çîyan, lê mixabin ji ber tunebûna dinê û feqîrtîyê ew jî nabe. Ew yek jî wiha didome; Piştê reva eskerê Ûris, mêrê gund dibêjin 'Emê du sê heb siqavêl daynine ser kelle û çîyayên gund, bila ku Ûris vê carê jî hat dîsa siqavêla bibîne û bêje qey sîlahe, birtise dîsa here'. Tînin tên çend siqavêla daynine ser kellan û çîyan, jinê wan dibêjin 'Heyfa siqavêla ye, ho ji wera gêzîyê çolê yê ku me xebitandîye beherin daynin'
Mêr jî dibêjin 'Gêzî ji siqavêla piçûktirin û ji dûrva nayne xuyan, hema emê di nava gund da, di serê her qelaxê da yek gêzî çikbikin ew bese, him ji boy me naveke, him jî ji boy Ûris tirseke...'
A piştî vê yekê li Agirîyê li her gundî ji boy ku Ûris ney, ku hat jî birtise, tînin tên li serê qelaxê xwe yek gêzîyê qotik têda çikdikin, û hê hê jî xawta ku qelaxa daytînin yek gêzîyê qotik di tepêda çikdikin. Ev yek, ji wê bûyerê şûnda li Agirîyê bûye çandek di nava Kurdan da.
Enisê Melê Ahmed
Gundê Axadevê Mezin/ Agirî/ Serhed
05.04.2019
Ev jî lehengtiyekî cuda ye karê her kesî nîn e her kes nikare li tinebunê de çareseriyên wiha bibîne Bijî eşîra min a delal💯💥
YanıtlaSilPîrozdikim
YanıtlaSil