20 Nisan 2011 Çarşamba

Kurdên Qersê tevî Serhildana Agiriyê dibin (1927-1930)

Kurdên Qersê him di nav serhildana Agiriyê de cîh girtine û him jî piştgirtyia vê tevgerê kirine. Çawa tê zanîn hin deverên Qersê, bi Agiriyê re hevsînor in, nêzîkî hev in. Gelek caran Qers, ji aliyê lêkoleran û nivîskaran de wek ber pêyê çîyayê Agiriyê tê cîwar kirin.
Kurdên li derdorê Îdirê, Qulp, Qaxizman û Dîgorê piştgirtiya serhildanê kirine. Kesên wek Numan Beg, Kerem Beg, Elîyê Keleş Axa, Altundîş Osman, Şêx Zahir û birayê wî Şêx Evdirehman alîkarîya vê serhildanê kirine. Hinek ji wan mêrxasîyeke mezin nîşan dane, têkoşîna wan bûye efsane. Di van salan de her wisa jî gelek komên çeteyên kurd hebûn ku zora dijmin dibirin. Yek ji wan Osmanê Diranzêr e ku di çavkaniyên tirkî de wekAltundiş Osman hatiye nasîn. Ew gelek leşker û zabitan dikuje. Paşê tê girtin, serê wî jê dikin, dibin derdorê Qersê, bi armanca çavtirsandinê nîşanî şêniyê herêmê didin.[1] Li ser mêrxasên qersî ku alîkariya Serhildana Agiriyê kirine, roman hatine nivîsîn[2], stran hatine gotin [3] û ew bûne destan:

Gewgewê

...

Axao, wezê li Qulpê, Axtaşê, li Gewgewê diketim kula dilê minra wê li vî qaşî

Mistefa Çawuş qeleçîyê de rikêf kire ser Şêx Zahir Efendî,

Go: “Kurmanco mala te xirab be, nizanim tu demirî yan tu taşî”

Şêx Zahir Efendî du-sê denga Şêx Evdirehmanê bira kire gazî:

“Bavê bavê mino, çêbe çê bixebite, devê mîrata hêsirê dakute qefesa çawuş,

Bira bikuje derxe heyfa Osmanê Altundîşî”.
Numan Efendî yek ji wan ronakbîr û welatparêzên kurd
ku li Îdirê dima û alîkariya serhildanên kurd kiriye
Elî Axayê Keleş li gundê Başkoyê bi nêzîkî 40 mirovên xwe tê girtin, di zindanan de ezîyetekî mezin dibîne, Elî Axa di girtîgehê de dimire. Osmanê Diranzêr (Altundiş Osman ) yek ji nasê Elî Axa bûye û nasîya wan bi hevre hebûye. Ji alîkî de têkiliyên wî bi pêşengên vê serhildanê re, ji alîyê din alîkarîya wî ji bo ermenîyan ji ber çavên hêzên resmî yên tirk nareve. Di raporeke rûs-ermenî de tê gotin ku Elî Axayê Keleş li çend gundan de desthilatî û bandora wî heye û divê hukimet alîkariya wî bike, wî biparêze.[4] Piştî ku mirov vê raporê dixwîne, mirov baş fam dike ku ew çima di sala 1929an de hatîye girtin. Dema vê serhıldanê gelek zordestî û lêdan li devera Îdirê li gel tên kirin. Nivîskar Mustafa Balbal li ser zordestiyên ku li kurdan bûne, pirtûkeke balkêş weşandiye.[5] Di van salan hêzên fermî gelek gundiyên Dîgorê sirgûnî aliyê Erdehanê dikin, ew li wir perîşan dibin. Nivîskarê tirk, Dursun Akçam ku ji aliyê dayîka xwe de kurd e, di bîranînên xwe de qala van sirgûnan dike.[6] Dîya Dursun Akçam ji eşîra Geltûran bûye. Ji gundê Erdehanê, gundekî kurd Bankisê bûye, dayîka Akçam bi navê “Keça Naza Kurd” (Kürt Nazê’nin kızı) hatiye nasîn. Dursun Akçam bi xwe li gundê Olçekê hatiye dinê, di gund de tirk û kurd diman.[7] Taner Akçam ku wek pisporekî Pirsgirêka Ermenî tê nasîn, kurê Dursun Akçam e.
Piştî serhildanên Şêx Seîd û Agiriyê zordestiyên li ser gelê kurd her çûne zêdetir bûne. Kurdên Qersê jî nesîbî xwe xwe ji van lêdan û terora dewletê wergirtiye. Hemû navên gundên kurdan tên guhartin. Hejmara gundên navguhartî li herêma Qersê dighêje 398 heban û tiştekî balkêş jî vîlayeta ku zêde nav lê guhirîne bi 653 navan ve vîlayeta Erzirim e ku bi Qersê re hevsînor e., di dîroka Serhedê de wek bira-bajar tên hesibîn.

1) Doğu İsyanlarında Bir Türk Subayı, Dünya Gazetesi, 6 Mart 1953 (Rêzenivîs).

2) Elîyê Evdilrehman, Şer Çîya de, Êrêvan, 1989.

3) O. C. Calilov, İstoriçeskie Pesni Kurdov (Stranên kurdî yên dîrokî), 2003, Sankt Petersburg. rûp.476.

4) Mecbure Eroğlu, Türk İnkılâp Tarihi Enstitüsü Arşivinden Rusça Belgelere Göre Ermeni Meselesi, 1999, rûp.34.

5) Mustafa Balbal, Ararat’daki Esir General’den Kan Çiçekleri, Doz, 2002.

6) http://www.dursunakcam.com (2008).

7) http://www.dursunakcam.com/erken.html



ÇAVKANÎ:

Rohat Alakom

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder