Pêncşem 31 Adar 2022 - 22:12
• Di gelek çîrokên Kurdan de behsa bajarê binerdê tê kirin. Ev ne sêwirandin û lihevanî ne, rastî ne, bes hinekî xemilandî û di rengê mîtolojiyan de ne.
Di gelek çîrokên Kurdan de behsa bajarê binerdê tê kirin. Ev ne sêwirandin û lihevanî ne, rastî ne, bes hinekî xemilandî û di rengê mîtolojiyan de ne. Li Kurdistanê bajarê binerdê yê herî mezin Bajarê Meya yê li Giyadînê ye. Ev peyv û navê “Meya”: Hê îro jî navekî gelek hezkirî ye, bi awayê “Meya Xatûn” navê pîrozweran e jî. Ev nav xwerû, hê jî di nava Kurdên Êzdî de navekî berbelav e. Ev nav ji kengê ve heye, nayê zanîn. Bes li Agirî, Giyadînê navê bajarê herî kevn yê herêmê ye. Mezinên heremê dibêjin; ev nav ta ji dema hê her der Êzdî bûne, Mislimantî nehatibû vir jî hebûye. Tê xuyan, di hin nivîsên Bîzansiyan de jî, navê cihgehekî wekê vê heye. Lema, ez bawer dikim ku ev nav ji serdema Tunc û Hesin maye. Bajarê kevn yê Meya yê bi pirranî di hundirê baxirê ji kevirên xîsê de, bi hostatî û planeke mîmarî ya nûjen hatiye kolan, teraştina we dişibe teraştina şikeftên di kelehên Xaldî/Urartuyan de hatine kolan. Formeke vê ya di rengê bajêr de li nêzî Seterê / Xilxol, yek jî li Çewlîgê heye. Lêkolîn li ser wan hatine kirin û em dizanin ku ji serdema Xaldiyan mane. Li gel bi dehan jûr û holên bajarê binerdê, tunêlên gelek dirêj yên ku xwe digihînin kelehên çend kîlometre jê dûr, ên li wê herêmê hene. Ev tev de nîşaneyên serdema Xaldiyan in. Ne tenê rê û aşê bayê, tunêl jî ji Xaldiyan mane.
Gund û bajarê antîk Meya bi qasê 15 kilometreyan li başûrrojavayê nevçeya Giyadînê, li nêzî milekî çemê Muradê ye. Berê ji wî baskê Muradê re jî çemê “Meya” gotine. Niha navê wî gundê Meya kirine “Günbuldu”, bajarê antîk û şikeftên Meya li başûrrojavayê gundê Meyayê ye. Xuya ye ku ev der ji bo xweparastina ji êrişên der û talanan, hatiye kolan. Ev berpalê baxir yê tê de bi dehan jûr û holên bajarê binerdê hatine kolandin, berpalek zinarînê asê ye û bi qasî 200 metreyî bilind e. Di hindirê wê bajarê binerdê de gelek jûrên lêmayînê, perestgeh, heta cih bi cîh tendur, cihên depoyên xwarinê, her wiha tunêlên kûr diçin binerdê, dibe ku ji bo gihîştina avê hatibin kolandin, hene.
Hin jûr mîna hucreyên girtîgehan in, dema mirov dikeve hundir mîna xwe di zîndanê de hîs bike, wisa bêhn li mirovan diçike. Hin jûr jî fireh, xwedanê cihê rûniştinê ne; mirov bi bêhneke fireh hewes dike ku tê de rûne. Her wiha jûrên bajarê binerdê wisa hatine kolan, mîna labîrîntan in. Mirov dikane ji jûrekî derbasê jûrên din jî bibe. Pencereyên hin jûran hene, li pêş hin jûrên li der dinihêrîn jî, bingehê şaneşînan hê jî xuya dikin.
Bajarê li derê Baxir jî bêyî hin xirbe û hîmên bingehîn, ti tişt ji ber nemaye. Anegorî gotinan, berê li vir gelek peykerên ajalên cuda, di zinaran de teşeyên heyîyên mîtolojîk û baweriyan hebûne, lê niha yek nemaye. Hin agahî hene, dibêjin, dema Rûs hatine vir, ew barkirine birine. Li gel wê çalahiyên weke cihê lingên ajalên cûda û hespan hene. Gelê herêmê anegorî baweriya xwe ya demê, wateyekê li wan çalan bar dike, hê jî wek pîrozî ew tên dîtin.
Tişta herî giring jî, li vir gelek gornên “Kurdên Êzdî” hene, hem jî gornên gelek kevn in. Hin gorn jî mîna yên pîrozwerên Êzdiyan bin, bi awayekî taybet hatine çêkirin. Li ser hin kêlikan nîşaneyên rojê hene. Hinên wan dişibin, gornên ji dema Xaldiyan ve mane. Hinekî ji wê nakropola bingehîn û wê de jî, her çendî di lêkirin, teraştin û forma kevirên gornan de xuya dike ku ji serdema Xaldiyan ya destpêka hesin mane, hene. Van gornan îro rengê baweriya Îslamî wergirtiye û gel jê re “Şehidê Sor, Şehidê Reş, Şehidê Çil” dibêje.
Me di destpêkê de gotibû, tunêlên gelek dirêj jî tê de hene. Her çendî hê lêkolînên bingehîn lê pêk nehatine jî, anegorî agahiyên rayedaran sê deriyên bi kevirên mezin girtî hene. Ev deriyên hanê, hinekî jî dişibin dergehên Xaldiyan, yên li Qilbanî Key (Toprakkale Wan) û Paganê, li gorî rayedarên heremê ji wan tunêlan yek diçe digîhîje gundê Dadan / Paganê, yek hetanî gundê Zir diçe. Lê ya din nayê zanînê ka bi kîjan aliyê ve diçe. Li Dadanê, li hin cihan ji ber hêrifandinê ew tunêl xuya dike.
Mixabin ku agahiyên berdest tenê ev in. Hê li herêmê lêkolînên arkeolojîk û pleantropolojîk pêk nehatine. Li gel wê, haya ti rewşenbîrê Êzdiyan jî ji vî bajarê binerdê û gornên Êzdiyan yên li vir xwerû jî navê “Meya” ya pîroz ku ji kûrahiya dîrokê tê, tine. Divê Rewşenbîrên Êzdî yên piçekî ji arkeolojî û şûnwarên kevn haydar in, vî bajarê binerdê û hawîrdora wê bi awayekî zanistî lê bikolin. Ji bo bibîranînê:
Tikaya min e; peyva “Maya” (Niştecihên Amêrîka) û peyva Meya nekin nav hev, ti têkiliya wan bi hev re tine. Bi hêviya lêkolînên arkeolojîk pêk werin, hetanî pîrozî û keleheke din, bimînin di nava xêr û xweşiyê de.
Jêder: Yeni Özgür Politika
https://kurmanci.ozgurpolitika.com/nuceya-bajare-antik-meya-161342
Weşan: Bajarê Agirî
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder