26 Mart 2011 Cumartesi

Raperîna Agirî

Serî rakir wan lehenga
Li Agirî kirin cenga
Di gerdûn de danin denga
Wan Rêbera binavûdenga

Rabûn hemû şêrên çiya
Wan şêwir kir li pir ciya
Serhed rakirin serpiya
Wan Rêbera, efendiya

Cengawerên mîna leheng
Wekî şêra wan kirin ceng
Qehremanên binavûdeng
Li gerdûnê wan dane deng

Her mêrek bi hezar mêra
Tifingê wan bi sed zêra
Temaşe kin li xweşmêra
Şer xweş kirin wekî şêra
Cenga lehengê kurd kirin
Canê xwe wan fîda kirin
Li ser dilê dîroka kurd
Navê mêra çixêz kirin



Wê Raperîna Agirî

Zîlan hîna tim digirî

Kuştin ji me wan zehf ciwan

Zîlan tu wext tu namirî





Sor kir in Geliyê Zîlan

Wekî lale û sorgulan

Wan pêtekî berda dilan

Dil peritîn j’derd û kulan





Derdê giran tu nekêşî

Rabe mîrê’m bide pêşî

Hilde Alê, Ala rêşî

Xwe rizgarkin b’xêr û xweşî





Almanya, 24.02.2011

Ebdurehîmê Mûşî




dengbej@hotmail.de






ji Serhed.org ê hatiye hildan

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder